Konê Reş
Dema roj mirina sinbilên genim bi çavê serê xwe dibîne bê hemdî xwe hêsrên
zevîyan bi tîrêjên xwe ziwa dike , di şikeftên salan de cih dizên û bang
dikin ... bi hêz li zarokên xwe yên xerab radibin ewên ku rojên wan çirandin û dîwarên wan
herifandin û bênderên wan wêran kirin ... ; ji aliyê din ve landika zaroyên xwe yên çê û
wefadar dihejîne , ewên ku hewl didin xwe ji bo avakirina her cihekî wêran û pînekirina her
çihekî çiryayî , ewên ku çelengî û mêraniyê li her derî diçînin û ronahiyê li her
goşeyên reş belav dikin , da ku karibin bidin pey armancên hêja û qenc ew armancên
ku dikevin xizmeta jiyan û mirovantiyê .
Cizîra Binxetê devereke bi hêz û qewîne di nav cihan de , ronahîyê li ser bênderên xwe
dicivîne , rengên kulke zêrîn di asmanê xwe de belav dike û peyvên ku ji hinavê wê derdikeve
li ser peravên demên kûr û dûr dûrêzî hev dike , ew demên ku tîrêjan ji rokê didize ji bo
xemilandina wan pênûsên ku basa xaka ku leheng anîne û asmanê ku barana serkeftinê
barandiye ; eve wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê , radihêje qamçiyê xwe û her sibeh û her
êvar bi vî qamçî li êş û birînên me dide .
Her wêjeyek destpêk û qonaxên wê yên renge ... reng hene , em dibînin ku rewşa
rewşenbîriya Kurdî bi zor xwe li ser lingan digre , nû tena ... tena dimeşe û li
vir ez dixwazim destpêk û qonaxên bingehîn ji rewşenbîriya Kurdî li Cizîra Binxetê
vekolim , ew destpêkên ku di qonaxên giring û bi ber di dergehê dîrokê de derbas bûn ; bi
rêka van destpên ronîdayî emê derbasî nav rûpelên tevgera rewşenbîriya îroyîn bibin .
Destpêka wêjeya Kurdî ya nivîsandî li weşadina kovara ( Hawar ) ê vedigere ewa ku Mîr
Celadet Alî Bedir-Xan weşand di sala / 1932 / ê li bajarê Şama şerîf û
li nav Kurdên Cizîrê jî dihat belav kirin ; belê akam û bandora yekem bi saya dîwanên
Melayê Cizîrî û Mele Ehmedê Xanî û bi saya tekiyên olî ku ku bajar û bajarokên Cizîrê di
wê demê de belav bûn wek : Xizna , Til Merûf , Hilwe , Êndîwerê , Amûdê û Qamişlo ;
hem jî rol û akama dengbêjan pir mezin bû di parastina zimanê Kurdî de wek : Silo Koro ,
Omerê Kor , Demir Elî , mala Şêxê Nado , mala Remo ... û tev dengbêjên kilasîk li
devera Cizîrê ; pişt vî nifsî re rola nifsekî din hat ew jî ne kêmî rola pêşîn bû
wek : Rifet Darî , Aramê Dîkran , Seîd Yûsif , Mehmûd Ezîz , Mihemed Şêxo ... û
gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên dengê xwe de parastin .
