|
…
mirov li va dinyayê peydabû dako bijî; danistana mirovekî bi
mirovên din re bo jiyan û jiyandin û hevjiyanê gerektir dibû,
lewma li bogirê hestên xwezahî weke bîhnkişan, bînîn
(dîtin), bihîstin, alastin, mistîn, pêhesîn (telepathie),
…ûhd. danistana nîşandanî, axaftinî û nivîsandiniy,
yanê zimaniyê destpêkir.
Alîyeta
danistanê di navbera mirovan de di pileyên kombûn (nîzam, rêjîm,
sazî), birefkirin, nêçîrî, çandin, gundbûn, bazarî (bajarî),
şarestanî (medeniyetî), dewletî (welatî) û giloverîtiyê
(cîhangîrî) derbazbûye,
derbazdibe. Danistan di navbera kurdan de ji ber sebebên perçiqandina
da-welatî (sinirdanîn) û dagîra biyaniyan li ser û dij wan
ta berî nuka jî gelek kem û lawaz bûye. Danistana
bi zimanê kurdî di vir de berve nemandinê diçûbû.
Berxwedana kurdan û ferehbûna bazariya cîhanê (giloverîtî)
sîtar û sinirên ku dijminan li ser danistana kurdan danîbûn
radikin. Dewrana giloveritiyê dêmak dikeve xizmeta kurdan –
ka de em bibînin ma em kurd bi karên bi ser me de dihên heq
derdikevin yan çon?
I.
Nirînek li ser peydabûn, pêvejoya danistan û ragiyandina
kurdan û taybetiyên wana :
Destpêk :
Danistan me kurdan di peydabûna mirovan de destpêkiriye. Li
gor hewildana çanda kurdî yekemîn mirovê (ayin-san)
li va dinyayê me diyarbûye, afiriye Adam (Adem, a.me.da)
bûye. Adam di serete de bi tenya xwe li va hebûnê danistana
xwe bi hesteyên xwezahî (bînîn, bihîstin, alastin, bêhnkirin,
mistîn,…) bi xwe û jîngeha (Xwedayê, Xwezahiya) xwer re
dikir. Adam yek kesê nêr bûye û dako jiyana mirovan
berdewambibûye, Hewa (Heva, Êva, Evîn, Hewa) ya mê li gel wî
afiriye, bi hev re danistan kirinie, jiyane, zewiciye (dumahr
kiriye) û ji wan zar bûyîne (zayîne). Bi zayîna (bûyîna)
zaran (piçikan, qiçikan) Adam û bi taybet dayika zaran Hewa pêhesîyan
ko danistana xwezahî (weke behrîn, qîrîn, nîşandan,…)
bo perwedeya, tîmarkirina zarokan besnake, lewma û li gor
encamên nûhtirîn lêkolînên zanistî dayikê (Hewa) mecbûr
bû danistana zimanî biafirîne. Dansitana zimanî, wişeyê,
peyviyî, axaftinî li gel ya nivîsandinî hefkî çû
biserkeft.
Dema hejmara mirovên ji sê kesan pirrtir bûye komên mirovan
peydabûne û danistan ji yekanî dibe komanî. Bi pirrbûna
koman (mal, êl, eşîret, gund, …), bazarî û medeniyet
(şarestanî, gel) li Kurdistanê peydabûne. Danistana
komanî vedighuze danistana bajarîtiyê, mîryetiyê, paşran
padişahiyetiyê (deweletên pêşeyî yên bê sinir).
Heta va radeyê danistana kurdan bi qandirî danistana li ba hemû
mirovên, gelên din bûye.
Bi peydabûna dewletên nûjen li Europayê (mirov, nîştivan
dibe welatî bi nasnameyekê fermî) li gel geşbûna şorişa
sazkariyê û têknîkên danistanê, dewletên împeryalîsma
Europayê ji destpêka sedsala 19 an de dikevin Kurdistana di
bin rêveberiya Sultaneta Osmaniyan û Padişahiya Safawiyan/Qacariyan
de. Lewma danistana kurdan ji pileya kesanî, komanî, mîryetî
û padişahî nikanî derbazî danistaneke dewletî bibûye.
Eva 200 sal in ku Kurdistan û danistan kurdan bi bin destên
biyaniyan de ye û ji danistana komaniyê derbazî danistana
dewletiyê û navdewletiyê (navneteweyetiyê) nebûye. Kurdan
heta îro nebûne xwedanên danistana dewletî. Lewma em kurd
heta îro rêzdandiya (nîzama) danistana dewletên dagîrkeran,
biyaniyan, nîzama dewletekî kurdî
bi caryekê nasnakin. Eger ragiyandinek, danasîneke yanê
danistneke kurdan hebûye jî se, evan parepare di bin derfetên
berxwedaniyê de li dij dagîrkeran peydabûne.
Mirovan
li Kurdistanê li hev dicihvîn, bi hev re danistandin : Bi
zimanên kevin, arî, kurdî, axivîn, nivîsandin, deng, awaz,
nîşan, dîmen dane hev, nexişandin, bo niweyên dû
xwe hêştin. Bo nimûne :
bangên
devî, stiran û peyivî yên komên bazarî, cihvatî-ayinî
dîmandin
yan nîşandan yan nexşandin: kêl, paç, sing, al,
agir (dûman), şanek li ser zinarekî, darekî
siwarçî
yan peyadeyekî, yan qumrîkî (kotir), peyamek yan tiştek
ji cihekî digihande cihekî din, dûr
Pêvejo :
Têknîkên nû yên danistanê weke makînên çapkirinê,
telefon, brûsk (berq), autombîl (trimbêl), tirên (çîman),
firoke, gamî (papor),…ûhd.
ji dawiya sedsala 19an de ji Europayê ve ne bi yekser
ketin Kurdistanê, ev
têknîkan (bo ninûme telefon) milka padişahiyên
Osmaniyan-Turkan û Qacariyan-Pehlewiyan û yên hevalbendên
wan (Brîtanya, Russya, Alemanya, Fransa, …) bûn û di
xizmeta wan de li dij kurdan û welata van bikardihatin. Jiyana
Kurdên dubeşkirî bi navendetîya paytextên wan ve hatibûnn
girêdan. Dema ku Sultaneta Osmaniyan di Cenga Cîhanê ya Yekem
de (1914-1918) hilweşiya, kurdên wê vê carê berve sê
navendiyan, Istanpol-Anqarê, Baxdad û Şamê ve hatin perçiqandin.
