Metîn kewê dilxêrî
Goalball an jî golbol, ev werzîşê golbol zimanê Îngîlîzê hatiye. Navê
xwemalîya wî "goalball" e. Em jî dibêjin "golbol".
Wateya golbol gogê gol e. Yanî em dikarin jî bibêjin "gogagol". Li golbol werzîşek
navdar e. Ev wezîş, werzîşê astengê bînahîyan e. Me derbarê agahîya firehî ê
dîroka golbolê di meha raborî de vegot. Niha jî alîya ciyawazê din ve binêrin.
Leyîstina Golbol
Golbol bi du kom û bi gogê zengil ve tê leyîstin. Di her komê de sê sporvan heye. Ev
werzîşeyan hem hêrîskar e û hem jî parêzvan e. Armanca wan gol avêtin û dîz parêzvanî ye.
Li her kategorî(vebîr)yê astengê bînahîyan dikare golbolê bilize. Yanî vebîrê B1, B2 û B3
dikare bihevra bilize. Lê mercê wî gere her vebîrê B1 bibe. Ev jî bi çav girêdan ve tê holê.
Divê golbolvan berçavkê res bikarine, heta ku qe nebine. Ku vê çagi wekhevî pêk tê. Ev
berçavk heta dawîya golbolê nay derxistinê. Bêrêdan derxistin penaltî dike.
Golbol dengê gogê ve tê leyistin. Loma B1 in. Bo wî dêhna golbolvan li ser denge gogê ye.
Ev deng hem pêwist, hem hewce û hem jî ji bo sporvan re gelek giring e. Ji ber ku, tevgerê
werzîşvan, li gor dengê gog ve pêkhatînî dibe. Deng her tîşê wan e. Parêzvanîya wan
dengê gogê ve teşe digre. Lewma serê qada golbol dadayî ye. Yanî girtî ye.
Pîvanên qada golbol, di dema meha raborî de hatiye nivîsandin. Hûn dikarin wêne û pîvanên
qada golbol vê derê binêrin.
Gol Çawa Çêdibe?
Di her alî komê de herêma kom heye. Herêma kom an jî herêma dîz e. Di dawîya herêma
dîzê de dîza golbolê heye(Wêne2). Dîz jî kela ye. Gava gog kete dîzê gol dibe. Divê gog
derbasîya parêzvan be ku wê çaxê bikeve dîzê û paşê gol tê pejirandin(Wêne1).

Wêne1: Çêbûna gol
Pîvanên dîz ev e; dirêjbûna dîz 9 mîtro ye, lê bilindahîya dîz 130 santîmîtro ye.
Wêne2: Dîza golbolê
Di Golbolê De Mawe
Mawe an jî dom bûna golbol bist(20) hûrdem e. Ev 20 hûrdem di du(2) vedorê de çêdibe.
Her vedor 10(deh) hûrdem e. Navbera vedorê jî sê(3) hûrdem e. Lêbelê dem, di her rawestanîya
leyîstinê de tê sekinandin. Ev rewşa rawestanîya leyîstin ev in; gogê dervayê, dema vês,
penaltî, avêtinên şaşî û pîzpîzika kizîr. Di ev rewşan de kizîrê mawe demjmêra
xwe tine rawestandin. Piştre jî di pîzpîzika kizîrê de ev demjmêra xwe tine xebitandin.
Di Golbolê De Vês
Her kom dikare di hundirê dema golbolê de sê(3) vês hilde. Her vês çilûpênç çirk e.
Ev xwestina vês hildan mamosteya werzîş dike. Mamoste bêdengî destêxwe ve nîşanî dike
û vêsa xwe dixwaze.
Di ev vêsê de sporvan hem vêsa xwe digre û hem jî taktîka mamosteya werzîş guhdanî
dike. Mamoste taktîka xwe tenê di vê dema vêsê de dide(Wêne3). Golbolvan di vê vêsê de jî
nikare berçavkê xwe yê reş eşkere derxine. Lêbelê bi rêdana kizîrê ve piştê xwe
dijberê xwe re dizîvirine û paşê dikare berçavkê xwe yê reş derxine.

Wêne3: Xûyangek vês
Di Golbolê De Parêzvanî
Golbol nivîya zêdetir parêzvanî ye. Di ev golbolê de cîhê parastin gelek gîring e.
Parastin nebe, kar kirin nabe.
Werzîşe yanî werzîşvan avêtina gogê guhdarî dike. Di wî yalî de golbolvanê
parêzger li peyçûna rêça gogê dike û piştre jî rewşa parêza xwe hildide. Ev
rewşa parêz; xwe dirêj kirin e. Parêzgerê golbol ser tenişta xwe dirêj dibe(Wêne4).
Gogê zengil jî tê dirêj bûna parêzger re lêdixe û disekine. An jî parêzger xwe davêje ser
gogê û piştre golbûna gogê asteng dike(Wêne5). Êdî ev gog serwerîya parêzgerê ye.

Wêne4: parêzvanê golbol |

Wêne5:parêzvanê golbol |
|
|