Piştî vê qonaxê rola pênûsan tê , ku peşdarî di ronîkirina rûpelên kovara
( Hawar ) ê de kirin bi rêka rist û helbestên xwe wek : Cegerxwîn , Osman Sebrî , Qedrî Can ,
Dr. Nûrdîn Zaza , Mele Ehmed Namî û Reşîdê Kurd û gelek kesên din ; lê mixabin
piştî ku kovar rawestiya gelek kesan ji van rewşenbîr û helbestvanan dev ji karê
wêjeyî berdan û dest bi karê sitasî kirin û hin kesan jî ji ber tirsê dev ji karê xwe berdan
û gelek kesan jî ji ber feqîrtiyê û bi destxistina gepa nanê rojê devê pênûsên xwe girtin ,
lê Cegerxwîn ji ber akama êş û birîna miletê xwe berdewamî di afirandina xwe de kir bi
wêrekbûn , bê tirs û bê xem meşiya û li kesekî nesekinî giha ku derê û nivîsand , li
ser dîwarên mala xwe , li ser dîwarên zindan û girtîgehan , li ser rûberê balgeha bin serê
xwe ... ta roja dawîn ji jiyana xwe wî pênûs ji dest xwe berneda ji bo karibe her êş û
birînan , kêf û şadiyan ... her tiştê ku pêrgî wî bê bigre û nema berde ... ;
weha ta em digihêjin nifsê melan ewên ku ketin bin akam û bandora Melayê Cizîrî û Melayê
Xanî û Feqehê Tîran wek : Mele Nûrî Hesarî , Mele Ehmedê Palo , Mele Ehmedê Zivingê ,
Mele Ebdiselam Nacî , Mele Tahir , Şêx Ehmedê Şêx Salih û gelekên din ; piştî
vî nifşî em dighêjin nifsê van helbestvana : Tîrêj , Yûsif Berazî , Omerê Lelilê ,
Keles û Konê Reş ... ; li vir seydayî Cegerxwîn hewl da xwe ku wê valahiya rawestandina
kovara ( Hawar ) ê bigre û dest bi weşandina kovarakê kir bi navê ( Gulîstan ) di
sala / 1968 / ê de , û ji vê pêngavê pêngavên din çêbûn , wek Mecîdê Haco û Mele Tahir
kovara ( Gelawêj ) weşandin di sala / 1979 / ê de û Mele Hesenê Kurd kovara ( Agahî )
weşand di sala / 1980 / ê de , lê mixabin ku ev kovar tev ketin û di weşandina
xwe de berdewam nekirn , nikarîbûn wê valahiyê dagrin û wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê
bighînin asteke bilind .
Di destpêka sala / 1980 / ê , karwanên rewşenbîrî ji Kurdistana bakur û başûr ji
ber zilm , zor û sitemkariyê xwe berdan Sûriyê û li vir qonaxekê din roleke taybet di hola
wêjeya Kurdî li Cizîra Binxetê lîst , gelek ji qatên ekteletul û enteljinisya Kurdî ,
xwediyên xwendina bilin xwe berz kirin , hingê wêjeya Kurdî ji vejiya û geş bû , û bi
rengekî taybet piştî vegera rewşenbîrên ku li dervî welat dijyan ku bi livandineke
rewsenbîrî rabûn û berî her tişt dest bi hînkirina zimanê dê kirin ew jî bi rêka
weşandina kovara ( Stêr ) , hingê helbestvan , nivîskar û rewşenbîr şad û
bextiyar bûn bi vebûna dergehekî nû li ber wan , li dora ( Stêr ) ê civiyan û ji bo
berzkirin û eskerekirina dengê wêjeya Kurdî bi rêka dengên wan , bi saya vê kombûnê hêz û
navtêdan bi Rezo Osê û Zagros Haco re çêbû ku korsên zimanê Kurdî li nav rewşanbîrên
Cizîra Binxetê vekin ; ji aliyekî din ve kovara ( Pêşeng ) bi zimanê Kurdî û rojnameya
( Gel ) bi zimanê Erebî ji rex şehîdê nemir mamoste Samî Ebirehman hatin weşandin ,
bi vê kovar û rojnameyê akam û navtêdan dan Kurdên Cizîrê û xwendin û nivîsandin bi wan
şêrîn kirn û ew serwextî gelek ode û goşeyên rewşenbîriya Kurdî kirin .
Bi rengekî berfireh û cidî em karin bibêjin ku hatina rewşenbîrên Kurd ji komara
Ermînya - Sovyata berê - qonaxeke giringe û roleke wê ya mezin hebû , helbestvan û
nivîskarên Kurd yên ku ji Ermînya hatin Cizîrê rolek qewîn lîstin di siyarkirina
rewşenbîrên Cizîrê de , ew hay kirin ku çavên wan li pêmayên bav û kalên wan be li
kultur û floklorên wan be û şîreta wan ya herî buha û zêrîn ku guhdariyê li zimanê
Kurdî bikin û ji wan : Dr. Celîlî Celîl , Ordîxan Celîl , Tosinê Reşîd , Eskerê Boyîk ,
Teymûr Xelîl Miradof , Şeref Asîriyan û Elî Ebdirehman û gelekên din .
Romannivîs Bavê Nazê rolek wî ya berçav hebû bi rêka çîrok û romanên wî û bi taybetî romana
( Çiyayên Bi Xwînê Avdayî ) ; bê goman em nikarin rola stiranên hunermen Şivan Perwer
yên netewî û Kurdperwerî jibîrbikin .
