KURD
LI SÛRYA
(pirsa biyaniyan)
KAMÎRAN
HACO
Dîroka
gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê , ne cuda ye ji dîroka gelê Kurd
li parçên dîtir , dîroka zulm ,zor û înkarê ye, dîroka inkara
mafên rewa yên miletê Kurd e..
Dîroka
vî parçî bi peymana Saykis-Pîko (1916) ,destpêdike. Berî vê demê
devereke bi navê Kurdistana Sûrî yan têrmekî weke Kurdên Sûrî
tunebû.!
Loma
jî pirsên ko nijadperestên Ereb tînine holê weke ,gelo Kurd ji kengî
ve li vî welatî bûn? Yan gelo ev qada ko îro li ser dijîn ya wan e?
Pirsên ne di ciyê xwe de ne..
Ji
xwe ev cure pirs bi du rengan têne giftûgokirin : -Siyasî
, -Dîrokî.
Ji
aliyê dîrokî ve ,ko mijara pisporan e, hêjayî gotinê ye ko herêma
ko îro Kurd lê dijîn (li Sûrya) tim bûye herêma miletê Hûrî .
Li gor dîrokzanan ev milet ji bapîrên Kurdan tê jimartin ji ber ko
miletê Kurd ji encama têkilbûna du grûpan e: 1-Grûpa gelên Qefqasî
weke Kaşiyan , Hûriyan ,Lolo ,Gûtî .. 2-Grûpa gelên Îndo-Ewropî
weke Mîdiyan , Kardoxan , Skîzan ûhw..
Hûrî
di dîrokê de pir kevn in û temenê wan nêzî 5000 sal e. Lê eger em
basa Ereban bikin , cara pêşî navê wan di dîrokê de, di pîlikên
Aşûriyan de xuya dike , di sala 853an B.Z , ew jî li başûrê
Sûrya ko jê re ( Badiyet Elşam ) dibêjin..Û di sedsala 7 an de , bi
Islamê re , li Kurdistanê xuyadikin..
Di
warê siyasî de Ereb bi hemî aliyên xwey siyasî ve , peymana Saykis
–Pîko napejirînin û weke peymaneke sexte nasdikin û dibêjin ko vê
peymanê welatê wan li dijî vîna wan parçekiriye..
Em
Kurd jî di eynî dîtinê de ne û ji mafê xwe jî dibînin ko bêjin
ko vê peymana sexte ne bi tenê welatê me bêy vîna me parçekiriye,
her weha bê heq em bê dewlet jî hiştin û em bi dewletên dîtir ve
girêdan..Yanî hem welatê me parçekirin hem jî welatê me li miletên
dî parvekirin..!!
Ev
yeka han di praktîkê de , di 20-10-1921 an de pêkhat , gava ko
peymana Enqerê di navbera Fransa ( ji dêl Sûrya ve) û Tirkya de hate
morkirin . Ji wê rojê û vir ve Rojavayê Kurdistanê bû malê
dewleteke nû , bi sînorekî nû ,ko tu caran di dîrokê de Sûryake
bi vî rengî nebû.. Ji wê demê ve rewşa gelê Kurd , li vî parçî
, di hemî waran de civakî , siyasî , aborî û kultûrî bi rewşa giştî
ya Sûrya ve hate girêdan û bandora xwe lêkir..
Eger
em dîroka nû ya vî parçî berçav bikin , dê sê qûnaxên sereke
xuya bikin:
1-
Qûnaxa
Osmanliyan: Di vê qûnaxê de tu cudayiya vî parçî ji bakurê
Kurdistanê tunebû . Ev qûnax di dîrokê de bi gelemperî bi ( lêborîna
netewî û tundbûna olî ) tê nasîn..
