ÊDÎ Bİ RİYA TUNE HESİBANDİNA VÎNA KURD, ÇARESERİYEK NİKARE PÊŞ BİKEVE

Ma çawa dibe ku tiştekî nû nîne? Tê çi wateyê ku di vê pêvajoyê de tiştekî nû nîne, divê ev pêvajo bi rengekî pir kur yek-du mehan were gotubêjkirin. Min meqaleyekî Henry Berkay di radyonê de guhdarî kir, pêşniyar kiriye ku Obama navberkayî bike. Gelo tiştekî cewaz ji yê berê hebû? Gelo ev planeke nû ye? Gelo DYE planên xwe yên kevn ji nû ve tîne rojevê? Ev mirov kesekî nêzîkî Obama bû. Ji ekîba wî ye, ne wisa ye? Weke ji yê berê cûda, dibêje bila Obama navberkayî bike, ne wisa ye? Belê, wî derbaz bikin. Sedema ku Kurd di rewşa roja me ya îro de ne, siyasetên Îngîlîz û DYE ne. Ev, di axaftinekî sefîrê DYE James Jeffrey a li Amedê de heye. Wate ku Emerîkî planên xwe yên kevn ji nû ve tînin rojevê, gelo vê planê bi kuranî gotubêj dikin?

Ez tê digihijim, niqaş li ser vê bingehê hene. Min gotibû ku ezê derbarê çareseriya vê pirsgirêkê de planek raber bikim. Divê asta gotubêjên derbarê vê yekê de ji min re were ragihandin. Divê ez fikr û ramanên derdorên cûr be cûr bigrim.

Gelo Îsmaîl Bêşîkçî beşdarî Kongreya Civaka Demokratîk bûbû? Diviya bû beşdar bûbûya. Gotiye ku Kurd ne mêtingeha klasîk in, divê wateyê de nikare were payîn ku alî li ser masê rûnin û ev netiştekî rasteqîn e. Vana tezên wî yên kevn in. Divê jê re were gotin ku em jî dizanin ku Kurdistan ne mêtingeha klasîk e, heta  me wê tespîtê kir ku di rewşeke wisa de ye ku ji mêtingehê jî pir xirabtir e. Ey Îsmaîl, ez ji te baştir dizanim. Ez civaknasekê ji te baştir im, di rastiyê de min gelek civaknasan verisand (tehlîl kir). Eger hun nikaribin çareser bikin, hunê nikaribin bersivên pirsgirêkên xwe jî bibînin. Gelo ez çawa pênase bikim? Her tiştê Kurdan ji destên wan hatiye girtin, ew jî piranî ne di ferqa vê yekê de ne. Nizanin çawa dijîn û çi hunda kirine jî. Eger hun nizanibin we çi hunda kiriye, hunê nizanibin hunê li çi bigerin. Ez lêborîna xwe dixwazim û rewşa Kurdan diyar dikim; ez Kurdan dişibînim rewşa jin û pîrekeke mala giştî ku her roj rastî tecawîzê tê. Ma di jiyana jineke wisa de dikare evîn, zewq û xweşîkî hebe? Gelo gengaz e ku jinek ku neçarî jiyaneke wisa hatibe kirin van hestên xwe bijî? Rewşa Kurdan jî hinek dişibe vê yekê. Xwezayeke civakî ya mirov heye, divê di aliyê daringî (maddî) de xwe biverisîne, lê nikarin vêya jî bikin. Eger tu weke takekes nikaribî xwe biverisînî, tu yê nikaribî nasnameya Kurd jî pênase bikî û tu yê nikaribî kesayeta wî jî bizanibî.

Ez ji ber vê yekê ji jinan re dibêjim ku ma gelo hun dizanin hunê çawa bijîn û hun kî ne ku hun karibin evînê û hezkirinê bijîn? Ez ji berê ve ji diyardeya jin û zarokan dûr sekinîm. Min weke Nazim Hikmet ji jinan re helbestan nenivîsand. Di rastiyê de ez nirxeke pir mezin didim wan, min ji bo wan pir tiştan jî kir, lê belê pêwîst e mirov wê rastiyê bibîne ku jineke di vê astê de azad nebûye. Ez ji bo mêrên Kurd jî dibêjim; eger bi qasî zerre namûsa wan û rûmeta wan hebe dê pirsa “em çima di vê rewşê de ne?” ji xwe bikin, vê yekê ferq bikin û têkevin nava lêgerîna vê. Ez ji ber vê yekê vî tiştê dibêjim. Eger hun vêya fêm bikin, bi armanca çareserkirinê jî hunê têkevin nava hewldan û xebatên pir mezin.

