|
|
ÊZIDÎYÊN LI ÇIYAYÊ KURMÊNC(EFRÎNÊ)*
Konê Reş
Kurdên Êzidî yên çiyayê Kurmênc(Efrînê), li rojavayî bajarê Helebê; li deşta Cûmê, quntara çiyayê
Kurdaxê û derdora çiyayê Lêlûnê(Seman), bi cî û war dibin û jiyana xwe ji sedê salan ve li vê herêmê
derbas dikin. Xuyaye ku piştî herifandina impiratoriya Xalitiyan, Êzidî di welatê Mezopotamyayê de
belav bûne, xwe li cihên asê girtine û wiha jî hin ji wan li çiyayê Kurmênc û deşta Cûmê bicî bûne.
Dîrokzan dibêjin; di destpêka çerxê 13 an de, fermandarên Eyûbiyan pêwendiyên xweş bi şêx Mendê Êzidê re ava
kirine û ew wek Mîrê Mîran li ser tev kurdên herêma Şam û Helebê nas kirine. Di nav wan de kurdên çiyayê
Kurmênc bi êzidî û misilmanan ve. Û wiha xweş salên aramiyê di bin desthilatdariya şêx Mend de derbas bûne.
Piştî şerê Çildîranê di sala 1514 an de û bi taybetî dema sultan Yavuz Selîm, derbasî Misrê bûye, wî
desthilatdariya Şam û Helebê spartiye Îzeddîn bagê Êzidî, yê ku dibe ji neviyên şêx Mend, û wiha
Îzeddîn bagê Êzidî seroketiya mîrgeha Killisê kiriye - Hingê herêma Efrînê jî bi ser Killisê ve
bû- Wek tev mîrgehên kurdan ku sultan Selîm soza xweseriyê bi wan re dabû.
Ta bi çerxê 17 an jî, hêj desthilatiye herêma çiyayê Kurmênc tev di destê Êzidîyên herêmê de
bû, lê jê û pêve hin bi hin ji dest wan derket, ew jî bi sedema ku berberî û nekokiya xwe bi
xweyî di nav wan de balav bû, hem jî ji ber zilm û zora karbidestên Osmaniyan ku şerê wan
dikirin da ku wan bikin misilman.. û wiha gelek ji eşîr û serokeşîrên Êzidîyên çiyayê Kurmênc
ji neçarî bûn misilman wek Mala Evdal li gundê Birca Evdalo û mala Baqûbî li gundê Xezawiyê..
Belê, berî û piştî ku mirgehên kurdan bi destê Osmaniyan bêne herifandin, her Osmaniyan xwestiye ku
Êzidîyên çiyayê Kurmênc wek êzidîyên deverên din bikin misilman. Hem jî Xiristyanan, di rêka
gerokên xwe re xwestine wan bikin Xiristiyan. Û wiha di nav salan re 73 fermanên qirkirinê bi
serê gelê Kurd yê Êzidî de hatine, herêma Efrîn jî di nav de. Gelek caran tûşî helandin û
koçberiyê bûne û bi dehan ji eşîrên wan, ji neçarî bûne misilman..
Di destpêka çerxê 20 an de, dema ku Kurdistan bi sînorê dewletên dagirker hatiye perçe kirin, hinge
mîrê Êzidîxanê, li gor rewşa gelê Kurd yê Êzidî, Êzidîxan kiriye 7 herêm an (Sinceq), ji her herêmekê
re Tawûsek(Enzelek), bi nav kiriye, wek sembol ji hebûn û berdewamiya dînê Êzidî re, da ku pêwendî û
hevgirtinên gelê kurd yê Êzidî ji hev qut nebin, bi hev re girêdayî bimînin û neyên helandin û
bişaftin di nav misilmanan de. Vêca Tawûsek ji wan Tawûsan bi navê (Tawûsê Helebê) ji Êzidiyên
sûriyê re hatiye terxan kirin. Her sal, di mehên biharî û payîzê de Qewal û koçek, wî Tawûsî li
herêmên Êzidîyan yên ku li Sûriyê ne digeraînin wek: Efrên, Tirbespî, Hesekê, Amûdê û Serê Kaniyê.
Û ji wê hingê ve û ta roja îro Êzidî li herêma Efrînê û deşta Cûmê, li Hesekê, Amûdê, Tirbespiyê û
Serê Kaniyê xwe parastine û dijîn.