2-
Qûnaxa
Fransa (1920-1946) : Di vê demê detêkiliyên desthilatdariya Fransî
li sûrya bi Kurdan re , bi giştî , ne li ser bingihê zulm û inkarê
bû . Mirov kare bêje ko aramiyek û rihetiyek ji aliyê siyasî ve ji
Kurdan re hebû , û nadî û rojname û çalakiyên netewî di vê
demê de pêkhatin. Lêbelê di eynî wext de tu projên ji dil yên
Fransî ji Kurdan re nebûn, û doza Kurdan ji Fransa bo pêkanîna
dewleteke Kurdî li Cizîrê , weke dewletên dîtir ko Fransa li Sûrya
çêkiribûn (Durzî , Elewî..) , bê guhdan ma. Herweha ev doz ji aliyê
ciyosiyasî ve jî bê bingih bû!!
3-
Qûnaxa
serxwebûna Sûrya: Ji 1946an ve destpêdike ta weke îro.Di vê demê
de miletê Kurd bû armanca nijadperestên Ereb û hemî projên şovînî
di vê demê de pêkhatin. Ev yek ji destpêka salên 50î de ,destpêdike
û di dawiya wê de (Yekîtiya Sûrya û Misrê) û ta parçebûna wan
di serê salên 60 î de tundtir dibe û bi hatina desthilatdariya
partiya Beès di 1963 an de digihe asta herî dijwar ..Û bê çawa
miletê Kurd piştî şerê cîhanê yê yekemîn ji encamên wê bê
par ma û berjewendiyên wî yên netewî hatne binpêlkirin û ji bazarê
bi zanebûn hate dûrxistin , eynî tişt di formulkirina dewleta Sûrî
de , di hemî waran de (qanûnî , siyasî , aborî…) ,û dîsa bi
zanebûn hate dûrxistinû li dijî vîna wî hîmê dewletekê hate danîn.
Bi gotineke dî , Kurd ne weke hevparê welêt hatne jimartin lêbelê
weke dijminan .!! Loma
siyaseteke nijadperest li himber Kurdan hate birêvebirin.
Eger mirov bixwaze vê siyaseta nijadperest baş nasbike , gerek e mirov
li pitûka bi navê (lêkolînek li ser parêzgeha Cizîrê di warên
netewî – civakî – siyasî de) vegere . Ev pirtûk ji aliyê
Mihemed Teleb Hîlal ve hatiye nivîsîn . Ew bi xwe efserekî parastinê
bû li parêzgeha Cizîrê di salên 60 î de. Ev (mirov!) sazkarê vê
siyaseta şovînî ye .
Di
pirtûka xwe de ew pêşniyar dike ko çareke ji kok ve ji pirsa Kurdî
li sûrya bê danîn ko tu caran û bi tu rengan di pêşerojê de
weke pirsekê newê pêşiya wan. Bi kurtayî pêşniyarên wî ev in:
1-Koçkirina
Kurdan berû hundirê Sûrya.
2-Kurdan
nezan û nexwendî bihêlin di riya qedexekirina avakirina dibistanan û
dezgehên zanistiyê.
3-Hemwelatiya
Sûrî ji Kurdan bête standin û wan koçbar bikin.
4-Deriyê
kar li ber Kurdan bê girtin û bi vî rengî koçkirina wan hêsan dibe.
5-Dijayetiyê
di navbera Ereban û Kurdan xurt bikin.
6-
Di şûna şêxên Kurdan yên Ereb bêne danîn.
7-Kurdan
bi hev bidin kuştin.
8-
Anîna Ereban û bicîkirina wan di herêma Kurdan de(sînorê Sûrya û
Tikiya).
9-Kembera
bakur (warê Kurdan ) bibe herêmeke leşkerî.
10-
Di vê kemberê de ,çêkirina werzên hevbeş ji Ereban re û biçek
kirina wan.
11-
Qedexekirina kesên ko bi Erebî nizanin bo tevlîbûna hilbijartinan.
12-
Çi kesê ko mafê hemwelatiyê li vê herêmê bixwaze dive ko njadê
Ereb be.
Bi
rastî Hikûmetên ko hatin ev (camêr!) fedîkar nekirin û ne bi tenê
gelek ji xwestinên wî bi cî anîn , lêbelê lê zêde kirin jî.