Têknîkên danistanê li welatên kurdan hîn zêdetir ketin
xizmeta hukmetên turkan û araban yên di kurdan de wek dijminên
xwe didîtin. Nebûna da-welat, bazarî, navendiyetî,
medeniyeta kurdan di 200 salên borî danistana wan bi hev re
şikandin.
Ragiyandin
û danistana kurdan ji 200 sal de berve nependî, diziyê, peçnandiyê,
veşartiyê, qaçaxçîyê ve çûye.Sebeba va yekê jî dagîrsandina
bîyaniyan û çewsandina wan li ser kurdan bû. Rêxistinên
siyasî-cihvatî-olî di berxwedanên de ji zû de danistanke sêrek,
parvehî, veşartî di nav gelê xwe birêvedibirin. Lê rê
li pêş danistaneneke ferehtir, gelî-welati-netweyî-cîhanî
bo kurdan herçû tengdibû : Mîrên Bedirxaniyan ji
Edirne, Istanpolê hatin Şamê, Qahîre û paşran
bazdan Europa: Li
videran çapemeniyên siyasî-çandî wek rojnameya Kurdistan
1898 li Qahîra, kovara Hawar li Şamê 1932 derxistin. Li
başur, li Suleymaniya komeleya Hêwa/Hêvî 1910 rojnameya
„Rojê Kurd“ weşand. Belavbûna weşanên çapkirî
gelekî kem bû û karekî dijwar.
Ji
sala 1945/46 de demeke nû bo danistana kurdan vebû: Bi alîkariya
Sovyêt komara Mehabad (dewlet)
û PDK damezirîn, ragiyandeneke kurdî ya fermî li
Rusya destpêkir û partiyên siyasî yên kurdan berxwedanên
xwe li rojhilata navîn û li seranserî cîhanê ferehtir kirin,
li radyoyên Erîvanê û Qesr Şîrînê şandeyên
kurdî vebûn û ji sala 11.03.1970 danistan û ragiyandeke kurdî
ya fermî (dewletî) li başurê çesipî.
Sêlk
(kavan), radyo, kasêt, telefon, post û paşran televisiona
bi kurdî li Baxdadê hêştin ko danistana kurdî di ser
siniran re hinekê vebije, dûryetî hinekê nizîk kir, lê
bigiştî sotara (şebeka, radeya) ragiyandin û
danistanê li Kurdistan û di nav kurdan de li welat û li
dervey wê heta salên 1990 di hemû layan de qels, lawaz, perçiqî,
dijhevî, sade, kem, piçok bû. Weşanên çapkirî yên
hebûn, bi pirranî mulka partiyan bûn ; belavkirina wan
di nav kurdên welat de qaçaq
û yên li derve jî ne tim serbest bû. Belkîm radeya
kombûnên cihvatî (dewat, cejn, …ûhd.) bo danistana kurdan
di 200 borî de ji yên hemû şêweyên din sûddartir bû.
Bo
encam : Kurd
û Kurdistan ji destpêka şorişa sazkariyê li Europayê
(sedsalê 18) de ne amade bûn bo afirandin, wergirtin û
bikarhanînên têknîkên danisatnê yên nû û têkxistina
wan di xizmeta xwe de ji ber du sebeban : Dagîra biyaniyan
û dorgirtin. Danistan û ragiyandina kurdan di va demê de sade
(bê têknîk), perçiqî, lawaz, kem, girêdayî derve û
dijhev (bîrcudah) bûn. Dijmenê herî ters yê kurdan hên jî
dewleta turkan e.
Nûke :
Ji
sala 1991 de (pêkhanîna devera parastina hewayî li Başurê)
zemîneke zîvî û saten li diway daxistina rêjîma Saddam
Husseyn (9.4.2003) rûpeleke zêrînî bo ragiyandin û
danistana kurdan destpêkiriye hên li welat û hên jî li
derveyî wê:
Welat:
Di salên 1991-1998 de li başurê parastî kurdan doziya rêjîmeke
azad û demoqratî dikirin û li gor va armancê saziyên
danistan û ragiyandinên xwe ji hev cudah û gelek caran bi têknîkên
tevî nûjen birêvedibirin (TV, Radio, Weşan) ; başur
bûbû meydana vekirî ya hemû hêzên kurdan û rojhilata navîn,
partiyên kurdan li vir mixabin pirrtir şerê hevdu dikirin.
PKK (1992) û paşran YNK (1996-1998) bê encam li dij PDK.
Ragiyandin û danistana kurdan eynî wisa perçiqî û dijhevî
bûn. Her partiyekî li başur ragiyandina xwe bi seriya xwe
dikir. Dijheviya kurdên PDK, YNK û PKK û kuştina hevdu
bi destên xwe di salên 1990 de mixabin naverok û berekêşiya
ragiyandina wan û xema danistana kurdan bûn. PKK ji sala
1992/93 de dît ko tu xêr ji şerê bidernakve, lewma bervê
xwe daye Europa û Amerîkayê û vana gotin arê. Bi yarmetiya
ZDF (Alemanya) û CNN (Amerîka) PKK bi qenala MedTV di 1994
de yekemîn TV-satelît ya kurdan damezirand (li Belcîka)
û bo cîhanê daweşand. Bi MedTV ve danistan û
ragiyandina kurdan hemû sinir û perdeyên li dij kurdan
dihatin danîn derbazkirin û bingeha danistaneke neteweyî (pêşdewletî)
ya nûjen bo kurdan dahanî. Di salên pêre YNK jî dît ko ewa
nekanê tevahiya başurê bin destên xwe xîne, lewma û bi
zexta giloveriytiya Amerîkayê PDK û YNK peymana Washingtonê
îmzekirin, bûne yek. Satan pêre di 1999 de Ocalan ji Şamê
derket û kete zîndanê Tirkiyê. PKK aştîxweziya xwe ya
salê 1992 vexweyand û şera li bakur û başur rawestî.
Li
bakur berxwedana medenî ferehtir bû. Li başur qenalên TV
yên satelît vebûn : KurdistanTV ya PDK û KurdSat yan
YNK. Van du qenalan hên radeyên şandinên xwe fereh kirin,
xwe gihandin kurdên li derveyî welat û hên mecbûr bûn,
sewiya danistana xwe giran bikin û berve ragiyandineke gelî, pêşdewletî
bikin.
