Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare


Çîroka Gora Mîrê Cizîra Botan
(Mîr Bedir-Xanê Azîzî) li Şamê

Konê Reş

Ji 30ê Nîsana /1997/ an de ta roja îro , ez li hîvûya medya Kurdî bûm ku , li ser nûjenî û avakirina gora Mîrê Botan , Mîr Bedir-Xan û herdû nevîyên wî ( Celadet û Rewşen ) , raweste, bi peyive û şirove bike ... Lê mixabin wê medyayê em agahdarî tu tiştê hêja nekirin ?! .

Yê min jî , ji ber rêzdariya min ji kesên ku bi kar û barê nûjenî û avakirna gorê rabûne - min tu gav ne avêtin , bi tenê min çavnerîya medya Kurdî dikir ... Û bi hêvî bûm ku tiştekî li ser vê gora ku , hestîyên Mîrê Cizîra Botan' Mîr Bedir-Xanê Azîzî: /1802 - 1868/ û herdû nevîyên wî (Celadet Emîn Alî Bedir-Xan : / 1893 - 1951 /) û (Rewşena Salih Bedir-xan : /1909 - 1992/), himbêz dike ,binivîse û me serwext bike .. lê mixabin , tiştekî wiha hêjayî nehat nivîsandin , tiştê ku hat nivîsandin jî , di warekî teng de bû ne li gor navê mîrê Botan bû ...

Û wiha va di ser heft salan re derbasbûn , di ser roja vekirina vê gorê re 30/4/1997/, û hêj me tu saloxdanên hêja li ser van herdu goran seh nekirine ..

Vêca bi vê mebestê , ez di xwazim , xwe berdim vê navê , û li ser dîroka gora mîrê Botan û neviyên wî Mîr Celadet û Rewşen Xanim rawestim , û xwendevanan agahdarî van çend nûçeyên kevin û nû bikim . Dibe ku hin ji van nûçeyan yekemîn care ku belav dibin .

Min jî piraniya van nûçeyan ji sar devî rehmetyîya Rewşen Xanim girtine .

Di çend salên dawîn de , ji sirgûnî û zivariya ku Mîr Bedir-Xan di girava Kirîtê de derbaskir, gelek caran ji Sultan di xwest ku destûra wî bide bi vegere Cizîra Botan , warê bav û kalên wî , lê sultan ew rê nedayê, vêca,dawî ji sultan xwest ku rêka çûna Şamê bidêyê , da ku her çend salên xwe yên dawîn li Şama şerîf biborîne .

Şam jî , ji Kurdan re wek cihekî pîroz lê tê mêzeandin, hem ji rex musilmantiya wê ve hem jî ji rex xweşiya wê ve û wek ku di nav Kurdan de belave :( Şama şerîf erda muqedes... ) û ji mêj ve dibêjin : ( Şam şekire welat jê şêrîntire ) .
Mîr Bedir - Xan jî , bi dûv bajarê Cizîrê , Şam ji xwe re hilbijart û wek ku xwest , sultan rê dayê û mîr Bedir-Xan ji girava bi navê (Qendiyê) hat Şamê .

Hingê gelek ji zarokên wî li Şamê dijiyan û hin ji wan karbidestên mezin bûn , kurê wî Bedrî Paşa wê hingê waliyê Horanê bû .
Wiha Mîrê Mîran her çend salên xwe yên dawîn li Şamê derbaskirin , ta ku dirojekê de, ji sala 1868 an de çû ber dilovaniya Xwedê , hingî zarokîn wî ew di rex gora şêx Xaldê Şêx Neqşebendî de verşartin , li taxa kurdan ya ku dikeve quntara Çiyayê Qasyîyûn de raserî Şamê.
Li gor rêçika Neqşebendî , gora mîr Bedir-Xan bê guhdan ma ,çiko Neqşebendî gelek guhnadin avakirina goran ..... .
Lê bi tenê kêlek ma didevanê gorê, ku gor , gora mîr Bedir-Xanê Botî ye ...

