Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare


DÎROKA ROJNAMEGERÎYA KURDÎ Û REWSA ÎROYÎNA MEDYAYA KURDÎ

DESTPÊKA ROJNAMEGERÎYA KURDÎ
Ragihandin bi destpêkirina mejûya mirovan destpêkirîye.Pêwîstîya ragihandinê bi amûr û şêweyan cûda berdewam kirîye.Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayîyan hatîye avetin û di sedsala 17'an de bi awayê rojnemegerîye derketîye holê û her berdewame.Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal hatîye ditîn ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin û her wiha tabletên ku ji dema imparatorîya Roma hatîye dîtin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê "The weekly News From Italy and German","La Gazette","Avisa", Gedenck Wurdige Zeitung" û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne.Niha jî rojnamegerî bi giştî media bi amurên curbecur didome.Niha rojname,kovar,tv,radio,înternet û amûrên hwd... di rojnamegerî de tê bi kar anîn.Rêwîtiya ku em niha derkevin ne tenê rêwîtiya çapemeniya kurdî an jî mediyaya Kurdîye her wiha rêwîtiya bibiryarî,dijwarî û serkeftinêye jî.Rojnamegerî bi giştî medya hewcedarîyeke xwezayîye.Lê ev rewş bo Kurdan hinek diguhere.Çunke dewletekî navendî a Gelê Kurd tuneye.Ji ber vê him şêweya rojnamegerî di nav gelê kurd de cudaye him jî sedema bikaranîna media cudaye. Piştî peymana Lozanê welatê Kurdan bû çar perçe.Her perçeyede dewleta ku ev perçeya xakê Kurdan dagir kiriye bi şewazên cuda hemberî hebuna Kurdan derketin.Ji ber vê yekê jî her perçeyede rewşa gelê kurd jî ji perçeyeke din cudatir bu.Rojnamegerîya Kurdî jî ji dema zayîna xwe ve bi dijwarî,êş,asteng û qedexeyên bi curbecur re rûbirû ma.

ROJNAMEGERÎYA KURDÎ DI NAVBERA SALÊN 1900-1950'AN DE
Wekî tê zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an de derdikeve destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weşanê kirîye.22 ya Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî tê peşwazî kirin.Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegerîya Kurdî bi sirgunê derdikeve holê.Rojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan li Qahîreyê hatîye derxistin.Di dîroka me de gelek tiştên "cara pêşîn" ji alîye malbata Bedîxanan hatîye pêkanîn.Rojnamegerîya Kurdî jî wisa buye.Piştî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weşandina wê kir.Rojnameya Kurdistan piştî Qahîre li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di sala 1902 yê derket.Maweya destpêkirina rojnamegerîya Kurdî li gorî ciranên me pir dereng nîne.Lê ji ber astengîyan bi qasê cîranên me pêşveneçuye.Piştî Rojnameya Kurdistan di sala 1918 de ji alîye rewşenbîrên me ku ji pêşveçunên vê demê sudvergirtibun bi navê "Jîn" kovarek derxistin û 21 hejmara wî kovarê derçu.Di heman demê de him li her perçeyê. Kurdistanê de him ji di gelek welatên din de gelê Kurd gelek rojname û kovar derxist."Sark ve Kurdistan"-1908 li stenbolê hat derxistin."Kürd Teavun Ve Terakki Gazetesi" 1908 li stenbolê ji alîyê Kürd Teavun Ve Terakki Cemîyetî li stenbolê hat drexistin.Di wê demê de ev rojname gelek deng da û bandorekî mezin li ser gelê Kurd kir.Her wiha kovara "Kurdistan"1908-1909-Stenbol ,"Amîda Res" 1909,"Peyman"1909-Dîyarbekir,"Rojî Kurd-Hetawî Kurd" 1913 ji alîyê Komala Hêvî,"Yekbûn" 1913 û hin kovar û rojnameyên din jî hat wesandin.Di sala 1919 kovara KURDISTAN li stenbolê hat derxistin.Di sala 1923an de li Siwêrg rojnama "Îrfan" hate derxistin.Di 1929 an de ji alîyê serokê serhildanê Agirî îhsan Nurî Pasa ji gelê Kurd re hat pêskes kirin.Li Tirkîye ji ber zordestîya rejîma fasîst a Tirkan gelê Kurd maweyekê dirêj bêdeng ma.
Lê perçeyên dinê Kurdistanê de bi taybetî Kurdistana Başur de gelek rojname û kovar wekî "Rojnama Umêdî istiqlal, Suleymanî,1923","Rojnama Bangî Heq, Suleymanî, 1923","Rojnama Pêşkewtin, Suleymanî, 1920","Kovara Peyje Bexdad" 1927, "Rojnama Rojî Kurdistan, Suleymanî, 1922","Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930","Kovara Rûnakî, Hewlêr, 1935","Kovara Ronahî, Sûriya, 1942","Rojnama Rojanû, Beyrût, 1943","Rojnama Rêga, Mehabad, 1948","Rojnama Rawêj, Mehabad" hatubû derxistin. Salên çilan di dîroka başurê Kurdistanê de,bi xwe re geşbun û pêşketinê di jiyana siaysî û çandî ya wê perçeyê de tînin.Ew salên xurtbuna tevgera Kurd ya netewî bun û salên duristbuna partîyên siyasî bi taybetî PDK ku programên wan yên pêşketî di warê guhertinkarîyên civakî de hebûn.Di gel vê yekê bi heman rihê gelek kovar derdiketin. Gelawêj kovarekê wê demê bu ku roleke mezin belavkirina bîrûbawerîyên peşketinxwaz û çandî de lîyst Kovara Gêlawêj bi rastî jî stêra geşa rojnamegerîya kurdî bû.1949ê de jî kovara serbixwe ya sîyasî bi navê "Nizar" derket.
Di sala 1932'an de li şamê kovara bi navûdeng HAWAR dest bi weşanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kiribû. Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin.Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî ku zirar dida Kurdî rizgar kiribû.Hawar despêkek nû bû.Bi Hawarê Kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bûbun ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celalat Elî Bedirxan destnîşan kiribû tê bikaranîn.Hawar dibistanek bu,Hawar wê demê de morelekê mezin da gelê Kurd.Kovara Hawar hejmarê xwe ya dawîn(hejmara 57.) sala 1943an de derxist.Piştre Celalat Elî Bedirxan kovarekê biwêne bi navê Ronahî derxist.Ronahî de giranî dengûbas hebun.Ronahî jî bo çapamenîya Kurdî de gavekê girîng bû. Li Komara Kurdistanê ku li Mahabadê hatibu avakirin rojname û kovarên fermî wekî Bangî Kurdistan hat derxistin û di varê rojnamegerîya Kurdî demekê kin de gelek tişt hat pêk anîn.Piştî rûxandina Komara Kurdistanê jî ev pêşveçun bi avayekî xwezayî qut bû.