Min di heşt saliya xwe de dayîka xwe terikand, min malbata xwe terikand. Ez tevlî jin û zar û zêçan nebûm. Careke din ez nezivirîm. Gelo bû çend sal? Ev nêzîkî zêdetirî pêncî sal in ku ez wisa me, ji ber ku min hinek van tiştan ferq kir. Min dît ku xwezayeke darîngî ya civakî ya Kurdan nîne. Ji ber ku min pirs kir ka ev çima wisa ye, û hinek min vê fêmkir, loma ez ji we cewaztir im û hun guhdariya min dikin. Vaye Miheme tê û diçe, kesekî reben e. Ev deh sal in tê cem min û diçe, lê nekarî hinek tiştan fêr bibe, nikare bixwîne. Ez nizanim ka parezerên min jî bi têra xwe lêhurbûnan dikin û dikarin verisînin, lê ji bo ku zanebûna Kurdîtiyê ya Kurdan karibe pêşbikeve, ma hun dizanin ku pêwîst e berê hertiştî hun weke takekes xwe pêkbînin û riya vê jî di çareserkirina hebûna we ya darîngî û xwezaya we ya civakî de derbaz dibe? Ez vê yekê ji bo herkesî dibêjim. Ti jiyanên Kurdan û warên wan ên jiyanê nîne, pêwîst e ev were dîtin; eger hun nikaribin vê yekê verisînin, hunê nikaribin bibin ti tiştek. Hunê nikaribin bibin rewşenbîr jî, hunê nikaribin bibin mirov jî û hunê nikaribin wisa huqûqnasî jî bikin. Ez vê yekê ne bi armanca rencîdekirina ti kesî dibêjim, lê eger hun dixwazin kar bikin û çareseriyê dixwazin, ez ne tenê ji bo Kurdan dibêjim; Kurd, Tirk û rewşenbîr jî vana nabînin û fêm nakin. Ta ku vê yekê bi rengekî rast tênegihîjin, wê nikaribin ji meymûntiyê wêdetir biçin. Dema ku hun vê yekê bi awayekî rast çênekin, hunê nikaribin xwe, jiyanê, malbatê, zarokan û ti tiştekî çareser bikin. Mirov dikare ji Îsmaîl Bêşîkçî re, ji herkesî ku wijdana wî heye re bêje ku di vî milî de li pirsgirêkê binêrin û rastiya vî karî ev e. Îsmaîl Bêşîkçî nikare xwe ji nêzîkatiya pozîvîst rizgar bike, bi nêzîkatiya klasîk a nêrîna netew-dewlet nêzîk dibe. Di rastiyê de nabînin ku netew-dewlet ji xapandinekê pêk tê. Di rastiyê de ew tiştê ku jê re dibêjin netew-dewlet azadiya netewan jî nîne. Kapîtalîzm bi armanca ku xwe bide jiyankirin vê yekê bikar tîne. Hobsbawn vê yekê di pîvanên diyar de nîqaş dike, lê belê bêçare dimîne. Nikare verisîne ku kapîtalîzm xwe bi vî rengî dide jiyankirin. Di Marks de jî heman tişt heye. Ji ber ku nekarî bi têra xwe kapîtalîzmê verisîne, vaye ezmûna sosyalîzma pêkhatî ya sed û pêncî salî li holê ye. Nekarî xwe ji xîzmetkirina kapîtalîzmê rizgar bike. Gelo çima kapîtalîzm ewqas biser dikeve? Marks, Lenîn û Çîn ji ber ku nekarîn xwe ji feraseta klasîk a netew-dewlet rizgar bikin, hemî ketin nava vê şaşitiyê. Vaye rewşa Çînê li holê ye; di roja me ya îro de piştevanê herî mezin ê kapîtalîzmê ye. Wallerstein jî dibêje. Di rastiyê de ew tişta ku newêre bêje ev e: “Em di şitla kapîtalîzmê de mezin bûn û em hemî bi desteka kapîtalîzmê hata van deran hatin”. Ji ber vê yekê nikarin rexneya kapîtalîzmê bikin. Min di rastiyê de di nîqaşên Modernîteyê de hewl da ez vê yekê verisînim. Van hemî civaknasan nikarin têbigihijin ku kapîtalîzm çawa bi riya mêtingerî, talan, ji her netew re dibêje vana mafên te ne, wan netew-dewletçeyan dabeş û perçe dike û xwe dide jiyankirin û xwe aniye heta van rojan. Ev mijareke girîng a nîqaşê ye. Me van hemî tiştan hinek derbaz kir. Ez netew-dewletê weke çareseriyekê nabînim. Min hewl da ez vê bûyerê di çarçoveya azadiyên demokratîk ên civakî de deynim holê. Min pareznameyên xwe jî li ser vê bingehê çêkir, min vê yekê verisand. Ti civaknas nema ku min wan derbaz nekir û neverisand. Min hemiyan anî xwarê. Ez di vê mijarê de xwedî fikr û raman im. Ez li vê derê erkên civaknasan jî digirim ser xwe.

Ezê li derdora meha Tebaxê pêşniyarên xwe yên çareseriyê ji Kurdan re pêşkêş bikim. Ez bawer dikim hinekê jî li bendê ne, herkes, rewşenbîr heta dewlet rawestiyane li bendê ne ka ezê çi bêjim. Di rastiyê de di van pareznameyên xwe yên dawiyê de min bingehên vê yên teorîk vekir, min nîqaş kir; ji bo min ta radeya dawiyê tiştekî hesan e ku ez pêşniyarên pratîk deynim holê. Lê dîsa jî ez dixwazim bizanibim û bibînim ka di vê mijarê de herkes çi difikire û çawa nêzîk dibe. Ezê van hemî tiştan di nava meha Tirmehê de bi rengekî pir kûr nîqaş bikim. Divê di vê mijarê de nêrîn ji min re werin anîn. Ezê nexşeyekê rê amade bikim, lê piştî vê nexşeya rê, ezê ji vê derê ti berpirsyarî negirim ser xwe. Ezê ji Kurdan re jî bêjim ku tiştê ez karibim ji bo we bikim ev e û pêwîst e hun vê yekê fêm bikin û bikûranî nîqaş bikin. Vaye Kongreya Civaka Demokratîk bi rêxistinên Civaka Sivîl û hwd kirine; Xetîp Dîcle berdevkiya wê dike. Wisa bi cîvînên yek-du rojan nabe. Dema ez dibêjim bi rengekî serûber bi berdewamî kar bikin, ez qala vê dikim. Eger pêwîst bike dê şaredarî li Amedê mêvanxaneyek ava bike, şaredariya gel e. Pêwîst e serok-şaredar vêya bike. Eger neke ezê wî bi tundî rexne bikim. Min pêşniyar kiribû û xwestibû ku li wê derê rewşenbîrên ji nêrînên cûda werin û bi berdewamî di derbarê pirsgirêka Kurd de nêrînên xwe nîqaş bikin, werin gel hev du û eger pêwîst be ramanên dijber jî werin gel hev du û li ser vê bingehê encamek û lihevhatinek pêşniyar bikin. Eger ez di şûna Xetîp Dîcle de bûma minê komkujiya Çandî nîqaş bikira. Tenê wê xala pêwendîdar a di Netewên Yekbûyî de lêbikole, aşkereye ku Kurd di komkujiyeke pir giran a çandî de derbaz bûne. Nikarin vê yekê jî bi têra xwe nîqaş bikin. Eger ez bûma, minê li ser vêya lêhûrbûnan bikira û minê bi rûpelan nîqaş bikira. Min di pareznameyên xwe de vekir: li ser Kurdan çar pêkanînên bingehîn ên komkujiyê hene. Kurd di rastî de tevlî pêvajoya rizgariya netewî bûn û di navbera 1920-25 de tevlî têkoşîneke azadiyê bûn. Kurd jî di vê de cihê xwe girtin. Mistefa Kemal ji ber serhildanan tiştên neyînî li hemberî Kurdan kir, lê di rastî de M. Kemal weke ku tê texmînkirin ne wisa dijberî Kurd e. Min M. Kemal pir baş verisand, dewlet jî vê yekê pir baş dizane. Pêwîst e Kemalîzmê bi awayekî pir baş nîqaş bikin. Di salên 1920an de nêzîkatiya M. Kemal ji Kurdan re wisa nebû. Di destûra bingehîn a 1921 de cîh û rola Kurdan heye. Loma pêwîst e destûra bingehîn a 1921 baş nîqaş bikin. Ji ber vê yekê ez dibêjim destûra bingehîn a 1921. Piştî salên 1925an, serhildanên Kurdan û tiştên din ku tên zanîn hatin bahanekirin û bi vî rengî Kurd di komkujiya çandî de hatin derbazkirin. Ermenî jê re dibêjin “Felaketa Mezin”, Ermenî di komkujiya fîzîkî de derbazbûn, çûn welatê xwe, li her aliyê cîhanê belav bûn, li wan deran zengîn bûn û jiyaneke wan heye. Koçberiya Ruman li holê ye, koçberî Yunanîstanê hatin kirin, a wan jî jiyaneke wan û berdevkê wan hene. Suryanî jî li Ewrupa belav bûn, bi wî rengî jiyaneke wan heye. Ma çiyê Kurdan heye? Wan van hemî felaketan derbaz kirin, lê belê Kurdan ya herî xirab, ango di komkujiya çandî de derbaz bûn. Niha hîn jî nabînin ku felaketa herî mezin a rasteqîn ango komkujiya çandî hîn jî dijîn, ji ber vê ez dibêjim nîqaş bikin. Pêşniyara min ji Xetîp Dîcle re ew e ku nîqaş bikin ka piştî 1924 çi hat jiyîn; her wisa ez pêşniyar dikim ku tiştên di salên 1924, 25 û 26 û piştî wan salan hatine jiyankirin û yên heta roja me ya îro sal bi sal nîqaş bikin, lê hêza wan çiqas têra vê yekê dike, gelo bi rastî jî kesê vê yekê dizane heye, ez nizanim; reng e yên  zanibin jî hebin. Dema ku ez qala van komkujiyan, ango qala vê komkujiya çandî dikim ez naxwazim bêjim ku Tirk komkujîner in. Ti dijberî û dijminahiyeke min li hemberî Tirkan nîne, di rastiyê de em di nava hev û din de dijîn û ez dostanî ji bo wan hîs dikim. Ez hez dikim loma ez dibêjim bila Kurd û Tirk bi hev du re bijîn. Helwesteke berevaj şayanî kesayetiya min a demokratîk a insanî nabe. Ez ji dewletê re jî dibêjim, pêwîst nake ku bitirsin, ev bi sedan sal in ku em bi hev du re dijîn, bi riya avakirina civaka demokratîk em dikarin vîneke demokratîk a destûra bingehîn derxînin holê. Rewşa Tirkan ji ya Kurdan xirabtir e, lê belê ew nizanin ka kî ew anîne vê rewşê jî. Di rastî de 95 der sed ê Tirkan nizane ka çi dibe û çi diqewime. Herî zêde deh der sed vê yekê dizane û ev deh dersed jî berpirsyar e ji van tiştên tên jiyîn. Dibêjin ku ji nişka ve ewqas pere, ewqas trilyon tune bûn. Aborî pir xirab e, te heştê der sed ê civakê bêkar hiştiye, ma çawa dibe heştê sed dersed bêkar e? Ev felaketek e. Ma tê pirsgirêkê û aboriyê çawa çareser bikî?

