Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare

DEWRÊŞÊ EVDÎ

Li ser zimane Dengbêj Baqî xido
Pêşgotineke kurt
Ev şêweya destana Dewrêşê Evdî ji aliyê dengbêj Baqî Xidir (Baqî Xido) de - ji Kobanî, binxetê- hatiye gotin. Ew di dawiya sal 1987 de li ser kasêtê hatibû tomarkirin.
Baqî li herêma Kobaniyê bi nav û deng e. Ew di sala 1918an de li gundê Şêranê yê li rojhilatê Kobaniyê ji day bûye. Wî 5 salan di xwendingehê de xwendiye. Binemala wî, wekî ew bi xwe dibêje, bi koka xwe Ereb e û berê li devera Herranê dimaye, lê Baqî û endamên malbata xwe di nav Kurmancan de mezin bûne û îroj xwe wek Kurd dizanin. Baqî ji maleke belengaz e, mêrê du jinan e, û endamên malabata wî bi xwe 32 kes in. Ew jî, wek pirraniya dengbêjên dema xwe, di rewşeke bi dijwariyan dagirtî de jiyaye, qedir û nerxê wî wek divabû nehatine dayîne, û li şûna ku xwe bi tevahî bide ber hunera stranbêjiyê neçar maye li vir û wir ji bo jiyanê kar bike.
Baqî çîrokbêj û dengbêjekî berhemên kevnar e, yek ji wan dengbêjên Kurdistanê ye ku dikare bi dirêjiya şevê strananan bibêje. Dengê wî dengekî wisa ye ku dikare bêyî alîkariya mûzîkê jî ji heqê stranan derkeve. Wî gellek stran û çîrok di nav xelkê de gotine. Hin ji wan ev in: Dewrêşê Evdî, Memê Alan, Delal, Bêmal, Ceblî, Seyid Ehmed, Delalê Qîzikan, Hesen Elî Beg û Salih Nêrsî.
Bêguman serpêhatî bi zaravayê herêma Deyşta Sirûcê û deverên li doraliyên Kobaniyê hatiye gotin. Wekî diyar e, strana / serpêhatiya Dewrêşê Evdî bi gellek babetan di nav gelê me de dihêt gotin. Şêweya li pêş jî yek ji wan e. Baqî serpêhatiyê li vir wek çîrokekê dibêje, ne wek stran. Min nivîşandina wê grîng dît, ne tenê da ku serpêhatî, yan va babetê wê, bi şêweyeke nivîskî bihête parastin, lê her weha bi hêviya ku va babetê gotina serpêhatiyê di nav xwe de şêweya axiftina kurmancî ya danistvanên herêmeke mezin ku deverên Rihayê, Deyşta Sirûcê û Kobaniyê digire, biparêze. Min serpêhatî çawa ku hatiye gotin wisa jî nivîsandiye, ji bilî hin guhertinên biçûk, bi amanca zelalkirina xwebêjê û serrastkirina gotinê. Li hin şûnan min peyvine bi erebî û tirkî bi yên kurdî guhertine. Pirraniya guhertinan hatine nêşandane).
Ez ji Baqî re spas dikim ku serpêhatiya li pêş bo me pêşkêş kir. Wî ew li ser kasêtê dagirtibû û di dawiya sala 1987an de ji min re şandibû.
Şahînê Bekirê Soreklî
Sydney, 1988 *
* Têbinî: Min berhem berê bi daktîlo nivîsandibû û di sala 1988an de ji bo çapkirin û weşandina wê ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê re rêkiribû, lê nehat çapkirin. Li dû salên dûr û dirêj, di nîsana îsal de, min Baqî Xidir dîsa li Kobanî dît. Êdî kal bûye. Min lêborîn jê xwazt ku destana Dewrêşê Evdî, wekî ku wî diyariye me kiribû, hîn nehatiye weşandin. Min soz dayê ku ez ê wê di înternêt de bidim weşandin. Hêvîdar im ku va destana bedewe gelêrî ji berhemên klasîk yên neteweya kurdî rojekê di nav rûpelên pirtûkeke qenc û xweşik de xwe bi cîh bike û bigihê nifşên îroj û sibe: SBS – 2/09/2002.

DEWRÊŞÊ EVDÎ

Îşkan Paşê Milan hebû, serokê Milan bû, sî’ û du hezar malî xwe hebû’, bavê Edûlê bû. Evana eşîr bûn, xwedan pez bûn, ne xwedan gund bûn, û zemanê berê serokê’ eşîran mînê serokê’ hukmatê’ niha bûn. Ew sî’ û du hezar mal gîh di sora Padîşê Milan da bûn, pê ra digotin Padîsa Îskan Basî, yanî serokê qebîlê.
De Şerqiyan jî hebûn, yanî Êzîdan. Çend male wan hebûn û Evdoyê Şerqî, Evdî Milhim, bavê Dewrêş, serokê wan bû. Evana ji Şengalê sirgûn bûn. Pîrkêl, serokê Şengalê, ewana sirgûn kirin; lihevxistin di mabênê wan da çêbû, sirgûn bûn, hat’ne nav Milan, li cem wana danîn (Min “lihevxistin” xist şûna “qetl û qîtal”: ŞBS). Ku ser hebû Şerqiyan û Milan tev yek bûn. Evdoyê Şerqî, Evdî Milhim, bavê Dewrêş, egîd bû û Dewrêş jî egîd bû û brê wî Sehdûn jî egîd bû. De vana koçer in. Li ser devî bîran, li avdanê pez û keriyan keç û bûk û xort gîh bi hev di’ ra bûn û merî xort jî mînê merî seyidbanî’, tim li dor xwe li keçan din’êrê û keç jî li xortan din’êrin. Dilê Dewrêş kete Edûlê, qîza Padîşê Milan; dilê Edûlê jî ketêkê. Herduyan hev di xwaztin, hema kesekî pê nizanibû. Ev serpêhatiya wan e (Min “Ev serpêhatiya wan e” xist şûna “Evaya ewela qisa wan e”: ŞBS).
Çîloyê Îzolî hebû, ew jî serokê Îzoliyan bû. Ew jî ji nav Îzoliyan sirgûn bû. Milan xalê xwe bûn. Wî jî hat di nav Milan da danî, tenê malek, pênc xweyingê’ xwe hebûn.
Carekê xort bi hev di’ ra rûdinin, bi manxelê dilîzin. Çîlo û Dewrês bi hev di’ ra dilîzin. Herduyan nav di xwe da’, çimkî xort gîh bi dizgirtî bûn. Dewrêş go’, “Ez kilê çavê’ Edûlê, qîza Pasî Milan im.” Çîlo jî yeke xwe go’. Wexta ku Dewrêş va sora kir, wê çaxê Îsayê Melle Elî, leqeba xwe Dêli Palte, pismamê Edûlê, dihate hinda wan. Îsa bihîst, bihîst ku Dewrêş go’, “Ez kilê çavê’ Edûlê me.” Îsa bi şunda vegeriya, hate mala Paşê Milan. Li hêla malê bi xulamê Pêşe ra go’, “Here bi Pêşe ra bibêje, Îsa te li hêla malê dixwazê.” Xulêm hat bi pêşe ra go’. Pêşe go’, “Here bi Îsa ra bê’, bira were odê.” Xulam vegeriya, go’, “Paşe dibê’, ‘bira were odê.’” Dîsa Îsa bi xulêm ra go’, “Here bi Pêşe ra bê’ karekî xweyî îcbarî hê, tistekî sirrî hê, bira kerem ‘kê bê, ez ‘kim vê ra sorekê bêjim. ” Dibê’ wê çaxê paşe ji cim’ata xwe rabû, hate hêla malê, heremê.
“Xêr e te?!” go’, “Te ez ji cim’atê rakirim!”
Îsa go’, “Apo, soreke mi’ ji te ra hê.”
Go’, “bêje.”
Go’, “Hîro mi’ dî’ Dewrês, kurê Evdoyî Milhim, Şerqî, Êzîd, soreke wanî kir û va şora jî mi’ bi guhê’ xwe bihîst.”
Paşê Milan go’, “Tu derewan dikî, Dewrêş vê şorê nakê.”
Go’, “Na, ez derewan nakim, şehdê mi’ heye.”
Go’, “Şehdê te kî’?”
Go’, “Şehdê mi’ Çîloyê Îzolî’, ew vê ra dilîzt bi manxe­lê.”
Pêşe go’, “Ez dikim te girêdim di hindir da û ez ‘kim biwesînime Çîlo. Eger Çîlo go’, ‘erê, Dewrêş va sora kir,’ ez e te berdim. Na, ku Çîlo go’, ‘Îsa derewan dikê’, ez e serî te qut kim, te bikujim.”
Go’, “birabê.”
Dibê’ wê çaxê Pêşe wesande Çîlo, anî hêla malê. Çîlo go’, “Xêr e xalo?”
Go’, “Ez dikim pirsekê ji te bikim, lê tî wê pirsê rast ji mi’ ra bibêjî. Yanî xwe badî, yan derewan li mi’ bikî, na!”
Go’, “Xalo, ez derewan li te nakim.”
Go’, “Îsa hat soreke wanî ji mi’ ra kir. Eva şora rast bû, lê derew bû?”
Go’, “Xalo, rast e, va şora kir.”
Go’, “Kir?”
Go’, “Erê.”
Pêşe bi Îsa û Çîlo ra go’, “Rabin herin, lê bira va şora ji devî we dernekevê! Mi’ fehm kir! Merî mînê Evdoyê Şerqî werin li cem mi’ deynin û di bin hukmî mi’ kevin û ez wana biparêzim (Min “biparêzim” xist şûna “siyanet bikim”: ŞBS), pişt wan bigirim, û ew jî hîro vê şorê li ser namûsê mi’ bikin!”
Ê paşe fikirî, dikê li Dewrêş xînê, pênce’ hezar malî Şengalê di pişt dê; ew û. Şengalê dikin di rû hev kevin, dikê ceng di navberê wan da çê’bê. Êh dikê lênexînê jî, va şora li ser qîza wî kir, jê ra bû derd. Tevdîr kir, bane çendekan kir, go’, Em dikin bar kin; wê Serqiyan jî bi me ra bar kin.” Go’, “Wûn konê’ xwe vemeg’rin hetanî ku Şerqiyan konê xwe vedig’rin. Em e li dorê wan deynin, dor wan big’rin û ji her halî da wer’nê, ji wana kesekî beranadin û paşê çi dibê bira bibê.”
Paşayê Milan va tevdîra gerand. De koçer in, xwedan pez in! Emre eşîrê kir, hirobçî derkete nav konan û mînê delalan bang kir, go’, “Sibeda hazire xwe bin, em dikin bar kin.” Rabû sibeda her kesî konê’ xwe danî, hêstirê’ xwe hanî’ hatin, konê’ xwe bar kirin û koç bi rê ketin.
Bi rê da darine, Çîloyê Îzolî bi kêleka bavê Dewrêş ket, Evdî Milhim. Çîlo û Dewrêş jî bi hev di ra bra ne. Go’, “Bavo!”
Go’, “Ha.”
Go’, “Were em hespan bid’ne hev.”
Go’, “Kurê min, here bi bilmezekî ra bide hev.”
Go’, “Na, ez dixwazim bi te ra hid’me hev.”
“Yella,” go’, “em bid’ne hev.
Herduyan hespê’ xwe ajotin, dû ra bi hev ra xar kirin. Piştî ku ji koçan bi dûr ketin Çîlo go’, “Bavo, bisekin, şoreke mi’ bi te ra hê.”
“Çi ye,” birazê?” pirsî bavê Dewrêş.
“Bavo,” go’, “ku niha Milan koçê’ xwe danîn, wûn damey’nin.”
Go’, “Çi ra birazê?”
Go’, “Ji Milan bi dûr kevin. Milan dikin li we xînin, li ser şora Dewrêş kirî. Pêşe va tevdîra gerandî ku dike we gîhan (Baqî dibêje “giyan”: ŞBS) bikujê. Ku Milan koçê’ xwe danîn, wûn herin, ji wan rind bi dûr kevin dû ra deynin (Baqî Xidir dibêje: Mesafake dirêj di mabênê xwe û wan kin û deynin: ŞBS).
Wexta ku Milan koç danîn, êdî Milhim bi Serqiyan ra go’, “Bajon, wûn damey’nin.” Çûn, Şengal kir’ne pişt xwe - Çiyayê Sincêr jê ra dibêjin - û danîn. Êdî ne va bi ser wan da çûn û ne ew bi ser van da hatin. Dora şeş mehan bi ser vê qehrê di ortê wan da ket.
Ê de vana koçer in, xwedan pez in, xwedan kerî ne, li ser devî bîran in û li erdî berrî berê sê rube alemê gîh xwedan pez bûn, koçer bûn. Di nav wan da eşîr’ne din hebûn: Tirkan û Gêsan. Serokê eşîrê Tirkan Çîl Îbramê Begdilî bû, Paşê Tirkan bû; û serokê Gêsan Eferê Gêsî bû û brayê wî Utman. Herdu (Baqî dibêje “Her di) zarî’ Huwêd Begê Kal bûn, Şêxê Gêsan. De li ser bîran Milane pirr bûn, tim zor dikirin li Tirk û Gêsan, nedihîstin kerî’ xwe av ‘din, nedihîstin avcî wana avê bibin herin, tim sor û qise û erê-na davêt’ne wan; ji ser bîran û ji erdî berrî diqewitandin.
Rokê keç û bûkê’ Tirk û Gêsan ajot’ne dîwana (Min “dîwana” xist şûna “meg’eda”: ŞBS) mêran, li hamberê serokê’ Tirk û Gêsan sekinîn û gotin, “Heriya dunyayê bi serê’ we bê; qey zihar wûn jî dibê’n em peya ne! Namûs bi me ra nema, Milan namûs bi me ra nehîştin. Ew çi bi me ra dibê’n, em serî xwe datînin. Me ji ser devî bîran diqew’tînin, avê nad’ne me. Ma va çi hal e, çi zulm e! Eger ku wûn nikanin me keç û bûkan biparêzin, em dikin qebîlê’ Gês û Tirkan berdin û her’ne nêv sî’ û du hezar malî Milan. Wella mêrê’ milî ji me ra ji Tirk û Gêsan pirr çêtir in.” (Min “biparêzin” xist şûna “mihafeze bikin” û “berdin” xist şûna “biter’kînin: ŞBS).
Dibê’ wê çaxê, li ser va sora bûk û keçê’ Tirk û Gêsan, serokê’ Tirk û Gêsan gîhan di nav hev da sondek xwarin bi telaqê jinan ku illeh “Em e bajone ser malê’ Milan û em e konê Paşê Milan êgir berd’nêkê û em e sandiqê zêran ji bin konê wî derxînin. Pênc qîze Milan hene. Em e wan her pênc qîzan jî wînine nav qebîlê’ me Tirk û Gêsan. Çelengî û cemalê wan pirr zêde ne û nav û dengî xwe li alemê belav bûne. Bira xort û ciwanê’ me Tirk û Gêsan li husn û çelengî wan qîzikan bid’ne temasan: Yek Beyaza Hemo, hîva li çard’an; yek Fetûma Elo Sincar, xezala li çolan; yek Edûla Kîkî, xwedana çelengî û cemala giran; yek Gozel Xatûn, xweyinga Çîloyê Izolî, tercumana pênc xûşkan; yek jî Edûla Axê, serfiraza sî’ û du hezar malî Milan.” (Min “serok” yan “serdar” li şûna “reîs” bi kar hanîn: ŞBS).
Hanî hatin tevdîreke xwe gerandin: Çiqasa kal û ixtiyar di qebîlê’ Tirk û Gêsan da hebûn li dora konê Çîl Îbramê Begdilî, Paşê Tirkan, kom kirin: Ewaya bêraqa sifteh bû, Çîl Îbram bû serokê wana, serokê ixtiyaran.
Çiqasa diz û henşel û peyê ase hebûn li dora konê Kose Weys, egîdê deman, kom bûn: Ewaya bêraqa didiyan, Kose Weys bû serokê wan.
Konê sisiyan, konê Eyûbê Mustefa, kekê cozan (?), padîşahê xortan. Çiqasa xort di qebîlê’ Tirk û Gêsan da hebûn, gîh li dora wî kom bûn: Ewaya bêraqa sisiyan, Eyûbê Mustefa bû serokê wan.
Konê çaran, konê Eferê Gêsî, kekê Utman, xelefa Huwêd Begê Kal, Şêxê Gêsan. Gêsî xerbî û şerqî neman, gîh li dora konê wî kom bûn: Ewaya bêraqa çaran, Eferê Gêsî, çûkê bran, bû serdarê wan. Ji ber wî konî siwar bûn hezar siwarî delûlan - Delûl hêştir e, yanî deve, lê qilafetî xwe ne weke deve mezin e, biçûk e, wekî hespan dirivê -. Her delûlekê didi lê siwar bûn. Di dest wan da arê fetîliyan - berê fetîle hebûn, qerebîne hebûn -. Ji bin wî konî siwar bûn pênce’ qîzê’ serokan. Ew utba bi xwe ra daxist’ne erdî berrî – “utba,” yanî piştmêr, ku mesele mêr di cengê da bis’kên qîzik bi ser wan da bid’ne zilxitan; çav li qîzan kevin, qîzan li sûnê’ xwe nêlînin, wê dîsa li dijmin vegerin; sebî ku cil’et û mêranî werê wana, sebe xatirî wa’ qîzan -. Serdara wan qîzan kî’? Zihre Xatûn e, xweyinga Eferê Gêsî; ew jî bû serdara wan.
Bi çar bêraqan, bi duanzde’ zo hirobçiyan - hirobçî ê ku nav tê didin, nav di êsker didin -, bi duanzde’ defan, pênce’ qîzê’ serokan, bi hezar û heft sed siwarî hespan û bi hezar siwarî delûlan daket’ne erdî berrî, bo sî’ û du hezar malî Milan (Baqî “sid” li şûna “sed” bi kar haniye: ŞBS).
Wexta vana daket’ne erdî berrî, xeber belav bû. Çiqasa koçer hebû di erdî berrî da nema. Gîh ji ber samê wan riviyan. Xeber gihîste Paşê Milan ku Tirk û Gêsan têne wî û cengêye. Paşê Milan rabû sî’ û du hezar malî Milan kom kir, duanzde’ qebîle kom kir’. Bi wan ra go’, “Tirk û Gêsan têne ser me Milane. Ez ixtiyar im, umrî mi’ heftê sal e, Xwedê ti kur jî nedane mine, ez korocaxim. Qîzeke mi’ hê, Edûl. Ez dikim vê Edûlê di mezatê kim. Ez dikim fîncanek qehwe çê’kim û dikim fîncanê li cim’atê di nav beg û serokan da bigerînim. Kê ku fîncan rakir wê herê vê cengê û bi tenî xwe vî eskerî Tirk û Gêsan bişkênînê. Ku vegeriya û hat, ez e Edûlê bi wî dim. Qîzê mi’ ne bi zêr û peran e, ne jî berdêla qalanê’ qîzan e; qîzê mine bi kujtinê mêran e. Hema, gelî Milan! Tenbiyateke mi’ li we bê: Hîro hate hesabê min, kurê Evdoyê Şerqî leke li dawê mi’ xistî’, leke li namûsê me gîhan xistî’, navî wî û qîzê mi’ va dunya tiji kirî’. Vayî jî, wek wûn zanin, ez nika’m nêzikê bibim, pênce’ hezar malî Şengalê di pişt dê. Ez dikim vê fîncanê bigerînim. Wûn dikin kesek ji beg û serokê’ Milan destê’ xwe navênê. Ez dikim Şerqiyan biwesînim. Egîtê’ Şerqiyan vê werin. Seetê Dewrêş bib’îsê ku î vê fîncanê rakê û qehwê tê da vexwê vê herê bi Tirk û Gêsan ra cengê bikê, û eger Tirk û Gêsan bişkênînê wê werê Edûlê bibê herê, ew nasekinê, wê werê fîncanê rakê. Zati ku herê jî venagerê, wê bi destî xelkê werê kujtine û kes tiştekî nake sûcê me.”
