Sala 2005 an 200 salîya ji dayîk bûna Mah Şeref xanim Kurdistanî ê
temam dibe. Dîroknûs û Şayîra kurd, ku usan jî bi navê Mestûre hatîye naskirin, sala 1805
an li serbajarê mîrgeha Ardêlan, bajarê Senendec ji dayîk bûye.
Mah Şeref xanim Kurdistanî jina mîrê Ardêlanê Xosro xan bû. Bavê wê ji malbeta
Qadirîya bû, diya wê ji malbeta wezîrên Kurdistanê bû.
Bavê Mestûrê, Ebûl Hesen beg bi xwe mirovekî xwendî û zane, zên û zîrekîya keça xwe zû
texmîn dike û wê dide xwendinê.
Sala 1834-an mêrê wê, Xosro xan ji nexweşîya kezevê di 30 salîya xwe da dimre.
Sala 1847-an, gava desthilatdarîya mirgehê dikeve destê Xosro xan Gurcî, Mestûre jî neçar
dimîne koçber bibe, berê xwe bide serbajarê mîrgeha Baban, bajarê Silêmanîyê. Dekabira sala
1847 an ew diçe dilovanîya Xwedê. Tirba wê li bajarê Silêmanîyê, goristana Girdî Seywan, li
başûra kumeyta Fatma Zuhray e.
Zanîyar û pêşewitîyê çanda kurdî Yahîya Merîfet sala 1926 an dîwana şiîrên
Mestûrê çap dike.
Lê berhema wê a dîrokî, bi navê “Dîroka Ardêlan” sala 1946 an li Senendecê ji alîyê zanîyarê
kurd Nasir Azadpûr da tê çap kirin.
Kurdnasa rûs Yêvgênîya Vasîlêva pirtûka Mestûrê “Dîroka Ardêlan” werdigerîne zimanê rûsî
û bi pêşgotinek hêja sala 1990 î li Mosko çap dike.
Piranîya şiîrên Mestûrê bi zimanê kurdî, zaravê goranî hatine nivîsar. Gor hinek
çavkanîyan dîwana şiîrên wê ji 20 hezar beytî e.
Sala 1927 an Meyrem Ardêlan li Senendecê yekemîn dibistana ji bo keçan vedike. Navê
Mestûrê didine ser wê dibistanê.
Li wê dewranê, gava li welatên îslamî xwendin ji bo jina tiştekî guneh dihat dîtin,
dîharbûna dîroknûs û Şayîreke wisan mezin tiştekî nebînayî bû.
Bi serî pêşewitîyên dîrok, çande û edebîyeta kurdî Yahîya Merîfet, Asadalah xan
Kurdistanî, Ebûl Baka Mûtamadî Kurdistanî û Nasir Azadpûr, navê Mestûrê şûna xwe hêja di
dîroka kurdan da girtîye. Ji bo nasandina berhemên Mesturê e dîrokî kurdnasa rûs Yêvgênîya
Vasîlîêva karekî hêja kirîye. Wergera bi zimanê rûsî, lêkolîn û çap kirina “Dîroka Ardêlanê”
ew cwahira dîroka kurdan gîhande destê gelek dîroknas û kurdnasan. Kurdnaseke mayîn, Jaka
Mûsayêlîyan ê lêkolîna şiîrên Mestûrê kirîye.
Mestûrê mezinaya xwe texmîn dikir, di şiîreke xwe da ew dinvîse: “Serên me yê
hêjayî tac in, di bin çarşevan da ne”.
Dewletên dagirker her tişt kirine û hê jî dikin, wekî gelê kurd ji dîrok û çanda wî
bêpar bihêlin. Bi bawarîya me teherekî berxwedanê jî xwedî derketin û parastina dîrok,
edebîyet û çanda gelê kurd e. Bi vê amancê divêt em berî gişkî gelê xwe bi dîrok û çanda
wî bidin nasandin.
Yek ji navdarên gelê kurd, ku divêt her kurdek nas bike, Mestûre e.
Wê baş bibe, eger em gişk, çi rêxistinên sîyasî, civakî û çandeyî, çi malper,
kovar û rojnamên kurdî, çi ronakbir û pêşewitîyên dîrok û çanda kurdî, destê xwe bidine
destê hev û 200 salîya ji dayîk bûna Mestûrê bikin sala nasandina jîyan û berhemên wê.
Berî gişkî divêt berhemên wê ji nû va çap bikin. Ez bawarim dem hatîye pirtûka wê a
dîrokî “Dîroka Ardêlan” wergerînin bi zaravê kurmancî û çap bikin. Wê gelek baş bibe,
eger şiîrên wê, ên bi zimanê farsî û zaravê goranî, wergerînin bi kurmancîya jorîn û
kurmancîa jêrîn û çap bikin. Divêt ser jîyan û berhemên wê konfêrans û sêmînar bên bi
darxistinê.
Wê gelekî baş bibûya, eger li zanîngeheke Kurdistanê skolarşîp bi navê Mestûrê
hebûya.
Mestûrê wisan jî hêjaye,wekî xalata bi navê wê hebe. Her sal, yan du salan carekê ji
alîyê Zanîngeha Senendecê, Înstîtûta Kurdî li Tehranê, Înstîtûta Kurdî li Parîsê, an ji
alîyê rêxistineke kurdî a mayîn ew xelat bidana wan jinan, ku baştirîn berhem ser dîroka
kurdî nivîsîne. Xelatekê jî dikarin bidin baştirîn Şayîra jin, a bi kurdî dinvîse.
Wê gelekî baş bibûya, wekî rêxistineke kurdîye çandeyî rêvabirina vî karî hilda ser
milê xwe.