Ez dîsa dixwazim bang li birêz Erdoxan bikim. Eger hun dibêjin Kemalîzm, ê Mistefa Kemal du ezmûnên wî yên demokrasiyê hene, em vêya derxin holê. Em destura bingehîn a 1921 derxînin holê. M. Kemal di herdu ezmûnên xwe yên demokrasiyê de jî nekarî biserkeve, wî fetisandin. Kes naxwaze vê yekê derxîne holê,  ji ber ku bi kêrî wan nayê. M. Kemal alîgirê wê yekê bû ku bi destûra bingehîn a 1921 ji hemî Kurdan re mafên girîng û xweseriya berfireh were dayîn. Lê belê di wê demê de serhildan û provakasyon hatin kirin, ji serhildanan jî wêdetir, pirsgirêk ew e ku kadroyên îtîhat û terakî M. Kemal hepis kirin û heta mirina xwe ew dorpêçkirin. Pêwîst e vê yekê baş were zanîn. Kurd, Îslamgir û Komînîst ku di damezirîna komarê de cîh girtin û M. Kemal xwe spart ser wan, bi demê re hatin tasfiyekirin.  Kurd bi serhildanên ku têne zanîn, û Mistefa Suphiyan jî, tevî ku Lenîn M. Kemal amade kiribû, hatin tasfiyekirin. Îslamgir bi rêbazên ku tên zanîn hatin tasfiyekirin. Lê belê aşkere ye ku beyî tevlîbûna van beşan, gengaz nedibû ku rizgarî pêkbihata.