Hanî hat va tevdîra li ser Dewrês gerand. Dibê’ Pasê Milan rabû mektûbeke xwe hazir kir, da dest xulamê xwe û go’, “Here nêv Şerqiyan, here mala Evdî Milhim û vê mektûbê pê de.”
Xulamê Pasê Milan rabû siwar bû û berê xwe da mala Evdî Milhim, lê peya bû. Evdî Balê xwe dayê ku va xulamê Pasê Milan e. Fikirî û kete gumanê. Bi xwe ra go, “Ê law’ va ses meh’ne em ji hev di qetiyane, hîn kesek bi ser me da n’atî! Eva xulamî pasî Milan li cem mi’ çi digerê?!”
Evdî Milhim ji xulêm pirs kir, go’, “Xêr e te, kurê min? Çi digerî tu li vir? Tu berê ti doban n’atî cem min e. Va şeş meh’ne em ji hev di qetiyane, me rû we kesî nedî’.”
Go’, “Pêşe ji te ra kaxezek sandiye.”
Evdî Milhim li mektûbê nihêrî, ku Paşê Milan çi tê da nivîsandî gîşkî fehm kir. Mektûba xwe pêça û kire bin doşega xwe. Bi xulamê pêşe ra go’, “Here paşî Milan ji mi’ ra silab ‘ke; ew merîne milî, em merîne şerqî ne; ew merîne musilman, em merîne êzîd in. Û mi’ sond jî xwarî hetanî ku ez sax im ez binaniya konê Paşê Milan nabînim.”
De wexta ku xulêm mektûb ji bavê Dewrêş ra hanî hat, Dewrêş neyî li mal bû, bi hevalan ra çûbû seydê. Xulam ji bin kon derket ku siwar bû dikê bi rê kevê, Dewrêş ji seydê vegeriya, çav li xulêm ket, nas kir, nas kir ku vaya xulamê Paşê Milan e. Êh kêf pê pirr xweş bû; şeş meh’ne nedî’ne - Merî ku bi derekê jî bi ricî bê çav li çî wan keve kêf xweş dibê -. Hat silab li xulêm da û li halê Milan pirsî. Dû ra jê pirs kir ew hatiye çî’. Go’, “Wella min mektûbek ji Paşê Milan gîhande bavê te, lê mi’ venekir û ez bi xwandinê jî nizanim.”
Dewrêş go’, “Tu dikî li vir bisekinî heta ez vedigerim. Ez herim ji bavê xwe fehm bikim û werim.”
Dewrêş çû, peya bû, Hedban, hespê xwe, girê da û dakete nav cim’atê. Kal û ixtiyarê’ Şerqiyan rûniştine. Hat di nav cim’atê da sekiniya, destê’ xwe girêdan û istî xwe xar kir li ber bavê xwe. Evdî Milhim serî xwe berdayî erdê û hîn difikirê ka çi ra va mektûba jê ra hat! Dewrêş bang kir, go’, “Bavî kalo, dilî minî liyan e! Ji gavê din û virda da ez li hamberê te sekiniyame, li binaniya konê me’yî dibê xan, li dîwana mêrane. Ez çiqasa kelan di hindirî xwe da lêdikim û bi hezaran jî dişehetînim, ez qe li vî dilî xwe nabînim ti çare û dermanane. Bavî kalo, ricake mi’ ji te hê, gerege tu qebûl bikî û mi’ kor û poşman dernexînî ji dîwana mêran. Ji gava din û vir da (Baqî “ji gava dinî vir da” dibêje: ŞBS), mi’ xulamê Paşê Milan girtî, wî hanê sekinî, li serê çarsirê (?) konê me, li hêviya min e. Ji te ra mektûbek hanî hatî ji cem Paşê Milan. Tu çi ra dikî xulamê Paşê Milan kor û poşman vegerînî li mal û xwediyane?! Rica min ji te ye ku tu wê mektûbê raber mi’ kî. Heta tu wê rabere mi’ nekî ez xulêm bernadim.”
Wexta Dewrêş va sora kir deng bi Evdî Milhim neket; serî xwe berdayî erdê, daran di erdê hildidê. Wexta ku Dewrêş Balê xwe da bavê xwe, ku deng bi bavê neket, dîsa bang kir, go’, “Bavî kalo! Ji gava din û vir da ez li hamberî te sekinî me, li binaniya konê me’yî mezinî dibê xan. Li hamberî mi’ rûniştine kal û ixtiyarê’ me Şerqiyan. Tu çima li dilî mi’ dikî lomane? Tu zanî va meha şeşan e min nedî’ binaniya konê Paşê Milan, li min bî ziyareta bawiyane. Derxe wê mektûbê, ez jî fehm bikim, belkî hîro herim rûnim li binaniya konê Paşê Milan, piştê xwe bid’me dîregî ortê, devî xwe bid’me hêla heremê jinan. Belkî çavî min lêkeve gulî’ mor, li Edûla Axê, serfiraza sî’ û du hezar malî Milan. Tu bi xwe zanî, bavî kalo, dîna çavan, deyala (?) dilan! Ma tu nizanî, va meha şeşan e em qetiyane ji nêv malê sî’ û du hezar malê Milan! Dîna konê Paşê Milan li min bî ziyaret e! Hetanî bi egîd û gernasê’ Milan bê, dibê’n, ‘Me li kurê Evdoyê Şerqî heram kir mala Paşê Milan.’ Hetanî bi keç û bûkê’ Milan bê, li hamberî Edûlê disekinin, dibê’n, ‘Tolê, mêr neman dilê te kete kurê Evdoyê Şerqî, dizekî keran e! Te mala Ebû Reddê, serokê sî’ û du hezar malî Milan, xerb kirî bi devî segekî çolane.’ Ê bavî kalo, omdiya mi’ hê ku va mektûba hîro hatî belkî rê vekê ez her’me binaniya konê Paşê Milan. Tu berê zanî, jîna mi’ vala ye, bi derewan e. Navî mi’ û wê va dunya tiji kirî, xelk û alem gîh bi min û Edûlê hisiyane. Lezeta dunê xewa şevan e. Ez êvarê li binanî vî konî nika’m serî xwe bid’me xewa şevane, xew di çavê’ mi’ da dibê sijik û kevirê çolane. Ez dibime hesabdarê stêrkan; ez kelan di hindirî xwe da lêdikim, bi hezaran hildiwesînim, ez qe li dilî xwe’yî malşewitî nabînim çare û mikûn û dermanane. Ma çi wûjdan e! Şeva nîvî şevê ez derdikevim ji binaniya vî konî me’yî mezinî dibê xane! Ez vedikim Hedbên, xwe davême ser piştê, derdikevime sirega Çiyayê Şengalê, xwe did’me ber perj (?) û zinarê çiyan, konê Paşê Milan ji mi’ va dibê xewan. Hînga, wê çaxê, li çola xirexalî ez serî xwe did’me ser kevirê çolan, ez bîstekî avê xwe did’me xewa şevan. Bavî kalo! Rica mi’ ji te hê, tu raber min ke wê mektûbê; di mabênê min û te da hê heqê kur û bavan.”
Wexta Dewrêş va sora kir, dîsa deng bi Evdî Milhim neket. Ji avê Evdî hêsir têne û serî xwe beradayî erdê. Wexta balê xwe da bavê, dî’ deng bi bavê neket, dîsa bang kir, go’, “Cim’atê, kal û ixtiyarê’ me Şerqiyan! Dengî mi’ tê we gîhan e. Hîro mehkemake di mabênê min û bavî mi’ dê (Min “navbera” xist şûna “mabêna”: ŞBS) . Ji gava din û vir da va seeteke li hamberî wî sekinîme û çiqasa vê ra şorê dikime, serî xwe li min ranakê. Xulamê Paşê Milan jî wî hanê sekinî’. Ez bernadim vî xulamî heta ez mektûbê fehm nekim. Ez dikim hîro li hizûra we kal û beg û serokê’ Şerqiyan, ez dikim ji navbera xwe û bavê xwe’yî kal rakim heqê kur û bavane, çuku ferzan li sinnetan bada, kêrê gost derbas kir, xwe da ser hestiyan. Bavî kalo! Dengî mi’ tê’ tê. Ez dikim hîro mehkemê vekim. Bi ça mi’ olexanê’ ku berê bi serî meriyan da qewimî bin, merî li dilî hevalan nakê lome. Va hatiya tê ji mi’ ra mayî! Va derd û nexweşî ez pê ketime berê ber mi’ tu pê ketî. Ma qe bi bal û bîra te nakevê! Umer Axayê Şarqî va ye li kêlekê me rûniştî’, şehdê me Herduyan e. Sala wê salê bû; te bane min û Sêhdûn kir, te go’, ‘Herin bejna xwe bid’ne ber xeml û xêza giran, çek û selehan rakin; em dikin hîro herine binaniya konê Paşê Milan.’ Em rabûn, me kinc û çek rakirin, em siwar bûn û bi kêleka te ketin. Umer Axayê Şerqî, kal û ixtiyarê’ Şerqiyan jî, bi me ra siwar bûn. Wexta ku em çûn peya bûn li binaniya konê Pasê Milan beg û serokê’ Milan em herdu bra di dest hev da gerandin li tertîba desmalê serî destan û ji hêla malê, di sebekê hicalê ra, qenaxziravan (xenaqziravan?), tacgewran, keç û jinê’ Milan em herdu bra kir’ne nîsanê pêçiyan.
Cim’atê! Dû ra xeber hat ji hêla jinan. Ebîd û xulaman bi destê’ me girtin, em bir’ne hêla heremê, binaniya konê Paşê Milan. Wê çaxê ez î bi fehm bûm; mi’ Balê xwe da binaniya konê Paşê Mllan, qenaxziravan, tacgewran, keç û bûkê’ Milan hev di birine li devî piyane. Mi’ Balê xwe da wan, yeke di ortê wan dê weke hîvê li çard’an bikeve nêv komê stêrkan, werga bi husn û cemala xwe di nav wan da dibrûsê! Wê bane me herduyan kir. Em li ser dîz û çongê xwe rûniskandin dan, bi ser me da xar bû, avê me herdu bran ramûsan. Cim’atê, ew kî bû? Ewaya Rehme Xatûn, xelefa Zor Temir Paşayê Milî bû. Wê çaxê rabû serî hêlan û piyan, destî xwe avête cêb û beriyan, kilît jê derxistin, lêxist li devî sandiqan, berî’ me herdu bran tiji kir’ şekir û êmîşê bajaran; û wê çaxê serî xwe li wa’ qîzan rakir, go’, ‘Heval’no, wûn li dilî mi’ dikine lomane! va herdu ji hestî û henavê Evdî Milhim in. Ez yaxa Evdî bernadim heta serî xwe did’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan!”
Dewrêş sora xwe domand û go, “Cim’atê! Hema wexta ku em sibeda derketin ji binaniya konê pasayê Milan, ku me nêzikî kir li mal û xwediyan, ku koma hevalan ji me qetiyan, em herdu bra û bavê xwe man. Bavo, ez û te û Sêhdûn bi tenê man. Tu wê çaxê hatî li hamberî min sekinî, te go’, ‘Kurê min, tu daketî binaniya konê Paşê Milan, hêla heremê û jinan? Mi’ go’, ‘Belê bavo, ez daketim.’ Te pirsî, ‘Ma te dî’ Rehme Xatûn, xelefa Zor Temir Paşayê Milî, serfirazê sî’ û du hezar malî Milan? Mi’ go’, ‘Bavo, belê mi’ ew dî’ bi va çavan, û wê herdu çavê’ min jî ramûsan.’ Tu wê çaxê bi ser mi’ da xar bûyî, te jî avê mi’ ramûsan. Mi’ Balê xwe da te, ji çavê’ te bû gurrîniya hêsran, te destî xwe avête berî xwe, te desmal derxist, te da ber çavê’ xwe. Wê çaxê min û Sêhdûn va me qebzê’ xwe avête ser lezgan; mi’ go’, ‘Bavo, elamek, çi bi te hat! Çi ra ji çavê’ te dibê’ gurrîniya hêsrane?!’ Te wê çaxê bi mi’ ra go’, ‘Kurê min, Rehme Xatûn, xelefa Zor Temir Paşayê Milî, serfirazê sî’ û du hezar malî Milan, ewaya meraqa bavê we ye.’ Te go’, ‘Sebe xatirê gulî’ wê mor neçele-neçele mi’ pêsîrê xwe da cerd û bêregê’ giran! Neçele-neçele ez ketim nav cengan! Qurşînê’ heft niçikî di pêsîrê mi’ da seqiyan, çavê’ mi’ kor kir dûmana barûtê!’ Min wê çaxê bi te ra go’, ‘Bavo, elamek ji te ra! Diya me Eysa Welê ye! Çelengî û cemalê Xwedê dayî wê nedayî qûlê’ dunê û kesane, û Rebbî Alemê em herdu ji dawê wê dane û va ye em li kêlekê te dib’ne xewane. Berde vê meselê valaye bi derewan!’ Te wê çaxê go’, ‘Kurê min, meraqê dilan pirr giran e; Xwedê ney’ne serî kesan!’ Te go’, ‘Ez yaxa Rehmê bernadim heta serî xwe did’me axa kendal û gornan.’ Te go’, ‘Wûn hîne biçûk in, bi serî we neketî meraqê dilane.’ De tu çi ra hîro li mi’ dig’rî deriyê mala Pasê Milane?! Ez jî bi nexwesiya te ketime. Rica mi’ ji te hê’, bavî kalo, rabere min ‘ke wê mektûbê; belkî ez hîro herim bin konê Pasê Milan, çavê’ mi’ li gulî’ Edûlê kevin.”
Evdî Milhim dîsa deng pê neket. Wexta ku deng nekir, ji çavê’ Dewrêş bû gurrînî hêsran. Dewrêş giriya û di binaniya kurk da destî xwe avête ser qebzê şûr û bang kir, go’, “Cim’atê, dengî mi’ tê we gîhane. Va dora seetekê û duduyan e, li hember bavî xwe’yî kal sekiniyame; ez çiqasa didimêkê bangan, qe serî xwe ranake li meriyane. Bavî kalo! Te berada hindirê mi’ xwelî û pêta arê daran. Tim hîro rabû heqê bav û kurran ji navbera me Herduyan! Cim’atê! Hîro mehkemake din di navberê min û bavî min’î kal dê’. Bavî kalo! Guhî xwe bide ser min! Ma qe bi bal û bîra te nakevê sala wê salê?! Te bane min û Sêhdûn kir, te go’, ‘Kurê’ min, herin rakin cotê übeyan’ - übeye hespê’ esîl in -. Te go’, ‘Em dikin her’ne bajarê Rihaya xopan’ (Min “Riha” xist sûna “Ûrfa”: SBS). Em her sê siwar bûn. Em mecalê sihoran g’îst’ne Rihaya xopan, keti’e mihellê Kotiyan. Cim’atê! Me herdu hesp rast kir’ne nêv mêrzel, me go’ bira çîkî ji xwe ra biçêrin heta ku ro li me hiltê. Bavî Kalo! Min û Sêhdûn, me kurkê Hewran li serî xwe gerand, me go’, em bîstekî serê’ xwe bid’ne xewa sevan. Cim’atê! Mi’ Balê xwe da bavî xwe’yî kal, mi’ dî’ digerê li nêv mêrzel û tirban. Mi’ dî’ li ber tirbekê sekinî. Bavî kalo! Ne te wê çaxê bane me kir, te go’, ‘Kurê’ min, werin bin’êrin! Werin bin’êrin va tirba a kê ye, va kî ye serê xwe dayî diyarê qebrê, axa kendal û gornane!’ Ez qemîse te nebûm, bavî kalo, ez hatim li hamber te û li hamberî wê qabê sekiniyam. Mi’ balê xwe dayê, li ser nivîsandine: ‘Va Rehme Xatûn e, xelefa Zor Temir Pasayê Milî, bûka sê ro û sê şevan, serî xwe dayî diyarê qebrê, axa kendal û gornane.’ Li binanî nigî wê jî nivîsandine: ‘Ne malî meriyanî pirr bê, ne gerdenî meriyanî istûr bê, hezar salî li dunyayê bimînî jî, illeh ro’kê va riya li derî meriyan e.’ Cim’atê! Wexta mi’ Balê xwe da bavê xwe’yî kal û mi’ dî’ ji çavan dibê gurrînî hêsrane, mi’ go’, ‘Bavo, te xêr e, elammek! Mek’sîn xeman! (Min “xeman” xist şûna “qeyxan”: ŞBS). Xwedê em herdu ji daw û êtegê te û diya me dane. Em e hîro ji ber bavî xwe’yî kal va serê xwe bid’ne kendalê ax û gornane. Te xêr e, ji çavê’ te’ tê gurrînî hêsrane?!’ Te wê çaxê go’, ‘Kurê min, evaya meraqa bavî we’yî kal e.’ Te go’, ‘Pergala paşayê Milan belav bê, li talî ew da mala Hec Fadil Axa, mal­mezinê Rihaliyan. Hîro jî bûka sê ro û sê şevan serî xwe dayî diyarê qebrê, axa kendal û gornane.’ Te wê çaxê bi me ra go’, ‘Ji mi’ ra kevirî qabê rakin! Ez dikim li halê gulîmorê temaşe kim, bin’êrim bi serî wê da hatî çi ecêb û olexanê’ girane!’ Ê ne wê çaxê mi’ ji te ra go’, ‘Bavo, jin e, muherrem e! Carê serî xwe dayî diyarê qebrê, axa kendal û gornane; va yeka vê ji te ra bibê gunakî pirrî girane.’ Te go’, ‘Kurê min, bira çavê’ mi’ li cinaze û bedena wê kevin, ez sebe xatirê gulî’ wê mor naxwazim cinneta alî û horiyan.’ Cim’atê! Ez qemîse bavê xwe’yî kal nebûm. Mi’ destî xwe avête kevirî qabê û ew rakir. Wexta mi’ ew kevira rakir, mi’ balê xwe dayê ku bînek ji hindirî qabê tê; bûye warekî mês û gewrewiyan. Ez û Sêhdûn ji ber wê bînê wê da riviyan. Mi’ wê çaxê Balê xwe da bavî xwe’yî kal, cim’atê, mi’ dî’ serî xwe kirî hindirî qabê. Ne mi’ bane te kir, mi’ go’, ‘Bavo, serî xwe rake! Ew bîna ji canî te ra zirareke giran e, û tu zanî ku jin jî nemehrem e.’ Ma qe bi bal û bîra te nakevê, bavî delalo! Te go’, ‘Kurê mi’, were temaşeke li halê gulî’ mor, bin’êr bi serî wê da hatî çi ecêb û olexanê girane!’ Cim’atê! Ez dîsa wê çaxê qemîse bavî xwe nebûm. Ez çûm li hamber sekiniyam. Mi’ balê xwe dayêkê: Kefen res bî, xwe dayî binanî nigane; porê li tertîba herîrê dukanan bî kurîske, dibê’ xewane; gerdenê helawî hiliyaye, hestî tenê li sûnê dimane; pêçî gustîran dirmê’ hestiyan li sûnê dimane; çavê’ reşe belek, pozê teyrîn, devê jê dibariya sekirê bajaran bûne meqamê mûrî û kêzikê çolane. Mi’ go’, ‘Bavo, berde, carê mirî!’ Te wê çaxê bang kir bi sê dengan, te go’, ‘Tolê serî xwe rake, te berada hindirê mi’ xwelî û pêta arê daran; rabe, ezî va me bi ser te da sekiniyame!’ Dîsa wê çaxê mi’ go’, ‘Bavo, ilamek ji te ra! Diya me Eyşa Welê; çelengî û cemala Xwedê dayî wê, nedayî kesane!’ Te bi mi’ ra go’, ‘Kurê min, ez ji bîr nakim gulî’ Rehmê mor heta serî xwe did’me kendala gornan.’ De çi ra te hîro li pêş mi’ girtî riya mala paşayê Milane? E’ ji te rica dikim tu wê mektûbê rabere mi’ kî, hele bin’êrim ka çi tê da hê’!