Bi
weşandina beşa kurdî di VOA 1991/92 de Amerîka berî
PKK û partiyên kurdan bersiveke gelek jîr û dûrbînî dabû
hemû kurdên bi hev nedikirin û hemû dijminên wan li deverê
û li dinyayê. VOAya kurdî bi sewiyekî gelekî hêja û
kurdiyeke zelal kurdan li tevahiya cîhanê geşkirin. Dema
ko Europiyan û turkan MedTV li diway revandina û riswandina
Ocalan 1999 qedexekirin û qapandin, dewleta Îranê bi weşandina
beşê kurdî di televisiona dewletê de IRIB sîlmeyeke req,
bersiveke zîrek havêjte hemû dijminên çanda kurdan, di serî
de rêjîma dewleta turkan.
Weşanên
kurdî bi alîyeta satelît danistan û ragiyandina kurdan ji
hev nizîkkirin û nîşana berve yekbûna wan da.
II.
Danistana kurdan bi computeran û di Internetê de:
Danistan û ragiyandina kurdan bi hevre û bi derve re bi
alîyeta Internetê bi şêweya balkêş ji sala 1996/97
de bi belavbûna MS Windos 1995 li gel MS Explorer destpêkiriye.
Berî va demê Internet di navendiyên ragiyandinê weke MedTV
û saziyên zanistiyê (ên pirr bi Mac) hatiye xebitandin.
Bikarhanîna computeran (Mac, PC) li ba kurdan ji dawiya
salên 1980 de bi kêmanî belavbûye û paşran pirrbûye.
Binyada cihvata kurdan bi taybet li welat hejar bûye, lewma
heta naka jî belavbûna computeran û bikarhanîna Internetê
kem in. Rewşa li başur (devera azad û parastî) û
bakur (bazariya vekirî) ji
derfeta beşên din pêşkeftî tir e. Kurdên li welatên
derve (Amerîka, Europa, Austrulia) dijîn, zûtir û pirrtir
computer hewandine, bi Internetê ve girêda ne û tê de xebitîne.
Ji
sala 1996/97 de hejmara kurdan, bi taybet kurdên başur, bi
pirranî yên rewşenbîr û zangir, yên ji welat direviyan
Europayê zortir dibû. Saten eyn di va demê de binyada belavbûn
û bikarhanîna Internetê zêdedibû. Pêwîstiya gelek kesan
ji van bi computer çêdibû, pêfêrdibûn û bikardihanîn.
Binyadê diravî û rewşenbîrî hêştin ko gelek kes
ji wana Internetê jî bikarbihên û tê de malperên bi kurdî
yan bo kurdan beweşînin. Hefkî çû hev pêvejoya geştir
dibe, jiber hîn cîhaz (Hardware), programm (software) û hîn
xizmetdank (Service) erzantir û asantir dibûne. Jerkî ko aramî
li hemû Kurdistanê ji sala 1999 de baştir bûye, balkêştir
ji sala 2001 de, belavbûn û bikarhanîna Internetê û malperên
kurdî tê de, yanê danistana kurdan û ragiyanidayin a di
internetê gelekî ferehtir, dewlementir dibin.
Zûtirîn
malperên kurdî yên di sala 1997 de dest bi weşandinê
kirine yên partiyan in weke PDK, YNK, PKK, ...ûhd.
Bo
encam:
Bi ketxiwariya rêjîma Ba’s li Iraqê û hatina USA li başur
(09.04.2003) rûpeleke nû bo danistana kurdan vebû : PDK,
YNK, PKK (KADEK, PÇDK) û gelek partiyên din ji ragiyandina
partiyanî ya hevrikî derbazî ragiyandineke neteweyî yekbûyî,
pisporî, pîvantirî dibin. Va diyardeya geşebînî me ra
dikanê açiq di malperên wan de di Internetê de weke pêvejoyekê
bêberdan mêzebike. Dema ku van partiyan şera hevdu ya
ragiyandinî di Internetê bikin, şer weke berê saten qet
nabê, mêhvanên malperên wan naverok û cerenîxên (argumentên)
wana dixwînin, dinirxînin, dixeznînin û bi yên partiyan din
re didin ber hev du. Vedîtana rastiyê asan, lez û herwextî bûye.
Bi ser de jî hemû tiştên di Internetê de dihêtin weşandin
bi yekser hema bo hemû cîhanê vekiriye. Lewma van partiyan
nema dikanin hêrîşî hev du bêyî belgeyan û sebebên
giring bikin. Hêzên dewletên dij kurdan jî nema dikanin bi
asanî bi siyaseta kurdan bileyzin. Çawdêriyeke gilovarî û bêwextî
li ser naverokên malperên û danistaneke wisa bi xwedanên wan
re jî heye.
III.
Têknîka Internetê û şêweyên danistanan di wê
de:
Internet
bi kurdî yanê hevgirêdana computerên (Hosts) cîhanê ye.
Inter (navneteweyî, cîhanî) û net (sotar, tor). Computer li
seranserî dinyayê li malan, saziyan û li xizmetdankan in û
bi sotarên telefonan (yan satfonê) girêdayî ne. Hemû sotarên
telefonê bi hevdu ve girêdayî ne. Çon mirovek li welatekî
dikanê telefonê mirovekî din li cihekî, welatekî din bike,
eynî wisa ew dikanê têkeliya Internetê jî bi wa kesî bike.
Têknîka
Internetê ji zû de (1961) heye, lê berê pirr biha û lewma
bi tenha di sinirên saziyên leşkerî û medenî li dewletên
zengîn û pêşkeftî de mabû. Ji roja ko mirov dafiriye
li ser hêvê di 1968 de û danistana cîhanê hefkî çû bi
satelîtan ve asan û erzan bû, sinirên dewletan û çiwarsiyên
(bazarên) wan nema dikanîn serdema cîhangîriyê (giloverîtiyê)
bi rêvebiriya Amerîka birawestînin.
Word
Wide Web (www)[ bi kurdî : tora gişt dinya] di sala
1989 de peydabû (1989/90 rêjîma Sovyêt şika!). Ninmûzec:
Satora sêkuşên bihev girêdayî li seranserî giloverê.
Di sala 2001 pirrtirî 24 Mio.,
2000 (11 Mio.), 1997 (1 Mio.) û di 1995 de
tenha11.000 navnîşanên Internetê (www.) hebûn.
Microsoft
bi Windos 95 (li gel pencera MS Internet Explorer) computereke,
programmeke nû, gelî bo tevahiya cîhanê derxist. Bi va yekê
deriyê danasîn û danistana Internetê jibo her kesî li hema
her derî li va dinyayê vebû, bêyî ko kesek, hêzek bikanîbe
yan bixwaze, rê li pêş vê pêvejoyê bigire. Microsoft
programmên xwe sal bi sal nûvekir, baştir-, arzantir- û
cihanîtir (pirrzimanî) kir: Windows 98, MS 2000, MS Office
2000, ...ûhd. Îro nizîkî 90% ji hemû PC yên li cîhanê bi
IE kardikin.