Her hal du projên şovînî sereke li dijî miletê Kurd pêk anîn :
-
Serjimartina
awarte (1962).
-
Kembera
Erebî (1973).
Serjimartina
awarte
Biryarnamek
bi jimara 93 di 23.8.1962 an de ,ji 24 bendan derket . Benda pêşî dibêje:
-
Serjimartinek
wê di rojekê de ji xelkê parêzgeha Cizîrê re bê çêkirin ,li gor
daxwaza wezîrê navxwe û wê roja serjimartinê ji aliyê wezîrê nexşekêşanê
bê xuyakirin.
Di
roja 5.10.1962 an de ev jimartina awarte pêkhat . Di encama wê de
150,000 Kurd bê nasname man ( li gor jêderên rêxistinên Kurdan), û
navê wan bû ( Ecanib Etrak – Biyaniyên Tirk). Ev kesên han di şev
û rokê de hemî mafên wanî qanûnî ji wan hatine standin weke: Kar,
xwendin, milk, zwac û qeydkirina zarokan, derketina ji welêt û hwd..
Di
sala 1969an de biryarnameke dî derket bi nimra 276, têde navê wan
hate guhertin û bû (Ecanib Sûriyîn – Biyaniyên Sûrî) .
Armanca
vê serjimartina awarte:
1-
Guhertina
dêmografiya parêzgeha Cizîrê û rûdêna wey Kurdî bi ya Erebî bê
guhertin.
2-
Dengê
Kurdan di hilbijartina de kêm bibin û di şûna nûnerên wî nûnerên
xerîb (Ereb) bi qedera wî siyasî bileyzin , yanî bi gotineke dî
guhertina denga siyasî.
3-
Ji
bo ko miletê Kurd ji rêforma erdê (çandiniyê) bê par bimîne , û
neçar bimîne dev ji gund û warên xwe berde û di encamê de dêmografiya
herêmê bê guhertin.
4-
Yekîtiya
Kurdistanê ya cografî têxe aloziyê ,û têkiliyên di nav parçên
Kurdistanêde bibire, nemaze ko şoreşa Îlonê li Başûr destpêkiribû
û metirsiyek kiribû dilê nijadperestên Ereb de.
Piştî
40 salî ji bûyera bê qudoş , hîna 200,000 Kurd bê nasname hene (li
gor jêderên Kurdan). Dewleta Sûrî jî di sala 1996 an de , di
bersiva xwey ji (Human Rights Watch-Middle East ) re, mukir hat ko nêzî
150,000 Kurd bê nasname li Sûrya hene..!!
Kembera
Erebî
Ew
jî yek ji pêşniyarên M.T.Hîlal bû ko pêkhat . Projekî şovînî
, qirêj , ne qanûnî û li dijî mirovayetiyê ko dewleta Sûrî û
partiya Beès her tim li dijî eynî proje propoganda dikin
,ji ber ko cihû li dijî Filestîniyan eynî karî dikin . Ev durûtiya
Sûrya di gelek warên dîtir de jî xuya dike gava ko pirsa Kurd tê
holê.!!
Îro
bi dirêjiya 375 km. û bi ferehiya 10-15 km. li (Bakurê Sûrya) ,ko
welatê Kurda ye, 33 gund ji Ereban re hatine avakirin û erdên Kurdan
li wan hatne parvekirin . Piraniya van Ereban bi hênceta ko Erdên wan
li parêzgeha Reqayê , li dora çemê Ferat binav bû , dewletê
ew di sala 1973 an, anîne herêma Kurdan.!!
Erdên
ko li wan hatne belavkirin ,baştirîn erdê welêt e û bi taybetî li
parêzgeha Cizîrê. Barana wê nêzî 400-500mm ye ,di wextê ko li
Qubletê parêzgehê 100-150 mm ye. Gundiyên Kurdan yên bi nasname ,para
wan ji rêforma erdê li binya Reda ket (Qubletê parêzgehê), herêmên
kêm baran û dorî warê bav û kalan , û zeviyên wanî bi xêr û
bereket bûna para rûniştvanên parêzgeheke dî..!!