Dibê’ wê çaxê Evdî Milhim hînga serî xwe rakir, go’, “Kurê min, mektûba Paşê Milan ha va ye! Ez ji te ra bixwînim. Paşê Milan di mektûbê da gotî ku, ‘Cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan têne ser sî’ û du hezar malî Milane. Ez merîkî ixtiyar im, um­rî mi’ heftê sal e, pêlê dikê heftê û yek û duduyane; û Xwedê mîzê lawî nêr li daw û êtegê mi’ nexistî’, dayî mine yeke ji qîzane, ew jî ji mi’ ra bî mamûra kul û derdane. Mi’ gulî’ Edûlê kirî fîncana serbixwûne, ser sinî û tebaxa zêrane; berdêlê cerd û bêregê’ tirk û Gêsane. Î ku fîncanê rakê, bidê ser lêvane, herê bikê serê cerd û bêregê’ Gêsane, li vegerê wê destî xwe bavê gulî’ Edûlê mor, serfiraza sî’ û du hezar malî Milane. Va hîro roja sisiyan e fîncan digerê li dîwana mêrane, li hamberî duanzde’ qebîlê Milane (Min “roja” xist şûna “riya”: ŞBS). Qehwe di hindirî fîncanê da dibê’ arava cillane; kesek tune wê bide ser lêvan, rakê barê cerd û bêregê’ Tirk û Gêsane. Ez berê zanim, mêr nemaye di nêv me Milan da; mêranî me Milan li pişt we Şerqiyan e. Ez dixwazim egît û gernasê Şerqiyan jî werin rûnin li vê meclîsa me, ji heqê wane jî rakirina fîncanê.’ “
Evdî domand û go’, “Kurê min, hema ez zanim! Tu hînî bilmez î! Axê Milan ji me ra dehf û şebek vedane. Ez bi sora Paşê Milan ne bawer im hetanî serî xwe did’me diyarê qebrê (Min “ne bawer im” xist şûna “ez ihtîbarê nadim sora…”: ŞBS) . Berê sorê’ wî gîh vane di paşûlê mi’ da ne. Em şerqî ne, elaqa me tune bi sî’ û du hezar malî Milan. Berde xulamê Paşê, bira here mal û xwediyan. Ez zanim, Paşe digerê li koka me Şerqiyan gîşkiyan; tema me leke lêxistî li daw û êtega sî’ û du hezar malî Milan.”
Dewrêş go’, “Wella bavo roj ji vê rojê çêtir tunê (“roj” û “rojê” li şûna “ro” û “royê” hatin bikarhanîn: ŞBS). Ez e siwar bim, herim rûnim li binaniya konê Paşê Milan. Sebe xatirê gulî’ Edûlê mor kesek li pêş çavê’ mi’ nabe xewan: ne ji bavan, ne ji bran, ne ji meriyan, ji xeynce qîza Pasê Milan.”
Dibê’ wê çaxê Dewrêş ji bin kon derket û siwar bû. Sehdûn jî siwar bû û çar hevalê’ xwe bi xwe ra rakirin ji Şerqiyan. Şeş bi rê ketin, berî xwe dane mala Paşê Milan. Wexta ku vana berî xwe dane mala Paşê Milan, Umer Axayê Şerqî - Ew jî sirgûn bû, bavî çaran ji malê pîrkêl, Pîrkalê Şerqiyan, qetiyayî; ji ber Bedirxaniyan sirgûn bû, hatibû xwe avêtibû binaniya barsaxê Evdoyê Şerqî - li cem Evdoyê Şerqî rûnistibû. Bane Evdo kir, go’ “Evdî, tu çi rûnistî?! Pasayê Milan feq vedayî. Bilmez û xortê’ me çûn, wê di feqê kevin. Hele rabe, em jî herin. Tu çi rûniştî?! Rabû Evdoyê Şerqî û Umer Axayê Şerqî û çend kal û ixtiyarê’ Şerqiyan, ew jî siwar bûn bi dû wan ketin.
Xulam ber wan gihîşte mal, gihîşte konê Paşê Milan. Xeber dayê, go’, “Paşe, egîd û gernasê’ Şerqiyan têne.
Pêşe pirsî’, “Law, Dewrêş jî têye?”
Go’, “Erê, Dewrêş jî têye; Sehdûn jî tê’ û çar egîdê’ wan jî têne. Û Evdoyê Şerqî jî tê’ û Umer Axayê Şerqî jî tê’.”
Wê çaxê, dibê’, Paşayê Milan rabû ser xwe, bane Milan kir, ew kom kirin û go: “Milan’no, beg û serokê’ Milan, duanzde’ qebîlê Milan! Dengî mi’ tê we gîhane! Şerqiyan têne binaniya konê mine. Wûn dikin kesek ranebine serê’ hespê’ wane. Bira her kesek ji wan bi xwe peyabe, bi xwe hespê xwe girêdê. Û ku silav jî li vê cim’atê dan, wûn dikin kesek jî silabê’ Şerqiyan negirin! Û wûn dikin kesek jî cîh nedine şerqiyane; ew bi xwe li kê derê rûdinin, bira rûnin. Va tenbiyata mi’ li we gîhane,” go’.
Ê de Edûlê bihîst ku Şerqiyan têne, Dewrêş têye. Edûl jî zanê, seetê Dewrêş werê wê illeh fîncanê rakê û wê illeh herê cerd û bêregê’ Tirk û Gêsane. Ku çû cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan jî, venagere! Edûlê bi xwe ra go’, “Ber va maldaniya werê binaniyê konî bavî min, ez dikim çend soran bavême cim’atê, belkî namûs di yekî milî kar bikê, rabê fîncanê rakê, ber ku Dewrêş bigihêkê.” Edûlê li hêlê heremê pêsîrê xwe kire pertelî tişt, di şebekê hicalê ra bane xulamekî kir û xulam hate cem. Go’, “Here bi cim’atê ra bibêje ku Edûl dikê şorekê bikê; ti birê’ mi’ tunene; hîro ez wekîla havî xwe me, lê ez jin im! Hele binê’ cim’at rê didê min, lê na!”
Cim’atê, beg û serokan gîhan, qirar da: mademe ku Pêşe kurê xwe tunene ji Edûlê ra ra ye ku çi dixwaze bira bibêjê.
Edûlê xwe hazir kir û her çar qîzan xwe dane pist: Beyaza Emmo, Fetûma Elo Sincar, Edûla Kîkî û Gozel Xatûn, tercûmana pênc xweyingan, xweyinga Çîloyê Îzolî. Yekûnê qîzê’ din jî xwe dane pişt Edûlê. Cim’ata Paşê Milan bi sê hêlan rûniştîbû, hêla pêşî beg û serok in, hêla duduyan diz û henşelê çolan in, hêla sisiyan kal û ixtiyar in. Yekûnê cim’atê bêdeng bû; go’, dengek ji hêla malê da, ji hêla heremê, wê bê! (Min “bêdeng” xist şûna “sikût” : ŞBS) Cim’atê guh da ser. Edûlê bi dengekî bang kir, go’, “Cim’atê dilî mi’ liyan e. Beg û serokê’ Milan, guhî xwe bi ser mi’ din, dengî mi’ tê we gîhane! Ez berê zanim, sorê jinan n’ê gotin li dîwana mêrane (Min “nê gotin” xist şûna “ne mesmûh e”: ŞBS), lê çavê’ mi’ birijên, gerdenê mi’ birizê; rebbî alemê nexistî li daw û êtega bavî min’î kal mîza ewladekî kurane; ez hîro wekîla bavê xwe’yî kal im. Ji heqê bavê min’î kal ra bira mirin heba, kalbûn û pîrbûn tuneba, merî tumî gênc ba heta serê xwe dida diyarê qebrê, axa kendal û gornê. Cim’atê,” go, “wextekê ez e hîne biçûk bûm, bavî min bi mi’ ra digo’, ‘Qîza min, wexta umrî mi’ dorê hevde’ û heyjdan bû, ez serokê sî’ û du hezar malî Milan bûm. Ez ji binanî vî konî siwar dibûm, hezar malî Milan bi mi’ ra siwar dibû’, di ser serî mi’ ra dibû pirrepirrê bêraq û alan; em derdiket’ne ser girê Ûzun Alçanê, mi’ dilbir dida ber çavan, temaşe dikir li Beriya Milan. Ji mi’ va dibû xewan Serê Kanî’, pozê Çiyayê Şengalê, hetanî şirega Çiyayê Ebdilezîz, gîh ji mi’ va dibû’ xewan; bi hezaran reskon û koçerê’ Milan tê da dibû’ xewan (Min “alan” xist şûna “eleman” û “Serê Kaniyê” xist şûna “Rasil Ênê” : ŞBS). Ferrehê mi’ radibû, mi’ xwe bera dida nêv sî’ û du hezar malî Milan, bi ser mi’ da dibû lîlîna zilxitan, kûrîniya hirobçiyan, gurrîniya arê fetîliyan. Ez dibûme nîşana keç û bûkan û qîzan; qîzan gîh pêçî’ xwe dirêj dikirin, digotin: Vayê han Paşayê Milan e; xwaziya me bi dilê wê qîzê bê, di hembêza wî da rakevê heta serê xwe didê diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Cimatê! Hîro jî bavî min’î ixtiyar kal bî, umrî xwe heftê sal e, pêlê dikê heftê û yek û didiyane; pist lê xar bî, bî kewanê hillacan e (?); hevdê riyan gewr bûne, bûne biska qurbanê li pişta pezan e. Hîro gulî’ mine mor ketine herac û mezata mêrane û sebe xatirê cerdê Tirk û Gêsan qehwe di fîncanê da dibê’ arava cilane. Wûn kesek ji beg û serokan nikanin rakin wê fîncanê; qey wûn li hêviya kurê Evdoyê Şerqî, dizê keran in! (Min “qey” xist şûna “zihar”: ŞBS) Wûn berê nizanin dijminekî min’î qaneqan e! Leke li daw û êtegî mi’ xistî; navî min û wî va dunya tiji kirî, alem dibê’, ‘kurê Evdoyê Şerqî hingivî lêvê Edûlê mitî, leke lêxistî li daw û êtegê sî’ û du hezar malî Milane;’ de çito dikê hîro werê rûnê li binaniya konê bavê minî mezin î dibê’ xane, li hamberî we beg û serokê’ Millne! Qametê Xwedê vêketano! Ma qe mêrek di we da tunê ku rakê wê fîncanê, berî ku kurê Evdoyê Şerqî werê binaniya konê bavê min’î dibê’ xane!”
Ku ew sora kir, yekûnî cimatê xwe kerr kirin. Paşê Milan berê tenbe kirî ku kesek serî xwe ranekê li fîncanê! Edûlê dî’ ku deng bi cimatê neket. “Cima’tê,” go’, “soreke mine din hê. Cimatê, dilî mi’ liyan e. Ez dikim niha sorekê ji we ra bikim, derecê min a herem û jinan e, qol û qanadê mine şikestîne. Î ku rakê wê fîncanê, bide ser lêvan û herê bikê serê bêregê’’ Tirk û Gêsan (Min “serê” xist şûna “tesrîha: ŞBS), li vegerê - çar qîze wî va ne li ber min in: yek Beyaza Emmo, hîva li çard’an; yek Fetûma Elo Sincar, xezala li çolan; yek Gozel Xatûn, xweyinga Çîloyê Izolî, tercumana pênc xweyingan; yek Edûla Kîkî, xwedan çelengî û cemala giran; yek jî ez im” go’, “Edûla Axê, serfiriza sî’ û du hezar malî Milan - ez e ji wan ra konekî vegirim, di ser konî bavî xwe ra bi dîregekî û duduyan; ez e ji wan ra pênc kozan li gêdûka bayê xerbî vegirim, meqamê bûk û zavan: yek koza Fetûma Elo Sincar; yek koza Beyaza Emmo hîva li çard’an; yek koza Gozel Xatûn, tercumana pênc xweyingan; yek koza Edûla Kîkî, xwedana çelengî û cemala giran; yek jî koza gulî’ mine mor, sefiraza sî’ û du hezar malî Milan. Ez e ji wan ra perdakê pê xînim, şuxulê ecem e, duanzde’ salan duanzde’ qîzike ecem li ser suxuliyane, qorê zêran û cewherdasan tê da danîne. Ez e rast kime ber konê wan xarê miyan, êxlî bergîran, boşê devan , tewlê mijdiyan, sandiqê zêran; ez e wardata sî’ û du hezar malî Milan bavême binaniya konî wane. Û ez e wardata pênc sed malî neyêr jî bavê’me bin destî wane (Min “neyêr” xist şûna “idwên”: ŞBS). Tenê bira kurê Evdoyê Serqî n’ê binaniya konê bavî min’î mezin î Dibê’ xane!”
Edûlê ew sora kir, dîsa deng bi cim’atê neket. Erê, hindirî egîtan, hindirî serdaran dişewitê, lê Pêse tenbe kirî ku kesek nêzike fîncanê nebe xeyn ji Dewrêş. Edûlê dîsa balê xwe dayê ku deng bi cim’atê neket. Dîsa bane cim’atê kir. “Cim’atê,” go’, “dengî mi’ tê we gîhane! Bira niha Xwedê ez bi peyakî kirama, min e çek û seleh rakirana û min e hespek jî ji binanî vî konî derxista û min e kincê’ egîtan jî li xwe kirina û ez e derkitima pêşiya kurê Evdoyê Şerqî, li navbera Şerqiyan û Milan m’ê pêsîrê’ xwe bida pêsîrê’ hev di’, ya min e meyt û cinazî wî çekira çolan, ya min e serî xwe bida diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Min e va leka rakira ji daw û êtega sî’ û du hezar malî Milan, lê çavê’ mi’ birijên û gerdinê mi’ birijê, derecê mi’ ya jinan e; qol û qanadê jinê jî şikestî ne. Ma çi dil e, çi wûjdan e, dikê hîro kurî Evdoyî Şerqî werê rûnê di binanî konî bavî mi’ da, li hamberî we beg û serdaran gîşkiyan! Ez ‘kim çito çavê’ xwe rakim, lê bin’êrim?!”
Wexta ku Edûlê va sora kir, şora wê li cim’ata Paşê Milan geriya. Şora Edûlê gihîşte kal û ixtiyaran jî, li talî cim’atê rûniştine, hineke kerrin, hineke lal in, hineke kor in, hineke kût in. Ixtiyar in, umrî xwe heyştê sal in. Kal û ixtiyaran xwe bi ser hev da xar kirin, şora Edûlê bi qurçkirina çavan, bi gezkirina lêvan, bi kutandina biriyan, bi îsareta pêçiyan bi hev di’ fehmkirin dan. Wê çaxê kal û ixtiyaran destî xwe li dîz û çongê’ xwe xistin, gotin, “Çavê’ me birijên û gerdenê’ me birizên, para erdê bin! Di zemanê me da ro’kê wanî gul nebariyan, va qîzana neket’ne mezat û heraca mêran! De bira niha Paşayê Milan ra bi me da, m’ê va fîncana rakira û em e daketana erdî berrî, m’ê pêsîrê’ xwe bida cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan. Ya m’ê tê da serî xwe bida diyarê qebrê, axa kendal û gornan, me ne gerege va çar salê’ m’ê ji par ra diman, ya jî m’ê cerqînî lêxista li cerd û bêregê’’ Gês û Tirkan. Li vegerê em e b’atana, dest bavêta gulî’ va pênc qîzan, m’ê ew bavêtana binaniya konê mezinî dibê xan, em e raketana li yataxa derd û kulan; me dikira çi bikira cinneta alî, bavê ezem, govenda horiyan! Lê em çi bikin! Çavê’ me birijên, gerdenê’ me birizên, umrî me ketî heyştê salî, taqet di me da nemaye! Umrê çûyî dobeke din venagere li meriyan.”
Hew Edûlê balê xwe dayê ku xeber hat Şerqiyan têne. Edûl û wa’ qîzana çûn, riviyane hamberî çîtan (Min “çîtan” xist şûna “rewagan”: ŞBS), xilal ji çîtan kişandin - xilal mînê şûjinan in, pê kon û çîtan bi hev dixînin - û li siwarê’ şerqiyan temaşe kirin. Edûlê balê xwe dayêkê, Evdoyê Şerqî û Umer Axayê Şerqî di pêşî wan da ne û egîtê’ Şerqiyan xwe dane pişt herdu kal û ixtiyarane. Lê Dewrêş ji wanî bi der e, bi tenê ye; li sêrî seira kêserrewanî, ïgala mûyîn xar kirî, avêtî çatê biriyane. Bi kurkê hewran, bi eba duruziyane, bi şerwelê qeremdîlî, bi qapûtê Şamê, adilî giran e; bi zoyê cûzman e, sawirê zîvîn avêt’ne pa’niyane, ji pêsîrê bendik difilitiyane, di bin da dixewinine çapê’ zirxane; di iştî da melûl bî qeytana nêz..(?: ne zelal e: ŞBS) û dabanê girane. Hedban di bin da zirav bî, bî têla qeytane, ne’il û bizmar di bin nigê’ Hedbên da nemane.
Wexta Edûlê Balê xwe dayêkê rengî wê qulubî, ji çavan bû gurrînî hêsran. Bane hevalan kir, go’, “Heval’no, hîro temaşe kin li kurê Evdoyê Şerqî! Wî va ye, li hamberî we gîşkiyan dibê’ xewane. We li dilî mi’ dikir lome, we digo’, ‘te destî xwe gerandî li daw û êtega dizekî kerane.’ Hîro wî va ye, li hamberî we gîşkiyan dibê’ xewane.”
Wa’ qîzana bi Edûlê ra çi gotin? Gotin, “Qîzê, Edo, wa serî xwe rake, bin’êr! Li binaniya konê bavê te duanzde’ qebîlê’ Milan rûniştine. Beg û serokê’ Milan kabê xwe beradane ser biskê’ xaliyane, kêlekê xwe dane yastiq û balgîhane (Baqî dibêje “beilgiyane”: ŞBS). Bavî te wan xwedî dikê bi pirinca Qerejdaxê, bi goştê êmlikan, sebe xatirî roke wanî girane. Te daw û êtegê van beradayî, te bi yaxa kurê Evdoyê Şerqî girtî; dizekî keran e! Tu ji Xwedê natirsî?! Te mala Bavê Reddê, Padişahê Milan, û sî’ û du hezar malî Milan gîh xerab kir’, sebe xatirî kurê Evdoyê Şerqî. Berde kurê Evdoyê Şerqî!” (Min “padişahê” xist şûna “Padişahê” û “Bavê” xist şûna “Ebû”: ŞBS)
Edûlê serî xwe li wan rakir, go’, “Heval’no! Dengî mi’ têye we gîhan; gerege wûn li dilî mi’ nekin loman. Dil wekî dendikê beriyan e, hatî serî we gîşkiyane. Çi ra sebe xatirê kurê Evdoyê Şerqî wûn li vî dilî mi’ dikine lomane?! Ez yaxa kurê Evdoyê Şerqî beranadim, heta roja serî xwe did’me axa kendal û gornane. Taximê sîng û berê min ji derbendan derbendekî pirr çetin e, weke Derbendê Çeneqelê di dest hukmata Tirkan da. Çiqasa dewlet û hukmatê muezzem hene, dikin xwe lê biqelibînin, nikanin. Hema kilîta wî derbendî di dest kurê Evdoyê Şerqî dê, siwarê Hedban e. Eger wûn vê jî îna nakin, taximê sîng û berê min ji baxçan baxçakî gulan e, bekçî xwe hindîkî Hindistan e, ne pê ra hê dile, ne Wûjdane; ji mêrê milî ra girtî ye heta roja serî xwe did’ne diyarê qebrê, axa kendal û gornane (Min “girtî ye” xist şûna “yasax e: ŞBS). Hema kilîta xwe di dest kekê Sehdo da ye; taximê sîng û berê min jê ra meqamê horiyan e; bira tê da rakevê, rabê û rûnê heta roja serî xwe didê diyarê qebrê, axa kendal û gornane; dikê çi bikê cinneta alî û govenda horiyane! Hema pergala bavê mi’ belav bê, ji wî ra feq vedane, dikê Dewrêş bişînê ser kendalê tirbane. E’ zanim, çûna kekê Sehdo hê, vegera xwe tunê li mal û xwediyane.”