Mistefa Kemal dema li ser doşeka mirinê bû, gotibû ku hinek tiştan bidin zarokên Înonu, lê dema li ser doşeka mirinê bû, çima banî Înonu nekir? Eger navbera wan başbûya, ma wê banî wî nekiriba û wê negotiba “Îsmet, were vir”? Ma mirov li ser doşeka mirinê dostên xwe banî gel xwe nake û xatir jê naxwaze? Ev tê wê wateyê ku di navbera wan de nakokiyên mirinane hebû. Yên ku M. Kemal dorpêç kirin, di rastiyê de elîteke biçûk a leşkerî-sîvîl a Tirkiyê ye. Em ji vê elîtê re dibêjin Ergenekon, û Ergenekon jî ji nava vana derdikeve. Di rastiyê de dîroka Ergenekonê hîn kevntir e, diçe ta dema îtîhat û terakiyan. Van mirovan ji bo berjewendiyên xwe tevahiya civakê û her tişt talan kirin. Yên tevahiya civakê û Tirkan jî anîn vê rewşê ev in. Di rastî de vana Tirk jî nînin. Her wisa, pêwîst e mirov ew tiştê ku em jê re dibêjin Tirkîtî jî pênase bike û bizane. Pêncî cûre, heta pêncsed cûre Tirkitî hene. Van mirovan xwe naspêrin ser civakê jî û ji dema îtîhat-terakî vir ve bi armanca ku xwe bidin jiyankirin bi Îngîlîstan û bi DYE re her cure têkiliyan pêş dixînin. Weke ku tê texmînkirin ne wisa serbixwe ne jî; heya vê derê anîn, lê DYE jî, Îngîlîstan jî dibînin ku niha êdî vê yekê wisa nikare were meşandin. Di rastî de sedema rewşa roja me ya îro ya Kurdan, ji Tirkan bêhtir, Îngîlîz bi xwe ne. Îngîlîzan Kurdan kirine qûrbanê jeo-polîtîka Rojhilata Navîn, vê yekê pir baş dizanin, lê naxwazin ku Kurd vêya zanibin. Min jî vê yekê demekî dirêj nîqaş kiribû, dema min vê fêm kir û bi civakê re nîqaş dikir ez pir bi dîqet tevdigeriyam. Ji ber ku dizanin ku wê ev di nava civakê de rê li ber hêrs û teqîneke mezin veke. Ji ber vê yekê, beyî ku van tiştan werin fêmkirin, dixwazin rola xwe bilîzin. Di rastî de DYE desteka xwe ji Ergenekonê vekişand, jîtemê didin sekinandin û hewl didin wê sînordar bikin. Eger Ergenekonê biqedînin, emê karibin xwe bigîhînin çareseriyê, di rewşa berevaj de, wê jîtemeke nu, yan jî em jê re bêjin hêza pola (çevik kuvvet) di şûna wê de were bicîh kirin. Wê piştî sê mehan diyar bibe. Ezê fêm bikim ka wê  Erdoxan serkêşiya wê bike yan kesek din. Ezê li gorî vê di destpêkên payîzê de di derbarê vê yekê de nêrînên xwe rave bikim. Ew Ergenekona ku niha tê darizandin, beşa laîk a Ergenekon e, Ergenekona leşkerî ye. Ergenekona ku ji niha û pê ve pêşbikeve wê Ergenekona sîvîl be. Di nava wê de wê ji gelek derdoran beş hebin, ya herî xetere jî ev e. Ew hovitiya ku Hîzbûlah û Hîzbî Kontra kir li holê ye. Ev Ergenekona arabesk e û vana pir zêdetir xeter in. Di nava leşkeran de qenebe nîzam û îltîzam heye, lê li gel vana ew jî nîne, pir zêdetir bixeter in. Vaye ew operasyona pêncsed kesî ku li hemberî DTP hate kirin, bala xwe bidin zamanê wê, denk tê li gel heman roja axaftina Başbûx. Dema Başbûx axivî, di nava axaftinên wî de çend gotinên kirpînî (vûrgu) yên însanî hebû. Qala sînordarkirina şer dikir, di heman demê de, beyî ku haya wî jê hebe, li hemberî axaftina wî, li dijî DTP operasyon kirin, tê gotin ku hîn jî berdewam dike, pêncsed kes binçav kirin. Bi vê yekê dibêjin “Tu nikarî bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser bikî”. Ji wê operasyona ku li hemberî DTPê hatiye kirin haya leşkeriyê jî nebû, vêya ji nava emniyetê kirin. Di çapemeniyê de qala Gulen dikin, lê ew bi tena serê xwe hêza wî têra vê yekê nake, pêwîst nake mirov wî ewqas mezin bike, îmamekî gund ê Erzurumê ye, ango îmamekî gund e.

Eger yekîtî dixwazin yekitî, eger yekpareyî dixwazin  yekpareyî; em ji vana re amade ne. Ev jî bi riya avakirina civaka demokratîk tê çêkirin. Ez ji vê derê bang li birêz Serokkomar dikim; sermayeya Kayserî di rastî de wisa zêde di nava sermayeya klasîk a kapîtalîst de nîne. Gul, hinekê jî nûneriya sermayeya Kayserî dike. Ez jî ji vê derê bang li birêz Gul dikim: Em ne li hemberî hebûna we ne, em ne li hemberî zengîniya we ne, vê zengîniyê bijîn, lê ez dibêjim ku bila civaka te civakek demokratîk be, qada wê vekin.  Firsenda qadê bidin ji bo jiyana me ya demokratîk. Em ne li hemberî jiyana we ya zengîn in, lê belê hun jî neçarin ku rêz bigrin ku civaka demokratîk bijî. Ez bang li serokwezir Erdoxan dikim: birêz Erdoxan, dibe ku tu bazirganek ji Derya Reş bî, bazirganiya xwe bike, em tuşî bazirganiya we nabin, dibe ku hun ji bazirganiyê fêm bikin, lê bi qurnaziya derya reş mirov ancax dikare heta vê derê were, dev ji vê yekê berdin. Eger hun îzîn nedin civaka demokratîk û vîna demokratîk a civakê derkeve holê, wisa bi mafên ferdî û bi avakirina Kurdên xwe, hun nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.  

Ertuxrul Gunay, Mehmet Şîmşek Kurdên sexte diafirînin. Berî niha jî sîstema cerdevanan hate avakirin, ev bi sernakeve. Min berî niha jî got: wê bêjin wê mafê takekesî û her wekî din û wê dîsa mafên Kurdan nas nekin. Tiştekî wisa nabe. Di rastî de van mirovan qûrnaz in. Me dipîvin û dibêjin gelo Kurd hîn jî Kurdên kevn in û em dikarin wan bixapînin? Eger karibin vê yekê bikin, weke ku yek-du mafan bidin xwe nîşan didin, bi vî rengî dîsa wê bi ya xwe bikin. Wisa dizanin ku wê vê yekê bi DYE, Îngîlîstan û bi hêzên din re biaxivin û bikin. Lê belê Kurd ne Kurdên berê ne, ez bawer nakim ku wisa bi yek du mafên sexte werin xapandin. Ez ne zarok im. Birêz Erdoxan, eger hun dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, wisa bi hêzên derve û hwd nabe. Ez dibêjim ku eger bi hevdu re jiyankirin be em bi hev du re bijîn, eger bihevratî be bila bi hevratî be; lê belê hunê pêdiviyên vê yekê pêkbînin. Wisa bi riya tune hesibandina vîna Kurd êdî çareseriyek nikare pêşbikeve.

Min di nîvîseke kevn a Îlter Tirkmen de xwend, di yek ji rojnameyan çil roj berê de bû. Weke hun dizanin, ji xwe rojnameyan pir dereng didin min. Îlter Tirkmen dibêje ku emê tu vîneke Kurdan nas nekin, eger di pirsgirêkek Kurd de gavek were avêtin, emê vê yekê bi rengekî yek alî bi vîna xwe bikin. Bi vê yekê dixwaze çi bêje; em vîneke herî biçûk a Kurdan nas nakin. Bi vê yekê di rastiyê de dixwazin vî tiştî bêjin. Niha li qusurê min nenêrin, ez lêborîna xwe dixwazim: vaye li pêşberî we jinek heye, jineke reben û bêkes heye, em ji bi caran tecawîzê bigrin hunê her tiştî bi rengekî yek alî pê bikin. Hunê tu vîna wê nasnekin. Dixwazin ji Kurdan re jî vê yekê bêjin. Em tu mixatabiyeke we û vîneke we nasnakin; ev bêrûmetiyek e û heqaret e. Pîrektiyê li ser Kurdan disepînin (ferz dikin), lê Kurd vê yekê napejirînin. Birêz Erdoxan, ez jî napejirînim. Em ne zarok in. Êdî hun nikarin me bi vî awayî bixapînin. Êdî bi Kurditiya sexte jî, vaye bi cerdewaniyê ceribandin ku Kurditiya xwe biafirînin, cerdevan hene. Lê bi vê nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Hunê bi vê yekê wer lê bikin ku mirov nikaribe ji nava pirsgirêkê derbikeve. Xwe dispêrin axa û eşîretan; vaye bûyera Gundê Zangirtê, wê bi sedan weke vî çêbibin.