ROJNAMEGERÎYA KURDÎ DI NAVBERA SALÊN 1950-1980
Piştî demekê dirêj rojnamegerîya kurdî bêdengîya xwe li Kurdistana Bakur sikand û bi rêberîya wek kesên Musa anter, Edîp Karahan bi tirkî be jî hêdî hêdî ber bi dewlementir buyîne ve çû.1949 an de ji alîyê Musa anter ve rojname "Dicle Kaynagi(Çavkanîya Dicle)", 1950 de jî "Şark Mecmuasi(Kovara Rojhilatê) hatiye derxistin.Di wan rojnameyan de kêşaya Kurd dihat nîqaş kirin û hin nivîs û helbestên Kurdî jî hatubû weşandin."Şarkin Sesi(Dengê Rojhilatê)" jî rojnameyekê girîg ê wê demê bû.Piştre rojnameya "Îleri Yurd(Welatê Peşketî) di sala 1958 an de li Diyabekirê hat derxistin.Di vê rojnameyê de helbestekê Kurdî bi navê "Qimil" di nav nivîsa Musa Anter de hat weşandin.Li ser ew helbestê gelek doz ser perpirsyarên rojnamyê hat vekirin û ev buyer gelek deng wê da.17'yê Çileya pêşin a 1959'an de dsgel hin xwendekarên zanîngehê 49 ronakbîrên Kurd hatin girtin.Ev buyer bi navê buyera 49'an tê nas kirin.1962'an de li Ferqînê "Silvan Sesî(Dengê Ferqîn)",dîsa 1962 de ji alîyê Edîp Karahan û Yaşar Kaya ve rojnameyê "Dicle-Firat" hate derxistin.Di sala 1963 de ji alîye Ergun Koyoncu û Yaşar Kaya ve kovareke bi navê "Deng" hate derxistin.Ev kovar jî di nav çapamenîya Kurdî roleke baş lîst.Her wiha li Kurdistana Bakur rojname û kovarên wekî -bi Kurdî û tirk- "Roja Nêwe" 1963,"Çira" 1965 ji alîyê Kemal Burkay ve,"Yenî Akiş(Herîkîna Nû)" 1966,"Dengî Teze" 1966,"Karakoçan" 1969, Mardin'in Sesi(Denegê Merdînê) 1969,"Dogu(Rojhilat)" 1969,"Dengê Siwêreg" 1969,"Bultena DDKO" 1970 hatibun derxistin. Sala 1975'an de kovareke bi navê "Ozgurluk yolu(Rîya azadî) dest bi weşanê kir û heta 1980an 44 hejmarê ev kovarê derket.Di kovara "Ozgurluk yolu(Rîya azadî) de bi zaravaya dimilî jî nivîs hebûn.Li gor gotina xwedîya kovarê Faruk Aras tîraja vê kovarê nêzî 10 000 bû.Ji ber zordestîya Dewleta tirk weşana "Ozgurluk yolu(Rîya azadî) rawestandin.1976'an de ji alîyê PDK-Tirkîye kovara "Xebat" hat derxistin.Sala 1976'an de kovareke mehane bi navê "Rizgarî" dest bi weşanê kir.Ev kovar 4 sal weşanê xwe domand.1977'an de "Pêşeng Bo Şoreş",hate derxistin.Kovara "Devrimci Demokrat Gençlik" di sibata 1978an de li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Piştî 3 hejmarên pêşîn îdarexaneya wê ji Stenbolê guhaztin Diyarbekirê.Kovar ji mehê carekê bi tirkî û kurdî(kurmancî-dimilî) derket.Kovar li ser hev 11 hejmar derket. Hejmara yekem 20 rûpel yên din jî her yek 16 rûpel bû û hejmarên 5-6 û yên 7-8 bi hevre çap bûn.(1) Tîraja wê di navbera 10.000 û 12.000 de bû. Dîsa 1977'an bi navê "Roja welat" rojnameyekê giranbuha dest bi weşanê kir û heta sala 1986 a weşanê xwe domand.Her wiha "Xebat bo rizgarîya Kurdistan" 1978-ji alîyê PDK-T,"Dengê Kawa" 1979, "Kawa" 1978,"Ala Rizgarî" 1979,li Wanê "Jîna Nû" 1979,li Entabê "Têkoşîn" 1979, û gelek kovar û rojnameyên din jî hatibun derxistin.1979'an de li Kurdistana.Bakur yekem car xwerû bi Kurdî kovarekê bi navê "Tîrêj" derket.Ev kovar jî bi hewlên cewsandinê re dûçar ma.
Li Kurdistana başur di navbera salên 1950-1980 bi girêdayê têkoşîna rizgarîyê ve bi rêberîya Nemir Mistefa Barzanî çapamenîya Kurdî jî pêşve diçu.Di vê konaxê de,rojnameya "Xebat" ya ku 1955ê wekî organa Partî Demokratî Kurdistanê(PDK) derdiket.Berê navê vê rojnameyê "Rizgarî" bû li 1953ê kongireya PDK de navê wê kirin Xebat.Wê demê de rojnameyekê din jî li Kerkukê bi navê azadî dihate derxistin.Her wiha kovar û rojnameyên wekî "Dengî Das, Suleymanî "1950, "Peyam" 1952,"Kestin" 1958,"Kovara Çareserkirdinî Kistukal" 1959,"Dengê qutabyan, Bexdad" 1960,"Afret"1960,"Rojnama Çiray Kurdistan, Suleymanî" 1962,"Tûtun" 1964...Piştî morkirina peymana otonomîya Kurdistan di rojnamegerîye Kurdî peşkeftinek berbiçav çêbû.Di wê demêde rojnameya "Hewkarî" 1970,kovara "Beyan" 1970,kovara Rojî Kurdistan 1971,kovara Roşibbîrî Nwê 1973,rojnameya Xebatî Kurdistan derket.Wê konaxê de tenê rojnameye Birayetî ku organa PDK bû bi duristî rojane derdiket."Asoy zankoy" 1977,"Estêre" 1974,"Bîrî nuwê" 1973,"Bilawkirawey Berew ronakî","Çiya" hewlêr 1970,"Dengî mamosta" 1970,"Dengî Cotyar" 1971,"Estêre" 1971,Nûserî Nwê 1972,"Amanc"1973,"Husyarî Kirêkaran" 1973,"Korî Zanyarî Kurd", 1973,"Baba Gurgur" 1973,"Bo Pêşewe" 1973,"Rêbazî nû" 1975,"Gizing, Kerkûk" 1973,"Hewalnamey Şoreş" 1978 jî hin kovar û rojnameyên wê demê bûn. Di salên 1976-1984an de şerê birakujîyê,yê di navbera hêzên Kurdî de,di rojnamegerîya wan de jî cihê xwe girt û ew şerê gotinan di radyo û rojnameyên wan de bû egera dilsarîya gelê kurd û şervanên wan û devberdana gelek kesan ji endamtîya xwe di wan partîyan de.Paşe ew hemu partî di Bereyê Kurdistanî de gihane hev û şerê birakujî rawestîya.