* * *

Di sala /1925/ an de Mîr Celadet Bedirt-Xan Nevîyê Mîr Bedir-Xan ,Ji almanya hat , xwe bi şoreşa şêx Şeîdê Pîran re gihand , di sala /1926/ an de , çû Qahîrê , li ber serê bavê xwe yê ne sax rûnişt ta ku çû ber dilovaniya Xwedê .
Di sala /1927/ an de hat Beyrûtê komela Xoybûn damezirand û kar û barên xoybûnê kir... , Yekemîn car di sala /1928/ an de hat Şamê , li Şamê berî her tiştî pirsa gora bapîrê xwe kir û çû serdana gora wî .
Hingî dît, ku gor di çi rewşa xerab deye , kes bawer nake ku ev gora mîrê Botan e , gor bi zor dihat naskirin , ew jî bi xêra kêla kerimî ya ku navê mîr li ser hatibû kolan ...
Ji wê hingê ve avakirina gora Mîr Bedir-Xan bi nevîyê wî Mîr Celadet re ma û pêre mezin bû , lê karê û xebatên ku li pêşîyê hebûn ji avakirina gorê mezintir bûn , ew kar û xebat jî amadekirin û beşdarîya wî bû , di şoreşa Agrî de ... Lê mixabin, şoreşa Agrî jî di sala /1930/î de beravêtî bû,û Mîr Celadet bi lehengên wêre ji neçarî xwe li Îranê girtin...
Li Îranê,ew û şahê li ber hev neketin , şah ew ji Îranê deranî , mîr xwe li Bexdê girt , Inglîzan li Îraqê rêtengî li ber danîn ,kurdên Bexdê jî ,ji tirsa îngilîzan xwe dûrî wî kirin ...
Vêca ji neçarî careka din xwe li Şamê girt , li Şamê jî hukumeta Firensî dest danîn ser û ew kirin bin rûniştina zorê de wek tevayî endamên Xoybûnê û welatparêzên kurdan ji Eyndîwerê ta bi Kobanê û Efrînê ...
Di sala /1931/ ê de , di bin wê rûniştina zorê de , mîr Celadet dû çalakîyên çak pêk anîn , yek ji wan : damezirandina " Civata alîkarîyê ji bona kurdên belengaz li Cizîrê" û ya din " avakirina gora bapîrê xwe mîr Bedir-Xan , ya ku ji mêj ve di bîra wî debû ..
Ji bo avakirina gorê ji Haco axayê Hevêrkî û Resûl axayê Jêlî ( Amê Ken'an Egîte ) û Hacî Evdilkerîm Efendî yê Botî , xwest ku jêre axê ji Cizîra Botan bînin Şamê, da ku bapîrê xwe di nav axa Botan de veşêre , ew axa ku her û her mîr Bedir-xan bi hisreta wê bû , û çendî di xwest di navde bê veşartin ...
Û wiha di rojekê ji rojên buhara / 1931/ ê de bi beşdariyeke mezin ji Kurdên sirgûnkirî li Şamê , digel çend şêx û melayên kurdan gora bapîrê xwe vekir û ji nû hestîyên wû di nav xaka Botan de werkir û cihê termikî zêde di rex de vala hişt û ji kesên beşdarbûyî re got :
- Ku ez bimrim , divê hûn , min di vê gorê de , di rex bapîrê min de vesêrin ...
Û gora bapîrê xwe bi kevirên herî sipehî di Şamê de pêça , û li ser gorê xanîkek ( malgonek : kumbedek ) avakir û li ser kêla ber serî bi kurdiya erebî wiha nivîsand :
ELFATÎHE ; Mîrê cizîra Botan , mîr Bedir-xan Azîzanî, rehmeta xwedî li ser wî û li ser malbata wî bet . / 1886 /
Sal derbas bûn , û mîr Celadet û gora bapîrê xwe li Şamê man , di Cejin û Newrozan de , gora bapîrê xwe di nav gul û kulîlkan de dihişt û pêlekê bêdeng , li ber serê wî diponijî ...
Di rojekê ji rojên salên /1940/ de ,di gel kebanîya xwe Rewşen xanim û herdu zarokên xwe ( Sînem-Xan û Cemşîd ) û bi wa re dengbêjê wî Ehmedê Fermanê Kîkî , çûn serdana gora mîrê mîran , Bedir-xan û li ser gorê ji wan re got :
Min ji giregir û mezinên kurdan re gotîye , va ezê ji were jî bibêjim , ku ez mirim hûnê min di eynê vê gorê de veşêrin , di rex bapîrê min de cihê min heye , hûnê min di rex de veşêrin ...
Roj , meh û sal derbasbûn ( HAWAR ) Û ( RONAHÎ ) bişkivîn ,Fransizî ji Sûryê derketin , Hawar û Ronahî çilmisîn , rewşa Mîr jî hin bi hin xeradibû , rojên çetin û dijwar , dijwartir dibûn .
Vêca ji neçarî , ji bo xatirê nanê xwe û xîzana xwe di sala /1951/ê de bîrek li gundê Hecanê nêzîkî Şamê kola , da ku pê pembo avbide , û navê bîra xwe kir(Bîra Qederê) û di roja 15/ 7/1951/ ê de qedera wî di wê bîrê de hat û çû ber dilovanîya Xwedê .
Di roja din de : 16/7/1951/ , bi beşdariyeke zexim ji kurd û ereban termê Mîr Celadet Bedir-Xan di eynê gora bapîrê wî de hat veşartin wek ku wî di xwest ...
Di peyre welatparêz û helbestvan hêja ( Qedrî Can ) ev çend malik ji bo kêla ber serê wî hûnandin :
ELFATÎHE
Mîr kurd lawê Kurdistan
Neviyê Bedir-Xan
CELADET
Fidakar xwedîyê himet
Cendekê wî ku di vir de binax bû
Giyanê wî bilindî asman bû
Di riya neştiman
Xwedî bi can
Giyanê xwe kir qurban
Ne mirîyê , zindîye
Navê wî ebedîye
15/7/1951
wiha kêlek nû ji vê gorê re hat amadekirin, ev kêla nû li şûn kêla kevin hat danîn, ya kevin hat guheştin rexê din .
di nav salan re kevirên xanîkê di ser gorê re hin bi hin xwe ji ber hev berdidan, û xanîk dihat herifandin , li ser xwestina rehmetîya Rewşen xanim , ku hîn sax bû, Dilawerê Zengî hin kar di wî xanîkî de kirin, lê gelekî kêm bû , ne li gor xwestinê bû ...
Di çend salên dawîn de , Rewşen Xanim gelekî bi tirs bû ku li bajarê Banyasê bimire û kes nebe ku wê bibin Şamê , wê di rex pismam û bapîrê wê de veşêrin ?! vêca gelek caran ez agahdarî vê yekê dikirim ...
Di roja 1ê hizêrana /1992/ an de-berî 12 salan-Rewşen Xanim li bajarê Banyas çû ber dilovaniya Xwedê, di eynê rojê de xortên Kurdan , li Banyasê ew birin Şamê , min jî ji Qamişlo xwe li Şamê girt û me ew di rex bapîr û pismamê wê de veşart , di bin wî xanîkî de , û ev çend gotin min li ser gora wê gotin :