Edûlê ku va şora kir, siwarê’ Şerqiyan hatin li ber konê Paşê Milan sekinîn. Vana balê xwe danêkê, ne ebdek, ne xulamek, ne zilamek, ne peyak, kesek derneket serê’ hespê’ wan big’rê. (Min “ebdek” xist şûna “ebîdek”: ŞBS). Wan xwe ji ser hespê’ xwe berdane erdê û hespê’ xwe bi destî xwe girê dan. Daketin cim’ata Paşayê Milan, silab lê dan. Kesekî silaba Şerqiyan negirt bi serî zimên, bi kenara lêvan; kesekî cîh jî neda wan. Umer Axayê Şerqî û Evdî Milhim, bavê Dewrêş, her sê saqî’ Milan derbas kirin, çûn li kêleka Paşayê Milan rûniştin. Dewrêşê Evdî jî her sê saqî’ Milan derbas kirin, di nav cim’atê da piştê xwe da dîregî ortê û berî xwe da hêla heremê û jinan. Herdu zarî’ Umer Axayê Şerqî, Usib û Bozên, wan jî her sê saqî’ Milan derbas kirin, hatin bi ser kurê Evdoyê şerqî da sekiniyan, di binaniya kurkê xwe da destê xwe avêtin ser qebzê’ şûran. Egîtê’ Şerqiyan her kes li cîhekî rûniştin (Min “cîhekî” xist şûna “ciyakî”: ŞBS), lê hema di zikî wan da pirr mezin bû ku kesek dernekete serê’ hespê’ wan, kesekî negirt silaba wan û kesekî cîh neda wan; û nêzikî nîv seetekê rûnistin qehwe jî kesî neda wan; cim’at bi tevahî kerr bû, gîşkiyan serî xwe beradane erdêye; ne ji Milan, ne ji Şerqiyan, ne ji Paşayê Milan deng bi kesî nakevêye (Min “nêzikî” xist şûna “qirarî” û “bi tevahî” xist şûna “bitûn”: ŞBS)
Wexta Şerqiyan balê xwe danê ku deng bi cim’atê neket û qehwe ji wan ra n’at Umer Axayê Şerqî rabû ser xwe, sekiniya li hamberî sî’ û du begê Milan û bang kir, go’, “Milan’no! Dilî mi’ liyan e! Ji gava din û vir da da em hatin sekinîn li ber konê Padîşayê Milan. Me Balê xwe dayêkê, ne ji ebdan, ne ji xulaman kes derneket serî hespê me gîşkiyan. Em peyabûn ji ser piştê’ nijdiyan, me hespê’ xwe bi destê’ xwe girê dan. Em hatin sekiniyan li cim’ata we Milan, me silab da li her sê saqî’ we Milan, teve kalan, teve beg û serdaran, teve diz û esqiyayê’ çolan. We kesekî silaba me negirt bi serî zimên, kenarê lêvan; we kesekî serî xwe ranekir li me Serqiyan. Em bi xwe rûniştin. Bi ça min em ne muhtace we Milan in. We ji me ra kaxet nivisî.”
Umer Axayê Şerqî berî xwe da Paşê û go’, “Paşayê Milan! Te em xwaztin binanî vî konî xwe û ha em li bin konî te rûiniştine. Em n’atine vire ku tu bi me bikî laxan û qurfan! Û em ne merîne dijmin in jî! Ku em dijminê’ we ne, we çi ra em wesandine binanî vî konî? Eva seetek e em li binanî konî te rûniştine, qehwe danekete dîwana mêran!”
Wexta ku deng bi kesekî neket Umer Axayê Serqî li Evdî Milhim zivirî û go’, “Evdî, brawo, rabe em derkevin ji binaniya konê Paşayê Milan; di pişt me da ne pênce’ hezar malî Şengalê; em nak’sînin ûda sî’ û du hezar malî Milan.”
Wexta Umer Axayê Şerqî va sora kir, Paşê Milan serî xwe rakir. Go’, Umer, brawo; Evdî , brawo; gelê Şerqiyan’no! Guhê’ xwe bid’ne ser min, ez dikim ji we ra sorekê bibê’m. Erê, mi’ ji we ra kaxet nivîsand û şand û mi’ wûn xwazt’ ne binanî vî konî xwe. Wûn Dibê’n ku em li ber konê te sekiniyan, ji ebdan û ji xulaman kes dernekete serî Heywan û nijdî’ me. Wûn Dibê’n ku me hespê’ xwe bi destê’ xwe girêdan. Ma wûn nizanin ku jin û pîrek nikanin derkevin, bisekinin li hamberî egît û serokan, big’rin serî hespê’ wan! Wûn niha li cem xwe Dibê’n, ma evan jî peya ne! Li ber çavê’ mi’ jî ne peya ne, li ber çavê’ mi’ vana pîrek in, jin in. Wûn Dibê’n, em hatin sekiniyan, me silab da li cim’ata we Milan gîşkiyan û kesî slaba me negirt. Ma wûn qe nizanin ku alî (“alî” ket şûna “qismî”: ŞBS) jinan nikanin big’rin silabê beg û serok û egîtan! Balê xwe bid’ne wan, serî xwe beradane erdêye, darikan di erdê hildidine. Wûn Dibê’n va nîvî seetekê ye em li bin konî te rûniştine, qehwe n’ate nav cim’atê. Êh Evdî, brawo, tu zanî ku qehwe a mêrane, a beg û serok û egîtan e, ne a pîrekan e. Vayê li dorê mi’ rûniştî, ji ê me Milan, li ber çavê’ min pîrek in. Îro roja sisiyan e min qehwe birriye li vê cim’atê xeyn ji fîncanekê, fîncanek qehweyî tenê ku ez dadixînime vê cim’atê (Min “birriye li vê cim’atê” xist şûna “yasax kiriye li vê cim’atê”: ŞBS). Ew fîncana jî a Tirk û Gêsan e. Û min Edûla keça xwe jî kirî mezatê. Kî rakê wê fîncanê, vexwê, wê rakê barê cerd û bêregê’ Gêsane, û kînga cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan sikênandin, sax û silamet hate bin konî min, keça min Edûl lê helal e (Min “lê helal e” xist şûna “a wan e”: ŞBS). Îro ro sisê ne va fîncana digerê li vê cim’atê, kesek ji beg û serdarê’ Milan nikane destî xwe bavêje fîncanê, rake. Qey va ne ger û seyrana nav malan e! (Min “seyrana” xist şûna “gêzmega”: ŞBS) Qey ne rûnişkandina li hamberî keç û bûk û qîzan e! Di hindirî wê fîncanê da dixewînê xwûna mêrane! De ez e çito hîro bibibê’m, vana peya ne?! Û wûn berê jî zanin, mêraniya me Milan di pist we Şerqiyan dê. Û wûn îro ji me ne. Min sebî xatirî vê merselê, vê fîncanê, wûn xwaztine bin konî xwe, bira wûn jî bi cim’atê me ra rûnin. Gerege wûn qusûra me bid’ne bin nigê xwe. Lê hema Evdî, brawo, û Umer, brawo! Qehwe ji we herduyan ra berdayî’.”
Wexta Paşê Milan va sora kir, Evdî Milhim, bavê Dewrêş, rabû ser xwe, sekiniya. Go’, “Paşa, serî xwe rake, li mi’ bin’êr! Berê va sor û gotinê’ te wî va ne, di berî mi’ da ne. Te ez berê bi va şorê wanî pirr xapandime. Kanî Rehim, serfiraza sî’ û du hezar malî Milan?! Sebe xatirê gulî’ wê mor, mi’ çiqanda pêsîrê xwe da cengan, qurşînê’ heft niçikî di pêsîrê mi’ da sêqiyan, çavê’ mi’ kor kir dûmana barûtê! Û te dida min sozê Rehmê! Û ku tu dihatî, rûdiniştî li binanî konî xwe, li hamberî va beg û serokan, te digo’, ‘li vir qale Şerqiyan mekin; Şerqî bi du pere nîvan in, dizê’ keran in!’ Te li talî Rehma gulî’ mor da malmezina Rihaliyan. Ez hîn bi hesreta wê me heta roja îro. Em merîne Şerqî ne, elaqa me tune bi fîncana we. Duanzde’ qebîlê’ tê Milan rûniŞtî ne, bira yek rakê wê fîncanê.”
Wexta Evdî Milhim va sora kir, Paşê Milan go’, “Evdî, brawo, ez û te û Umer Axayê Şerqî ti karê me tune bi vê cim’atê, ema îro mezat e, herrac e, bira fîncanekê çêkê. Eger ji Milan, eger ji Şerqiyan, kê rakir, bira rakê.” Bane qehweçî kir, go’, “Qehwakê çêke, qehwake Yemenê, yeke giran ji me ra çêke. Tenê fîncanekê bide ser sinî û daxe cim’atê.”
Dibê’ qehweçî wê çaxê agir berda biskulê’ devan û qehwak çêkir, fîncaneke tenê, û ew da ser siniya zêrîn û daxiste nav cim’ata Paşê Milan, yek bi yek li hamberî beg û serokê’ Milan sekinî. Kesekî serî xwe li fîncanê ranekir. Li beg û serok û egîtê’ Milan gîşkiyan geriya. Kesekî serî xwe li fîncanê ranekir; serî xwe berdane erdêye, rû wan zer bûne, çav di serî wan da sekiniyane û hindirî wan dişewitê, dixwazin rakin wê fîncanê, lê ji tirsa Paşê Milan kes ranekê; illeh wê kurê Evdoyê Şerqî wê rakê. Dibê’ qehweçî saqî’ Milan gîh derbes kirin, hate ser Şerqiyan, yek-yek li hamberî wan sekinî, lê ji wan jî kesekî ranekir. Fertiliya hat, dibê’, li hamberî Dewrêşê Evdî sekiniya. Dewrêş balê xwe da fîncanê û li hêla malê nihêrî, balê xwe dayêkê, xenaqziravan, tacgewran, gulî’soran istî’ xwe ser hev di’ ra ranane û kurê Evdoyî Şerqî bi tiliyan rabere hev di’ dikine. Dibê’ Dewrêş balê xwe da hindirî fîncanê, qehwa Yemenê tê da dixewinê; di hindirî wê qehwê da dixewinê telaqê xwûnê mêran. Dibê’ kurê Evdoyî Şerqî xwe da ser dîz û çongan, ïgala mû­yêlî xar kir, avête çatê biriyan, di binaniya kurkî hewran da destî xwe avête ser qebzê şûr, pêŞ da hat ku destî xwe bavêje fîncanê. Herdu zarî’ Umer Axayê Şerqî, Ûsib û Bozan, bi ser da sekiniyan, destî xwe avêt’ne Dewrêş, go’, “Birawo meke.” (Min “meke” xist şûna “bisekin”: ŞBS) Herduyan serî xwe rakir, bane Milan kirin, go’, “Beg û serokê’ Milan’no, serî xwe rakin, li me bin’êrin. We çi ra serî xwe berdaye erdê? Em hîro Şerqiyan li binanî konî we rûniŞtine. Va şeş meh bûn me bin vî konî nedî’ye. We xwe bi xwe bi hev di’ ra digo’, ‘wê Şerqiyan binanî vî konî nebînin heta roja mirinê.’ Ha hîro em li bin kon rûnistine, wûn çi ra serî xwe li me ranakin? Û hîro gulî’ Edûlê mor, serfiraza sî’ û du hezar we’yî Milan ketî mezat û herraca mêrane, ketî hindirî vê fîncanê. Wûn çi ra serî xwe li fîncanê ranakin? We digo’, ‘kurê Evdoyê Şerqî wê binanî vî konî nebînê.’ Hîro di ortê we da rûniştî, piştê xwe dayî dîregî ortê, berî xwe dayî hêlê heremê û jinane; wûn çi ra serî xwe lê ranakin? Wûn li pêş me ne, fîncan a wê. Ti karê me bi fîncanê ra tuneye. Em Şerqî ne, wûn milî ne, em êzîdî ne, wûn Musilman in.”
Deng bi cim’atê neket. Herdu zarî’ Umer Axayê Şerqî bi Dewrêş ra go’, “Berde fîncanê, ti karê me bi fîncanê tune.”
Wexta va sora kirin, Paşê Milan balê xwe dayê ku ti xêr di Şerqiyan da jî nema, kurê Evdoyê Şerqî fîncan ranekir. Agir bi hindirî Pêşe ket; bi xwe ra go’, ‘law min va kara gîşkî kir, sebe xatirî ku Dewrêş rake vê fîncanê û hîro jî ranekir. Pêşe bane qehweçî kir, go’, “Law qehweçiyo, were! Ez berê zanim, ne xêr di Milan da hê, ne di Şerqiyan da. Qey va ne gerr e, gerra ku bigerî li nêv malan, rûnî li hamberî bûk û keçan û bidî xwe lehfan û derewan! Evaya kujtina mêran e, cenga mezin li pêşî wan dibe xewane. Ez berê zanim, kes nikanê rakê wê fîncanê. Were li hamberî min bisekine. Ez e rakim wê fîncanê. Umrî min heftê sal e, ketî heftê û yek û duduyane. Min ne gerege va her çar salê’ mine ji para dimane. Ancax ez rakim barê Tirk û Gêsan.”
Dibê’ qehweçî fertiliya, çû li hamberî Paşê Milan sekinî.
Wexta Dewrêş dî’ qehweçî çû li cem Paşê Milan sekinî û Paşe dikê fîncanê rakê, Dewrêş bang kir, go’, “Law qehweçiyo, meke!” Û rabû ser ser çongan, simêl badan, kirine perê ne’iman, çav di sêri da sekiniyan, weke çavê’ bazan, û di binaniya kurkê Hewran da destê xwe avête ser qebzê sûr. Go’, “Milan’no, dengî mi’ tê we gîhane! Ma qe bi bal û bîra we nakevê, hetanî bi keç û bûkê’ we be digotin, ‘kurê Evdoyê Şerqî wê nebînê binanî vî konî heta roja ku dikevê axa kendal û gornan.’ Hele wa bin’êrin, ez hîro li hamberî we sekiniyame di binanî kon da. Wûn berê zanin, gulî’ Edûlê mor ne bi xarê miyan e, ne bi êxlî bergîran e , ne bi bosê devan e, ne bi koda zêran e, ne bi berdêl û qalanê qîzan e; gulî’ Edûlê mor, illeh bi kujtina mêrane. Pêş da werin, destî xwe bavêne fîncanê, rakin, ew heqê we ye! Wûn milî ne û Edûl jî Milî ye. Ez î şerqî me, êzîd im.”
Wexta Dewrêş va şora kir, cim’atê, koma serok û egîtê’ Milan gîskiyan, kesekî dengî xwe nekir. Wexta Dewrêş Balê xwe dayêkê ku deng bi kesî neket ji beg û serokê’ Milan, go’, “Paşe, berde wê fîncanê! Tu nikanî rakî barî wê fîncanê, barî wê fîncanê pirrî giran e. Kesek nikane rakê wê fîncanê, illeh kurê Evdoyê Şerqî, siwarê Hedban, ez e rakim wê fîncanê! Law qehweçîyo, tu wîne wê fîncanê!”
Dibê’ qehweçî li ser nigeki fertilî, hat sekiniya li hamberê kurê Evdoyê Şerqî (Min “fertilî” xist şûna “fitilî”: ŞBS). Wexta hat sekiniya li hamberî kurê Evdoyê Şerqî, Dewrêş destî xwe avête fîncanê, rakir ji ser şinî. Balê xwe da hindirî fîncanê, pênc ejdîhayê’ çiyayê Qerejdaxê tê da serî xwe rakirine (Dengê ji kasêtê wek “Qafdaxê” dihêt bihîstin, lê bawer dikim mebest “Qerejdax e”: ŞBS). Yekî serî xwe rakir, go’, “Law berde vê fîncanê! Tu min nas nakî?! Ez Çîl Îbramê Begdilî me, Paşê Tirkan. Tu meriyakî Şerqî yî, Êzîdî yî; tu nikanî rakî barê cerd û bêregê’ me Tirk û Gêsan.” Ê dinî di kêlekê wî da serî xwe rakir, go’, “Tu min nas nakî?! Bi min ra Dibê’n Kose Weys, egîtê deman, kermalî pasan, serdarê diz û Henşel û esqiyayê çolan. Berde vê fîncanê, tu nikanî rakî barî me; barekî pirrî giran e!” Ê dinî di kêlekê da go’, “Berde vê fîncanê. Tu min nas nakî?! Bi min ra Dibê’n Eyûbê Mustefa, kekê cozan, padîşayê xortan. Çiqasa xortê’ Tirk û Gêsan hene, gîh di bin destî mi’ da ne, ez serdarê wan im. Berde vê fîncanê, barî me pirrî giran e! Tu nikanî bi barî cerd û bêregê’ me Tirk û Gêsan.” Cotekî din î reş û qûl e, herduyan bi hev di’ ra serî xwe rakirin. Go’, “Tu me nas nakî?! Bi me ra Dibê’n Eferê Gêsî, biçûkê bran; û Utman; serdarê’ Gêsan. Barî me barekî mihîmî giran e. Me bi xwe ra rakirî hezar siwarî delûlan, zo bi zo siwar bûne li wan, di dest wan da arê fetîlan; gîh bi serê’ serqot û nigê’ xas in. Xwedê kesê misilman nexînê ber serpê wan. Brîndarê’ wan rihet nabin, ne bi dermanê’ tixtoran, ne bi kaxetê’ xocan û mellan, ne bi duayê’ sêxan. Illeh serî xwe did’ne diyarî qebrê, axa kendal û gornan. Em her pênc ejdîhana di vê fîncanê da veresiyane, me pê da beradaye axûya marê kasan.”
Dibê’ Dewrêşê Evdî serî xwe rakir, go’, “Ez Dewrêş im, dilî mi liyan e! Min berê rakirî barî we her pênc ejdîhane. Ez natir­sim ji axuya we her pêncane. Em mêrê’ şerqî, wexta ku em sîrê diya xwe berdidin, em vedixwin axûya marê’ kasan û pê sîrevedibin. Tirsa min ji we tune, min rakirî barî we gîşkiyane.” Li dû vê gotinê Dewrêş destî xwe avête fîncanê û ew bi ser xwe va kir. Wexta ku kurê Evdoyê Şerqî fîncan bi ser xwe va kir, bû lîlîna zilxitan, bû gurmîniya defan, bû kûrekûrê hirobçiyan, dunya bû erdê eresatê, alem rabû serî hêlan û piyan. Beg û serdarê’ Milan gîh derketin ji binaniya konê Paşayê Milan, kurkê’ Hewran, ebê’ Duruziyan diman li şûna wan. Li hêla heremê û jinan Edûlê benz lê qulubiya, bû benzê mirî gornan, ji çavan bû gurrîniya hêsran, lêvê’ xwe qetiyan, xwûnê xwe berda nav diranan. “Pergala bavê mi belav bê,” go’, “ku ji dest min girt kurê Evdoyê Şerqî, siwarê Hedban. Wellahî çûna xwe hê, vegera xwe tunê li mal û xwediyan.” Piştê xwe da hicalê û dîwana mêran, dakete gêdûga bayê xerbî, koza bêcewar, rûnişt li meqamê qîzan.
Wê çaxê Evdoyê Şerqî ji çavan bû gurrîniya hêsran. Di hindirî xwe da kela lêkirin, hezar sehetandin. “Pergala Paşayê Milan belav bê,” go’, “kok li min kola.”