Êdî wê Kurd ji vê razî nebin. Wê Kurd li ti deran, li çiyan jî razî nebin, eger di aliyê siyasetê de bêmixatap werin hiştin, li Amedê civîn têne çêkirin, vîna xwe derdixin holê, wê li wê derê jî razî nebin. Karayılan li ser bûyerê hakîm e, pir baş fêm kiriye. Ew hevpeyvîna ku bi Hesan Cemal re çêkiriye, tê de rêz kiriye, pir baş bû. Di rastiyê de tevahiya wê hevpeyvînê birandin, min nekarî ti yek ji wan tam bixwînim. Di rastî de di vê dema dawiyê de tevahiya nûçeyên di derbarê Kurdan de ji kovar û rojnameyan dibirrin û didin min, naxwazin ku ez ti tiştî fêr bibim, lê hêza min a têgihiştinê bilind e. Ez carnan ji yek hevokek jî dikarim encam derxînim. Eger min karibûya bixwenda wê baş bûya, lê ji ber ez nikarim bixwînim, ez ji hêza têgihiştinê jî neketime. Pêwîst e çiqas kovar û rojname yên di derbarê mijara ku divê li ser vê dema dawiyê be hebin, bidin min. Her tiştê derbarê me de dibirin, lê pêwîst e bi tevahî werin dayîn. Ez dizanim û fêm dikim ka bi nedanê dixwazin çi bêjin. Eger çareseriyek were pêşxistin, diviyabû derfet bihata dayîn ji bo ku ez bikaribim van hemî tiştan şîrove bikim.

Murat bi tena serê xwe jî vê yekê fêm kiriye. Mercên çiyan zor bin jî, hakîm in. Karayılan û bi hezaran yên weke wî hene. Ne radest bûne, ne hatine girtin, ne hatine binçavkirin, gelek kadroyên me hene, bi sedan kadroyên me hene ku reng e pêvajoyê ji wî baştir bidin meşandin. Li benda plana min a çareseriyê ne, guhdarî dikin û xwe gihandine hêza têgihiştinê jî. Di wateya giştî de di vê mijarê de baş in!

Abbas, Cuma û yên din jî durust in, di rastiyê de girêdana wan jî heye. Hewl didin fêm jî bikin, di paşerojê de min wan bi rengekî tund rexne kir. Eger ez nebûma dê wan di hewa de bibirana. Vaye dibêjin pêwendiya Ergenekon û hwd. Çeteya çarane hebû, wê Selim Çurukkaya wan Cuma û Abas di hewa de bibirana. Loma ez wan bi tundî rexne dikim. Li vê derê ez dixwazim qala bîranîneke xwe bikim: dema ez destpêkê girtim û anîm vê derê, leşkerek ji min re got: “Apo, diviyabû te weke Ataturk bikira, diviyabû tu li ser vana bûna, diviya bû tu li ser karê ku tê kirin bûna. Ataturk li ser her karî bû. Piraniya van mirovan pûç in, direwan ji te re dibêjin”. Vaye alçaqên Osman û Botan li holê ne. Ma ji vê re dibêjin jiyankirin? Li holêye çawa dijîn, ji hev hezdikin, dibêjin eşq û meşk! Eger ev evîn be? Abas û yên din naşibin Osman û Botan. Nayên radestî ti kesî nabin, kevneşopiyeke wan a berxwedanvan heye. Ez ji wan re bêjim werin radest jî bibin, dîsa nayên radest nabin, Karayılan û yên din vê yekê napejirînin.

Birêz Gul, birêz Erdoxan heta birêz Başbux, tahlîlên min ên di derbarê Kemalîzmê de baş dizanin. Pêwîst e vê yekê dîqet bikin. Hunê ji takekes re bêjin, “tu heyî, lê civaka te nîne!” Ma tiştek wisa dibe? Takekesên ku civakên wan nebin, neçarî tunebûnê ne. Her takekesek civakek wî heye. Takekes bi tena serê xwe nikare yek rojek jî ji civakê serbixwe bijî, nikare bist û çar saet jî hebûna xwe bide berdewamkirin. Takekesê ku civaka wî nebe, nikare ji meymûnbûnê wêdetir here, meymûnek e. Takekes civaka wî/ê heye, takekesê ku civaka wî nebe tune dibe, neçarî tunebûnê dibe, heta hunê jî tune bibin. Li me vê yekê disepînin. Divê berê takekes hebe, ku civakeke wî/ê heye û bi riya yekbûna bi wê civakê re wê hebûna xwe çêke. Tirkiye, pişta xwe bi DYE û Îngîlîstanê ve girê dide, pirsgirêkê di Ehmet Tirk de dixitimîne, hewl dide Osman Baydemîr bi xwe ve girê bide, mafên herî kêm bide, Kurdan bixapîne, wan mixatep negire û bi vî rengî hewl dide pirsgirêkê çareser bike. Eger wisa texmîn dikin ku wê serokên Kurdan bi xwe ve girêbidin û pirsgirêkê çareser bikin, êdî xwe dixapînin. Mixatabên Kurdan diyar in; pêwîst e çiya jî, DTPê jî, Parlamenteran jî û li vê derê Îmraliyê jî mixatap bigrin. Siyaset karê muzakerekirinê ye. Gotineke Carl Smîth heye, ez girîngî didimê; pirsgirêkek bi riya muzakereyan tê çareserkirin, li cihê ku muzakereya siyasî nebe, li wê derê şer heye. Yanê, yan tê pirsgirêkê bi riya muzakerekirina siyasî çareser bikî, yan jî ew pirsgirêk dibe sedema şer. Ji ber vê yekê ez li vê derê dîsa bang li birêz Erdoxan dikim. Ji muzakereya bi Kurdan re netirsin. Pêwîst e hun Kurdan mixatap bigrin. Ez vî tiştî ne tenê di wateya giştî de ji dewletê re, di wateya taybet de jî ji hukimetê re dibêjim; lê ez ji tevahiya beşên civakê re dibêjim. Ez wisa difikirim ku herkes li benda plana min a çareseriyê ye. Pêwîst e di nava van sê mehên pêşiya me de, her kes bi rengekî kûr nîqaş bike ka “emê pirsgirêka Kurd çawa çareser bikin?” û van hemî nîqaşan jî ji min re werin anîn. Ezê jî li gorî vê, nirxandinek bikim. Min bingehên wê yên siyasî di parêznameyên xwe de danîbû holê. Ezê ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe yên pratîkî pêş bixim. Dewlet dikare di nava yek-du mehan de bi min re muzakereyan bike, ez hêvîdar im. Niha diyalogeke rasterast heye, lê ez nabêjim muzakere heye. Lê ez hêvîdarim ku dema pêş muzakere destpê bikin. Niha berdevkê Îslamê heye. Erdoxan berdevkê Îslama muhafazakar a nerm e, ji xwe Serokwezîr e. Berdevkê lîberalan jî hene. Vaye Ahmet Altan, Yasemîn Çongar û yên din, derdora Rojnama Taraf; vana berdevkên lîberalan in. Ez jî berdevkê Kurdan im.  Her wisa min nîvîseke pir kevn a Ahmet Altan xwend, dibêje bila wisa û misa bike. Hun dikarin ji wî û ji Yasemîn re vê yekê bêjin, min qet fêm nekirine. Serokwezîr ji ber ku neçar maye, di pirsgirêka Kurd de hinek gavan diavêje. Ne ji ber ku pirsgirêka Kurd bi rastî jî nasdikin van gavan diavêjin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke cîdî ya hebûneweriya civakê ye. Wan pirsgirêkên ku Tirk di wateya civakî de dijîn; vaye her roj cînayet çêdibin, jê re dibêjin cîneta civakî, ev ji bo Tirkan jî êdî pirsgirêkeke civakî ye. Ev di heman demê de pirsgirêkeke wijdanî ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke wijdanî ye, di alî wîjdanî de ev nikare were rakirin. Dê pirsgirêka Kurd ji bo Tirkan êdî bibe pirsgirêkeke wijdanî. Ezê jî wê çaxê ji birêz Erdoxan re vê yekê bêjim; ev ne tenê pirsgirêkeke hebûnewerî ya Kurdan e, di heman demê de pirsgirêkeke hebûneweriya civakî ya Tirkane jî.