Di
demên nizîk de MS Windowsa Kurdî (XP, ...) derdikeve bazarê
cîhanê. Niweyên nû, şagirdên kurdan wên bikanibin, bi
PCyê kurdî fêrbibin
û îşbikin.
- Cîhazên,
parveyên Internetê
ev in :
1.
Hardware:
Cîhaz: PC
(Personalcomputer), Mac, Handy, LapTop (festplatte, monitor,
tastatur, micrphone, camera, printer, Diskethe, CD-DVD-Player,
…)
2.
Software:
Programm: Browser (MS Explorer, Mozilla, Netscape, Opera,…);
PDF (AcrobatReader); pencereyek li ser monîtorê bo dîtinê;
Programmên cudah bo danîna berheman weke MS Office 2000
3.
Peywend
bi satora danistanê: Modem di/li gel computerê
- Telefon yan Sat, pêlên kehrebayî/brûsk,
4.
Server
(navînçî, xizmetçî, xizmetdank) : AOL, Telekom,
Freenet, Yahoo, Web; servêrê xwe; 56 kbit/sec yan DSL 1.536
kbit/sec
5.
Zibûn
(kirî, kirîn): Bikarhêner (mêhvan, sêrger, xizmetxwaz, jêbir),
daner (xwedanê malperê): E-Mail (postê elektronîk: nav@server.domain),
nûçe, zanîn, xizmet, kirrîn/firoştin, film/video, leyiz.
Mêhvantiya (seredaniya, bikarhanîna) Internetê yan serbest (li
dukanan) yan jî wek parteyê Server’kî (wek AOL. Telekom).
Bi navê xwe yê kin û yekî dizî mêhvan dikeve Internetê.
6.
Domain
(bi kurdî: zevî, dever, herêm; beşek yan sewiyek di
satora cîhanî de; giştî nimre, jimare ne, Browser van
tercume tîpan dike, dako bikarhanîna Internetê asan be): .com,
.edu, .gov, .mil, .net, .org; .ch, .de, .fr, .sy, .tr, .ir, .uk
7.
www.:
Hejmareya/reqema kilîta telefona Internetê, cîhanî ye
.de: hejmara kilîta domain
awadani: hejmara
telefona-internetê yê Awadanî
li ba domaina .de
Giring: Gelek mirov di eyn wextî
de eyn malpera Awadani vebikin,
yanê bihev re telefonê malpera wê di internetê bikin,
pê re di têkeliyan kevin, e-mailan bişînin. Lê bi tenha
yek mirov dikanê di eyn wextî de di eyn xetê telefonê bi wê
biaxafe. Danistan
di Internetê ne wek telefonê yekser e, di navînçîyekê
(Server) re derbaz dibe: Kes -xet-
Server -xet-
Kes.
8.
Bihayên
kirîkirina Domain’ekî: Her mehekê (heyvekî, mangekî) ji
10 € û jor de bo
9.
Malper
(Homepage, website, site, portal): Nivîs, deng (stiran, radio,…),
wêne, fîlm/Video, leyistin, .. hemû madeyên danasînê,
ragiyandinê û danistanê bi programmên cudah (Dreamweaver,
Word, PhotoShop, Editor, …) bo weşandinê di pencerê
Internetê Browser (IE, Netscape,…) de dihêtin amadekirin. Pêzanîna
programman bo danîna naverok û
benzeyên (Designe)
malperan pêwîst e.
Parveyên malperan:
Intro (derî, têkeftin)
(kurdayeti.net),
serete (destpêk, serpel,
errûpel, start): giringtirîn rûpel: serî
(logo, çaw, sernîşan, navnişan, lêgerîn, toplinks/lînkên
serî, …), govde/ten/leş/term:
destê çep (left frame/table)
li gel links (girêdankan, pêkeftan, lînkan) bi babetên din
li ser rûpelin, li cihên din ve; zik/beden/sîng:
naverokên serekî yên malperê, rêzandî, kinik in û li cihên
din berdewamdibin; destê rast
(right), tê de xizmetdank weke reklaman, peyamên lez, legerîn,
peyamên xwe; ling/pê/jêr/binke: lînka bi arşîv re, nav,
dem û
mafê weşanadina malperê (copyright).
dûmahîk, dankên (weşanên)
din, arşîv, …ûhd.
10.
Hiinardin
û nûvekirin: Bi
programmekî FTP (File Transfer Protocol) weke LeechFTP ew
malpera amadekirî li ser jimarekê (reqemekî) dizî û navekî
din yên xwedanê malperê bo Server dihêta şandin; li vir
malper bi yek yekser di Internetê de derdikeve. Xwedanê malperê
bi tenê jimareyê dizî dinase, lewma ewa bi tenê jî va
malperê nûvedike, yanê naverokên wê dighurîne.
Giring: Madeyên (dîmen,
table/cedwel, nivîs) malperê yên nivîskî
bi tîpên taybet weke arabî yan kurdiya latînî (weke
ş) bi şêweya ASSCI di formata html (Hypertext Markup
Language) di Internetê de dihêtin hinardin. Bo nimûne tîpa
kurdî Ş di internetê û bo weşandina rast di pencerê
Browser de dibe ko wisa bihête nivîsandin: ş: ş
Ş: Ş
tîpê arabî b wisa ye: ب
ب ش
ش
Bo ferhenga kurdî (datenbank) karekî dijwar e, encamê wê zor
hêja ye.
11.
Şêweyên
danistanê: telefon-/banglêkirin (http://www.puk.org),
E-Mail; şandin û wergirtin, Formular: şandin, Chat:
şandin, Games (leyistin/leyz) digital û analog.
3.
Rindiyên Internetê:
a.
Danasîn,
ragiyandin û danistana nûçeyan, peyaman û zanînê lez-,
asan- û ferehtir bûye. Internet 24 sa’tan, her tim bo
bikarhanînê amade e. Mirov îro dikane bi rêka Internetê
danistana nivîsî, dîmanî, dengî û video/filmî di eyn wextî
de bi mirovekî yan mirovên din re li sernaserî cîhanê
danistanê bike.
Mirovên qe hevdu nasnakin, dikevin danistanan û hevkariyên bi
sewiyên bilind jî.
Mirov dikane nameyekê yan belavokekê binvîse û bi rêka
E-Mail gelek caran bo gelek navnîşanan û ji kopîkirin û
postê bi pûlan erzantir binardîne. Gelek danistan di navbera
kurdan de li seranserî cîhanê çêbûye, berdewam dike – bi
rêya Internêtê!
b.