Lê di sala / 1984 / ê de mirina Seydayê nemir Cegerxwîn birînek kûr di dilên rewşenbîrên
Kurdan de vekir lê birîna rewşenbîrên Cizîra Binxetê ji ya tevan xedar û dijwartir bû ,
bi hezaran xort , keç , kal , jin , mêr û zarok di kolan û sikakên Qamişlo bi laşê
wî de herikîn , akama vê serboriyê cihekî kûr di derûna rewşenbîran de kola , piştî
nirx û qedrê Cegerxwîn dîtin û piştî ku her sal bîranaîna wî ya salane li dar diket ,
bi xwe hisiyan û bi dilkî gerim li pênûsên xwe vegeriyan .
Belê serborîya herî reş û mezin ku giyanê her Kurdekî qelast û dersna wî hejand ...
erê her Kurdek li seranserî dinyayê bê cudaahî , birîna Enfalên deng pîs û kujtara Helepça
şehîd di sala / 1988 / ê de , di vê salê de rewşenbîrên Kurd li Cizîrê ev êş û
birîn kirin bumbeyên ber teqandinê bi rêka pênûs û peyva dijwar ji karibin van serboriyên
reş pirotesto bikin , dest bi li darxistina şevbuhêrkên helbestan kirn û di
hevdîtinên rewsenbîrî de li hev kom bûn û kustin , wêranî , zilm , zor û setemkarî bi rêka
dengên helbestvan û nivîskaran pirotesto kirin .
Hem jî weşandina kovar û rojnameyên serbixwe û yên partiyên siyasî bû alîkar ji van
dengan re û ji gesbûna rewşenbîriya Kurdî re wek : kovara
( Xunav / 1986 ) ê , kovara ( Gurzek Gul / 1989 ) ê .
Piştî serhildana melyonî ya pîroz li Kurdistana başûr , wêjeya Kurdî li Cizîrê
derbasî qonaxekê nû û ewarte bû , qonaxeke ku ji hemû qonaxên berê akam , hêz û navtêdan da
rewşenbîr û nivîskaran û rê li ber nivîskarên cidî vebûn li her bajar û bajarokên wê
li Qamişlo ewên ku bi zimanê Kurdî dinivîsin wek :
Rezo Osê , Konê Reş , Ferhad Içmo , Dildar Mîdî , Xelîl Sasûnî , Derwîş
Derwîş , Hadî Behlewî , Ebdilbaqî Huseynî , Qado Şêrîn , Ferhad Çelebî ,
Mihemed Şêxo û Hefîz Ebidrheman ...
Û ewên ku bi zimanê Erebî dinivîsin wek :
Ibrahîm Elyûsiv û Koma Hevdîtina Sêşemê , Ehmed Ismaîl , Ibrahîm Mehmûd , Taha Xelîl ,
Misel Temo , Elî Elcizîrî ...
Li bajarê Hesekê :
Seydayê Tîrêj , Salihê Heydo , Mehmûd Sebrî , Dr.Mihemed Bekiro , Rêwî û
Ebidrehman Alûcî ....
Li bajarê Serê Kaniyê :
Yûsifê Berazî , Lawkê Hajî û Dîlan ....
Li bajarê Dirbasiyê :
Xemgînê Remo , Fethela Huseynî û Mahîn Şêxanî ...
Li bajarê Amûdê :
Deham Ebidilfetah , Helêm Yûsif , Mala Huseynî , Luqman Mehmûd , Imad Elhesen ...
Li bajarê Tirbe Sipiyê :
Tengezar Marînî , Kamîran Haco , Zagros Haco , Ezîz Tûma û Hoşeng Biroka ...
Li bajarê Dêrikê :
Ehmedê Şêx Salih / Êndîwerê / , Omerê Leilê , Salih Cango , Cemal Welî ,
Mihemed Qasim , Mehmûd Ebdo ...
Di dawiya vê lêgerînê li baxê wêjeya Cizîra Binxetê bi geşbûn û reşbûna wê ez
dikarim gotineke sermed li şûna dawîyê deynim gotineke ku bibe piraktîk wê ne bi tenê
rewşa wêje ya Kurdî geşbîn bibe wê reşa Kurdan di hemo waran de bê guhertin
belê her û her barê giran li ser milên rewşenbîrane , û piraktîkbûna vê gotinê ji wan
jî tê xwestin bi berek fireh , gotin ya Mîrê zimanê Kurdî ye Mîr Celadet Alî Bedir-Xan e
dema got :
( Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne , cihê têne daqurtandin . Ko gihane hev dibin lehî ,
lehîke boş , tu kes , tu tişt li ber wan nikare bisekine . Felata welatê me di
rabûna vê lehiyê de ye ) .