|
|
M. Barzanî: "Ez ji dil pîrozbayîyek germ ji hemû rojnamevanên kurdistanê
re dişînim"
Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, bi boneya bîranîna 111 salîya rojnamevanîya kurdî
peyamek pêşkêş kir û tê de ev boneya han pîroz kir. Ev jî teksta ewê peyamê ye:
Bi boneya bîranîna 111 salîya rojnamevanîya kurdî û derkevtina yekemîn rojnameya Kurdistan a ku di
22, 04 / 1898 de belav bû, ku bi evî karê han yekemîn çiraya rojnamevanîyê li Qahîre ji alîyê binemala
serbilind û kurdperwera Bedirxanîyan ve hat vêxistin, ew roj jî di dîroka tije serwerîya gelê kurdistanê de
û di biwarê rewşenbîrkirina bizava me ya neteweyî de bû destpêka xebata qelemê, ez ji dil pîrozbayîyek
germ ji hemû rojnamevanên kurdistanê re dişînim.
Ez hêvîdar im, ku bîr û nerînên wan ên cuda li jêr saya evê azadîyê ya ku ji wan re berdest bûye,
qelemên wan di xizmeta pêşxistina civaka kurdistanê de bin, rexneyeka avakar bi kar bihînin, ragihandina
kurdî ber bi ragihandineka bi seng û armancdar ve û dûrî teşere û xerabkirina navan bibin, rola xwe ya
pozetîvaneya wek desthilatdarîya çarem ji bo diristkirina raya giştî û civaka bajêrvan bibînin û kêmaîyan
bi awayekî bajêrvanî berçav bikin, exlaq û prensîpên rojnamevanîyê bi wêrekîyek mezin destnîşan bikin û bi
xurtî li duv rastîyan bigerin û bi emanet jî dan û standinê bi pêzanînan re bikin, wan bi ciwantirîn şêwe
bixin xizmeta armanc û daxwazên stiratecîkên gelê me de û bi taybetî jî, di evê qonaxê de ya ku roj bi roj
pêngav ber bi armancê ve diçin, herdem piştevanên paraztina berjewendîyên bilindên neteweyî bin.
Ez carek din jî hêvîya geşbûnê ji rojnamevanîya kurdî re dixwazim û serbilindî ji ewan rojnamevanan
re be, ewên ku li kêleka pêşmerge xebat kirine û rêzgirtina min jî, ji rojnamevanên şehîd re heye.
Li gel rêz û xoşewîstîya min…
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/22 ê Nîsana 2009
ji PNA
|
|