ROJNAMEGERÎYA KURDÎ DI SALÊN 80'an DE
Di destpêka salên 80an de li Kurdistana bakur û tirkîye cunteya leşkerî hat ser hukmê.Bi hezaran Kurd hatin girtin û kuştin.Zulm û zordarîyên nedîtî li ser gel hat pêk anîn.Lê têkoşîna gelê Kurd jî ber bi xurt bunê ve diçu. Edî gelê Kurd li bakur hêdî hêdî hişyar dibu.Di wê konaxê de jî "hin partîyan" şaşîyên mezin dikirin. Lewma jî çapamenîyeke yekgirtî çênedibû.Salên 80an de li her perçeyê Kurdistanê de têkoşîna rizgarîya netewî geştir bûbû.Bi wê yekê re girêdayî di her warê jiyanê de gelê Kurd pêşdiket.Rojnamegerîya Kurdî jî hin xurtir bû wê konaxê de.Li bakurê Kurdistanê tesîra şoreşa başur ku bi rêberîya Mistefa Barzanî pêk dihat gelek mezin bû.1981an de kovareke bi navê "Xebat Ser Riya Barzanî" dest bi weşanê kir.Dewleta Tirk nedixwest şoreşa başur ser gelê Kurdistana bakur de bibandor be.Ev armanca xwe jî bi destê hin "partîyên Kurd" dikir. Li bakurê Kurdistanê kovar û rojnameyên wekî "Pêşmerge" 1983,"Berhem","Dengê Partîzan" 1986(Organa TKP/ML navçeya Kurdistan),"Toplumsal Dirilis(Vejîna Civakî) 1987,"Ozgur Gelecek(Dahatûya Azad) 1988,"Şewqa Berxwedan" Amed 1989 hatibûn derxistin.Kovarekê herî girîng a wê demê kovara Medya Guneşi(Roja Medya) bû."Medya Guneşi kovara yekem bû ku piştî cuntaya 12ê îlonê derket û bi derketina xwe şîmaqeq mezin li rejima Îlonê xist. Bêhêvitiya ku di nav gel de peyde bûbû sikand, moralek mezin da gelê Kurd.Berpiriyarên rojnameyê Osman Aytar, Cemal Ozçelik, Yakûp Karademir, Salih Bal, Mahmûd Metîn, Abdullah Kiran,
Vedat Aydin, Nusrettin Yuksekkaya, Murat Kizilirmak, Nesih Çilgin û berpirsiyarên buraya Anqerê Abdullah Güler û yê Diyarbekirê Hamdullah Akyol hatin girtin,di hepsan de man,ceza girtin,teda û zilm dîtîn. Bêguman Medya Guneşî di dîroka rojnamegeriya Kurdî de ciyekî taybetî digre ji ber ku di dema xwe de bersîva hevcedariyeke mezin da.(2) Kovara "Deng" ku hin jî weşanê xwe didome di sala 1989an dest bi weşanê kir.Weşanê ev kovarê nêzî sîyaseta PSK(Partîta sosyalîsya Kurdistan) ye.Li başurê Kurdistanê bi xurtbuna şoreşê gelek rojname û kovarên Kurdî jî bo belawkirina ramana neteweyî dihat çapkirin."Riwangey azad" 1980, "Rêbazî pêşmerge" 1980, "Bilawkirawey Dengî lawan " 1981, "Kovara Alay surî kurdayetî" 1981, "Nûserî Kurdistan" 1981, "Estêre" 1982, "Raperîn" 1982, "Xebatî mamosta" 1982, "Kovara Kurdistan" 1982, "Kariwan" 1982, "Bilawkirawey Edebî bêgane" 1982,"Dengî Pêşmerge, Şoreşa başûr" 1983, " Rêya serkeftinê" 1983,"Rojnama Serbexoî" 1983,"Kurdayetî" 1983, "Rêbazî lawan" 1983 "Dengî xwêndekaranî Kurdistan" 1983, "Bilawkirawey Asos" 1984, "Bilawkirawey Edebî mindalan", "Rojnama Behdînan" 1982, "Kovara Pîrozî islam" 1982,"Bilawkirawey Hawdeng" 1983, "Peyamî şoreşî kurdistanî başur" 1984,"Bilawkirawey Nîrgiz" 1984, "Pala" 1984, "Roşinbîrî pêşmerge" 1984, "Rizgarî" 1985, "Dengê me" 1985, " Peyamî birayetî" 1986, "Peyamî kirêkaran" 1986, "Tendurustî û komel" 1987, "Qendîl" 1987, "Rojnama Berey kurdistanî(Organa Berey Kurdistanî)"(1988), "Helwêstî Edebî"(1988),"Terazû"(1989), û gelek kovar û rojnameyên din jî wê demê de li başurê Kurdistanê li bajarên wek Hewlêr,Silêmanî,Kerkûk û Duhok dihatin derxistin.
Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî kovarên wekî Sirwe 1984,Lawan 1983,Dengî Lawan 1984,Pêşrew 1984 û hwd. derketibûn.Li Kurdistana Surîye jî Xunav û 4-5 kovarên din hebû.

