Metîn kewê dilxêrî
Golbol beşek werzîş e. Ev beşa golbol yê 'astengê bînahîyan' e. Li
alîya astengê bînahîyan ve tê leyistin. An jî em dikarin bibêjin ev beşa werzîşa
golbol yê çav 'kora' ye(1).
Golbol bi du kom û bi gogê zengil ve tê leyîstin. Di her komê de sê sporvan heye.
Ev werzîşeyan hem hêrîskar e û hem jî parêzvan e. Armanca wan gol avêtin û dîz
parêzvanî ye(2).
Dîroka Golbol
Ev beşa werzîş di sala 1946ê de alîya gelê Ostrîşê Hanz Lorenzen û gelê
Elman Sett Renidle hate ditin. Ev beş bo şerê xazîyê kora hate çêkirin.
Golbol ji sala 1946ê heta sala 1976 geşe bû. Li paşê golbol di ev salê de
kete Olîmpiyata Keneda. Golbol di ev Olîmpiyata Paraolîmpyatê de hate nasîn. Li hate
heta wê salê. Niha jî golbol di hemî dinyayê de tê leyistin.
Pêşbazîya golbolê dinya yekem di sala 1978ê de welatê Ostrîşê de
destpê bû. Li pêşbazîya golbolê dinya di her çar salê de yekcar çêdibe.
Ev pêşbazîya dinya alîya IBSA çêdibe. IBSA anjî "Yekîtîya Navneteweya Werzîşê
Kora" xizmeta astengê bînahîya dibe(3).
Qada Golbol(wêne1)

wêne1: pivanên qada golbol
Pîvanên qada golbol 9x18 mitro ye. Lê qada golbol mina qada voleybol e. Lêbelê di hûndurê
qada golbolê de şeş heb herêm hene. Her herêm 3x9 mitro ye. Taybeta ev herêman
ev e;
Herêma parastin:
Di herdu komê de jî ev herêm heye. Ev herêma qada parastin jî di hûndurê xwe de sê herêma
vedibe. Yekî herêma navber e. Yêdinan jî herêma rex in. Parêzgerê golbol di van herêman de
parastina xwe û hêrisa xwe dikin.
Herêma navber:
Ev herêm jî di her komê de heye. Di ev herêma navberê de parastin nabe. Divê avêtina gog
pêşîn ev herêma lêbide. Lê avêtina ev gog pêşî vê heremê lênexe penaltî dibe.
Bo wî werîşeyê êrîşkar gogê xwe yekem vê herêma davêje û paşê gog bi erdê ve
diçe heta qada dijber.
Herêma bêalî:
Ev herêm jî du heb e. Me di jorê de got, avêtina gog gere pêsîn herêma navberê re biçe.
Li paşê ev gog gere ev herêma bêalî jî lêbixe. Heger avêtina gog rasterast hate ev
herêma bêalî ev jî penaltî dibe. Yanî gog yekem herêma naver û paşê
herêma bêalî biçe(4).
Pîvanên Dîza Golbol(wêne2)

wêne2: pîvanên dîza golbol
Dirêjahîya dîza golbol 9 mîtro, li bilindahîya wê jî 130 santîmîtro hatîye çêkirin.
Firehîya dîza golbol jî 1 mîtro ye. Lê eşkêla profîla hesin jî 5 santîmîtro dibe.
Navgîna Leyîstinê Golbol
Gog: Di hûndurê gogê golbolê de çend zengil heye. Ev zengilan bo seh kirin e. Li ser
gogê şeş qul heye. Ji ew qulan jî deng dertê. Gog ji qeûçûk hatiye çêkirin.
Mezinahîya ev gog qasê goga goga pê(5) ye. lê giranîya gog jî 1,25 kg e.
Berçavk,
Berçavk: Ev berçavka golbolê taybet şanîya dervayê nake. Berçavka golbol, di leyîstina
golbolê de divê ye. Gere her werzîşe ev berçavkê bikarine.
Bend,
Bend: Divê ji bo leyîstina golbolê, xêza qada leyîstin nepixandî be. Ev bend xêza qadê
dinepixîne. Werzîşe ev xêzên nepixandî ve cî xwe dibine.
|
|
Band,
Band: Ev xêzên nepixandî bi band ve tê zeliqîn. |
|