Internetê
deriyê ragiyandin û danistanê li pêş her kesî vekir;
ev pêvejoya monopola hên saziyên siyasî (weke partiyên
kurdan li dij hin kesan) yan dewletan (wek cîhazên ragiyandina
fransiyan weke afp yan alemanan weke SFB MultiKulti li Berlînê
yan araban, turkan, … ) li dij kurdan şikand. Kesên
serbixwe bi qedandina çend kursên fêrbûna Internetê dikane
bi 10-20 € bo her mehr malperekê vebike û babetên xwe û yên
hevalên, nasên xwe tê biweşîne. Dijwarî di berdewam-
û nûvekirina rêzandî de ye.
c.
Internet
cîhanî (bi her ziman e) û giştî ye (nivîs, dîmen,
deng, video). Hemû qenalên radio û TV, weşanên çapkirî,
analog û digital diweşîne. Mirovên kurd li welat dikanin
guhadrî radioyên nawçeyî yên li Amerîka, Australya yan
Europa bikin.
d.
Naverokên
Internetê asantir nûvebar in. Xwedanê malperê
(Administrator, webmaster) dikanê bi asanî hemû naverokên
malperê, yên embarkirî jî (ji billî naverokên PDF) rast û
nûvebike. Ev yeka di weşanên çapkirî, radio û TV de
qet nabêt.
e.
Zimanê
Kurdî: Internetê weşandina bi zimanê kurdî (taybet bi
latînî) gelekî bi pêşxist. Gelek mirovên ji ber sebebên
cudah nedikanîn bi kurdî binvîsin yan çapbikin yan biweşînin,
îro bi alîyeta PC (supas bo Bill Gates, xwedanê Microsoft li
Amerîka) û
Internetê var karî bi asanî dikin û hefkî çû ev karan hêjatir
û pisportir dibin. Di Internetê de saten, ji billî radio û
TV, perrtukxane û dibistana kurdî vebûye. Nimûne: Ferhengên
Kurdî (Afrin, Mehname, Heval, Institua Istanpole, Instituta Parîsê,
Bamernî, ... ûhd.)
f.
Daxirandin
(arşîvandin): PC yên nuka gelekî baş, lez û rast
kardikin û axirên (xezîneyên) wan mezin bûne. Mirov bi asanî
dikanê hema hemû made yan weşanên di Internetê de li
ser PCyê xwe dagire û bi rêzandiya arşîvekê bo xwe
embarbike û va arşîvê wek dixwaze bikarbihêne.
g.
Lêgerîn:
Dema ku hemu weşanên, naverokên malperan bi Internetê ve
dihêtin girêdan, makînên lêgerînên navneteweyî yên aşkere
kardikin û xizmetan didin hene, yên hema hemû navan yan
peyvan di weşanên Internetê de li ba xwe komdikin, girêdidin,
rêzdikin û di malperên xwe de di Internetê diweşînin.
Bo nimûne: navên mirovan (Kendal Nezan) yan cihan (Dersim) yan
saziyan (Instituta Kurdi) yan partiyan (PSK),…ûhd.
4.
Nerindiyên Internetê:
a.
Internet
pencereyekî yan qilekî bi derve re yê vekirî ye. Yanê veşartin
tê de gelek kêm e. Mirovên nenas ji derve dikanin hemû tiştên
me re yên di computer de hatine danîn, û çon, kengî hevna
çêbune, pêbizanibin. Bi vebûna Internetê cîhazê me re
vekirîdibe.
Hev tişta rêk li xerabkiran (vîros, kurm), xapandkiran
(sex, cinsî, games) û diziyan, casûsan (sîxoran) vekir. Yanê
di meydana danistana aşkere jî şer heye. Şerçîtî
bi mirovan ve girêdayî ye. Di malperên kurdan de jî ev yeka
derketiye (Dilbixwîn Dara li dij Rojev yan Fuat Akpînar li dij
Kemal Burkay).
Internet
gelek cihên kar û îş tunekir. Xwedanê karekî dikanê
bi Internetê gelek îşan (danistan bi zibûnan re) bi xwe
bike.
Internetê şêweyên jiyana danistanî ya mirovan jî dighûrîne.
Gelek mirov bi tenya, serya xwe li hember monitor rûdinin û
dikevin dinyayê tîpan û dîmenan, ne bêyî rastî giyanekî
were.
b.
Internet
di bazariya cîhangîriyê de ye. Kurd hên hejar, kem pêzan bûye
û hên jî dereng dest bi Internêtê kiriye. Lewma gelek
fersend destpêka Internetê ji dest çûye û naka bi derengî
jî bo vegerandina jidestçûnan kar dijwar û biha bûye. Bo
nimûne navên malperan : www.kurdistan.org (akin),
www.afrin.com (saziyek li USA ?), ww.rajo.com (saziyek li
Japan), www.kurdistannews.com (sex?)
Rêzdanekî (nîzamekî) cîhanî bo danîna têknîkên
Internetê, bo çawdêritî
li ser rewatiya, qanûnbûna xizmet û naverokên
malperan tune ye. Lê li her welatek bi qanunên xwe digire û
li pirr welatan bizavên (pêrabûnên, inisiyativên) parastina
maf û rûmeta mirovan (zarokan) hene, ji xwe de kardikin.
c.
Qapandin
yan qedexekirin : Cihên hêzdar, bi pirranî dewletî ne,
dikanin peywediyên (têlên, frequenzên) Internetê
dabirrin, qitbikin yan jî bi biryardanekî siyasî, rewayî weşana
malperekî birawestînin. Nimûne : Li Suriyê gelek malperên
rêxistinên dijberan hatine qedexekirin. Di meha heftan de
malpera www.amude.com li ser mêhvanan li Suriyê, Cezîrê bo
mawê du rojan hatibû birrandin. Aşkere ye ku sebeb siyasî,
dij kurdan bûne.
d.
Danistana
Internetî mirovan bêyî hevdu rast binasin li hev komdike –
ev kombûna, danistana ne yekserî, ne xwezahî ye. Tenyabûna
kesan belavdibe.
e.
Kopîkirin
(dizzîn, qaçaxî) : Bi taybet dizzîna stiran û awazan
û fîlman, ji CD yan DVD, daxirandina va di malperekê de,
danasîna vê û kopîkirina naverkê ji aliyên mêhvan.
f.
Daxweyan
(Reklam, Werbung): Reklam caran heja ne (rojev, efrin) û caran
ji babetê malperê dûrdikeve û ne qenc in (Casino li ba
Mehname, Gelawêj)
g.
