Konê Reş
Herêma Cizîrê Ango Binxetê,Eva ku bajarê Qamişlo têde ye,dikeve herî bakur û
bareşî suriyê de.Ji bareş ve sîmorê Îraqê ye,ji bakur ve sînorê tirkiyê ye
(Serxete).û Zincîra çiyayê Torose wek çiyayê Mazîdaxê, Xursê, Mêrdînê, Bagokê ta ku digihêje
qontara çiyayê Cûdî.
Di salên cenga cîhanî a yekemîn de1914-1918, dema ku elmanan xeta hesinî( Berlîn-Bexdad)
gîhandin Nisêbînê, ji wê hingê ve navê Serxetê û Binxetê hat gotin, kurdên li jêr xetê man
Binxetî û kurdên li jor xetê bûn Serxetî.
Parêzgeha Cizîrê ango Hesekê - senter bajarê Hesekê ye -ji mazintirîn parêzgehên
suriyê ye.Pîvana wê 23,333 k.m2 .Hejmara xelkên wê ta sala 2002an dor 1,313,099 neferîye ,
ji bilî kesên kurd ku bê nasname û hin din ku navê wan qet nehatiye tomarkirin.Cizîrê
navdare bi dûzbûn û firehbûna xaka xwe,nexasim bi Deşta Mêrdînê(Beriya Mêrdînê),
deşta Xelef Axa(Sinceqê:Aşîta) û deşta Hesinan, hem jî bi
çiyayê Abdulezîzê û beşekî ji çiyayê Şingalê û Kewkebê Milan û çiyayê Qereçoxê
Koçeran..û bi çemê Xabûr û Ceqceq û Dicle.Cizîrê di cîhanê de
navdare bi gir,şûnwar û şaristaniyên herî kevin û dêrîn ku têde hatin
avakirin wek:Orkêş li girê Mozan û bi çandiniya zeviyên havînî û zivistanî,
wek genim, ceh, nok, nîsk, pembo û bi Petrola û Gaza ku li Rimêlan û Qereçox û Cibise
hatiye dîtin..
Ji kevin de Cizîrê cih û warê gelek eşîr û hozên kurda ye wek.Kîkan , Milan, Koçerên
, mîran, Aliyan, Hesinan, Abasan, Mîrsînan, Hevêrkan, Koçekan, Deqoryan, Gabaran, Temikan ,
Bûbilanan, Hacîsilêmanan, Kasikan, Koreseyan, Dorikan...hwd û hin eşîrên ereban, di
gel hin gundên Siryaniyan. Di sala 1973an hikûmetê dest bi erebkirina Cizîrê kir û dor 33
gundên ereban ji dervî parêzgeh Hesekê di nav kurdan de bi rûniştin dan, hem jî navê
gundên kurdan guhertin bi navên erebî..
Di navbera salên 637-639 zayînê de,piştî ku Helwan û Tekrît ji rex misilmanan ve
hatin vegirtin, misilmantî ketiye Cizîrê û Nisêbîne de û gelek dîroknivîsên ereban
behsa kurdan di Cizîr û Nisêbînê de kirine wek:Ibin Xerdazbe, Qudame Bin Cafer,
Mesûdî û Ibin Cibêr..Vê paşiyê Holako û di pey re Tîmor Ling di sala 1394an de
Cizîr wêran kirine û xelkên wê xwe di quntara çiyê de veşartine..
Di sala 1514an de, Cizîr ketiye bin destê Osmaniyan de û di sala 1922an de destê
Fransîzan de û weha ta sala 1946an û damezirandina dewleta erebî di suriyê de .
Piraniya xelkên Cizîrê kurd in, nexasim di ber sînorê tirkiyê re û sê ol bi hev
re têde dijîn : misilman, xirîstiyan û êzîdî..
Ji navçeyên Cizîrê ji bilî bajarê Hesekê ku parêzgeha Cizîrê ye: Serê Kaniyê
(Raseleyn), Dêrika Hemko(Malikiyê)û Qamişlo.Ji bajarokên wê: Amûdê, Tirbespiyê
(Qehtaniyê), Derbasiyê, Til Koçer(Yehrebiyê), Şedadî, Til Berek, Rimêlan..
Qamişlo:Ev bajarê ku hin jêre dibêjin Kalîforiniya rojhilatê û
hin dibêjin Parîsa biçûk û hin dibêjin Bûka Cizîrê , di sala 1926 an de ji
rex Fransîzan ve hatiye avakirin-Bi avakirina qijla leşkerî û seraya fransî re-
li ser girekî kevnar di binya Nisêbînê de, bi dor 2 k.m an,di nav xaka ku weqfa
ziyareta Zeynelabidîne-eva ku dikeve nîvê Nisêbînê de -piştî ku sînor di navbera
tirkan û deshilatdarên Fransiyan di suriyê de hat danîn, Ji bo restî bê gotin , di
destpêkê de cihûyên Nisêbînê, siryaniyên Bagokê, ermenên ku ber tirkan revyayî bûn û
kurdên derdorê bi avakirina Qamişlo re westiyane û xwe li dor xanîkê Qidûr beg ,
sera û qijleya fransî û çemê Ceqceq girtin, kombûn û xwe danehev û weha Qamişlo ji
çend taxan, di binya Nisêbînê de hat avakirin.wek:taxa, Siryan, Ermen, Aşûriyê,
Cihûyan, Tey û Elî Fero(Xerbî)di gel gundê Hilêliyê ji baxerb ve û Enteriyê ji bareş
ve ..Roja îro ji sedî 70ê ji tevgera wê di destê kurdan deye wek:Bazirganî, çandinî,
perwerdekirina di dibistanan de, Bijîjkî, Avokatî, Endezyarî, avakirina avaniyan...
Ji cihên navdar di Qamişlo de:Gora seydayê Cegerxwîn,Mihened Şêxo û goristana
welatparêzên kurdan li gundê Dugirê ku ev qehreman têde hatine veşartin:
Hemze begê Miksî yê ku kovara Jîn di sala 1918 an de li Stenbolê di weşand, Hacî
Mûsa begê, Kor Hisên paşa, Dr.Nafiz beg Zaza, Dr.Qasim Cemîl paşa, Arif beg
Ebbas, Haco axa yê Hevêrkî, Ebdulrehman axayê Eliyê Ûnis..hwd.
Hem jî gora Osman Sebrî li gundê Berkevirê ye û gora Îbrahîm paşayê Milî li
Sifeya ye:
Dor 12 partiyên kurdan yên siyasî li Cizîrê hene , nîv veşartîne, her yek ji wan
rojnameyeke wê ya demdemî bi zimanê erebî heye, hin ji wan kovarên wan bi zimanê
kurdî jî hene, wek kovara Gelawêj, Pirs, Jîn, Gulîstan, Stêr, Xunav..hwd, lê mixabin tu
navendên kurdan yên çandî nînin.
Navê Qamişlo, ji Qamîşê hatiye girtin, ew qamîşa ku li ser peravê Ceqceq bi
pirbûn şîn dihat: Roja îro çemê ceqceq Qamişlo dike du par : Rexê Xerbiyan û rexê
Aşîtan. Hejmara danistiyên wê 168,369 hezar kesin ji bilî kurdên bê nasname ku hejmara
wan di ser 300,000 kesî re ye û kurdên ku navê wan nehatiye tomarkirin.
Û wek ku diyare Qamişlo bû navdar bi rûdana 12 azara 2004 an.
Di baweriya min de Qamişlo ji bajarên kurdan yên ku hejmara bijîjk, avokat û
endezyarên kurdan bi pir bûn lê hene .