Li pêş me sê mehên krîtîk û di girîngiya jiyanî de hene. Ji wê wêdatir jî nabe, ji niha û pê ve, tahamula pirsgirêkê nîne ku yek roj, yek mehê jî bisekine. Di plana çareseriyê de ku ezê pêşniyar bikim, ezê çareseriyek ku vîna demokratîk derkeve holê ku tê de ne tenê mafên Kurdan, her wisa yên Tirkan jî tê pênasekirin, pêşniyar bikim. Heta evê bibe çareseriyek-ku mînaka Îngîltere û Îspanya didin- wê demokratîkbûneke wisa be ku van jî derbaz bike. Girîng nîne kî li ku derê dijî, pêwîst e di wateya civakî de vîneke demokratîk a destûra bingehîn derkeve holê. Lê belê eger vê yekê li ser bingeha xapandin û tasfiyekirinê bigrin dest, ezê ji bûyerên ku ji niha pê ve pêşbikevin berpirsyar nebim. Ezê wê çaxê ji Kurdan re bêjim ku ê min, êdî tiştek ji destê min nayê. Tevî ku ji bo çareseriyê me ew qas tiştan derxist holê, eger hîn jî neçareseriyê bisepînin, ew tê wê wateyê ku hun bi komkujiyeke çandî re rû bi rû ne. Ez dibêjim çar heb komkujî: komkujiya çandî, komkujiya civakî, komkujiya siyasî û komkujiya aborî. Dê li hemberî vana xwe biparêzin. Kurd dizanin şer bikin. Eger dewlet bêje na, ileh ezê we tune bikim, ezê we biperçiqînim û di vê yekê de israr bike û bêje ez dixwazim weke Talîban û Tamîlan bînim serê we, ez nikarim tiştekê bêjim. Lê belê çiyayên Kurdistanê zêde îzîn nadin vê yekê. Ez dibêjim ku dê Kurd di vê rewşê de neçar bimînin ku jiyanên xwe û azadiyên xwe yên rewa biparêzin. Têkoşîna ku wê ji niha û pê ve pêşbixin, wê bibe têkoşîneke azadiyê ya parastina rewa. Piştî wê, ezê xwe vekişînim. Yên min anîne vê derê dikarin min bikûjin jî, ez ji ber xwe ve jî dikarim bimrim. Êdî ji vê derê tiştekî ku ez ji bo wan karibim bikim nabe. Ji niha û pê ve ewê bi xwe bîryar bidin ka wê çareseriyek yan jî şerek çawa pêşbixin; her wisa ez nikarim zanibim ka hêza wan a pêşxistina şer heye an na. Pêwîst e baş bizanibin ka wê şer û siyasetê çawa pêşbixin. Ez cîdî me, ez ne wisa zarok im jî; dema ez bêjim ez xwe vedikişinim, ezê bêjim êdî bes e û bi rastî jî ezê xwe vekişînim û ezê ji hevalan re bêjim min li vê derê mirî bihesibînin. Siyaset ne wisa karê Heso û Hiso ye. Karekî cîdî ye. Ez dibêjim ku pêwîst e di vê pêvajoyê de her kes bi berpirsyarî nêzîk bibe, em ew berpirsyariya ku dikeve ser milê me bi zêdehî pêk tînin. Di van nîqaşên çareseriyê de pêwîst e ne tenê hukimet, her wisa muhalefet jî bi berpirsyarî nêzîk bibe.

Li Amedê Kongreya Civaka Demokratîk hate çêkirin. Bila van xebatan bi cîdîyet bikin, xwe ji gel re fedakirin ne tiştekî wisa hesan e. Eger hun bi navê gel derdikevin holê û hinek tiştan dibêjin, hun nikarin ji berpirsyariyê birevin. Ez kesekî ta radeya dawiyê demokrat û bi sebr im. Eger ez hêrs bibim ezê guhdariya ti kesî nekim. Ezê guhdariya Leyla û Zana nekim, ezê bi tundî rexne bikim. Bila herkes perpirsyarî bigre ser milên xwe. Bila tu kes ji berpirsyarî nereve, tu kes nikare jê bireve. Min berya niha jî gotibû. Bila Kongreya Komara Demokratîk li navenda Stanbolê yan jî Anqerê, bila li Enqere were kirin. Bila rewşenbîr, lîberal, dijber û her kes tevlî vê kongrê bibe. Hun dikarin herin bi rewşenbîran re hevdîtin çêbikin. Herin cem Yaşar Kemal, Mîhrî Bellî, Ufuk Uras, Vedat Turkalî, Yalçın Küçük. Hunê jê re bêjin bila dev ji çîroka Ergenekon-Mergenekon berde, were. Pêwîst e ev civîn li Enqere, Îzmîr, Stanbol, her li kîjan ji van bajaran be, çêbibe.