ROJNAMEGERÎ Û MEDIAYA KURDÎ DI SALÊN 90î DE
Salên 90î di mejûya Kurdistanê de werçerxanek girîng bû.Bizûtneweya rizgarîya Kurdistan li her beşê Kurdistanê de geştir dibû.Hemû bajarên Kurdistanê de serhildanên mezin pêkdihat.Li bakurê Kurdistanê hesta neteweyî bilind dibû.Di serî de Amed,Şirnex,Merdîn,Wan û gelek bajarên bakurê Kurdistanê serhildanên mezin çêdibû.Li başurê Kurdistanê têk çûna şoreşê, qetlîamên ser xalkê Kurdistan ku ji alîyê rejîma Iraqê dihat kirin morela gel xirab kiribû. Karesatên wekî anfal,Helebce hêvîya gel sikandibû.Lê sala 1992an de gelê Kurd li başur delfetek baş bi dest xistin û cara yekem gelê Kurd bi hêvîyen mezin hilbijartina Parlemana xwe çêkir.Edî beşekî Kurdistan ne bin destê dagirkeran bû.Edî gelê Kurd li beşekê Kurdistanê de dikarî bû bêhn bigre.Bi zor û zahmetîyan be jî hêvîya sedsalan pêk hat gelê Kurd jî mafê xwe ya xwezayî bikar anî.Wekî hemû netewan pêwist bû ku gelê Kurd jî xwedîyê dewletek be. Piştî avakirina Parlemen û Hikumeta Kurdistan DEWLETA FEDERE A KURDISTAN(DFK) jî hat îlan kirin.Ku hin jî ser pîyaye. Li bakurê Kurdistanê weşana bi tirkî di nav rojnamevanîya Kurdî de wê konaxê de jî berdewam kir.Destpêka salên 90î de rojnameya "Halk Gerçegi(Rastîya Gel)" dest bi weşanê xwe kir û di nava salekê de ji aliyê dewleta Tirk hat girtin.Ev rojname îcar bi navê "Yenî halk gerçegî(Rastîya Gel a Nû)" weşanê xwe berdewam kir,ev jî heman salê de hat girtin.1990an de rojnameyeke din bi navê "Yenî Ulke(Welatê Nû) dest bi weşanê kir û ev rojnameye rekora Cîhanê sikand,di nav salekê de 55 doz hat vekirin,30 caran hat girtin,18 car jî hat civandin.Ev rojname jî 1993an de hat girtin. Her wiha wê demê de bi navên "Ozgur Halk(Gelê azad)" 1990,"Serhildana Gel" 1990 2 kovar derket.1991an de kovarekê îllegal ku navê wî "Xebat Bo Serxwebûna Kurdistan" bû ji alîyê komîteya Navendîya PDK li bakurê Kurdistanê 6 hejmar hat derxistin. "Li Welat" jî ku organa weşanîya nav welat a KUK-SE(Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê) bû 1991an de derket. Dîsa 1991an de kovara "Newroz" hate derxistin.1991 an de cara yekem di dîroka rojnamegerîya bakurê Kurdistanê de rojnameyekê xwerû bi Kurdî bi navê "ROJNAME" hat derxistin.Çi mixabin ev rojname ji alîyê "hin derdoran" hat asteng kirin û tenê hejmareke vê rojnameyê derket.Her wiha 1991an de li Dîyarbakirê kovarekê bi Kurdî-Tirkî bi navê "Govend" derket.1992an de ku ev sal tekoşîna gelê Kurd jî û zilma dagirkeran jî gihîst asta xwe ya herî bilind ji alîyê Navenda Çanda Mezopotamya(NÇM) kovareke bi Kurdî(Kurmancî û dimilî) hat weşandin û demekê dirêj weşanê xwe domand.Kovarên bi wî rengî tevkarîyek pir mezin dida wêje û çanda Kurdî.Kovarên "Newroz ateşî(Agirê Newrozê)","Ehmedê Xanî","Serketin", "Yurtsever Gençlik(Ciwanîya Welatparez),"Komel" jî hin kovarên girîn ê wê demê bûn.Kovara "Nudem" jî 92an de li Swêdê de dest bi weşanê kiribû lê dihat bakurê Kurdistanê jî.Ev kovar di pêşxistina wêjaya Kurdî de rolekî ciwan lîst. 1992an de piştî rojnameya "ROJNAME" duyemîn rojnameye xwerû bi Kurdî rojnameya "Welat" dest bi weşanê kir.Dîsa 1992an de yekemîn kovara pêkenînî li bakur kovara "Tewlo" derket.Her wiha rojnameya "Azadî" jî 1992an de dest bi weşanê xwe kir.Ev rojname bi Kurdî û tirkî bû.1992an de rojnameyekî din jî "Ozgur Gundem(Rojeva azad)" bû.Ev rojname jî ji alîyê Dewleta Tirk ve hat asteng kirin,rojnamevanên wê rojnameyê hat kuştin û eskenece kirin,belavkerên wan jî dihatin kustin.Rojnameya "Armanc" jî rojnameyeke hêja bû ku 1992an dest bi weşanê kir û di dîroka rojnamegerîya Kurdî de cihê xwe girt.Rojnameyên Kurdî wê demedê dihatin girtin û bi navêke din weşane berdewam dikirin.Mînak "Welat" hat girtin bû "Welatê me" (1995),Azadî hat girtin bû "Dengê azadî" (1994),Dengê azadî bû Ronahî,Ronahî bu Hêvî, Hêvî bû Roja Teze,Roja teze jî niha "Dema Nû"ye.Piştre bi girtin û zordarîyên mezin "Ronahî"(1995),"Hêvî"(1996),"Jiyana Nû"(1995),"Roj"(1995),"Nû roj"(1996),"Yenî Polîtîka(Polîtîkaya Nû)" 1995,"Ozgur Yasam(Jiyana Azad)"(1996),"Demokrasî" (1996),"Jiyana Rewşen"(1997) gelek kovar û rojname hat derxistin.Wê demêde zordarîyeke pir mezin ser rojnamegerîya Kurdî hebu.Dewleta Tirk di hovîtî de sînor nasnedikir.Mînak 1994an de avahîya rojnameya Ozgur ulke hate bombekirin.Lê edî Komara Tirk fêm kiribu ku bi tu avayî nikaribe dengê gelê Kurd qut bike.Weşanvanîya Kurdî de heta destpêka salên 2000î bi kovar û rojnameyên wekî "Ulkede Gundem","Stêrka Rizgarî","PêşeROJ","Yenîden Newroz","Jujin","2000'de yeni Gundem","Roza","Zend","Demokrasîya Nû,"War","Roja teze","Gulîstan","Pêlîn","Yedîncî Gundem(Rojeva Heftemîn)","Rojev", Kovara mîzahî Pîne serpêhatîya xwe domand. Her wiha salên 90î de gavek pir mezin vebûna Televîzyona yekemîn a Kurdî ku li seranserî Kurdistanê û 80 welatên Cîhanê de weşan dikir MED TV bû.Her çikas wê demêde hin televîzonên Kurdî li başurê Kurdistanê hebe jî ne satalytî û netewî bûn.MED TV sala 1994an de dest bi weşane kir û sînorên navbera perçeyên Kurdistanê hinek be jî rakir.Di serîda Tirkîye û dagirkerên din gelek caran bi cureyên curbecur êrîşî MED TV kirin.MED TV 1999an de hat girtin.