Internet
hên hinikê (li Alemanya) bihaye : Her mehekî bi kemtirîn
15 € bo girêdanka telefonê û 9 € (bo 10 satan) bo Server,
bi hev re dike nizîkî 25 € (TV û Radio : 16 € bo yek
meh)
IV.
Kurd di Internetê de:
Beşdarbûna
kurdan di Internetê ji sala 1997 de destpêkiriye, ji sala 2001
de ferehtir bûye û herkî çû baştir û girantir dibe. Lê
dîsan gerek me bibêje, ji ber sebebên tunebûna dewlet û
hindikbûna saziyên mezin, amadebûna kurdan di Internetê de
û li gor piyasên cîhana pêşkeftî kem e û pirr caran
li ser millên kesanên serbixwe mane. Saziyên kurdan yên îro
hene bi karên xwe radibin, lê me re dîsan balkêş dibîne
ko, hên diraviya, hên jî satora hevkar û pisporên wan di
tengiyan de ne.
Hebûna
Kurd û Kurdistan di Internetê de me re dikane di sê beşan
de bibîne:
- malperên
kurdan li welat û li dervayî wê:
Xwedanê
malperekî kurdî gerek kurd be, ger kesek, komek ji kesan,
partiyek, saziyek yan jî hikumetek. Hema di hemû malperan de,
her wisa di yên kurdan de jî lînkek (pêkeft, girêdank) bi rûpelekê
ve girêdayî heye, tê de lînkên bi pirraniya navnîşanên
malperên kurdan hatin rêzandin. Di videran de mirov dikanê
malperên kurdan binase, bijmarîne û bixwîne. Min di meha
gulan de careke lîsteya malperên kurdan û yên li ser kurdan
amadekir ; jimara hemû malperan gihêşte 348. Heva
bêguman beşek e ji malperên yên rast hene. Malper dihên
girtin (www.bulican.com, / radio azadi), guhartin (www.pukg.de/kurdsat.htm),
lewma jimartina wan çetin e. Belkîm hejmara hemû malperên
kurdan çend hezar in – eva jî kem e.
Malperên
kurdan yên li welat zûtirîn li başurê Kurdistan ,
Libnaon (al-Partî) û li Turkiyê (Istanbul) destpêkirin e. Çend
û çonyetiya wan hên
jî kem û xerab in, ji hinik li başur
ji nizîk de baştir dibin (al-Taaxî, xebat,
Kurdistanê Niwê, Al-Ittihad, zankoyan). Pirraniya malperên
kurdan (belkîm 90%) li derveyî welat, rojhilata navîn in.
Kurdên li Europa û Amerîka,
bi taybet li Alemanya û Siwêdê, baştirîn û çalaktirîn
malperên bi kurdî bo kurdan diweşînin.
Navên
malperên kurdan kurdî (www.demanu.com.tr), nîştimanî (www.efrin.com),
rêxistinî (www.kdp.pp.se), çandî (www.mehname.cjb.net), olî
(www.lalish.com), kesanî (www.abdullahocalan.com), saziyanî (www.unisul.com)
ne.
Hemu
partiyên kurdan di Internetê corbecor beşdar in. Saziyên
ragiyandina kurdî jî tek bi tek di Internetê beşdar in
û rojname, kovar, weşanên û nûçeyên xwe yên din weke
musîkê jî bê peran pêşkêşî mêhvanan dikin.
Lêgerînên
Kurdî:
Gelek
malperên kurdan nuka lêgerînên xwe jî hene. Yanê me re
dikanê li peyvikê, hevokikê di xezîneya wê malperê de
begere û bibîne. Lêgerîn bo bîrhanînê lêkolînan zor
giring e. Bo lêgerîna di hemû Web de ji aliyê kurdan de
www.legerin.com heye, lê gelekî lawaz e.
Makînên lêgerînerên kurdî bi soranî (farisî) û bi arabî
nenas in û (bo sêrgeran) ne zor giring in.
Nirxandin
û rixnandina malperên kurdan:
- Nirxandina
naverokî :
Naverokên
malperên kurdan û yên giloverî-kurdî mixabin kem bi kurdî
ne. Gelek babetên giring ne bi kurdî ne. Pirraniya rewşenbîran
bi turkî û arabî dinvîsînin. Nivîsa kurdî jî bidaxewe hîn
jî bi her du tîpan e (latînî û arabî). Tenha çendik
malper hene (rojev, Kerkuk-Kurdistan, amude, mehname) yên ko me
re jê bendewar e, da bibin serkêşên yekbûna nivîsandina
kurdî ya bi latînî. Yekbûna nivîsandiya kurdî bi latînî
pirseke wextî ye û bi yarmetiya Internetê ketiye pêşdeçunekê
lezgînî. Yekbûna nivîsandina kurdiya soranî bi yekbûna
siyasî li başurê Kurdistanê ve girêdayî, nuka weşanên
çapkiriyê weke Kurdistanî Niwê û Xebat û saziyên çandî-zanistî
bi va karê radibin.
Zarawa Zazayî (kurdmançî, dimilî) di Internetê de beşdar
e (www.kirmanc.com) û berve yekitiya kurdiyan nûjen dibe.
Malperên bi kurdiya soranî (tîpên arabî) bi giştî ne
hêja ne. Gelek nivîsên kurdiya soranî li ser dîmenan (images)
yan PDF in – halbikê bo nimûne bi MS Word 2000 hemû ziman,
yanê kurdiya soranî jî bi asanî bo weşandina di
Internetê dihêtin amadekirin.
Malperên
kurdî weşan û xizmetdankên xwe bi gelek zimanan didin
weke arabi, turkî, egnlizî, farisî, alemanî, siwêdî,
hollandî, fransî, rusî, ...ûhd. Ev yeka hên bi cihê ko tê
de malper diweşe û hên jî bi nivîsvan/hevkarên malperên
ve girêdayî ne.
Gelek
malperên kurdî hene (bi taybet ji kurdên Suriyê), yên nû
dest bi rêzdankekî (konzepetekî) weşandinî kirin e.
Malpera www.amude .com giraniya xebatê xwe nûka daye ser weşanên
bi zimanê kurdî (latînî), www.qamislo.com bi du zimanan,
arabî û kurdî diweşîne. www.avestakurd.net tenha bi
kurdî, Weşanên www.efrin.com û www.kobani.com bi sê
zimanan ( kurdî, alemanî, arabî) ne û her wisa.