Dibê’ wê çaxê Evdoyê Şerqî serî xwe rakir, bane Paşayê Milan kir, go’, “Paşe, te bi a xwe kir, te rîsê xwe bûyax kir, te koka min kola. Carê kurê min rakir fîncan, hema ricake min ji te hê, em dikin vegerine male; bira Dewrêş û hevalan jî bi me ra herin, îsev li mal bin, em nên û xwê li hev helal ‘kin û bira xwedî’ xwe û diya xwe û xûşk û brayê’ xwe gîşkiyan bibînin; tema tiştekî me di wan da nema! Evana, em zanin, çito ji bin konî te derkevin, herine cengê, evana mirî ne. Sê hezar û heft sed siwar e, dikin vana pê çi bikin! Ku bi Izraîlê Mewtê, mêrê mirinê bin, dîsa sax û silamet ji ortê wan dernakevin; ku bi gurê şibatê bin, bikevine nêv kerî miyan, dîsa wê bibê zorek li diranê’ wan, sax û silamet dernakevin ji nêv wan.”
Paşê Milan go’, “Evdî, brawo! Wûn niha ji mal derketin, ma qey bîre mal nekirine! Ez dixwazim ew îşev li cem min bin, em bi hev di’ ra rûnin, sorê bikin, û sibeda jî zatî dikin ji bin konî min derkevin û herin. Hema ku tu û Umer Axa va darin, herin!”
Umer Axayê Şerqî û Evdî Milhim rabûn, siwar bûn û omdiya xwe jê qut kirin; berê xwe dane mala xwe, vegeriyan.
Evana man li cem Paşê Milan wê êvarê, êh hema Edûl difikirê: La’ Xwedê mala vî daniyo, la’ vayî çima wa kir?! Ma vaya qey nefikirîbû ku viqasa serdar û egîtê’ Milan hene, duanzde’ qebîlê’ Milan kom bûne; ma kesekî nikanibû va fîncana rakira! Ma nizanibû ku bavê min li kujtina wî digerê?
Dibê’ Edûlê bane xulamekî kir, xulam hat sekiniya. Edûlê jê ra go’, “Here cem Dewrêş, bê’ silaba Edûlê ji te ra hê; dipirsêye ka te çima wa kir?! Rakir fîncan! Hema bi şeş siwarê’ Şerqiyan dikê herê hamberî sê hezar û heft sed siwarî Tirk û Gêsan bisekinê û bi wan ra di cengê kevê! Eger ku niha herê û cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan biskênînê û vegerê werê, dîsa bavî min wê lê derewan bikê, wê bibê’ ‘Tirk û Gêsan bi xwe vegeriyan,’ yan wê bibê’, ‘kurê Evdoyê Şerqî riviya.’ Ez ji wî rica dikim û minneta mi’ ji wî heye, bira çend egîtan bi xwe ra ji Milan bibê herê. Him jê ra dibine pişt û him jî, ku vegeriyan, jê ra dibine şehde. Bira bibê herê Çîloyê Îzolî, kekê Gozelê; bira bibê herê Îsayê Melle Elî, neqeba xwe Dêli Paltê, pismamê min; bira bibê herdu zarî’ Mestoyê Ferhên, Ibêd û Ferhên; bira bibê Baqir Axayê Saxirî Kerr; bira bibê Hesoyê Remçîl. Va şeş egîtana bira ji Pêşe bixwazê!”
Dibê’ xulêm hat li cim’atê di navbera xwe û Dewrêş da go’ ku Edûl Dibê’jê, bira vana bibê herê bi xwe ra, evana jê ra dibine pişt. Dibê’ Dewrêş rabû û ew egîtana ji Pêşe xwaztin. Pêşe jî go’, “Ra rayê tê, tu çend egîtan dibî bibe!” Wê çaxê, Dibê’ her pênc xweyingê’ Çîlo bihîstin ku dikê brayê wan jî herê cengê. Hatin xwe avêt’ne Edûlê: Aman em ketine bextê tê, em merîne xerîb in, me ne bav e, ne bra ye, ne merî ye. Em pênc xweying in, brakî me’yî tenê hê û hîro kurê Evdoyê Şerqî wî jî bi xwe ra dadixînê cengê. Em ji te rica dikin, gerege brayî me nebê.
Edûlê go’, “Wî hanê li cim’atê rûniştî. Gulfîdan xûska Çîloye biçûk e, bişînine cem! Dewrêş û Çîlo, ew jî bi hev ra bra ne. Bişînine cem, bra herê dexaletê bibê, xwe bavê bin kurk, belkî brayê we nebê.”
Dibê’ wê çaxê Gulfîdan çû li cim’atê xwe avête binanî kurkê Dewrêş û dest ramûsa. Dewrêş vê ra go’, “Te xêr e?” Go’, “Ez hatime ba te ricê. Tu jî brayê min î û ez xûska tê biçûk im. Tu berê jî bi halî me zanî, em xerîb in, em sirgûn bûne ji nêv Îzolan. Milan xalanê’ me ne, me xwe avêtî nêv wan e û hîro jî dikî brayî me bi xwe ra daxînî erdî berrî, dikî bibî herî cemgê. A brayî me mir! De em e ku da herin, çi bikin?! Ez dest û nigê’ te radimûsim, gerege tu brayî me nebî.”
Go’, “Rabe ji bin kurk derkev’. Şorê min kirî venagerê û dobekê min qirar daniye.”
Dibê’ Gulfîdan giriya û ji bin kurkê wî derket û hate cem her pênc xweyingan. Dibê’ her pênc xweyingan wê şevê xew nekete çavê’ wan, ji binaniya konê Milan, ji cem Edûlê, neçûn. Ne her pênc xweying raketin, ne Eddûl raket. Dibê’ sibeda şeş egîtê’ Milan û şeşe Şerqiyan, deh û du egîtan, xatir xwaztin ji Paşê Milan û ji binanî kon derketin. Wexta ji binanî kon derketin, her pênc xweyingên Çîlo xwe li Edûlê gerandin, ku em ketine hed û bextê tê; brê me çû û vî rica me jî qebûl nekir. Em dest û nigê’ te radimûsin; vaya bi şorê kesî nakê, lê bi ê te dikê. Tu dikî herî bi şexsê xwe li cem bisekinî û dikî brayî me jê rica bikî, belkî tu brayî me vegerînî. Dibê’ Edûlê xelasiya xwe nekir ji wan; rabû ji binaniya konê bavê xwe derket, di gêdûga bayê xerbî ra, û bang kire Dewrêş. Wexta ku bang kir Dewrêş êdî bi xerbî konan ketibû. Herdu zarî’ Umer Axayê Şerqî bane Dewrêş kirin, go’, “Dewrêş, brawo, dengê Edûlê li pê me tê, li dû me tê, bane te dikê. Dewrêş balê xwe dayêkê ku Edûl ji bin kon derketiye, ji mal bi dûr ketiye. Ew lê fertilî û Edûl hate cem, herdu li hamberî hev sekiniyan. Dewrêş go’, “Te xêr e, tu çi dixwazî ji min?”
Edûlê go’ “Dewrêş, dilî mi’ liyan e; ji êvara Xwedê da ne kete çavê’ min xewa şevane, xew di çavê’ mi’ da bû sijik û kevirê çolan, ez bûme hesabdara stêrkan, ez bûme sultana kul û derdan, teve her pênc xweyingê’ Çîloyî Îzolî. Ji gavê din û vir da her pênc xweyingê’ Çîloyî Îzolî xwe li min digerînine, xwe davêne mine, dest û nigê’ min radimûsine ku tu ji me ra kekê me vegerînî, kurê Evdoyê Şerqî xeyn ji te şorê kesan nagire. E’ jî sebe xatirê Çîloyê Îzolî, sebe xatirî wa’ her pênc qîzan, ez hatim li hamberî te sekiniyam. E’ ricakê ji te dikim ku tu kekê Gozelê, Çîloyê Îzolî,vegerînî li mal û xwediyan. Hema pergala bavê mi’ bela’ bê, e’ zanim ji te ra dehf vedan. E’ zanim çûna te hê, vegera te tunê, hema Xwedê te bi dezîkî kê, neqetînê, vegerînê li me gîşkiyan. Ha wa temaşe ke, sebe xatirê te û Çîloyê Îzolî, min namûsa sî’ û du hezar malî Milan da binanî nigan! Yekûnî keç û bûk û qîzan derketine gêdûga bayê xerbî, dirbil dane ber çavane, ez û te va kirine nîsana pêçiyane, li min û te va didine seyr û temaşane. Rica min ji te hê, ku tu min kor û poşman venegerînî binaniya konê Paşê Milane.”
Dibê’ wê çaxê Dewrêş hêsir bi çavan ketin û serî xwe rakir, bang kir, go’ “Edo, dilî mi’ liyan e! Berê gotine, dînî we jinan dînek e emelî pê nabê; benî we benekî xav e, merî nikane xwe pê berde bîran. Mi’ sebe xatirê gulî’ tê mor çiqanda pêsîrê xwe da ser û cengan; qursînê’ heft niçikî wî va ne di pêsîrê mi’ da seqiyane. Min sebe xatirê gulî’ tê mor berda dîndara bav û diyan, Evdî Milhim, koma hestiyan, Eyşa Welê, wek kukuman li binaniya konê xwe’yî dibê xan. (Min li şûnên cuda peyvên “berda,” “hîst” û “li cîh hîst” xistin şûna peyva “tirikand”: ŞBS). Min terikand malê me Şerqiyan û mi’ ew ji neyaran ra kir’ne kisib û talan. Mi’ go’ sebe xatirê gulî’ Edûlê mor, ez e rakim fîncana serbixwûn ji ser şinî û tebaxê zêran. Ma mi’ nizanibû barî xwe barekî giran e, barî sê hezar û heft sed siwarî Tirk û Gêsan e! Min go’ sebe xatirê gulî’ Edûlê mor ne gerege va jiyana bi derewan (Min “va jiyana” xist şûna “vî heyatî”: ŞBS). Ez vê sibê derketim ji binaniya konê Paşê Milan. Tu zanî ku çelengî kekî Gozelê çîskî zêdê ye. Qey zihar dilê te lê hê ku tu hatî wî dixwazî! Tu zanî ez dikim herim bim’rim; ew jî vegere cem te, li nav esîrê bimînê û tu vê ra deynî eşq û mihbetê dilan. Bes mi’ nizanibû tu bi min ra waye xayinî; te va kula kire hindirî min û va kula jî ji hindirî min derxakevê heta roja mirinê. Sebe xatirî vê şorê te jî, eger Çîloyê Îzolî sax û silamet ji cêrd vegerê jî, ez e bi rê va bikujim.”
Û Dewrêş dizgînê Hedbên bada, berî xwe da hevalan. Edûl di cî’ xwe da cemidî. “Çavê’ mi’ birjên,” go’, “Gerdenê min birizê. Va çi bû min kir, va çito şor bû, va çito kul û elem û kedera giran bû min kire hindirî Dewrêş! Bi Xwedê, va sora ji bîra wî na’rê, heta roja ku dim’rê.” Vegeriya, hate binaniya konê xwe û şîn û girî û hawar danî.
Her pênc xweyingê’ Çîlo li dor Edûlê gihîst’ne hev, kom bûn, gotin, “Edûl! Ka te brê me venegerand?” Go’, “Ne wûn bin, ne brayê we bê! Sebe xatirê brayê we min kederek di hindirî kekê Sehdo da çêkir û ew kedera ji hindirî wî jî na’rê heta roja mirinê. Ma eger e’ ji kekê Sehdo bihurtim; brê we tew li ber çavê’ mi’ naxewinê!”
Evana li vê derê man. Dewrêş û hevalan bi erdî berrî ketin.
Eerdî berrî xalî ye, ne gund hene, ne koçeber, û dawiya biharê ye, mecala pala c’an e. Xwedan pez û koçeber di erdî berrî da nemane, dunya germ bûye. Hetanî bi xezalê sor bê di erdî berrî da nemaye, xwe avêtî honikiya pişta çiyane . Hetanî bi teyr û çûçikê’ çolan li erdî berrî nemane. Çiqasa bîrê erdî berrî hene xalî mane. Dibê’ evana sê ro û sê şevan di erdî berrî da mesiyan. Ku xwarina xwe vê ra hebûn, nema; ku ava xwe vê ra hebûn, nema (Min “nema” xist şûna “xelas bûn: ŞBS). Êdî ti hal di hevalan da nema, xewê nabînin, av tune, xwarin tune, hespê’ wan xwarin tune, hespan di bin wan da hêl û hunir (?) neman û wan bi xwe jî bênayî di çavê’ wan da nema. Dibê’ vana li hev di’ civiyan. Tema Dewrêş tum bi sed - dused gavî di pêş hevalan dê. Dibê’ vana li hev di’ civiyan. “Law,” go’, “were em tevdê­reke xwe li hev bigerînin, em soreke xwe bikin. Eva hîro sê ro û sê sev in em bi erdî berrî xalî ketine, em e niha bikevin ji tîna, ji birçîna, û bim’rin. Em niha bi Dewrêş ra bibêjin, em dikin vegerin, dibê ku bibê’, na! Em gîşkî egît in. Em bibê’n, em ‘kin illeh vegerin; ew jî bibê, na, em venagerin, em dikin bi hev kevin. Em şeşe Şerqî ne, şeşe milî ne; em e hev di’ pak bikin, em e koka hev wînin. Em çito bikin?!”
Yekî go’, “Were em bi Sêhdûn ra bibêjin.”
Bane Sêhdûn kirin, go’, “Brawo, em dikin ricakê ji te bikin û tu jî herî wê ji Dewrêş rica bikî. Va hîro sê ro û sê şev in em bi erdî berrî ketine û tu bi xwe jî zanî hêl ne di me da ma û ne di hespê’ me da ma (hêl = hêz, taqet: ŞBS). Hespê’ me bizmar di binî nigan da neman. Ew di bin me da zirav bûne, bûne têlê qeytanê, dikojine debaxa dizgînê û lîwanê; kêlekê va heywanana me ji kutandinê şabûran kirine gostî devî kêran û qîmane; parsî wan gewr dikine li tertîba berfa (givêsê?) li sirega çiyane. Em ji te rica dikin, tu herî ji Dewrêş ra bibêjî, ma em kuda darine, ma de’iwa sî’ û du hezar malî Milan bi me herduanzdan da ketiye?! Gerege ku em vegerine mal. Tu û wî bra ne. Ku wûn li hev di’ biqeherin jî, wûn bigirne hev di’, em ‘kanin we dost bikin. Hema ku em û wî li hev di’ biqeherin, em dikin li hev di’ xin, kesî di navberê me keve tunê.”
Sêhdûn go’, “Brano! Wûn li vir bin, ez herim cem.”
Sehdûn ji hevalan qetiya, bane Dewrêş kir û çû li hamberî wî sekiniya. Go’, “Brawo, ez dikim hîro ricakê ji te bikim û gerege tu ricê min jî qebûl bikî; em brê hev di’ ji dê û bavekî ne; min kor û poşman li hevalan venegerînî.”
Go’, “Bibê, rica te çi ye?”
Go’, “Brawo, dilî mi’ liyan e, va hîro roja sisiyan e em derketine ji binaniya konê Paşê Milane, em daket’ne erdî berrî, sargê bi gumane. Erdî berrî xalî, (zengilê bi dûmisqî?), taliya biharê, mecala cezer (?) û pala c’an e, koçer di erdî berrî da nemane, daket’ne gundane; çiqasa bîrê erdî berrî hene, xalî mane. Hetanî bi xezalê sor be xwe avêtî honikiya çiyane. Va hîro roja sisiyan e ku hevalan ez kirime ziyareta ta û bawiyane; ecizîn xwe bavêne min, ramûsin pozê’ cûzman, bid’ne ser seriyane. Li hêlekê girê didin goçikê (doçikê?) sara kêserrewanî li fena Ereban (Li deverên doraliyê Sirûcê û Kobaniyê “ sar” wek “ se’ir” dihêt gotin: ŞBS) . Dibê’n, ‘Brawo, em ketine bextê te û rica me ji te hê ku tu herî ji Dewrêş rica bikî, ma em ku da darine?! Hîro roja sisiyan e, xew di çavê’ me da bî kevir û sijikê çolane, di qursaxê me ra derbas nebî êmegê cotane, kirtînî cê çi ye neketî devî va heywanane. Erdî berrî xalî, zengilê bi dûmisqî; pêpirka germa biharê xwe bera didê dev û newalê çolane, ji dûr va ji me va dixewinê li tertîbê avê Ferat û behrane. Em çiqa va heywanana radikin serî çargaviyan, em balê xwe didinêkê, pêpirka erdê berrî, tim li pêsiya me dibê xewane. Va hîro roja sisiyan e, xew neketî çavê’ me gîskiyane.’ Ez jî niha hatime li hamberê te sekiniyame. Umrî mi’ bi xwe li dorê çarde’ û panzdan e; ez damîse kutandina hespan û nijdiyan nabim. Gerege tu sebî xatirî min û hevalan vê meselê berdî, em vegerine mal û xwediyan.”
Dibê’ Sêhdûn va şora vê ra kir, deng bi Dewrûs neket. Sêhdûn dîsa serî xwe rakir, go’, “Brawo, e’ ji gavê din û vir da li hamberî te sekiniyame, e’ çiqasa ji te ra dibêjime, tu serî xwe ranakî. Hele serî xwe rake, binê’ li hevalan. Ew cotî hanî li tertîbê burc û minarê bajaran li pêşî çavê’ min û te dibê xewane, ma tu wan nas nakî?! Herdu zarî’ Umer Axayê Şerqî ne, bavî çaran ji malê pîrkêl qetiyane, sirgûn bûne ji ber Bedirxaniyan, duanzde’ torine Bedirxaniyan kujtin li gundê Dêrgulê, xwe avêtine binaniya barsaxê bavê me’yî kal, Evdî Milhim, koma hestiyane. Bavî me’yî kal wana xwedî dikê bi pirinca Qerejdaxê, gostê êmlikan, sebe xatirî rojeke wanî mihîme girane (Min “rojeke” xist şûna “yomeke”: ŞBS). Ewana ji malbata me Şerqiyan in, pismamê’ min û te ne. Ma qe bi bal û bîra te nakevê, wexta ku nerindî kete navbera me û Milan, va herdu hatin li hamberî min û te sekiniyan, go’, ‘Brawo, mek’sîne qeyxan û eleman! Me herdu bran bi tenî xwe rakirî barê sî’ û du hezar malî Milane.’ Herdu bran bi diziya severesa sifteh ra xwe beradane nêv malê’ Milan (sifteh = yekem : ŞBS). Ji ber malê’ wan rakirin xatiyê’ miyan, êxliyê’ bergîran, boşê’ devan, tewlê’ nijdiyan. Wexta şevereş kete duduyan, dîsa van herduyan xwe beradane nêv sî’ û du hezar malî Milan, cihêzê keç û bûkan nehîştin, gîh avêt’ne kûnê bajaran; bû kûrekûrê delalan li ser cihêzê bûk û keçê’ Milan. Wext û mecala şevereş kete sisiyan, dîsa van herduyan xwe beradane nêv malê’ sî’ û du hezar malî Milan. Dibê’ rûn di nêv malê’ Milan da kir’ne neman, tasê zeytê di nêv Milan da rakir’ne çar mejdiyan (Min “tasê…” xist şûna “lîtirî…”: ŞBS). Dibê’ wê çaxê (eger) li mecalê raketinê zarî’ çûk di hembêzê’ diyan da nehewiyana, diyê’ wan destî xwe li piştê’ wan dixistin, digo’, ‘Berxino rakevin, hat’ne we çeqel û rûvî çolan, cin û cinawirê’ çiyan.’ (Min ‘Berxino” xist şûna “Yawrim”: ŞBS) Ew zariyana kerr nebûna, dibê’ dû ra digotin, ‘Berxino rakevin, hat’ne we gurê’ ordiyan, qilçixê çavê’ dijminan, herdu zarî’ Umer Axayê Şerqî, Ûsib û Bozan.’ Dibê’ ew zariyana kerr dibûn, çavê’ wan qurç dibûn, lê dilê’ wane payî bûn, ji samê wan nikanibûn deng bikirana hetanî bi êrkana sibê, mecala nimiya seîbiyan (?). Dibê’ hînga diyê’ wan destî xwe li piştê’ wan dixistin, digo’, ‘Serî xwe rakin, ji ser we çû Ûsib û Bozan.’ Dibê’ wa’ zariyan hînga serî xwe radikirin ji hembêzê’ diyan.” Go’, “Brawo, wê çaxê keç û bûkê’ Milan destî xwe li dîz û gavê’ xwe dixistin, digo’, ‘Çavê’ me birijên, gerdenê’ me birizên; samê va Herduyan mezinê’ me derbas kirine, ket’ne dilê’ biçûkane, zarî’ m’ê biçûk ji tirsa wan serî xwe didine xewa sevan!’ Ê ma tu qe natirsî ji xofa Rebbê alemê?! Tu dikî sebe xatirî tol û heremeke jinan, sebe xatirê qîza Paşayê Milan, meyt û cinazî van herdu bran çekî çolan! Wella brawo, tu nabînî dîndara qîza Paşê Milan! Wê bi te ra herê diyarê qebrê, axa kendal û gornan! Tu gulle brayî xwe ‘ke, sebî xatirî van herdu bran, were em dest berdin ji erdî berrî, berî xwe bid’ne mal û xwediyan.”