Erê mîro , felek çerx û dewrane
Rewşen xanim îro li te mêvane
Bigerîne civatekî Botanî
Di gel Rewşen û Celadet û xanî ...

Wiha du gor di bin wî xanîkî de bi cîbûn , yek a Mîr Bedir-xan û neviyê wî mîr Celadet , û yek a Rewşen xanim .
Lê herdu gor û xanîkê di ser wan re , man bê guhdan , ji xwe gora Rewşen xanim ne dihat xuyakirin , kesî nizanî bû ku gore !
Xanîkê ku di ser gorê re , hin bi hin dihat herifandin ...
Vê dawîyê mamoste A.hemîdê derwêş bi kar û barê gorê rabû gora Rewşen xanim çêkir , û xanîk ji nû avakir , bi kevrên reş û sipî pêça û di roja : 30/4/1997/ bi paşdarîyeke mezin gor vekir , ji kesên ku beşdar bûn , sê kalemêrên ku şagirtên mîr Celadet bûn ; Dr. Xalid Qotreş , mamoste Mihemed Zemçî Zade û mamoste Xelîl Reşîd Şêxelşebab û gelekên din di gel birek ji torevanan wek : Diya Ciwan , Salihê Heydo , Ferhad Çelebî , Konê Reş û hwd
Di destpêkê de mamoste Hemîd Derwîş gotina vekirina gorê got di pey re birêz Abdîn Bedir - xan gotina malbata Bedirxaniyan got di gel ku şagiritên mîr Celadet gotinên xweş û bedew gotin , û piranya wan di gotinên xwe de xwezîyên me anîn ser ziman , dema gotin : xwezîya me bi wê roja ku em hestîyê Mîrê Botan bibin Cizêra Botan ...

Min jî helbestek xwend digel ku min belavokek amadekir bû bi naşîna mîr Bedir-Xan , mîr Celadet û Rewşen xanim , min ew belavok li beşdaran belavkir .
Eve çîroka gora Mîr Bedir-Xanê Botî, Mîrê Cizîra Botan, sed rehmet li giyanê wan bibare.

Qamişlo
designed by Denge Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net