|
|
Lehengek Ji Lehengên Welatê Min
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî
(1892 – 1973)
Konê Reş
Pêwiste ku mirov di govenda mêran de dîlanê bigerine, li gor bejin û bala wan, bejin û bala xwe
bihejîne, û pîş û sazên wan ji gelê xwe re derîne.. Erê, êş û azarên wan şanî gelê xwe bide,
berxwedan û pêdariya wan, mêranî, dilsozî û wefadariya wan ji xwendevanên zimanê xwe re raxîne..
Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc bi
tevayî(Deşta Cûmê, şikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya şêrewiyê), da ku pêzanînan li dor kurdên resen
Êzidîyan, kom bikim. Di vê geşt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re axifîm û min
pirsa gelek kesan û tiştan ji wan kir. Di nav re jî, min pirsa hin navdarên kurdan mina Dr. Nûrî Dersmî
kir.. Ewên ku xebat û bizav di ber kêşeya gelê me de kirine û malê xwe û canê xwe di rêka welatê birîndar
de winda kirine..
Wiha ez li Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî sekinîm û serboriya wî gelekî bala min kişand.
Dr. Nûrî Dersimî; Yê ku yekî bingehîn bû ji lehengên serhildana Dersimê a 1937 an. Piştî têkçûna
serhildanê di dawiya sala1937 an de û bidarvekirina bihiştî Seid Riza serokê serhildanê û her deh
hevalên wî, Dr. Nûrî Dersimî ji neçarî û bi halekî xerab xwe gihand Sûriyê, bajarê Helebê. Û wiha
her 35 salên xwe yên dawî li Helebê, di nav kurdên çiyayê Kurmênc de derbas kirin.
Belê tevî xwînherikandina wek cobaran di serhildana Dersim de, ew ji desthilanîn neket û xwe ji
ber neyartiya Tirko neda alî.. Tirko yê ku heval, dost û xizmên wî kuştin, sirgûn kirin û di
zîvariyan de belavkirin.. Û her wiha li Sûriyê jî wek lebatekî aktiv ket nav refên welatparêzên
Kurdan de, li kêleka Bedirxaniyan û hevalên wan sekinî û bi wan re kar û xebat di ber kurdewariyê
de kir.. Û di sala 1952 an de pirtûka xwe a navdar bi navê: (KURDISTAN TARIHINDE DERSIM), li
Helebê çap kir, lê mixabin ku ji rex rijîme ve hat qedexekirin.. Belê, ta di mirinê de jî,
Dr. Nûrî Dersimî nexwest neyar zanibe ku têkçûye.. Û razî nebû, ku serê wî li ser ti axê bê
danîn ji bil axa çiyayê Dersimê pêve.. Û her dem û gav bi axîn û hesreta axa çiyayê Dersimê bû..
Ji min re gotin; Berî ku Dr. Nûrî Dersemî here ber dilovaniya Xwedê, wî di sala 1964 an de, ew
mizgeftika biçûk ku wek xanîkî bû di goristana şêx Henan de, li Kefercenê, ser riya Efrînê,
ji nû ve nûjen kir(restore kir), hem jî hewşek ji wê mizgeftê re ava kir û di hundirê hewşê
de, gora xwe û a kebaniya xwe Ferîde xanim kola û amade kir û ev nivîs li ser kêla gora xwe nivîsand:
Dilbirînê Bi Nalîna Welat
Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo
Li ser vê riya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we rojekê
Dinya bibe gulbihar
û her wiha qewîtiyên xwe (wesyet), li dost û hevalên xwe yên nêzik wek: Dr. Mihemed Cafer,
şêx Mihemed şêx Îsmail Zade û hin din kirin, ku roja bemire qewîtiyên wî bi cî bînin; yek ji wan
qewîtiyan, ku wî li çiyayê Kurdaxê, di goristana şêx Henan de veşêrin, da ku her sibeh bayê çiyayê
Dersimê bi ser de bibare.. A din ku darbesta wî di ber qunsilxaneya tirkan re derbas kin.. û ya
din ku, ew kîsê AXA çiyayê Dersimê, yê ku her dem di bin palgeha wî de bû, di gorê de jî, têxin bin
serê wî de.. Belê, û ji min re gotin; dema ku Rehmetî Dr. Nûrî Dersimî di sala 1973 an de koça dawî
kir, me ew qewîtiyên wî, wek ku wî dixwest, bi cî anîn.. Lê mixabin gelek kes bi me re beşdar nebûn,
newêrîbûn, ditirsiyan..
Di vê gera xwe a çiyayê kurmênc de, min du rojan ser hev gora wî û kebaniya wî ziyaret kir û
her car min çend kulîlkên Nêrgizan datanîn ser gora wan. Li ser gora wî wiha hatiye nivîsandin:
Dilbirînê Bi Nalîna Welat
Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo
Li ser vê riya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we rojekê
Dinya bibe gulbihar
Li Kurdistana tirkiyê meha azara 1892 an çêbûye
Li Helebê di roja 22ê meha abê 1973 an de miriye.
Li ser gora kebaniya wî Ferîde xanim, a ku di rex gora wî de ye, bi tenê ev nivîs hatiye
nivîsandin:
Dilgirtî Ferîde Dersimî Elî(Xiz)Oglî
Sê zarok ji wan mane, du keç û kurek, keçek li Elmaniya ye, yek li Dûbey ye û kur
li Bolgarisanê dimîne. Yezdanê gewre Dr. Nûrî Dersimî û tev têkoşerên Kurdan bi dilovaniya xwe şad bike.
Konê Reş
Qamişlo, 18/02/2009
|
|