Divê bi rengekî awarte were çêkirin, divê di navbera van yek-du mehan de kombibin; pêwîst e herî kêm heta dawiya meha Tebaxê vê civînê were çêkirin. Dikarin pêwendî çêkin li gel wan xebatên Civaka Sîvîl û Kongreya Civaka Demokratîk ên li Amedê. Ji niha ve li bajaran ji bo tevlîbûnê dikarin pêş-civînan çêbikin. Pêwîst e van hemî tiştan bigihijin dawiya Tebax ê. Pêwîst e her kes, ji beşên cewaz jî di van civînan de cihê xwe bigrin û muxalîf bin jî, herkes gotina xwe bêje. Ew vîna hevbeş ku dê bi riya van ên ku bên gotin derkeve holê, berî ku ez pêşniyara xwe ya çareseriyê amede bikim, ji min re were ragihandin. Di vê çarçoveyê de hun dikarin bi Ufuk Aras û yên din re hevdîtin pêkbînin. Ez silavên xwe jê re dişînim. Di ÖDPê de veqetînek hatiye jiyankirin; bila Ufuk Aras zanibe ku yekemîn destpêka me ya  di van karan de, bi THKC (Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyê) bûye. Diyar e ez bûm endamê wan jî, lê bifiîlî min bi wan destpê kir. Piştî Mahîr Çayan û yên din, Omer Ayna (birayê Emîne Ayna ye) di 31 Adara 1972 de li Kızıldere şehîd ketin, çi ji destê min hat min hewl da ez bikim. Denîz û hevalên wî di 6ê Gulanê de ji Mamakê birin. Li hemberî vê, di warê wijdanî de çi ji destê min hat min kir. Heta nûnerê wan hîn jî ez im, ev 37 sal in têkoşîna wan ez didim meşandin. Me ji mîrasa Mahîr û Denîzan dest bi vî karî kir. Weke ku min got, ez nebawer im ka ez bûm endamê wan ê fermî yan na, lê negirîng e, yê girîng ew e ku di aliyê fiîlî de hîn jî ez nûneriya wan dikim. Ê min, wisa pirsgirêkên min ên meqam û mewkî nîne. Ez ne di wateya ku ez serokê wan im dibêjim, lê di aliyê fiîlî de ez hem berdevkê Kurdan im, her wisa neçar dimînim ku berdevkiya wan a fiîlî jî, herî kêm berdevkiya beşeke mezin a wan bikim. Li Tirkiyê demokratên Îslamî, demokratên lîberal hene, lê ji bo çareseriya rasteqîn beşa ku têkoşînê bike û encam bigre Demokratên Radîkal e. Pêwîst e ew vê vînê û vê rêxistingeriyê derxin holê. Di nava demokratên radîkal de DHKC û gurubên din ên ji Çepgirên Tirk hene. Her wisa yên ku ji xwe re dibêjin partî yan jî însiyatîf jî hene. Hun dikarin ji wan re bêjin ku bila bi serhişkî nêzîk nebin, divê tevahiya van werin vê kongrê. Ji muxalefeta heyî ya niha tiştek dernakeve. Baykal û Bexçelî wisa dizanin ku bi riya bazarkirina Tirkmenan ji dewletê re muxalefetê dikin. Baykal bi riya bazarkirina Tirkmenên Torosa Rojava, Baxçelî jî bi riya bazarkirina Tirkmenên Torosên din, nikarin demeke dirêj li ber xwe bidin. Bi vê siyasetê encax dikarin Tirkmenan li Anatoliya Navîn tengav bikin, lê demeke dirêj nikarin vê muxalefetê bidin meşandin. Ji ber vê yekê divê hevdîtin bi hemû derdoran re bêne kirin. Pêwîst e biçin gel EMEP, SDP, Levent Tuzel, Ufuk Uras, Yaşar Kemal, Mîhrî Belî –dibe ku pir kal bûbe-, Vedat Turkalî, Ahmet Altan, derdorê Taraf û yên din hemûyan. Pêwîst e her çî zûtir ew hemî karibin li hev bicivin. Hun dikarin van hemî tiştan weke pêşniyara min ji wan re ragihînin. Ez silavên xwe ji Ayşe Batumlu re dibêjim, ew jî bi van xebatan re elaqedar dibû, ne wisa ye?  Di warê van xebatan de ez dibêjim ku her du destên min li ser qirika wan e. Ji derdora Amargî Pınar Selek û jinek ku berpirsyara Kovara Amargî bû, hebû; eger ew jî dibêjin nêrîna jinê, rexneyên min jî hebûn, lê dem nema, dikarin di vê xebatê de cihê xwe bigrin. Bi vê Kongreyê re ez li bendê me ku vîneke demokratîk a destura bingehîn derkeve holê. Ez ji wan re dibêjim Bloka Destûra Bingehîn a Demokratîk, Bloka Damezirîneran a Destûra Bingehîn a Demokratîk.

Di mijara mayînan de, ez dixwazim ji Îsraîlê re vê bêjim. Ez ne li hemberî Îsraîl û Cihûyan im, lê vaye bi riya kirrîna bi dizî ya axan li Haranê û girtina hêzên dewletê pey xwe, nikare ji xwe re cîh bidest bixe.  Li Ruhayê dikare Taxeke Cihûyan jî hebe, ez ne li hemberî wê yekê me ku li Ruhayê Cihû bijîn. Dikare Taxeke Ermeniyan jî hebe, pêwîst e hebe jî, lê divê bikaribin xwe li ser bingeha demokratîk îfade bikin; ez jê re dibêjim civaka zelal.