Ku Sêhdûn balê xwe dayêkê, dîsa deng bi Dewrêş neket; go’, “Brawo! Madam tu sebî xatirî van herduyan venagerî mal û xwediyan, cotekî dinî di kêlekê wan da sekinî. Herdu zarî’ Mestoyê Ferhên in, navî î biçûk Ibêd e, î mezin vê ra dibê’n Ferhan. Van herduyana dizgirtî xwe di ïbrê da ne, bi mal û cîran, def û dawetê wana nafle (?) têne kutane, rihelê wane li ser terziyan e; eşqê bi hev di’ ra dewam dikine li nêv sî’ û du hezar malî Milane. Dizgirtî î çûk Beyaza Emmo, hîva li çard’ an e; dizgirtî î mezin Fetûma Elo Sincar, xezala li çolan, xwedana toka zêran e. Ma tu qe natirsî ji Xwedê?! Te va herdu bi xwe ra daxistine erdî berrî, tu dikî vana bi kujtin bidî sebe xatirê qîza Paşayê Milan. Madam tu berê zanî meraqê dilane çetin e, tu çi qemîşe van dibî, tu dikî pêsîrê’ van bidî ar û cin û pêran, meyt û cinazî wan çekî çolan! Tu were gulle brayî xwe ke, sebe xatirî van herduyan em vegerine mal û xwediyan.”
Wexta Sêhdûn va şora kir, dîsa deng bi Dewrêş neket. Sêhdûn bang kir, go’, “Dewrêş, brawo, dilî mi’ liyan e! Va seeteke ez li hamberî te sekiniyame. Koma hevalan wî han e li min û te va didine sêr û temaşane. Eger tu venagerî sebî xatirî van herduyan jî, hele binê li talî hevalan, yekî bi tenê sekinî, li tertîbê xezalê ku kar li şûnê bimînê, tum stî xweyî xar e, li ser mal û xwediyan e Ma tu wî qe nas nakî?! Ne bi ça min bi min û te ra bra ye, vê ra dibê’n Çîloyê Îzolî, kekê Gozelê, tercûmanê pênc xweyingan e (Min “… bi min û te ra bra ye…” xist şûna “… brê me gîskiyan e, gêcgelê min û tê…”: ŞBS). Qey te hace hevalan tunê! (hace = hay ji: ŞBS) Çer ku em derketine ji nav mal û xwediyan, em Balê xwe didine Çîlo, desmala gulavîn danî pêş çavane, ji çavan dibê’ gurrîniya hêsrane. Benz lê qulibî, bûye benzê mirî gornane, çav di sêri da sekiniyane û tumî li dawî hevalan e. Heval li dorê kom dibin, em dibê’n, ‘Brawo, te xêr e?! Mek’sîn qeyxan û eleman, însella em e sax û silamet vegerine li koma mal û xwediyane.’ Li me vedigerînê, dibê’, ‘Brano! Gerege wûn li dilî min nekin loman. Serê mêran çiyayê bi dûman e. Hezar salî li dunyayê bimînim, dikim ro’kê illeh serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornane. Ez neketime ber miriniya xwê, hema wûn berê zanin ku neheqî tistekî giran e, kerasekî ji alawiya arê daran e, kurê Evdoyê Serqî li yaxa mi’ danî, ez e bikisînim heta roja serî xwe did’me diyarê qebrê, axa kendal û gornane’ (Min “neheqî tiştekî giran e” xist şûna “ayilî çekeke çetin e”: ŞBS). Ez neketime ber miriniya xwê, brano! Wûn berê zanin, ez meriyakî xerîb im, mi’ danî li kêleka sî’ û du hezar malî Milan, ez xwarziyê wan im. Ez sirgûn bûm ji nêv Îzoliyan, mi’ xwe avête binaniya konê Paşayê Milan. Xweyingê’ min pênc in, mezina gîskiyan Gozel Xatûn, biçûka gîşkiyan Gulfîdan e; her pêncan mecala xwe û dayina mêrane. Konî min’î mezin e, dirêjî û pehniyê wî konî qeydimek û dudî cotane, bi heyjdeh dîregan û çar çapan e. Niha ku ro darê ava, dikişê ber konê mi’ xavê’ miyan, êxliyê’ bergîran, boşê’ devan, tewrê’ nijdiyan. Di binaniya konê mi’ da dibê xilme-xilma ebîd û xulaman, sermal û nêvmal û qehweciyan û şivanan. Mi’ her pênc xweying beradan li tertîbê pezê bêsivan. Brano, wûn berê zanin jî, jin emeliya xwe tune, tum dibine serhevda serî mêran. Tirsa min e ji wê tirsê’, di pê mi’ ra lekakê li daw û êtega mi’ xînin, ji daw û êtega min na’rê heta roja serî xwe did’me diyarê qebrê, axa kendal û gornane. Xema min ne li ser kujtina mêran, lê li ser wan her pênc xweyingan e. Ya kurê Evdoyê Şerqî bi serî mi’ da hanî, ez e bik’sînim heta roja serî xwe did’me diyarê qebrê, axa kendal û gornane. Û e’ zanim ez venagerim û ez e di vê rê da illeh jî bim’rim.’
“Brawo, e’ ji te rica dikim. Ma qe tirs û xofa Xwedê li cem te tune! Tu gule brayî xwe ke, sebe xatirê kekê Gozelê were em piştê’ xwe bid’ne erdî berrî, berî xwe bid’ne mal û xwediyan. Law bi Xwedê tu nabînî qîza pasayê Milan!”
Ku Sêhdûn va şora kir, dîsa deng bi Dewrêş neket. Serî xwe berdayî erdê, ji çavan hêsir têne xare. Sêhdûn balê xwe dayê dîsa deng pê neket, ji çavê’ wî jî bû gurrîniya hêsran. Dîsa serî xwe rakir, go’, “Dewrêş, brawo, dilî mi’ liyan e! Ma ne bes e, va seeta yekê û duduyan e, e’ li hamberî te sekiniyame, e’ çiqasa bi te ra dibêjime, tu çi ra serî xwe qe ranakî? Hele balê xwe bidêkê, ewî bi tenê li kêlekê hevalan sekinî, tu wî qe nas nakî?! Isayê Melle Elî, leqeba xwe Dêli Paltê, pismamê Edûlê, ji gulî’ Edûlê mor bi guman e. Çi dil e û çi wûjdan e ku te bi xwe ra daxistî erdî berrî! Ma tu nizanî devî xwe bi te ra dost e, lê dilî bi te ra xayîn e. Eger sebî xatirî wî jî venagerî, law serî xwe rake li mi’ bin’êr! Mala te xerab bûyo, umrî mi’ çarde’, dikevê panzdane. Hîro roja sisiyan e; ez damîşe kutandina nijdiyan û pêgera erdî berrî nabim, xew di çavê’ mi’ da bûye kevir û sijkê çolane (“bûye” li şûna “bî” hat bikarhanîn: ŞBS). Di va qursaxê mi’ ra derbas nebûye êmegê cotane, ne xwarin e û ne jî av e (Min “ne xwarin e û ne jî av e” xist şûna “xwarin mi’ nedî’, av tune ye: ŞBS). Kimêta reşe tarî di bin mi’ da zirav bûye, bûye têla qeytane, bizmar di binî nigan da nemane. Te destî min qetand ji bavê kal Evdî Milhim, koma hestiyan; ji diya pîr Eyşa Welê, herdu kukumê’ li ber dîwaran. Te di hindirî mi’ da kire hesret gera nav malan, li hamberî keç û qîzan û bûkan, riyê îdiyan û şahiyan li def dawetan. Bira dilê te bi mi’ bisewite brawo! La’ ma tu me kuda dibî? Bi Xwedê Paşê Milan ji te ra tirbek kolaye, te disînê ser kendalê gorane, dikê te bikujê bi destî dostane. Tu gulî’ Edûlê mor nabînî; gulle brayî xwe ke, em veger’ne mal û xwediyane!
Li dû wa’ gotinan Sehdûn giriya. Wexta ku Sehdûn giriya, Dewrêş serî xwe rakir, go’, “Sehdûn, brawo, dilî mi’ liyan e. Te vê sibê berada dilê min xurî û pêt, arê darane. Birînê’ min qirtmax girtibûn. Te vê sibê destî xwe avête wa’ qirtmaxan, birînê’ min telîz bûn, xwûna narîn li pês çavê’ min dibê xewene. Ma tu berê nizanî, vegera mi’ tunê li mal û xwediyane. Ha riya mal wî hanê, li pêş te û hevalan dibê xewene. Qey mi’ sûra bajarê Diyarbekirê nedaye pêş te û hevalan gîşkiyane! Î ku dilî xwe dixwa­zê mal û xwediyan, bira piştê xwe bi mi’ dê, berî xwe bidê mal û xwediyane. Min bi tenî xwe rakir fîncana serbixwûn ji ser şinî û tebaxa zêrane. E’ dobekê ji heyata xwe bihur­time, kesek li pêş çavê’ mi’ nabê xewen, ne ji bavan, ne ji diyan, ne ji hevalan, ne ji meriyan, xeyn ji qîza Paşayê Milan. E’ zanim ku li pê min tê dengê tevr û bêlan, û kendalê tirban ji mi’ va dibê xewane. Va ye roja sisiyan e, ez derketime ji binaniya konê Paşayê Milan, Izraîlê Mewtê pêda li hamberî çavê’ min sekinî dibê xewane. Ez berê zanim, ez nabînim gulî’ Edûlê mor, wê bi mi’ ra herê diyarê qebrê, axa kendal û gornane; hema nefsa dunyayê nefseke pirre grîng û giran e. Sehdûn, brawo! Madame tu hîro li hamberî mi’ sekinî û tu dibê vegere mal, ez dikim niha kulê hindirî xwe gî’ ji te ra vekim. Bi Xwedê Sehdûn, jiyana mine vala ye, bi derewan e. E’ dixwazim ro’kê berê serê xwe bidim diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Temamî kulê’ Milan di hindirî mi’ da şax û şop vedane! Eciziyan beg û êgîd û serdarê’ Milan, ku bibêjin kurê Evdoyê Şerqî dizekî keran e. Li hêlekê keç û bûkê’ wan li dorê Edûlê diciviyan, digotin, ‘Tolê, heriya dunê li serî te be, qey te jî girtî ji xwe ra meraqeke dilane! Kurê Evdoyê Şerqî dizekî keran e, sal duanzde’ mehê Xwedê xwe dikemişîne li devî gêdûg û newal û keriyan, dizekî keran e. Te behra Emerîkan, mala Ebû Reddê xerab kirî bi devî segekî çolane’ (“segekî” li şûna “kelpekî” hat bikarhanîn: ŞBS). Sebdûn, brawo! Edûlê wê çaxê serî xwe radikir li wa’ qîzan, digo’, ‘Hevalno, gerege wûn li dilî mi’ nekin lomane! Dil wekî dendikê beriyan e, hatî serî we gîşkiyane. Ji heqê kurê Evdoyê Şerqî ra li dilî mi’ mekine loman! Taximê sîng û berê mi’ tolê ji derbendan derbendekî asê, li tertîba derbendê Çeneqelê di dest hukmata Tirkan da. Çiqasa dewletê’ muezzem hene bi gemiyan û qayix û topan dikin ku xwe lê biqelibînin, hêzê xwê zêdê, kesek nikane xwe Lê biqelibînê, lê hema kilîtê xwê di dest kekê Sehdo, siwarê Hedban, da ye (“hêzê” li şûna “quwetê” hat bikarhanîn: ŞBS). Yan eger wûn vê jî îna nakin, taximê sîng û berê’ mi’ tolê ji baxçan baxçakî gulan e, bekçî xwe hindiyekî Hindistanê, tunê di dil da merhemet û wûjdane, girtiye rê ji mêrê milî ra. Ez zendê’ xwê kale gewr nakim bin serê mêrê milî heta serî xwe nedime diyarê qebrê, axa kendal û gornane; lê hema ji kekê Sehdo ra baxçakî serbest e, cîhê kirina gilî û gazincan, rijandina kul û derdane (kale gewr= pirr spî / “serbest e” li şûna “beradayî” hat bikarhanîn: ŞBS). Bira tê da bimîne heta roja serî xwe didê diyarê qebrê, axa kendal û gornan; ma dikê çi bikê cinneta alî, bavê ezem, govenda horiyane!’
“Sehdûn, birawo! Casûsan va sorê Edûlê ji mi’ ra dihanîn û bi mi’ ra digotin. Ji çavê’ mi’ dibû gurrîniyê bêsran, min kela di hindirî xwe da lêdikirin, hezar disehetandin, mi’ destê’ xwe li dîz û çongê xwe dixistin, mi’ digo’, çavino wûn birijên, gerdeno tu birizî. Ez berê zanim, gulî’ Edûlê mor ne bi xavê’ miyan e, ne bi êxliyê’ bergîran e, ne bi bosê’ devan e, ne bi tewrê’ nijdiyan e, ne bi bedel û qalanê’ qîzan e, ne jî bi kodê’ zêran e. Mi’ digo’ gulî’ Edûlê mor bi kujtina mêran e. Mi’ digo’, ya Rebbî, wê çito cerd û bêregek, cengek, dakevê ser sî’ û du hezar malî Milan! Ez e sebe xatirê gulî’ Edûlê mor xwe biqelibînim li koma dijminan; ya ez e tê da serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan, ya jî ez e cerqînî lêxînim li koma dijminan, li vegerê axtirman ez e b’înim b’ême û rast kime ser konê Paşayê Milan, tenê bira Edûla gulîmor li hizûrê wan qîzan bisekinê û bidê medha kekê Sehdo, siwarê Hedban! Hîro Rebbî alemê dua min qebûl kirî. Gulî’ Edûlê ketne herac û mezata mêran, mi’ rakir fîncana serbixwûn ji ser sinî û tebaxa zêran, mi’ rakir barê cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan, sebe xatirê qîza Paşayê Milan. Ma ne bi ser mi’ da bû lîlîna zilxitan, kûrîniya hirobçiyan, gurmîna defan; ez bûme nîşana pêçiyê’ qîzik û bûkan û keçan, gîşkiyan pêçiyê’ xwe dirêj dikirin, digo’, vayê hanê kurê Evdoyê Şerqî’, sebe xatirê gulî’ Edûlê mor rakir fîncana serbixwûn ji ser sinî û tebaxa zêran! Ez hîro roja sisiyan e daketime erdî berrî’. Navî mi’ li alem û dunyayê gîşkî belav bû, ku kurê Evdoyê Şerqî sebe qîza Paşayê Milan rakir barê cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan. De ez e çito berî xwe bid’me mal û xwediyan?! Älem û dunya wê bibê, ‘kurê Evdoyê Şerqî merîkî derewçîn bû, damîşe sama mê­ran nebû, riviya, vegeriya mal û xwediyan.’ Ê ne wê çaxê yek ji beg û serdarê’ Milian wê rakê li sûna min fîncana bi xwûn, wê pêsîra xwe bidê cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan. Eger Xwedê kir û cerqînî lêxist li cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan. Li vegerê wê werê bi şora Paşayê Milan destî xwe bavê’ gulî’ Edûlê mor û wê bavê’ binanî konekî mezinî dibê’ xan. Qey zihar e’ jî wê çaxê li hewa dunyayê sax bim û li sirega Çiyayê Şengalê li koz û perda gulî’ mor bid’me temaşan! Ê ne wê çaxê wê ji mi’ ra bi kulekê bê! Ez e bavême binaniyê parsiyan, pê serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Sehdûn, brawo, bira ez wê rojê nebînim, bira ez di vê riyê da bim’rim. Vegera mi’ tunê li mal û xwediyan.”
Sêhdûn dengî xwe nekir. Dewrêş go’, “Brawo, eger tu vê jî îna nakî, e’ ji te ra yeke din jî bibêjim. Brawo, lezzeta dunyayê xewa şevan e. Xwedê ew jî li mi’ kirî hesrete, ez nika’m serî xwe bid’me xewa şevan. Berê li mal û xwediyan, êvarê li şeva nîşevî şevê, li gêdûka bayê xerbî, li ser textê çarnig ji dalxa qîza Paşayê Milan mi’ nikanibû serî xwe bida xewa şevan. Mi’ kela di hindirî xwe da lêdikirin, bi hezaran disehetandin, mi’ li vî dilî xwe nedidî çare û mikûn û derman. Ez di nîvî şevê da derdiketim ji binaniya konê bavê xwe’yî mezin’î dibê xan, min Hedban vedikir, min xwe davête ser piştê, e’ dadiket’me sirega Çiyayê Şengalê, mi’ xwe davête ber perc û zinarê’ çiyan. Konê Paşayê Milan ji mi’ va dibû xewan. Wê çaxê dilî min çîşkî rihet dibû, min serî xwe dida ser kevirê çolan, li şûna yastiqê dê û bavan, hetanî êrkana sibê. Ez radiketim li çola xire xalî, li ser Çiyayê Şengalê, li nêv zinar û kevirê’ çolan. Hîro roja çendan e dîsa ez daketime erdî berrî. Êvarê heval di kêlekê mi’ da peyadibin, hevsaran davêne zendan, li serî xwe digerînin kurkê Hewran, teve eba Dirûzan û li kêlekê mi’ serî xwe didine xewa şevan. Ez tenê dib’me hesabdarê stêrkan, kelan di hindirî xwe da lêdikim bi hezaran, hildiweşînim bi hezaran, qe li vî dilî xwe’yî malşewitî nabînim çare û mikûn û dermanan. Li hêlekê xew di çavê’ mi’ da dibê sijik û kevirê’ çolan, hema brawo xewe zalim e, car caran çavê’ mi’ qurç dibin, hema dilî minî payî ye. Ez balê xwe did’mêkê, di xewa şevan da bi ser mi’ da disekinê Edû­la Axê, serfiraza sî’ û du hezar malî Milan. Taceke li sêrî, zêrê şor e, yapraxê tacê zêrê bi qulp pê da beradane, xelas kirine morê cênigan, slavê didine kenara lêvan. Eniya xwê kale gewr e, li tertîba gobega hîva li çard’an. Birî û bijange qemer in, biskê’ bi rewan sekirine bûne kevan e, xwe dane ser henarê’ riyane. Henarê’ riyane şor in li tertîba şêva gulanê, derazê zer û şor ketinêkê, dibine xewane (“gulanê” li şûna “eyyarê” hat bikarhanîn: ŞBS). Pozî teyrîn e, lêve qeytanî ne, dirane hûr in li tertîba hebê’ pirinca Qerejdaxê li êtega çiyane. Qirike zirav e, deq lê kutane, lê hêsin dikin li tertîba sayîkî li navbera du ewran e. Bi navkela kemberan, kêleka himêliyan, bi bejna sewayan, bi newqa helaliyan, bi topigê xilxalan, bi zendê bazinê tîlkarî. Di dest da çoganekî zêrîn, vediweşinê pozî qonderan li tertîba zabit û êrkanherbeke serî gemiyan. Brawo! Pozî qonderê di mi’ hildidê, e’ radibime serî hêlan û piyan. Ez Balê xwe did’mêkê, Edûla Axê bi ser mi’ da sekinî. Ez destî xwe davême gulî’ mor, bi ser xwe da xar dikim; ez devî xwe davême binaniya guharê heydirî, jê tê bîna henê, wexma qurnefîlan. Ez vê ra çavê’ xwe radikim ji xewa sevan. Ez Balê xwe did’mêkê, li dora mi’ tê dengê bûm û kundê çolan, hilm û hilkana bayê xerbî tê li erdî berrî, li sargê bi guman, li şeva nîvê şevan. Yekûnê hevalan di kêlekê mi’ da ne, raketine. Ez balê xwe did’mêkê, min destî xwe palikandî li kurkê hewran, devî mi’ tiji bî ji pirça kurkê hewran. E’ destî xwe davême ser qebza lezgan, dikim di gerdenî xwe da lêxînim, vî dilî xwe’yî malsewitî derxînim û çekime çolan, lê ez hey dikime xwe, dibê’m, ‘dilo, derd vê keto, raweste! (Min “raweste” xist şûna “bisekin”: ŞBS). Bi dûr keve ji pêtaga vala, belkî tu Edûlê bibînî û dîndara gulî’ mor bi te ra ne’rê diyarê qebrê, axa kendal û gornan!