Rûdanên
siyaseta nijadperest
Bi
dirêjiya desthilatdariya partiya Beès li Sûrya , di gel van herdû
projên şovînî ko me berê şirovekir, siyaseteke nijasperest bi
zanebûn li himber miletê Kûrd de meşand . Ev siyaseta han di hemî
waran de xuya kir û li ser bingeha inkar û asîmîlekirinê birêveçû
,weke nimûne dixwazim çend xalên giring diyarkim:
1-Di
warê kultûrî de: Qedexekirina zimanê Kurdî û dibistanan û çapkirina
pirtûkan û hemî çalakiyên kultûrî.
2-Aborî:
Paşxistina herêma Kurdan di warê aborî de weke nimûne tu fabrîke
li herêmê nehatne çêkirin , riyên wê nehatne pêşxistin ji bo geşkirina
têkiliyên bazirganiyê, bi ser ko herêma herî zengîn li
seranserî Sûrya tê nasîn (pitrol ,çandinî) . Herweha weke berê me
gotî erdên Kurdan yê baş ji wan hatne standin.
3-Civakî
: Birêvebirina siyaseta nezankirinê (sedhezaran Kurdên biyanî) , û
ta weke îro tu dibistanên xwendina bilind li herêmê nehatine vekirin
. Qedexekirina xwe birêxistinkirinê di warê civakî de weke komele ,
nadî ….Xurtkirina bawerî û têkiliyên paşverû di nav Kurdan
de..Alozkirina kar û rêgirtina rê li ber Kurdan ko di warê civakî
de bi hêz bibin di riya alozkirina pêşveçûna wan di astên
karmendiyê de û tim hiştina wan di asta herî nizim de ,
herweha dergehên leşkeriyê jî li ber wan girtiye ji bo eynî armancê(ji
bilî leşkeriya mecbûrî)..
4-Dîrokî
:Di riya sextekirina dîrokê de ji bo çespandina Ereb bûna Sûrya û
diyarkirina Kurdan weke koçbarên ne qanûnî ko tu mafên wan di
vî welatî de nîne û nabe ko hebe jî , ji bo vê yekê komek ji
siyasetmedar û pispor û mamosteyên zanîngehan û rojmevanan hatin/tên
e bikaranîn..
5-Kurdistanî
: Çespandina tunebûna pirsa Kurdî di riya bikaranîna têkiliyên
dewletê bi hin hêzên Kurdistanî re ko ciyê dax û gomanan e li bal
gelê Kurd li Sûrya ye..!!
6-Di
siyaseta derve de: dewleta Sûrî tim di civînên herêmî de beşdar
dibû/dibe gava ko pirsa Kurdî li ser masê bû/be ji bilî peymanên
veşartî bi dewletên herêmî re..
7-Girtin
û tirs û izyet jî ji rûdanên giring bûn yên siyaseta nijadperest.
8-Siyasî
: Hebûna kurdan li Sûrya nayê pejirandin û rêxistinên wan qedexe
ne û siyaseta asîmîlasiyonê di hemî waran de li dar e , Kurd ta navên
Kurdî nikarên li zariwên xwe bikin , ne jî li dikanê xwe bikin .
Navên gundan ko bi hezarê salan bi Kurdî bûn yan jî bi navên kevin
yên dîrokî bûn ,îro hatine guhertin..!!
Ev
hinek nimûne ne ji siyaseta şovînî ko li himber gelê Kurd li Sûrya
tê birêvebirin . Ev siyaset êdî bi tu pîvanan nayê pejirandin û dîrokê
daye diyarkirin ko bi vî rengî pirsa netewî ya miletekî nayê çareserkirin
nemaze ko em îro derbasî sdsala 21an dibin ko êdî tiştekî bi navê
(pirsa hundurû) nemaye û pirsên bi vî rengî êdî navnetewî ne..
|