Nameyên hatine hene. Min hefteya bihûrî jî gotibû, nameyên kevn in. Navaroka nameyan xweşik e, bila di vê mijarê de kûrbûna xwe dewam bikin. Ji girtîgeha Semsûrê Yaşar Cînbaş, ji girtîgeha Wanê Serhat Metîn, ji girtîgeha Erzuromê Cahît …, ji girtîgeha Sêrtê Murat… min nameyên wan girt. Yek ji wana dibêje ku dixwaze bi awayê fîzîkî nasdariya xwe bi min re çêke. Ez jê re dibêjim ku di aliyê fîzîkî de hev û din naskirin ewqas negirîng e, dikarin lêhûrbûn û kûrbûna xwe berdewam bikin. Min qala nameya Gulnaz a ji girtîgeha Bakırkoy kiribû. Her wisa nameyên Încî Roj û yên hevalên Stî (bayan) hebûn. Ji hemuyan re silavên xwe dibêjim, dikarin xebatên xwe berdewam bikin û xwe kûr bikin.

Gelo pirtûka bi navê Cemaetên Xeyalî hat şandin? Wekî din pirtûkên Benedîct Anderson ên ji vê cûdatir hebû, min pirtûka wî ya bi navê Eşqiyayan girt. Pirtûka Hobsbawn a Li Ser Neteweperestî heye. Lê belê, di vê mijarê de xebateke Ernest Gellner jî ya li ser neteweperestî heye, hun dikarin wê jî bînin.

Kovarên weke Newsweek dibirrin û didin min. Lê divê hun şandina wan berdewam bikin. Ez silavên xwe yên taybet ji Aram re dibêjim. Bila baş bijî. Ez silavên xwe yên taybet ji Amed û Çermûgê re radigihînim. Ez ji hemî gelê me re silav û rêzên xwe radigihînim.

Roj baş.

24 Pûşper 2009

Herkes dikarîbû bihata Kongreyê. Eger herkes li wê derê fikr û ramanên xwe raber bikira, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dikarîbû zêdetir sûdmend bûya. Diyar e neviyê Şêx Seîd mirovekî wisa ye ku di medreseyan de xwendiye. Eger tu çavkaniya pirsgirêka Kurd bipirsî, hinek kes nêrînên min ên di derbarê Şêx Seîd de şaş şîrove dikin, lê ne wisa ye. Rewşa min û rewşa Şêx Seît eynî ye, heman leyîstok hatine lîstin. Bûyera Şêx Seîd jî û bûyera min jî di 15 Sibatê de destpê dikin. Bidardekirinan jî rastî eynî tarîxan, yanê rastî 29ê Pûşperê anîn. Ev ne tesadûfî ye, bi zanebûn e. Ew her kî be ku ji malbata Şêx Seîd hatiye, eger bi navê malbata wî hatibe, ez birêz silavên xwe jê re radigihînim, wekî din di Kongrê de çi hat nîqaşkirin, tevlîbûn çawa bû? Gelo Xetîb û Leyla li wê derê bûn? Kî serokatiya Kongrê kir, Xetîb çi kir?

Ez silavên xwe ji Xetîb re dibêjim. Ji niha û pê ve, ger pêwîst be, divê were teşwîqkirin ku hemî beşên Kurdan bi berdewamî tevlî Kongrê bibin. Divê Kongre berdewamî be, tenê bi çêkirina rojek, van kongreyan nameşe.

Divê şaredarî li Amedê karibe mêvanxaneyekê çêke ji bo ku kes û mêvanên ku tên Kongreyê, tê de bimînin.  Divê cihekî mêvanên ku ji derve tên, ji bo lê bimînin hebe û şaredarî dikare vê yekê bike. Ji xwe ev di nava berpirsyariya şaredariyê de ye, ez nizanim ka mêvanxane heye an ne, eger tunebe divê karibin mêvanxaneyekê çêbikin.  Ev pêwîst e, ji bo ku kesên tên wê derê neçin cihekî din û li wê derê nîqaş û xebatên xwe berdewam bikin. Divê Kongre ji niha û pê ve xebatên xwe bi rengekî kûr berdewam bike. Pêvajo krîtîk e, em nikarin texmîn bikin ka wê çawa bibe. Ezê jî raman û projeya xwe heta dawiya Tebaxê temam bikim û rave bikim. Ez li ser vê xebateke berfireh dikim. Gelo li herêmê operasyon û xebat di çi rewşê de ne? Gel çawa li pêvajoyê dinêre?

Belê, proje nebe çareserî jî çênabe. Ji bo ku karek bigihije serkeftinê, divê proje hebe. Divê herkes projeya xwe li gorî hêza xwe deyne holê. Ez jî projeya xwe amede dikim. Lê ya girîng ew e ku proje hebe, nexebatkirin nebe û bi rengekî yekalî nebe. Çareserî bi rengekî yek alî pêşnakeve, siyaset jî yek alî nabe, divê dualî be. Divê aliyên pirsgirêkê û herkes berpirsyarî bigre ser xwe. Eger herkes keda xwe nede vê yekê, nabe. Ev tiştekî yekpareyî ye. Teyîsîneke projeya Rojhilata Navîn e. Min bi caran got. Eger kar nekin, têkoşînê nekin, li bendê bimînin, alîkarî û tevlîkirina xwe pêşkêş nekin û ji bo aştî û têkoşîna demokratîk hewldanan nekin, garantiya ti kesî nîne; dibe ku sibê ew jî, hun jî biçin. Divê tu kes bêdeng nemîne, di kuncikê xwe de li bendê nemîne. Dibe ku sibe dor were ser wan jî.

Nameyek ji girtîgeha Kurkçîler a hevalekê min ku ji gundê Agin e ku yek ji gundên me yên cîran e, hat. Navaroka wê pir xweşik bû, xwe pir baş pêşxistiye. Ezê bersiv binivîsinim, lê ez dizanim ku wê nedine wî. Her wisa min nameyek ji hevaleke stî ya ji girtîgeha Karataş a Edene girt. Vê hevalê berê hatibû Newala Beka gel me. Bi vê rasthatinê, ez silav û hezkirinên xwe ji hemî hevalên xwe yên li girtîgehan re radigihînim. Ez hêvî dikim ku wê elaqedarî were nîşandan ji bo yên li girtîgehan û malbatên wan.

Ma Salîh Şahîn hîn li ser piyan e, hîn neketiye? Gelo li ku derê dimîne? Ew jî dikare alîkarî û tevlîkirina xwe ji pêvajoya aştiyê re çêbike. Ji hemî kesên ku pirsa min dikin û silavan dişinîn re, ez ji vê derê silavên xwe, hezkirinên xwe û rêzên xwe ji wan re radigihînim.

Gelo Muslum li ku derê dimîne? Ez ji Muslum re, ji hemî gelê me yê li Wargeha Mexmurê dijî re bi rêzdarî silavên xwe radigihînim. Ji hemî gelê me re, ji hevalan re, ji dostan re silavên xwe radigihînim.

 
 designed by Malpera dengêkobanê
Copyright ® www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net