Başurê Kurdistanê de piştî îlan kirina DEWLETA FEDERAL A KURDISTAN(DFK) wê perçeya Kurdistanê de her çikas ne fermî be jî dewletek serbixwe hat avakirin.Parlemena Kurdistan,Hikumeta Kurdistan,Wezaretên Kurdistan hemû dezgeh,sazî, komale,sendîka,yekîtî,partî bi nasnameya xwe ya Kurdeyatî li gor rêzikên hikumeta Kurdistan li ser karê bûn.Ev azadî tesîra xwe ser çapamenîya Kurdî jî kir.Destpêka DFK de ji ber astengîyên polîtîk û aborî dezgehên media tunebu.2-3 katjimêr televîzyonên PDK Û YNK weşan dikir.Organên fermîya Hikumeta Kurdistan tunebun tenê organa Hikumetê rojnameya "Herêm" hebû.Belam başurê Kurdistanê her roj berew pêşkewtin û dewlemend buyîne ve diçu.Ev pêvajo de şerê "birakujî" derbeyek mezin moral û bawerîya gelê Kurd û pêşketina Kurdistana azad xist.Ji ber ku li Kurdistan azad wekî Kurdistan Bakur "girtin" tune bu lewma jî rewşa rojnamegerîya Kurdistan başur wekî bakur bi girtin,kuştin û vebunên re ne tijîye.Li Kurdistana başur profesyonelî pêşket û kovar û rojnameyên curbecur hat derxistin.Kovarên tenduristî,siruştî,wêjeyî,musîkî,çandî,hunerî,wênekeşî,erdnîgarî,zanistî,nuçeyî,werzişî û hwd... Piştî azadîya beşekê Kurdistan başur rojname û kovarên wekî "Alay şoreş","Baban","Bûn","Demokrasî", "Êsta","Gazî","Gelawejî Nwê","Gulan","Karwan,"Serab","Serboxoî(oragana Partî Serboxoî Dîmukratî Kurdistan),"Wêran","Raman", "Rûnakî" dest bi weşanê kiribun.Piştre roj bi roj kovar û rojnameyên nû dest bi weşanê kirin.Ji ber ku hejmarên wan gelekin ezê tenê nav û salên wan bidim.Her yek bi serê xwe di pêşxistina çand,huner,muzîk,edebîyat, hestên neteweyî,modernîzasyonaKurdistan,dîplomasî û pêşxistina civaka Kurdî cihêkî girîng girtine.Weşanên ku heta salên 2000î derketine;