Tevî ku Êzidiyên derdora Heleb û Efrînê dûrî (Lalişa Nûranî), navenda rûhanî a Êzidîyetiyê ketine,
lê her wan zimanê Kurdî yê ola xwe parastine. Ew jî bi saya şêx, pîr, Feqîr, Mirîd, Birayê Axretê û
Qewalbêjan.. Hem jî bi saya mezargehên pîroz yen ku di nav kurdên Efrîne de belavin wek:
Mezargeha şêx Berekat: Ji mezargehên Êzidîyan yên bingehîne li başûrî Xizêwiyê ye, ser çiyayê şêx
Berekat e, başûrî Efrînê ye bi dor 30 km.
Mezargeha Çêlxane: şikefteke di qontara çiyayê lêlûne de hatiye kolan, başûrî gundê Qîbarê ye, bi
dor 2 km an û bi dor 5 km an başûrî Efrênê ye. Mezargeha Melek Adî: Dor 300 M dûrî Mezargeha Çêlxane
ye, nêzîkî kavlên Eşqîbar a kevin e, û di rex de goristana herî kevnar a êzidîyan de yee.
Birca Cindî(Warê Xerqê): An Birca Pêbaweran, di rex goristana Qîbarê a kevin de ye. Dibêjin
bi keviran û xweliya bi şêr strayî hatibû ava kirin, lê mixabin niha wêran e, bûye kavil.
Mezargeha Hicrika şêx Hisên: Başûrî gundê Qîbarê ye, li ser rêka goristanê ye.
Mezargeha şêx
Rikab: Li gundê şêx Eldêr an li şadêrê ye, ji mezargehên bingehîn e, di rex de goristanek
êzidîyan a kevnare heye, êzidiyên van gundan miriyên xwe lê vedişatin Basofanê, Kefer Zeytê, Xezawiyê Îskan ..
Mezargeha şêx Seydî: Di nava gundê Feqîra de ye.
Mezargeha Parse Xatûn: Li ser kûpê çiyayê Parsê ye, di rex gundê Qestela Elî Cindo de, di baxerb de
goristanek Kevin heye û di rex de kavlê keleha malbata Cinbilat xuya dike.
Mezargeha şêx Hemîd: Dor du km başûr û baxerbî Qestela Elî Cindo ye, di rex de goristana gunde û kin
kavlên kevnar hene. Mezargeha şêx Elî: Di orta gundê Basûfanê deye.
Mezargeha Pîr Cafer: Di rex
goristana şêx Henan de ye a ku Dr. Nûrî Dêrsimî têde hatiye vaşartin.
Mezargeha Ebû Ke`ebe: Li gundê
Ebû Ke`ebe ye, mezargehek giringe ji Êzidîyan re, lê mixabin piştî ku gund vala bûye bê guhdan maye.
Mezargeha şêx Menan: Li ser bilind cihekî ye di ser Kefer Cenê re, qurbanan lê serjêdikin û heviyên
xwe ji Yezdan dixwazin.. Mezargeha şêx Qeseb: Li gundê Kilûtê ye, ser çiyayê şêrewa an(Lêlûn) e.
Wek şikeftekê ye, av jê diniqute..
Bêguman rola van mezargehên pîroz di mayîn, parastin û hebûna dînê Êzidîxan de li herêma Kurdaxê pir mezin e.
Erê, roja îro li herêma Efrînê, Kurdên misilman û kurdên Êzidî bi hev re dijîn, jiyaneke wek hevî,
bi xweşî û nexweşiyê re, bi hev re derbas dikin.
Navê Eşîrên wan evin:
Xalitî, Anqosî, Dawidî, Keçanî, Şerqiyan(Qûpanî), Reşikan, Denadiyan,
Pîromerî(şêrewa), Pûrî(Hekarî),Xast(şerqî),Badînanî,(Nasreddîn)şikakî, Dumilî.
Gundên wan:
Ji gundên Êzidîyan li navçeya şikakan:
1 - Qestela Elî Cindo: Dor 120 mal lê mane.
2 – Baflûnê: Dor 70 mal heye.) Ev herdû gund tev Êzidî ne
3 – Qitmê: 70 mal lê mane.
4 – Sînka: nêzîkî navçeya şera ye, dor 35 mal lê mane.
5 – Elaqîn: Dor 25 malan lê mane.
6 – Sîceraz: 3 mal lê mane.