“Law Sehdûn, brawo, ji mi’ biger! Brînê mine xeddar e. Riya mal wî hanê li pêş wê ye. Here cem hevalan, tu û hevalan piştê’ xwe bid’ne erdî berrî, berî xwe bid’ne mal û xwediyan; min bi tenê berdin li erdî berrî, sargê bi guman. Tu here rûne li dîndara bavê kal û diya pîr, Evdî Milhim û Eyşa Welê, herdu kukumê’ manî li ber dîwaran; bigir ku Rebbê alemê ez peyda nekirim ji daw û êtegê wan herduyan! Ez hezar salî li dunyayê bimînim, ez dikim illeh ro’kê serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Ez naxwazim wê miriniya bi taya salê, bi xe­laya Nisêbinê, bi kula severesê, bi sanciya şivanan; naxwazim li gulîskê merzelê’ akinciyan serî xwe bid’me diyarê qebrê, axa kendal û gornan! Miriniyake min hebê bira li erdî berrî bê, bi lîlîniya zilxitan, bi qûrîniya hirobçiyan, bi cerqîniya darê begariyan, bi şîngîniya şûran, bi gurrîniya hiwêzî çavkildayî bê. Xwûna mine sor bira birjê li erdî berrî, temiriya mine mor bigerê li mitê gewrik û belana erdê berrî, gostê mi’ herê-werê li qatê ezmanê heftan di dest teyr û tî çolan da; ew pirr ji mi’ ra çêtir e ji mirina nav ciyan. Sehdûn brawo, serî xwe rake bin’êr! Mi’ dobekê rakirî barê cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan. Eger barê Çîl Îbramê Begdilî, kekê Eyso, Padişahê Tirkan, bi bîra Xeyê (?) bê, ez e xwe li ser sêri berdimêkê, bira çûna mi’ hebê, vegera mi’ tunebê li mal û xwediyan, sebe xatirê qîza Paşayê Milan! Eger barê Kose Weys bi arê Nêmrûd bê li bajarê Rihaya xopan, ez e xwe bavême bêsîga Xelîl Rehmanê, xwe bavême nav arê daran; sebe xatirê qîza Padişahê Milan bira çûna min hebê, vegera mi’ tunebê li mal û xwediyan! Eger barê Eyûbê Mustefa, kekê cozan, padisahê xortan, bi serpê cin û pêriyan bê, ez e xwe biqelibînime li koma cin û pêriyan, bira çûna mi hebê, vegera mi’ tunehê li mal û xwediyan, sebe xatirê qîza Padişahê Milan! Eger barê Eferê Gêsî, kekê Utman, bi pêlên behra Emerîkan bê, ez e xwe çekime nêv wan pêlan; bira ez têkevime devî masiyan û hûtan.
“Sehdûn, bra, e’ zanim tu çûkê bav û dê yî û ez Balê xwe did’me tê, li te din’êrime, benzî te qulibî’ û tu damîşe erdî berrî nabî, taliya biharê ye; lê ez dikim bi vî dilî xwe ra çi bibêjim?! Û ez berê zanim vayî hanî sekinî jî Îsayê Melle Elî’, leqeba xwe Dêli Paltê’, pismamê Edûlê; ji gulî’ wê mor bi guman e, dixwazê deqakê berê ez bim’rim, û ez berê zanim devî xwe bi min ra dost e, dilî bi min ra xayin e. Ez merîkî mecbûr im, loma mi’ bi xwe ra daxistî’ erdî berrî. Rica mi’ j’ te hê brawo, vegera mi’ li mal û xwediyan tunê; hema ji gavê din û vir da, e’ bi te ra şorê dikime, ez balê xwe did’me girî hanê, tiştik li ser dixewînê. E’ çiqasa lê din’êrime, e’ nizam çi ye, çavê’ min rind lê hukim nakine. Rica min ji te hê, tu hînî ciwan î, umrî te dorê çarde’ û panzdan e, bênayî çavê’ tê zêde ne; hele ji mi’ ra bin’êr çi dixewînê li wir vê sibê!”
Dibê’ wê çaxê Sehdûn lê fertilî, destî xwe da ber çavê’ xwe, lê nihêrî û go’, “Brawo, çavê’ mi’ birijên, gerdenê min bihilê! Tu zanî, hîro roja çendan e di qursaxê mi’ ra derbas nebî êmegê cotan; bênayî di çavê’ mi’ da jî nemayî. Ez çiqasa lê din’êrime nizanim çi ye. E’ zanim ruh tê da hê; de niza’m êdî teyrekî çolan be, xezal be, lê însan be! Ruh tê da hê, lê ez ji hev di nakime der e, ka çi ye. De brawo, mademe ku wanî, meş em herine cem hevalan. Ku illeh dixwazî zanibî, ez e herim wê derê bin’êrim, ku tistek tunebê,” go’, “em e li mal û xwediyan vegerin.”
Dewrêş û Sehdûn va hatin cem hevalan sekinîn. Heval gîh rabûne ser xwe. Dewrêş bi dengekî bane hevalan kir, go’, “Gelî hevalan, dilî mi’ liyan e; guhê’ xwe bi ser mi’ din, vê sibê dengî mi’ tê we gîhane ! Ez dikim ji we ra sorekê bibêjim, hema bira tiştek ne’re dilî we kesan! Mebêjin ku hîro Dewrêşê Evdî, kurê Evdoyê Şerqî, rakirî fîncana serbixwûn ji ser sinî û tebaxê zêran, rakirî barê cerd û bêregê’ Tirk û Gêsane, li erdî berrî dajoye serdarî li serî me gîşkiyane. Na, ew di dilê min da tunê; em hîro li erdî berrî bi hev di ra bira ne. Bira ê di dilan da di dilan da bimînê heta vegera li mal û xwediyane. Ez berê zanim hîro roja sisiyan e em daket’ne erdî berrî, sargê bi guman e. Wûn zanin, taliya biharê ye û koçer di erdî berrî da nemane, gîh daket’ne serî gundane. Çiqasa bîrê erdî berrî hene xalî bûne, av di erdî berrî da nabe xewane. Hîro roja sisiyan e di qursaxê we ra derbas nebî êmegê cotane, kirtînî cê neketî devî va heywanane; xew neketî çavê’ we gîşkiyane. E’ ji we rica dikim, wûn bîstekî serî xwe bid’ne xewa sevan; Hedbanî min nêrî girgîn e; ji gavê din û vir da qirintîke (?) reş ji mi’ va dibê xewane. Ez herim lê bin’êrim, eger ku tiştek tinebê, ez e vegerim, em e pistê xwe bid’ne erdî berrî, berî xwe bid’ne mal û xwediyan; qey barî sî’ û du hezar malî milan neketî bi me duanzde’ hevalan!”
Ku va şora kir, kêfê hevalan xweş bû; dixwazin ku çîkî rakevin. Her kesî xwe ji ser hespê xwe berada, hevsarî hespan li zendê’ xwe girêdan, kurk û ebe li serî xwe gerandin. Dewrês ïgala muêlan xar kir, avête çatê biriyan, eba duruziyan li çengan gerand, pozî rumê kuta nêv guhê Hedbên û şabûrê zîvîn bi Hedbên da dagirt. Hedbên xwe ji bin çekir li tertîbê xezalî sor li piştê çiyan; ne go’ gelî, ne go’ zinar e; yek û dudu xwe avête serê wê reşayî. Ku gihîşte ser gir, balê xwe dayêkê cotek qîz ji pêsî rabûn, yeke bi kincê’ kurmancî ye, yeke bi kincê’ erebî. Herdu rabûne ser xwe, piştê’ xwe dane Dewrêş û serberjêr bûn, mesiyan. Dewrêş slav li wan herdu qîzan da, slava Dewrêş negirtin bi serî zimên, bi kenarê lêvan. Dewrês balê xwe da wan: A hane bi ilwanê (?) kurmancî taceke li sêrî, yapraxê tacê zêrê sor e, qorê’ mehmûdiyan û zêran bi qulp pê da beradane, xelas kirine morê cênigan, slavê didine li kenara lêvan. Enî kal e, gewr e li tertîba go’bega hîva li çard’an, birî û bijange qemer in, biskê bi rewan se kirine bûne kevane, xwe dane ser henarê riyane. Pozî teyrîn e, lêve qeytanî ne, dirane hûr in li tertîba heba pirinca Qerejdaxê li êtega çiyane, qirike zirav e deq û serab lê kutane, lê hêsin dikine li tertîba sayîkî mabênê du ewrane. Bi navkela kemberan, kêleka himêliyan, bi bejna sewayan, bi newqa helaliyan, bi topikê xilxalan, bi zendê bazinê têlkarî, di dest da gopalekî zêrîne, vediweşînê pozî qonderan, weke zabit û êrkanherbeke li serî gemiyan. A dine di kêlekê wê da bi ilwanê (?) erebî, sareke kêserrewan avêtî ser sêrî û yek li dorê gerandî li tertîba fûta sêxan û Melan. Bi ser xwe da beradayî qapûtê berbisems, di nigan da zoyê çekmane - çekme mînê cûzman bûn -; gopalekî zêrînî di dest dê, vediwesînê pozî çekmane. Herduyan piştê xwe dane kurê Evdoyî Şerqî, berî xwe dane mal û xwediyan. Wexta çavê’ Dewrêş li wan herdu qîzan ket, wî di hindirî xwe da kela lêkirin, hilwesandin; go’, “dilo derd vê keto, bisekin ji êtega boş, qefesa vala! Mi’ digo’ belkî çelengî û cemalî’ li dunyayê tune xeyn ji çelengî û cemaliya qîza Paşayê Milan. Mi’ sebe xatirê gulî’ wê mor neçele-neçele pêsîrê xwe da cerd û bêregê’ giran, qurşînê’ heftniçik di pêsîrê mi’ da şeqiyan. Mi’ sebe xatirê gulî’ wê mor berda dîndara bavan û diyan, min konê mezin ji xelkê ra kire kisib û talan. Mi’ sebe xatirê gulî’ wê mor rakir fîncana ser bi xwûn ji ser sinî û tebaxa zêran, mi’ rakir barê sî’ û du hezar malî Milan, cerd û bêregê’ tirk û Gêsan. Mi’ nizanibû çelengî û cemalî’ li dunyayê pirr e, dest ser destan ra hene hetanî bi erşê bilind, qatê ezmanê heftan! Çelengî û cemalî’ van herduyan hezar carî bimbarek bê li mal û xwediyan.” (Min “carî” xist şûna “derbî”: ŞBS)
Dibê’ wan qîzan, yekê li ser pî xwe ra nihêrî, siwarek li pê wan tê, hespî di bin da padîşakî hespan e, siwarî li ser padîşakî xortan e; li sêri sara keserrewanî, ïgala muêlî xar kirî avêtî çatê biriyane; di istu da melûl bî qeytana nêrûz û dabanê girane, simêl badane kirine perê ne’imane; ji pêsîrê bişkok filitiyane, di binaniyê de dixewinê çaqê zirxliyane. Bi qapûtê Samêyî giran, bi şerwelê qeremdîlî, bi zoyê cûzman, sabûrê zîvîn avêt’ne pehniyane. Li hêlekê şûrê qabilme dibrûsê, li tertîba brûskê ezmanan, li kêlekê dibê xewane. Heywan di bin da zirav bî, bî têla qeytane; nehl û bizmar di bin nigê heywên da nemane; geme li aziyan; tenge li parsiyan dikojê damaxa dizgînê polêt û lîwanê. Kêlekên heywên ji kutandinê sabûran bûne gostê devî kêran û qîmane. Parsî wî heywanî gewr dikin li tertîba berfa li sirega çiyane.
Herduyan piştê’ xwe dane Dewrêş û ji ser gir daketin.
Dewrêş balê xwe dayêkê, qebîlakê di binî gir da danî, êleke mezine bi çar şopan e, her şopek şemtê pênc sed malan e û her şopekê konekî mezinî di pêsî dê, konê serdaran e. Dewrêş balê xwe da wan herdu qîzana, a hane bi ilwanê Kurmancî kete binanî konekî kurmancî, bêraqeke herbê tê ra dixewinê (Bala xwe bidê, keç bi kincên kurmancî ye û kon jî konekî kurmancî ye, lê keç tirk e û kon yê serokê êla Tirkan e. Li vir yan dengbêj ketiye şaştiyê, yan keçên koçerên tirk –tirkman?- yên li erdê berrî wê demê kincên Kurmancan li xwe dikirin: ŞBS). A hane bi ilwanê erebî kete binaniya konekî erebî. Dewrêş balê xwe da wê qebîlê; konê’ wan bi ser wan da daketine, navberê konan li erdê dibine xewane, bûne konê’ hêrgiyane (?). Li hêlekê cehnî biçûk girtine ji berî makane, makê’ cehniyan nabine xewane; li hêlekê jinê’ xwê serqot in, gulî’ xwe qut kirine, ji henarê rûyê’ wan xwûn dirjêye; cilên xwe res in, res girêdane.
Dewrêş li wê derê kete dalxan; go’,” law ecebe çi bi serî van da hatî, cehnî hene mak tune ne, jin hene peya tune ne, konê’ van bi ser da daketine, jine bi cilê res in. Ger ez vê meselê pirs nekim, wê ji mi’ ra tew bi kulekê be. Hele ez dakevim pirs kim!”
Dibê’ Dewrêş xwe ji ser gir berda ser qebîlê. Ê çavê’ Hedbên li sênayî ket’, hîro sê ro ne dese sênayî kirî; dibê deng bi Hedbên ket. Wexta ku deng bi Hedbên ket, dibê ew cehnî hane biçûk, deng bi gîhan ket. Di gironekan da çûn û hatin, dûman û tozê xwe avête qatê ezmanan. Keç û qîzê’ Tirk û Gêsan riviyane xilxalan, li kurê Evdoyê Şerqî dane sêr û temaşan. . Dibê’ wê çaxê Dewrêş hat sekiniya li ber konê hanî erebî. Dewrêş balê xwe dayêkê, ixtiyarek ji bin binanî kon derket û hat li hamberî wî sekiniya, destî xwe avête dizgînê Hedbên, go’, “Kurê min, were peya be li bin konî min, e’ j’ te re qehwakê çêkim; qehwê sibê lezetê xwê zêdê ye û hînga dese min ke, here.”
Dibê’ wê çaxê Dewrêş go’, “Bavî kalo, mala te li te bimbarek bê; ez nikanim peyabim. Sibê, ro bilind dibê, dunya germ e. Ez hatime pirsekê ji te pirs kim.”
Kalê go’, “Kurê min, hindirî min ne sifrê ez veresînim li her derê û ne xana çarderî ye, meqamê gênim û kêçecî çolan e! Tu were binanî konî min, hînga bin’êr tu çi dixwazî, e’ j’ te ra bibêjim.”
Dewrêş go’, “Bavî kalo, rica min ji te hê, ez nika’m peya bim; wexta min nema, ro bilind bû, dunya germ e. Ez hatim li hamberî te sekiniyam ku tu ji mi’ ra bibêjî ka çi hatiye serê esîrê we! Ji hêlekê du keç ji serî vî girî rabûn bi ilwanê’ giran, bi qorê’ mehmûdiyan û zêran; yeke bi ilwanê kurmancî bû, yeke bi ilwanê erebî bû. A bi ilwanê kurmancî kete binanî vî konî hanî bêraqê cengê tê ra dibê xewan, a bi ilwanê erebî jî kete binanî vî konî te. Li hêlekê we va cehniyana girêdane, makên wan tunene; li hêlekê jinê we hene, peyayê we tunene; li hêlekê pîrek gîh di yasê reş da ne, porî xwe qut kirine, ji henarê rûyî wan xwûn têye, şîn di mabênê wan da digerê’. E’ li serî gir ket’me dalxan; mi’ go’, “ya Rebbî, eger bata qirim û çora (?) hespan, makê va cehniyana miribin, de çi ra va cehniyana li şûnê diman?! Mi’ go’, eger kêmayîne bi serî vê qebîlê da b’atana; erê, jinê vana gulî’ xwe qut kirine, henarê rûyî wane bi xwûn in, va kincê’ reş e li wan in, lê çi ra va herdu qîzikana bi ilwanê’ giran in?!” (Mebest ev e: çima ew bi cil û bergên bedew in?: ŞBS). Eger ku b’ata xela mêran û peyê’ we bim’rana, de çi ra va jinana li sûnê’ wan diman?! Ez hatim vê pirsê ji te bikim. Rica min ji te hê, ro bilind bû, wexta mi’ nema, dunya germ e û gerege tu ji mi’ ra bibêjî.
- Ê go’, peyabe, rûne; e’ ji te ra qehwê çê’kim, ez hînga ji te ra bibêjim.
- Go’, na ez peyanabim.
- Tu peyanabî?, go’.
- Na! go’.
- Madem tu zanî va dawiya biharê ye û dunya germ e, mecala pala c’an e, tu li erdî berrî çi digerî?! Tu li çi digerî?! Tu berê ji mi’ ra çîrokê xwe bibêj û Paşê ez çîrokê xwe bibêjim.