Kovara Karwan bo zanistî mirovayetî(1990), Rojnama Awedanî(1991)
Rojnama Alay azadî(1991)
Kovara Ezmûn (1991)
Kovara Edebî kirêkar(1991)
Kovara azadî-Silêmanî-(1991)
Rojnama Aborî-Hewlêr-(1992)
Kovara Aborî û komel-Silêmanî-(1992)
Bilawkirawey Encûmenî Niştimanî Kurdistan-Hewlêr-(1992)
Kovara Kelepûrî kurd(1992)
Kovara Alternatif(1993)
Rojnama Babe gurgur-Kerkuk-(1991)
Rojnama Mafnas(1991)
Kovara Nûxazî(1991)
Kovara Newroz-Duhok-(1992)
Rojnama Bopêşewe(1992)
Rojnama Werziş û lawan(1992)
Rojnama Hewlêr(1992)
Kovara Berhemî bawer(1992)
Kovara Beyan-Kerkuk-1992,Kovara Belên(1992)
Rojnama Pale-Raniye-(1992) Kovara Pirone-Kerkuk-(1992)
Rojnama Parêzgaran(1992)
Kovara Senger
Kovara Sînema(1992)
Bilawkirawey Şepol(1992),
Kovara Nojdar(1992)
Kovara Şebeng(1992),Kovara Şaristaniyet(1992)
Kovara Peyamî wergêr(1992)
Rojnama Perlemana Kurdistan(1992)
Kovara Mehabad-Duhok-(1992)
Kovara Meşixel(1992),Kovara Piştgîrî(1992)
Kovara Perîsitan(1993)
Rojnama Peyman-Duhok-(1994)
Kovara Çeleng-Zaxo-(1992)
Kovara Çermû-Çemçemal-(1992)
Rojnama Dengê Mirov,Hewlêr
Bilawkirawey Dengî kirêkaran-Duhok-(1992)
Kovara Dengê Zana(1993)
Kovara Heng(1993)
Bilawkirawey Dengî kirêkaran(1993)
Kovara Derwaze-Raniye-(1992)
Bilawkirawey dengî zanko-Suleymanî-(1993)
KovaraDiwaroj(1994),Rojnama Dahênan
Kovara Riwangey cîhan(1992)
Kovara Pênîsans(1993),Rojnama Rêgay Rencderan-Duhok-(1993)
Rojnama Rizgarî(1993)
Kovara Jîn(1993),Kovara Jîyar-Duhok-(1993)
Rojnama Serhildan-Duhok-,Kovara Kazêwe(1994)
Rojnama Alay Hilbijartin(1994),Kovara Aştî(1994)
Kovara Ayind(1997)
Kovara Ezmir-Helebça-(1995),Kovara Pêşmerge(1995)
Rojnama Emro(1994),Kovara Cemawer-Helebçe-(1994)
Kovara Eşkeft,Kovara Awat û Hêvî(1998)
Kovara Peyv(1995), Rojanama Ayinde(1996)
Kovara Duhok(1997),Kovara Dicle(1998)
Kovara Bizava pala(1998),Kovara Peyv(1997)
Kovara Pêla serbest
Bilawkirawey Rojnamenûs(1999)
Bilawkirawey Tekan,Kovara Dengêk(1996)
Kovara Avêsta-Duhok-(1998),Rojnama Behra(1998)
Kovara Dozinewe(1997)
Belavoka Pale-Duhok-(1998), Kovara Dengê xondevan-Duhok-
Bilawkirawey Taman,Kovara Tûeşûî zanistxiwazan(1998)
Kovara Kildanî-Duhok-(1999)
Kovara Diyalog(1998),Rojnama Dengî qela(1999)
Rojnama Rêgay dîmokrasî(1998)
Kovara Dengvedan-Zaxo-1997,Belavoka Dengê pîroz(1998)
Kovara Nivar-Suleymanî-(1998)
Rojnama Raperîn(1997),Kovara Rêbazî çandî(1998)
Kovara Roşenbîrî kildanî(1999)
Kovara Qelay Hewlêr(1998),Kovara Namey akrê-Akrê-(1998)
Kovara Serdem(1999)
Kovara Hamûn-Koye-(1998) Kovara Serê rê(2000),Kovara Huner