Ji gundên Êzidîyan navçeya Cûmê:
1 - Feqîra: nêzîkî Qîbarê û Efrînê ye dor 100 mal hene, tev êzidî ne.
2 – Xezêwiyê: Dor 60 malî lê mane.Mala şêx Hisên Birîmo lê ye.
3 - Eşqîbar an Qîbarê: dor 70 malî lê mane .
4 - Turindê: Nêzîkî Efrînê ye, dor 20 malan lê mane.
5 - şadêrê: nêzîkî Basûtê ye, dor 10 malan lê mane.
6 – Çeqela Cûmê: Dor 10 malan lê mane.
7 – Îska: dor 10 malan lê heye.
8 - Eyndarê: Ew jî nêzîkî Efrînê ye, dor 10 malan lê heye.
9 – Aşka şerqî: dor 6 malan lê mane.
10 – Keferzîtê: Dor 40 malan lê mane.
11 – Qûçûmo: du mal lê mane.
Ji gundên Êzidîyan li şêrewa Evin:
1 – Basûfanê: 130 mal lê hene tev Êzidî ne.
2 – Kîmarê: 10 mal lê mane.Mixabin ku roja îro dibin xaçparêz.. Kavilên herî kevnar li vî gundî
hene, ji wan kavilan kevanekî mezin li ser dergehekî maye, weneyê du teyrên Tawûs li ser xuya ne…
3 – Gundê Mezin: Bi tenê 5 malên Êzidîyan lê mane.
4 – Be‘iyê: Dor 10 malan lê mane. Xelkên van gundan dor 1000 mal hene, wek wan jî li Efrîn,
Heleb û bajarên din hene. Mirov dikare bibêje ku hejmara Êzidîyên li herêma Efrînê û yên ku li
bajarê Helebê û Efrînê akincî bûne dor 25,000 nefer hene. Belê berî çerxê 20 an hejmara Êzidîyan
ji hejmara wan ya îro bêtir bû. Wê hingê li navçeya Cûmê 30 gundên wan hebûn, li navçeya şikaka
20 gund hebûn, li navçeya şêrewa/Çiyayê Lêlûnê 18 gund hebûn..
Eger mirov xweşik di navê gundan, eşîran û adetûteqalîdên wan de biponije, wê bibîne ku pirraniya
xelkên Efrînê berê Êzidî bûn..
Êzidîyên Efrînê gelek cejnan li hev pîroz dikin; wek: Cejna Rojiyê: Ev cejin ji bi du beşa ye;
Rojiya çilê Zivistanê ku di keve çilê çil de û rojiya çilê havînê ku di keve çilê havînê de. Cejna
Sersalê: Ev cejin, dikeve çarşema pêşîn de ji meha Nisanê a şerqî, hem jî jêre dibêjin Çarşema Sor.
Cejna Xidir Îlyas: Hem jî bi navê (Pêxwînê) an Bêxwînê, An cejna Miradan, tê naskirin. Ev cejin mîna
cejna Valantain e an cejna Evînê ye, dikeve roja îna pêşîn ji meha sibatê a şerqî de. Rêûresmên vê
cejnê yên taybetî hene; divê xwarinek ji heft bizrên nebatan yên wek: Genim, nok, fûl, fisteq, behîv,
garis, kuncîbê çêkirin, piştî ku tev bi hev re bêne hûr kirin, têr xwê dikin û êvara roja îna pêşîn
ji sibatê dixwin û li ser radizên û her yek daxwazekê dixe dilê xwe de.. Dibêjin Xwedê daxwaza wan
pêk tîne.. Cejna wan a Biçûk: Berê cejna biçûk a misilmana ye bi rojekê. Lê Cejna wan a Qurbanê: Bi
eynî cejna Misilmanan a qurbanê re ye.
Ji şêx, Axa û maqûlên Êzidîyan di destpêka çerxê 20 an de, mirov dikare van navan bibêje:
Dewrêş axa şemo, wek serokê eşîrên Êzidîyên Çiyayê Kurdaxê dihat nas kirin û endamek bû di komela
Xoybûnê de. Piştî kuştina wî di sala 1931 ê de, kurê wî Cemîl Axa û Apê wî Omer Axa ji mala şemo
li gundê Qîbarê, serokatiya Êzidîyên Kurdaxê kirin. Weha jî mala Izeddînê şeref li şadêrê,
ku pirê wan niha bûne misilman wek axa û maqşlên Êzidîyan dihatin nas kirin… Hem jî şêx Elî
kurê şêx Berekat, wek şêx û serokê eşîra Denan dihat nas kirin, di sala 1994 an de wefat kiriye.