Baştirîn
malperên kurdî bi latînî îro Kerkuk-Kurdistan.com (Swêd),
rojev.com (Alemanya) û amude.com (Alemanya)
in û hêvî heye ko hevna pêvejoya yekbûna nivîsandiya
kurdiya nûjen leztir bikin.
Naverokên
malperên kurdan bi giştî ji van babetan pevdikevin:
-
nûçe,
peyam (welat, cîhan)
-
siyasî,
gelemperî
-
cihvatî,
jin, zarok
-
dîrokî
-
zanistî,
lêkolîn, weşanên nû
-
çand,
huner, deng, sitran û awaz, videoyên kurdî
-
fêrkirin:
dersên kurdî, rêziman, ferheng
-
kesanî
(kesbextî): nezirs gästebuch
-
nexşeyên
(ceografî) yên Kurdistanê
-
navên
kurdî (lawan, keçan)
-
navên
gund û taxan (bi kurdî resen – turkîkirin)
-
paltalk,
hevpeyvîn, Radio, TV
-
Aborî
(rojev)
-
Nivîsar,
nivîskar, editor
-
Belge
(Kerkuk-Kurdistan)
-
Dever
(Kerkuk)
-
rapirsîn
-
Medya
(rojev)
-
Xizmetdan
weke e-mail, ferheng, lêgerîn, arşîv, weşanên çapkirî,
lînks
-
Rêklam
Naverokên
malperên kurdan mixabin hîn jî gelek ji siyaset, çand û hin
bûyerên cihvatî pevdikevin. Peyam û xizmetdankên aborî û
yên berjewendiyên diravî-madî, bazarî kem in.
Xizmetdankên
(service) hemû
malperên hîn jî piçok, di gihêştinê de ne.
b.
Nirxandina
hunerî / benzdanînê:
Benz
(Designe), nîşandanî (symbolîk), navigation (livandin),
reng.
Malper gerek sivik (asan), xweya, sade, lez, rêzandî, zûbînî
be, rengên wê gerek li gor naveroka wê be.
Benz û
naverok gerek hev du bigrin. Malperên kurdan hema hemû di
livandinê, nûvekirinê de ne, berve hêjabûnê. Hejmara mirovên
kurd yên ko dikanin hostayê her du tiştan bikin mixabin hên
kem in. Gerek malperên kurdî weke yên cîhaniyê berve
sadeyiyê, asaniyê, sivikbûniyê, lezbûniyê, zelaliyê, açiqbûniyê,
hevgirêkbûyê ve biçin.
Nîşanên
neteweyî weke ala Kurdistanê îro di gelek malperên nû de
kem dibin. Malper kurdiyetiya xwe bi şewekî din, nazîktir
diyardikin.
Malperên
kurdî yên ko mirovên kurd bi xwe sazkirine û birêvedibin,
hinik gelek baş û cîhanî ne, hinik din di hemû layan kêmasiyên
xwe yên hunerî hene. Çend nimûnan:
|
malperên
kurdî yên hunerbaş
|
malperên
kurdî yên hunerxerab
|
Malperên
bi leke
|
|
kerkuk-kurdistan.com
rojev.com
puk.org
efrin.com
dozame.com
qamislo.com
diclehaber.com
yekiti.com
|
kurdistani-imro.net
pcdk.com
gelavej.com
pukg.de
bulican.com
|
kdp.info
(?)
kurdayeti.net
kobani.net
amude.com
|
2.
malperên li ser
kurdan:
Dewletên
cîhangîrî weke Amerîka (www.kurdistan.org), Brîtanya (www.kurdmedia.com),
Alemanya (www.navend.de), Fransa (www.institutkurde.org), Siwêd,..ûhd.
ji zû de rêxistin û saziyên xwendin û lêkolînan li
ser kurd û kurdistan avakirine û vana di malperên xwe de di
Internetê didinnasîn.
Malperên
glovarî (ecnebî, cîhanî) yên li ser kurdan, kem bi kurdî
û pirr zimanî (pirranî bi englîzî) ne, di hemû layên
naverokî (ne bi têghêjitina siyasî) û hunerî (benz,
livandin) de gelek pêşkeftî ne, li ser sewiyê cîhanî
ne. Gelek mirovên
kurd li bogirê
mirovên cîhanê nivîsên xwe di videran de diweşînin.
Ji van malperan bo nimûne ev in :
kurdmedia.com,Kurdsun.com, Kurd.net, Rojname.com,
Kurdishnews.com, Kurdistan-observer.com.
Malperên
turkan, araban û farisan jî hene yên gelek li ser kurdan û
Kurdistanê û nivîsên mirovên kurd jî b zimanên wan diweşînin.
Internetê sîtarên di navbera çand û gelên rojhilata navîn
û cîhanê de dirrandin û danistana kurdan û danasîna doza
wan bi raya gelên din re nizîktir û aşkeretit kir. Bo
nimûne di malpera www.thisissyria.com de pirsên kurdan hema bi
qandrî pirsên araban dihête weşandin.
Yek
ji rindiya van malperan ev e, ko gelek mirovên kurd yên neçar
in, nivîsên xwe di videran de diweşînin û di malperekê
de weke www.rojname.com de dibînin, ka li ser kurdan hîn çih
nûçeyên din hene, kî ji wan li ser çih dinivîse. Van
malperan forumek (gerdenek) nûjen bo rewşenbîryetiya
kurdan û têkeldana van bi mirovên cîhanê re avakirin.
Van
malperan rêka rast bo vebûna malperên kurdî û belavbûna
danistana kurdan di Internetê de vekirin.
- malperên
cîhanê:
Kurd
û Kurdistan di gelek malperên derveyî yên cîhanê, di weşanan,
nûçeyan de amade ne. Bo nimûne di www.spiegel.de (alemanî)
yan www.cnn.de (englîzî) yan www.aljazeera.net (arabî) de
gelek peyam hene li ser kurd û kurdistan. Mirov dikanê di her
malperekê de bi lêgerîna malperê (Site-Search) yan di malperên
lêgerînên cîhanî (www.google.com, www.lycos.com,
www.cnn.com, ...) de bi lêgerîna giştî (Web-Search) li
peyvikî yan hevokekî di Web (Internet, hemu malperên cîhanê
di www de) de bigere.