Kovara Senterî lêkolînewey sitratîcî
Rojnama Rêberî pêşmerge
Rojnama Rojnamewanî(2000),Kovara Jîyar-Duhok-
Kovara Peyrew(1998)
û gelek kovar û rojnameyên din jî heye nivîsandina navên wan zehmete li Kurdistana azad hatîye derxistin. Li Kurdistana rojhilat jî gelek kovar û rojname derketîye.Hinek wana ewin.Rojnama Auyer-Sine-(1997),Kovara Rewandiz-Rewandiz-(1996),Rojnama Şehade... Hin kovar û rojnameyên ku di salên 90î de li Kurdistana Surîye derketine. Kovara Aso (1992),Rojnama Xwendevan(1997), Rojnama Deng(1995)...

ROJNAMEGERÎYA KURDÎ YA DERWEY WELAT
Gelek kovar û rojnameyên Kurdî li derwey Kurdistanê jî derketîye lê çerçoveya ev nivîsê de nînin,çunke ên ku qet nakevin hundirê Kurdistanê zêde sûda wan tuneye.Ez dîsa jî navê hinek wan didim.

Rojnama Rêya teze,Erîvan, 1930
Rojnama Kurdistan,Azirbeycan, 1947
Kovara Kurdistan,Ingeltere, 1958
Kovara Kurd, USA,1963
Rojnama Bangî Kajîk,Berlîn, 1968
Kovara Pêşmerge,Finland, 1974
Kovara Kolnedan,London, 1976
Rojnama Armanc,Swêd, 1979
Kovara Belavok,Swêd, 1979
Kovara Rizgariya Kurdistan,Swêd, 1979
Rojnama Barzan,USA, 1981
Kovara Berbang,Swêd, 1982
Kovara Bangî Kurdistan,Hungarya, 1982
Rojnama Berxwedan,Swêd, 1983
Kovara Berbangî Kurdistan,Swêd, 1984
Kovara Helebçe,USA, 1986
Kovara Berhem,Swêd, 1987
Kovara Bingeh,Frankfurt, 1988
Kovara Peyvînuiê,London, 1991
Kovara Bangî rastî,London, 1991
Kovara Aware,Holenda, 1992
Kovara Dîdar,Swêd, 1992
Kovara Penaberîkurd,Pakistan, 1991
Kovara Kilawrojene,Pakistan, 1991
Kovara Çanda gel,Beyrût, 1991
Kovara Kurd,Kazaxistan, 1992
Kovara Gelavêje,Gurcistan
Kovara Roj,Swêd, 1993
Kovara Raperîn,USA, 1993
Kovara Dengî Gel,USA û Keneda, 1982
Bilawkirawey Dengî kurd,Finlenda, 1994
Kovara Çira,Swêd, 1995
Kovara Helwest,Swêd, 1995
Kovara Jîndan,Swêd, 1996
Kovara Nûdem Werger,Swêd, 1996
Kovara Rojbaş,Swêd, 1996
Kovara dengubasî Kurdistan, 1996
Kovara Avaşîn,Stokholm, 1996
Kovara Agahdarî,Brusel, 1996
Rojnama Zayele,Darmstadt (Elmanya), 1996
Kovara Peyam,London, 1997
Kovara Însîyatîf,Swêd, 1997
Kovara Çiwarçira,Yogoslavya, 1998
Bilawkirawey Awedanî,London, 1998
Kovara Helale,Nürnberg (Elmanya), 1998
Kovara Pênûs,Elmanya, 1999

