(( Seyranek Li Nav Xewn Û Hêviyên Bi Sînor ))

Nerînek li pirtûka helbestvan Anahîta (Hestin ji Damarên Xabûr)

Arşevê Oskan

zevi@amude.com

Bi rastî dema ku min çavên xwe bi helbestên Anahîta kil kirin, mîna ku cobarên kaniyên ava Xabûrê di damarên min de herikîn, helbet dil û hestên mirov çi caran wêneyên rastiyê beropaş şanî xwedanê xwe nakin, lewra min heskir ku ez li nav van hest û sawîran bigerim û qonaxa afirandinê tê de bipîvim, herwekî mîna bexçakî tije kulîlkên rengînin, ji nav wan gul û binefşan mirov fîxanê bilbilên evîndar dibihîze û asoyê wê gulîstana renge-reng tije awaz û neyaz dike .

Her ku em mezin dibin

Em bêtir winda dibin

Her ku em dibin agir

               Zîpik tê em sar  dibin

Şêweyên ku helbestvana me bikaraniye, bi hûnandineke pir hêsan û dijware, ango destûrê ji dergevanê babeta helbestê naxwaze û derbasî naveroka wê dibe, ristina hevokên xwe girê dide bi alavên jîwariyê û li ser vê bingehê dest pê dike, tê wê wateyê ku ev hestê ciwan bi ava Xabûr û buhiştwariya Serê Kaniyê, bi kul û keseran hatiye avdan, akama her gotinekê bi êş û şewat, li hestê mirov tête pêçan, her wisa dikarim bibêjim ku, xwişka me Anahîta binefşek li gulîstana afirandina helbesta Kurdî zêde kiriye, tevî ku berhema wê ya yekeme jî .

  Dil gulokek ciwane

               Kul xwe lê digerîne

Çav hêsiran dirêse

               Ken  ji  lêva dişkîne .

Ne giringe ku, bi çi şêweyî hatibe ristin, lê ya giringtirîn ewe, ku ev helbest dikare derbasî dilê xwendevan bibe an na..?, helbestên ku Anahîta ji bo me, li tevneke dewlemend dide û bi hêsirên xwe dirêse, tev de hatine qenawîçkirin bi rengînbûna êş û hêvî û keseran, lê belê ne her keser, bi şewatin ..?!

Caran te dibînim dilek

               Ken  li  girî dicivîn e

Caran te dibînim riyek

               Tê’d dimeşim dawî nîn e .

Eve şoreşa gotinê û guhertina dahînanê ye, weku tê nasîn Anahîta bi pênûseke tûj, bê tirs, eşkere, hestê xwe wek keçeke Kurd, ji ava kaniya zelal qezenc kiriye û diyarî şaristaniya dîrokê dike, bi zaniestî, nûjeniyê Li ser zimanê helbesta Kurdî radixîne û rûpel dike, ez bi xwe bawer dikim ku ji vî celebê helbestî pir kêmin, heger em guh bidin pîvana hunera dahînanî û nerînek rexneyî li babetan binêrin, ji layên zaniestî û çelengbûn û dewlemendiya wêneyan ve .

Gelo ev gotinên hestesaz, dikarin nûneriya beşke giring, ji civaka xwe bikin an na ..? Ev bi xwe pirsgirêkeke bi ser xwe ye, ku ew beş, civaka jina Kurde .

Eve pêvajoya rast û durist di keleke germ û hestekî şewat û hûnandineke dilsoz de, bêyî ku têkeve bin akama hin kesan, bi rengekî nû û bi hêzke teknîkî û hestekî veşartî, bi bihneke biyan, keriyên daxwazan birê dike

Nama’te di dilê min de

               Hêlînek ji xwe re çêkir

Çiv-çiva peyvên te têde

               Dilê  min  fêrî   firê Kir .

De bêje Anahîta bêje, bila daxwazên te bibin rojin bi cejin û pêkanînên mezin, helbestên te li ser zimanan biçêrin û di damaran de şax vedin û yên weke te herdem di gulîstana afirandinê de bijîn, bilind bimîne .