Makînên
lêgerînê (search
machine, WebSearch) yan cîhanî:
Gelek
malperên lêgerînerên Internetê weke Google, lycos, fast,
fox, cnn,…ûhd. hene. Tê de me re dikanê li navekî, peyvekî,
hevokekî bigere. Eger hate dîtin, encam lîsteyeke rêzandî
ye ji lînkên bi rûpelên, yan malperên ko tê de ew nava,
peyva yan hevoka heye, vedigere. Mirov dikanê li lînkan biteqîne
û pê re biçe ser wan rûpelan. Lêgerînerên hêja tabî yên
cîhazên, saziyên lêkolînên gewre ne. Lêgerîner di hemû
malperên bi hemû zimanên cîhnanê (yên ko tîpên wan bi
pencereyên Browser de dihêtin diyardin) de yên bi Internetê
ve girêdayî ne li peyvan, wişeyan, hevokan digere,
wan li ba xwe komdike, da sêrgerekî (mêhvanekî) Internetê
li wan bigere û bibîne. Lêgerîn têknîkeke nû ye, lewma lêgerîner
he her tim rast dibîne. Xwedanên
lêgerîneran biryaran li ser encamên lêgerînan
dadinin.
Çend
malperên kurdan ji ber hin kêmasiyan ji aliya van lêgerîneran
ve nedihatin kolandin. Gerek malperên kurdan haj vê yekê
hebin û hebûna xwe di danistana Internetê de biçespînin.
Nimûne:
Çend peyv û navên kurdan di Internetê de:
|
|
Lycos
|
CNN
|
Google
|
Google
|
BBC
|
AOL
|
|
|
|
July
2003
|
April
2003
|
|
Kurdistan
|
531.868
|
340.000
|
32.200
|
112.000
|
291.641
|
13.878
|
32.200
|
|
Kurds
|
728,797
|
381.000
|
1.480
|
322.000
|
|
|
1.480
|
|
Ocalan
|
49.418
|
96.000
|
647
|
75.800
|
|
|
647
|
|
PKK
|
171.201
|
300.000
|
24.770
|
|
|
|
24.770
|
|
Barzani
|
60.368
|
42.300
|
1.330
|
30.400
|
|
|
1.330
|
|
Talabani
|
41.419
|
28.900
|
2.280
|
19.200
|
|
|
2.280
|
|
KDP
|
|
|
6.22
|
|
|
|
6.22
|
|
PUK
|
|
|
37.100
|
|
|
|
37.100
|
|
Ayna
bi arabî
(4.294.489 Doc.) July
2003
|
Kurdistan
|
66
malper (arabî)
|
|
|
|
|
|
|
Abdullah
Ocalan
|
1
malper (bbc arabî)
|
|
|
|
|
|
Encam :
Ji
ber ko danistan di Internetê de asan, erzan, lez, herdemî,
azad û cîhanî ye û çêkirin, nûvekirin û xizmetdana
malperan û bikarhanîn, sûdlêwergirtina wan ji aliyên mêhvanan
(xizmetbir, sêrger) hefkî çû di nav kurdan de zêdetir dibe,
em dikanin bibêjin, ko Internetê deriyeke azadkariyê ya nû
bo ragiyandina kurdî vekir, tê de hejmarekî ferehtir, ji bilî
partiyan û saziyan, ji kesên rewşenbîr yên serbixwe yan
xweserî jî
dixebitin, xizmetan didin. Çonetî û çendîtîya danistan,
danasîn û ragiyandina kurdan di nav xwe de û bi derve re baştir,
rohnîtir, giştîtir, bersivandtir (nirxandin û rixnandin)
bûye. Internetê aso û bereyê danistana rewşenbîrên
kurdan ferehtir kiriye û xezîneyeke gelek mezin û dewlemend,
pirrziman û pirrbîr, ji nivîs, dîmen, deng, awaz û videoyên
kurdî û yên li ser kurdan bo xizmetbiran amadekiriye. Ev arşîva
hîn jî gewretir û giloverîtir dibe. Internetê perdeyên tarî
yên li ser danasîna û danistana kurdan çirrand : Zar,
mindal û şagirdên ev roj li derveyî welat dikanin bi
asanî di Internetê de bi kurdbûna xwe fêrbibe û danistana
di navbera mirovên xwe û yên cîhanê baştir birêvebibe.
Asayîşên dewletên Europayê nema dikanin wekî berê hemû
qenalên danistana serbest weke weşanên Radioy û TV
bixopnînin yan li dij hin kesan bixetmînin.
Di
Internetê de gelek taybetiyên, berhemên û helwestên hêz û
partî û kesanên kurdan û yên li ser kurdan kardikin bi
zelalî, aşkere dihêtin naskirin, berhevdanîn (tayîhevkirin).
Mirov dikane di Internetê hema hemû hêzên siyasî yên
kurdan binase û di weşanên wan de vebikole, li bersivan
begere. Made yan naverokên Internetê her dem bo hanînê amade
ne, ne wek TV yan Radioyê ne (derbazok), û ne wek weşanên
çapkirî, yên ku li arşîvan bi cefa û bihayî dihêtin
embarkirin (bo arşiva Awadani e.V. ne weşandî, lê di
Internetê de). Internet hêşt/dihêle ku mirov û partiyên
kurdî yên bi bîrewerîyên cuda naka bi hevdu re yekser – bê
navîntî/delaletî – bidin û bistînin.
Armanc,
rewişt û pêzanîna xwedanên/rêvebirên malperên kurdî
biryarê, piyasê li ser çon û çendyetia weşanên wan
didin. Ew her sê taybetmendiyan bi qandirî hevdu giring in û
pêvejoyeke serbixwe bo encamên xebata mirovan diafirîne. Weşandina
(vekirina) malperekî îro
karekî asan e, lê berdewamkrin, nûvekirina herdemî yên
naverokên malperê - da ko malper ji aliya sêrgeran ve bihête
vekirin, bikarhanîn, bersivandin – dijwar e û hevkariyeke
fereh û pisporî dixwaze.
Cihvat
yan çiwarsiya (bazariya) Kurdistanê, kurdên li derveyî welat
jî, li gor daxwazên bazariya cîhangîriyê (giloverîtiyê)
di biwarê danistan Internetê de hên kem amade ne, paş de
mane, lê gerekî û pêwîstiya wan bi giloverîtiyê ve gelekî
mezin in. Hejmara
kesên kurd yên Internetê bikardihêin gelek kem (bi gumana
min ji 1/1000 derbaznabe !). Cefayên gelek dijwar ji mirovên
kurdan dihêtin xwastin, da ko li gor guherînan serkevin.
Giloverîtiya
bi Internetê ve ji sala 1989 de li cihanê destpêkiriye, li
diway 200 sal danistana kurdan bi hev re û bi cîhanê re,
hinekê dereng û hinekê bi defşa Amerîkayê, berve
danistana giloverîtî, yekbûyî, dewletî bûye – eva bo me
kurdan û tevahiya cîhanê serkeftin e.
|