- Go’, wella, bavî kalo, çîrokê mi’ çîrokeke bi derewan e. Beş a ku e’ zanim, ar têkeve mala Tirk û Gêsan; cerd û bêregekî xwe daxistine erdî berrî, bi sê hezar û heft sed siwaran, bi duanzde’ zo hirobçiyan, bi duanzde’ defan, bi çar bêraqan, pênce’ qîzê’ serdaran bi xwe ra rakirine, daket’ne erdî berrî, bona sî’ û du hezar malî Milan. Casûsan xeberê vana bela’ kirin, ku cerd û bêregê’ van daket’ne erdî berrî. Em jî koçeber in; xeberê cerdê’ Tirk û Gêsan li erdî berrî bela’ bû, koçer di erdî berrî da neman. Koçerê’ ereb bi gemiya Meskenê (Li ser çemê Ferêt e, aliyê Sûriyeyê: ŞBS) xwe avêtin dexelê’ berê çeman; koçerê’ Berêz (Beraziyan, ji herêma Deyşta Sirûcê, îroj aliyê binxetê: ŞBS) xwe avêtin aliyê Deyşta Sirûcê, li qeracê’ Çaq û Nehşî vereşiyan (veresiyan: belav bûn / “aliyê Deyşta Sirûcê” ket şûna “çewlûga ...”: ŞBS). Egîdê’ Berazan xwe avêt’ne derbendê Qeremux (Li nêzikî çemê Ferêt e, rojavayê başûrê Kobaniyê: ŞBS), bûne hemalê’ gulîsorê’ Berazan. Em çend male Kurmancan jî di erdî berrî da hebûn, em jî riviyan. Du hêstire min ji koçan ferqiziyan. Ez hîro roja sisiyane ketime pê wan herdu devane. Hesp di bin mi’ da bû têla qeytanê, nehl û bizmar di hin nigê’ heywên da neman. Hîro sê ro ne digerime li erdî berrî. Ne çavê’ mi’ li konekî koçeran ket, ne jî li seyidbaniyekî çolan, qelawizekî cerdan, heywanekî berriyan. Ez li wan digerime; ez niza’m: qanad bi herdu devan ketin, firriyane qatê ezmanê heftan; lê ziyareta Wês, rehmetullah lê, kete bal û bîrê wan! (Dihêt gotin ku hin caran hêştir, deve, bi sewdê dikevin, bi çolê dikevin û berên xwe didin ziyareteke bi navê Ziyareta Şêx Wês; ranawestin ta digihên wir: ŞBS). E’ niza’m bûn marê’ teyar, erd qelisî û tê da wenda bûn! Ez hîro roja sisiyan e, heyirîme li erdî berrî. Vê sibê mi’ dî’ li ser vî girî reşiyak bi mi’ va dibê xewane. Ez hatim li ser gir sekiniyam, mi’ dî’ va herdu qîzan rabûn û daket’ne vê qebîlê. Bavî kalo, mesela min va ye. E’ ji te rica dikim, wexta mi’ nema, tu ji mi’ ra olexanê we bibêje, binê’ ka bi serî we da çi hatiye.
- Go’, kurê min, olexanê me jî olexaneke valaye bi derewan e. Arekî hilolî têkeve ber mala paşeyê Milan, merîkî bêbext e, nizane qedr û qîmeta mêran. Va qebîlê’ tu li ber sekinî qebîlê’ Tirk û Gêsan in (Baqî dibêje “qebîla Tirk û Gêsan e”: ŞBS). Ew herdu qîzê’ ku ji serî sikêrê rabûnî yek xweyinga Çîl Îbramê Begdilî, kekê Eyşo, padîşahê Tirkan e; yek jî xweyinga Eferê Gêsî, kekê Utman, ji hestî û heneva bavê te’yî kal, Şêxê Gêsan e (Mebest: keç qîza kalê bi xwe ye: ŞBS). va qebîlê’ Tirk û Gêsan in. Sê riyan berê li ber vî konî min bû gurrîniya defan, lîlîniya zilxitan, kûrîniya hirobçiyan. Gêsê’ xerbî û şerqî neman, gîh li ber vî konî min kom bûn û civiyan. Hema arekî hilolî têkevê mala Paşê Milan! Keç û bûkê’ me Tirk û Gêsan hatin sekiniyan li dîwana mêran, li hamberî beg û serdarê’ Tirk û Gêsan, û gotin, “Heriya dunê bi serî we be, zihar wûn jî dibê’n em peya ne! (“dîwana” li şûna “meg’ëda” û “serdarê’” li şûna “reîsê’” hatin bikarhanîn: ŞBS). Milan li ser devî bîran namûsê me avêtine binî nigane, wûn jî rûdinin li dîwana mêran û dibê’n, em peya ne! Eger wûn nikanin rakin barê sî’ û du hezar malî Milan, em koma keç û bûk û jinan, em e berdin qebîlê’ Tirk û Gêsan; em e berî xwe bid’ne nêv sî’ û du hezar malî Milan; mêrê milî ji me ra çêtir e ji koma we Tirk û Gêsan!” Li ser şora wa’ keç û bûkana beg û serdarê’ me Tirk û Gêsan bi dev hev da sondek xwarin bi telaqa jinan, ku illeh bajone ser konê Padişahê Milan û bişewitînin; sandiqa zêran, war’data sî’ û du hezar malî Milan, derxînin ji binaniya konê Padişahê Milan. Serfirazê’ qîzê Milan pênc in: yek Beyaza Emo, hîva li çard’an; yek Fetûma Elo Sincar, xezala li çolan; yek Edûla Kîkî, xwedana çelengî û cemaliya giran; yek Gozel Xatûn, xweyinga Çîloyê Îzolî, tercûmana pênc xweyingan; yek jî Edûla Axê, serfiraza sî’ û du hezar malî Milan, dilsaxa kurê Evdoyê Şerqî, siwarê Hedban. Çelengî û cemalî’ vana dunya tiji kirine. Sond xwarin wê van her pênc qîzan wînine qebîlê’ me Tirk û Gêsan, wê qebîlê’ me Tirk û Gêsan li çelengî û cemaliya wan bid’ne sêr û temasan, heta ku serî xwe did’ne diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Ew konî hanî kurmancî, bêraqê cengê tê ra dixewinê, ewaya konê Çîl Îbramê Begdilî, kekê Eyşo, Padişahê Tirkan e. Sê riyan berê, çiqasa kal hebûn li dorê wî kom bûn û civiyan, Çîl Îbramê Begdilî bû serdarê kal û ixtiyaran; bêraqa sifteh dakete erdî berrî, li bona sî’ û du hezar malî Milan. Ew konî din’î di kêlekê da konê Kose Weys e, egîtê deman. Çiqasa diz û henselê’ çolan hebûn li dorê wî konî civiyan; bêraqa duduyan, ewaya bû serdarê wan, dakete erdî berrî, li bona sî’ û du hezar malî Milan. Va konî di kêlekê mi’ da konê Eyûbê Mustefa ye, kekê cozan, Padişahê xortan. Çiqasa xort di qebîlê da hebûn destî wana qetandin ji dîndarê bavan û diyan; xortan cotê guliyan bi ser derz û qolincê xwe da beradan, ewaya bû serdarê wan; bêraqa sisiyan, dakete erdî berrî, sargê bi guman. Va konî tu li hember sekinî, konê Ïwêd Begê Kal e, bavê Efer û Utmên, Şêxê Gêsan (Kal bi xwe ye: ŞBS). Gêsê xerbî û serqî va neman, li ber vî konî min kom bûn û civiyan; bû lîlîniya zilxitan, bû kûrîniya hirobçiyan, li hêlekê bû gurmîniya defan. Ji ber vî konî min siwar bûn hezar siwarî delûlan; cot bi cot siwar bûn li wan, di dest wan da arê fetîlan. Serdarê wana jî bû Eferê Gêsî, biçûkê brayê xwe Utman. Ji bin vî konî min siwar bûn pênce’ qîzê’ serdaran, seroka wan qîzan jî Zihre Xatûn, hestî û heneva bavî te’yî kal e (qîza wî bi xwe ye: ŞBS). Va hîro roja sisiyan e daket’ne erdî berrî, sargê bi guman, li bona sî’ û du hezar malî Milan. Va herdu qîzê’ tu pirsa wan dikî, eger royê hezar mêr ji vê qebîlê bim’rê jî, va herdu qîzana vê ilwanê xwe xerab nakin. Tu pirs dikî, çi ra va jinana rûyê’ wan qetiyane, xwûna narîn li henarê’ rûyê’ wan dixewînê; gulî’ xw’ê mor qut kirine, çekirine çolane, di yasê reş da ne û şîn û girî di nêv wan da ne. Kurê min, pê ku vana daket’ne erdî berrî bi çar bêraqan, bi duanzde’ defan, bi duanzde’ zo hirobçiyan, pênce’ qîzê’ serdaran, hezar û heft sed siwarî Tirkan, hezar dusiwarî delûlan; pê wan ra min rakir barî va eşîrê’ nuhîme giran. Bavî xwe’yî kal mehes’bîne bi qelxê gêdig û gêçecî çolan. Ez Hiwêd Begê Kal im, neyî har im, wergî dîn im. Ez ne hemalê va selehan im, siban û hetanî êvaran bi xwe ra radikim û hiltînim. Dihinî va çaxan li dîwana mêran mi’ li serî xwe gerand kurkê hewran, mi’ go’ ez bîstekî serî xwe bid’me xewa şevan. Li nav qebîlê’ me Tirk û Gêsan digeriya dîlana keç û bûkan û qîzan, kêfê wanî xweş bû, digo’ wê talana Milan werê nêv me Tirk û Gêsan, serfîrazê’ qîzê’ wan wê werin, em e li çelengî û cemaliya wan bid’ne sêr û temaşan. Dema mi’ xwazt ez serî xwe bîstekî bid’me xewa şevan, mi’ Balê xwe dayêkê, mi’ dî’ ji dengî xulam û ëbîdan ez nikame serî xwe bid’me xewa şevane. Ez qemîşe xulaman nebûm; xulam li tertîbê ewladê meraiyn in. Mi’ dîwana mêran berda, daket’me hêla heremê û li ser textê diya Efer mi’ serî xwe da xewa şevan. Mi’ carekê çavê’ xwe rakir’, di guh mi’ da tê hawar-hawara jinane; alem û dunê hev dibine serî piyane, çiqasa keç û bûkê’ qebîlê hene gîh li dora konê mi’ civiyane; gulî’ xw’ê mor qut kirine, çekirine çolane; ji henarê rûyî wan dibê gujiniya xwûnê; li hêlekê tê dengî zariyan, çekirine nêv nigane. Mi’ serî xwe rakir, aqil di serî mi’ da nema, ez ket’me sûnê dîwane û bodelê çolan. Mi’ bang kir, mi’ go’ “Xêr e we, bi serî we da hatî çi ecêb û olexane?! We aqil di serê mi’ da nehîst, ez ket’me sûnê bodele û dîwanê çolane.” Hatin li hamberê mi’ sekiniyan, go’, “Axa, qey zihar te hay ji berê dunê tune; vegera peyê’ me kesî nema li mal û xwediyane, wê yekûn serî xwe bid’ne diyarê qebrê, axa kendal û gornane.” Mi’ go’, “Xêr bû, çi bi serî wan da qewimî, çi xeber bû ji we ra hat?! He ji mi’ ra bibêjin, sebra mi’ nema.” Go,’ “Em niha di dîlana keç û bûkan da bûn, em di kêf û heneka giran da bûn. Me Balê xwe dayêkê, Erebekî rûtenikî serserqotî pişthevalan, xas û bi tenî kerês hat kete nav me gîşkiyan, li hamberê me sekiniya, go’, ‘Heriya dunyayê bi serî’ we bê, zihar kêfê we xwes e, ku vegera peyê’ we hebê li koma we gîşkiyane.’ Me xwe avête dest û nigê’ wî Erebî, me go’, ‘Law Erebo, hele bibêje çi bi serî’ wan da hatî?! (Bala xwe bidinê, Hiwêd û eşîra wî bi xwe jî Ereb in, lê çîrok wisa dihêt gotine ku mirov dibêje qey yê rêwî Ereb e û yên ji wî dipirsine Kurd in. Li milê din, Hiwêd carine behsa eşîra Gêsan û ya Tirkan dike wekî ku yek êl bin. Heye ku sedem bi wê yekê ve girêdayî be ku di wan deman de hestê neteweyî nebû: ŞBS) Go’, ‘Xwedê deyne mala Paşayê Milan; kurê Evdoyê Şerqî rakir fîncana ser bi xwûn ji ser şinî û tebaxa zêran. Bi duanzde’ siwaran dakete erdî berrî, sargê bi guman, li bona cerd û bêregê’ we Tirk û Gêsan. Kesekî ji ber destê’ kurê Evdoyê Şerqî bifilitê tunê, vegera peyê’ we kesî nema li mal û xwediyan.’ Mi’ go’, ‘Ma bona sora wî Erebî şîn û girî ketî nav wê, we reş bi ser xwe da beradye, gulî’ xw’ê mor qut kirine û çekirine çolane.?! Berdin va meselê valaye bi derewan. Eger kurê Evdoyê Şerqî bi Izraîlê Mewtê, mêrê mirinê bê, dîsa nikanê bi cerd û bêregê’ giran; eger bi gurê sibatê bê, di çelî zenberî da, di bîstî çêle da, di hîvê rone da bikevê nav kerî miyan, dîsa xelas nabê cerd û bêregê’ giran.’ Hema aqilî jinanî kêm e, ew sora wî Erebî ketî guhê’ wane, loma va sîn û giriya ketî ortê wane. Lê bavî xwe’yî kal mehesibîn bi qelxê gêlim (gênim? :ŞBS) û gêçeciyê çolan! Ji gavê din û vir da da, ez balê xwe did’me tê; tu neyî Tirk î, neyî Ereb î, tu Kurd î, Kurmanc î. Tu daketî erdî berrî, sargê bi gumane; bi te ra dibê’n kurê Evdoyê Şerqî, û va’yî di bin te da jî Hedban e. Tu hatî tesehî min û şorane. Kurê min, tu û Efer va bi hev di’ ra bran e. Gule bavî xwe ke, berde erdî berrî, here vegere li mal û xwediyan, rûne li binaniya konê xwe’yî mezinî dibê’ xan, li huzûra bavê xwe’yî kal, Evdî Milhim, koma hestiyan û diya xwe, Eyşa Welê; herdu kukumê li berî dîwaran. Paşê Milan ji te ra tirbek kolaye, te disînê ser kendalê tirbane. Kuro, tu nabînî dîndara qîza Padişahê Milan! (Min “Kurê min” û “kuro” xistin şûna “oxil”: ŞBS) Ji sî’ û du hezar malî Milan mek’şîn qeyxan, di pist te da sekinî pênce’ hezar malî êzîd li sirega Çiyayê Şengalê.”
- Go’, bavî kalo, te ez nas kirim! Vegera mi’ tune li mal û xwediyan, lê ricake mi’ ji te hê: hîro roja sisiyan e daketime erdî berrî, ez û hevalan va hereket di me da nema; tu dikî ji mi’ ra bêjî ka cerd û bêregê’ we li ku ne!
- Go’, kuro, e’ ji te ra dibê’m vegere mal; tu meriyakî serqî yî. La’ wellah ji te ra tirbek kolaye, te dişînê ser kendalê tirbane; tu ê bim’rî, dikê te bikujê bi destî dostane.
- Go’, ez venagerim.
- Go’, tu venagerî?
- Go’, na.
- Go’, wa serî xwe rake, bin’êre! Ez Huwêd Begê kal im, neyî har im, wergî dîn im. Ez ne hemalê va selehan im, sibê hetanî êvarê bi xwe ra radikim û datînim. Mebê, ‘ez hîro qebîlê’ Tirk û Gêsan bêpeya dibînim!’ Tu dikî çi bikî cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan?! Ez Huwêd Begê kal im, ez e niha derkevime gêdûga bayê xerbî. Ez e Kimêtê ji qeyd û merbendan bifilitînim, çek û seleh û weznan bi ser xwe da berdim; ew herdu qîzê’ hane ji serê wî girî daketî, ez e dîsa herim bi ser wî girî gihînim, di navbera te û xwe da deynim. Ez û te va, em e pêsîrê’ xwe bid’ne pêsîrê’ hev di’. Eger ku te ez kujtim va herdu qîzan rake û bibe here, tu dikî çi bikî dîndara qîza paşayê Milan! Here rakeve li meqamê horiyan heta roja tu serî xwe didî diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Na, eger mi’ tu kiujtî, zati tu nabînî dîndara qîza Paşayê Milan, wê bi te ra herê diyarê qebrê, axa kendal û gornan.
Li wê şorê, dibê Dewrêş serî xwe lê rakir, go’, “Bavî kalo, dilî mi’ liyan e; te bi vê sorê berada dilê min xurî, pêt û arê darane. Tu dikî lekakê li daw û êtega mi’ xînî, ji daw û êtega mi’ na’rê heta roja serî xwe did’me diyarê qebrê, axa kendal û gornane. Alem û dunê wê bibê’n, kurê Evdoyê Şerqî berda cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan, çû quweta xwe cêriband li kalekî heftê û du salan. Ê ne bi ça’ min ez û Efer va bi hev di’ ra bra ne, tu mîna bavê min î û vaya hane ku tu dikî ütba deynî, ew jî xweyinga min e (“ütba” wek peyveke erebî xuya dike; mebest bi peyvê berdêla sertê kalê ye, rehîn e). Rica mi’ ji te hê, bavî kalo, ji mi’ biger û ji mi’ ra bibê’ ka cerd û beregê’ we hîro li kêderê ne, ku e’ bi rihetî piştê xwe bi te dim û berî xwe bid’me hevalan.”
Huwêd Begê balê xwe dayê ku vegera xwe tunê. Go’, “Kurê min, mademe tu venagerî mal û xwediyan, tu ille dixwazî ka cerdê’ me hîro li ku ne; e’ ji te ra bibêjim, hîn ku keç û bûkê’ me bi te nehisiyane. Ku pê bihisin tu Dewrêşê Evdî, Siwarê Hedbên î; tema ew sora pêşiyan e, dibê: Du kêseg li serî kevirekî dibin bela! Wê bi te kevin û mabênê min û te jî wê xerab bibe. Eger ku tu cerd û bêregê’ me dixwazî, hîro li ser girê Ûzun Alçanê kemîna wan e.”
A Dewrêş go’, “Bavî kalo bi xatirê te.” Ji cem Huwêd Begê bi rê ket.
Ê ro bilind bû; Dewrêş hat û dî’ ku heval gîh raketine. Deng li hevalan kir, heval rabûne ser xwe, jê pirsîn, “Tu hetanî niha li ku bûyî?!” Dewrêş go’, “Wella brano, ez der­ketim ser wî girî, lê min kesek nedî.’’ Ez derketim ser gir û mi’ li dorê xwe nihêrî, heta çavê’ mi’ ferq dikê, kesek ji mi’ va nexewinî. Mi’ jî bi hevsarî Hedbên girt, ez mesiyam. Mûristanekî ji gîhayê kesk li wir hebû, Hedbên devî xwe danî; mi’ jî go’, bira Hedban çîskî bixwê. Mi’ li kêlekê pal da, ez ketim xew. Ez bi xwe hisiyam û mi’ dî’ ro bilind bî, ez hatim.
Hevalan go’, “Ê tevdîr çî?”
Go’, “Wella, tevdîr, em vegerine malên xwe.” Lê Dewrêş zanibû ku cerd ji wan derbas bî, ewana bi pas cêrd ketine. Heval kêfxweş bûn, rabûn siwar bûn, bi ken û zewq bi rê ketin, dan dû hev, li xar kirin; ji wan wetnê têne mal e! Lê Dewrêş zanê beri bi ku dê. Dibê’ ’ hatin gihîştin girê Ûzun Alçanê -Girê Ûzun Alçanê li mabênê Wêranşarê û Serê Kanî ye, niha di erdî Tirkiyê dê -. Ku gihîştine girê Ûzun Alçanê, Dewrêş go’, “Brano, hereket di me da nema; em êdina westa bûne û berê meyî li mal e. Hele em çîşkî li ser vî girî peya bin û em rihetiya xwe bibînin, Paşê em herine mala xwe.” Hevalan go’, “Birabê.” Ê vana hîn jî bêxew in; ew ji hespê’ xwe peyabûn û hevsarê’ wan avêtin zendan –hespê’ xwe hokirine, dese siwarî xwe nakin-. Û vana kurk û ëbe li serî xwe gerandin, raketin. Royê’ biharê ne, dirêj in, şevê xwe jî kin in. Vana jî pê nîvro raketin; êvar hat û ew di xew da man. Wê şevê raketin heta sibeda. Sibeda serî xwe rakirin ku ro bi du bejnan rabûye. Vana go’, “Law’ em çiqas raketine!” Go’, “Zirar nake, canê’ me rihet bû’, mal li pêşiya mê.” Evana rûniştin.
* * *
Dawiya beşe Yekem
Beşe diwem berdewam dike
designed by Malpera Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net