Belê roja îro şêx Hisên kurê şêx Hesen ê Birîmo /1934/, li gundê Xezawiyê wek serok û şêxekî navdar
e di nav tev Êzidîyên Sûriyê de. Di roja 11/02/2009 an de çûm mala wî gundê Xezawiyê û min
suhbetek dirêj pêre derbas kir.. Wî ji min re got ku hejmara me Êzidîyên Sûriyê dor 50,000
nefer heye, ji wan 25,000 li herêma Efrîn û Helebê ne û 25,000 li Cizîrê ne. Û ji şêxên din
yên ku îro di nav Êzidîyên Efrînê de hene: şêx Omer ê şêxo Bekir e, bi temenê xwe xort e,
li gundê Qestela Cindo dimîne. Hem ji şêx Mihemed ê Xelîlê Kalo ye/1938, li gundê Birca
Evdalo dimîne û şêx Nûrî li Heleb, taxa şêx Meqsûd dimîne, û ew biraziyê şêx Hisên ê Birîmo ye.
Ola Êzidîyan ji olên herî kevnar e di dinyayê de, olek çiyayî ye, li ser bingehê bûyerên xweristî
hatiye ava kirin. Kok û rehên xwe ji bîr û baweriyên xelkên herî kevnar distîne wek Hindiyan,
Hindoewropiyan û xelkên mezopotamiya. Hem jî gelek bîr û baweriyên şaristaniyên kevin wek
Someriyan, Babiliyan Aşûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û hilaniye... Erê ola kurdên Êzidî
oleke çiyayî ye, oleke şuristî ye, Oleke aşitîxwazane ye.
Jêderên û perawîzên ku min sûde ji wan girtiye:
• Di rojên 10-11-12-/02/2009an de, bi gereke taybet, bo danheva pêzanînan li dor gelê Kurd
yên ku bi ola xwe Êzidî ne, ez çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc an Kurdaxê(Deşta Cûmê,
Navçeya şikaka û çiyayê Lêlûnê(şêrewa). Di vê gerê de ez li gelek gundên Êzidîyan geriyam, çav bi
gelek kalemêr û zanayên wan ketim û min gelek pirs ji wan kirin. Ji wan kesên ku min ew dîtin û
pirs ji wan kirin evbûn: şêx Hisên kurê şêx Hesen ê Birîmo li gundê Xezawiyê, şêx Omer ê şêxo
Bekir li gundê Qestela Cindo, Mehmûd keleş li gundê Qîbarê(Elhewa), Fûad Hiso û biraziyê wî Heval
Hiso li Gundê Qestelê, Bavê Evdo li gundê Kîmarê, Dewrêşê Nasirê şemo li gundê Qîbarê û wiha gelek
kesên din. Li Helebê, taxa şêx Meqsûd jî, ez çav bi gelek Êzidîyan ketim, ji wan kalemêrek bi nave
Hesenê Nebo, temenê wî dor 95 salî, jêre digotin HECÎ, xuyaye ku ji berî çend salan ve, tewafa Lalişa
Nûranî kiriye û bûye Hecî..
• Dr. Zerdeşt, Bavê Leheng: Kovara Laliş 8/1997, Gundên Ezidîyan li devera Efrîn/Sûriye.
• Roger Lescot: Kovara Elhîwar 21/1998, Eşair Cebel Elekrad/ Kurdax, mintîqet Efrîn, wergerandina B. Êva.
• Kemal Tolan: Kovara Laliş 20/2003. Êzidîyên li Kurdistana Rojava.
• Konê Reş: Cimiyet Xoybûn 1927 We Weqayî Sewret Ararat 1930, Hewlêr 2000.
* - Roja îro em dibêjin Herêma Efrînê, lê berê bi navê Çiyayê kurmênc dihat naskirin. Di
heyamê Osmaniyan de, navê wê guhertin û kirin Kurdax, piştî ku Osmanlî derketin û heyam bû
erebî, Ereban navê wê kirin Cebel Elekrad, vê paşiyê li vê yekê jî nesekinîn, niha di nivîsên
xwe de dibêjin Çiyayê Helebê.
Konê Reş
Qamişlo 20/02/2009
|
|