ROJNAMEGERÎ Û MEDIYAYA KURDÎYA ÎROYÎN
Piştî destpêka salên 2000î wekî hemî Cîhan,Kurdistan jî xwe guhert.Belê Kurdistan hin jî ne serbixwe ye,hin jî ne yekbuyîye.Lê gelê Kurd li gel hemu şaşitî û xete yên xwe,niha asta geşepêdan de ye.Tevgera netewîya Kurd hêdî hêdî fêrî xwe helsengandine dibe.Teknolojî di leha xalkê Kurd de pêşdikeve.Kurd nêzî hev dibe.Buyeraka li Hewlêr an Qamişlo,Amed an jî Mehabad dikare Kurdên hemû perçeyê rake ser pîyan.Vê tiştî de bandora herî mezin bi pêşketina teknolojî û livdarbuna hişmendîya neteweyî gelê Kurde.Jixwe ji ber ne serbixwe buyîna welatê Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya Kurd ne gengaze.Kêşeya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê Kurd de bibe egera sar bûyînê.Tenê hin pirsgirêkên teknîkî derdixe holê.Bi bikaranîna yek elfebe dibe ku ev problem jî ji holê rabe. Êsta bi dehan rojname,bi dehan tv û radyo,bi sedan kovar,bi hezaran jî malper hene.Û heta niha ji dûhezarî(2000) zêdetir kovar,belawok û rojnameyên kurdî derketîye.Li Kurdistana Azad wekî GULAN,XAK,SERDEM,RESEN,DUHOK grubên medya jî mewcûde. Niha bi kurtî rewsa medyaya Kurdî wisaye.

Rewşa niha ya Rojnamegerîya Kurdî Rojnameyên me piranî ne rojaneye û hinek wan jî ne vedorî derdikevin.2 rojnameya Kurdî a rojane heye. Piranîya wan wekî rewşekê xwezayî li Kurdistana Azad derdikevin.

Rojnameyên Kurdî Ku Niha Weşan Dikin Wihaye(2004);
Navê Rojnameyê Cih Navnîsana Malper
XEBAT (Birayetî) Rojnameyek rojaneye li Kurdistana Başur derdikeve.Navenda wî li Hewlêre. http://www.birayeti-xebat.net/
KURDISTANÎ NWÊ Rojnameyek rojaneye li Kurdistana Başur derdikeve. Navenda wî li Silêmanîye. http://www.puk.org/
DEMA NÛ Rojnameyek panzdehrojîye.Li Kurdistana Bakur derdikeve. http://www.demanu.com.tr/
FIRATTA YASAM Rojnameyek hefteyîye li Kurdistana Bakur derdikeve. http://www.firattayasam.net/
AZADÎYA WELAT Rojnameyek hefteyîye li Kurdistana Bakur derdikeve. http://www.welat.com/
NÛ AZADÎ Li Kurdistana Bakur Derdikeve. Malpera ev rojnameyê nîne.
AGIRÎ Ev rojnameya Kurdî li Kurdistana Rojhilat tê derxistin. http://www.kurdistanmedia.com/
DENG Rojnameyek Başurê-rojavayî Kurdistanê ye. http://www.deng.wz.cz/
EVRO Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve.-Duhok- http://www.evro.nu/
HAWLATÎ Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.hawlati.com/
HEFTENAME-GULAN Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.gulan-media.net/
EMRO Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.amroo.com/
PAŞKO Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.puk.org/
REGAYÊ KURDISTAN Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.iraqcp.org/regay/indexx.htm…
MÎDYA Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.ydnk.com/
ALAY AZADÎ Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. www.ktp.nu/ala.htm
RESEN Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. www.ktp.nu/resen.htm
YEKGIRTU Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.kurdiu.org/
DAHENAN Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.kurdiu.org/
SERDEMÎ NÛ Li Kurdistana Azad(Başur) derdikeve. http://www.sardam.info/
KURDISTAN Li Kurdistana Rojhilat de derdikeve. http://www.kurdistanmedia.com/
KURD Rojnameya Kurdên Avustûralya. http://www.geocities.com/kurdnewspaper/index1
DÎPLOMAT Rojnameya Kurdên Azerbaycanê. Malpera ev rojnameyê nîne.
HÊVÎYA BERBANGÊ Rojnameya Kurdên Qefqasya. http://www.micagitk.com/
MESOPOTAMIA Li Kurdistana Rojhilat de derdikeve. Malpera ev rojnameyê nîne.
ROŞNAYÎ Li Kurdistana Rojhilat de derdikeve. Malpera ev rojnameyê nîne.
XWENDINÎ LÎBERAL Li Kurdistana Rojhilat de derdikeve. Malpera ev rojnameyê nîne.
KURDISTAN SPORT Li Kurdistana Rojhilat de derdikeve. Malpera ev rojnameyê nîne.
JAMAWAR Li Kurdistana Rojhilat de derdikeve. Malpera ev rojnameyê nîne.
Hin Rojnameyên Cîgayî(Mehellî) TAERÎB Li sarê Kurdistana Azad(Basur) XANEQÎNê derdikeve.
http://www.taerib.8m.com/
KANÎYA SPÎ Li bajarê Kurdistana Azad(Başur) MUSILê derdikeve.
Malpera ev rojnameyê nîne.
SÊRTA AZAD Li bajarê Kurdistana Bakûr SÊRTê derdikeve.
Malpera ev rojnameyê nîne
MEHABAD Li bajarê Kurdistana Rojhilat MEHABADê derdikeve. Malpera ev rojnameyê nîne

Dibe ku hin navên rojnameyan di vê lîsteyê de nebe.

Rewşa niha ya Kovarvanîya Kurdî
Niha nav welat û derveya welat gelek kovar derdikeve.Piranîya wan li Kurdistana Başur derdikeve.Li Kurdistana Başur dusedî(200) zêdetir kovar heye.Ger Kurdistana Başur derbasî elfebeya latinî be hemû gelê Kurd dikarê ji wan kovarên hêja sûdverbigre.Ên ku li Kurdistana Bakur derdikevin kêşeya wan a aborî û bêxwendewanî heye.

Berdewamî
designed by Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net