|
|
|
|
|
|
|
|
|
KOBANÎ
Şahînê Bekirê Soreklî
Kobanî û gundên bi wê ve girêdanî beşê navend ji Kurdistana binxetê ne.
Ew bi dora
150 kîlometiran li rojhilatê bakurê bajarê Heleb e û bi dora 100 kîlometiran li
rojavayê başûrê Riha ye. Ew û Sirûcê ji hev ve dihên xewinandin. Bi dora 35 kîlometiran
li rojavayê Kobaniyê çemê Ferêt dikeve erdê Sûriyeyê. Dora 300 gundên li rojava,
rojhilat û başûrê Kobaniyê yên Kurdan in û bi Kobaniyê ve girêdayî ne.
Navê Kobaniyê yê fermî Eyn il Ereb e, lê Kurd tenê navê “Kobanî” bi kar dihînin.
Tevî ku Kobanî di nîvê 2yem yê sedsala borîn de her ku çû mezintir bû û îroj kaniya
Mişid li rojava, Kaniya Ereban li rojhilat û Mektele li başûrê rojhilat bûne
beşên
ji wê ye jî, Kaniya Misid (Mursit Pinar) ya li bakurê xeta hesinî her wek berê biçûk
maye.
Cotkar û xwedan zeviyên devera Kobaniyê xwe bi çandiniyê û xwedîkirina pez ve mijûl
dikin. Îroj bi pirranî genim, ceh, nok, nîsk û kemûn dihên çandin. Di salên 60an û
70yan de, ber kêmbûna avê, pembî jî pirr dihat çandin. Di van salên dawîn de mêwên tirî
û darên zeytûn û fistiqan jî zêde bûn. Li herêmê her weha zebes, kelek û babetên zêrzewatê
jî dihên çandin.
Îroj bajarê Kobanî bûye navendeke tamîrkirina patosan û traktoran, lê bi çêkirina tulumpeyên
derhanîna ava ji bîrên teng û makîneyên kolandina wan bîran (xerraze) navdar e.
Xerrazeyên Kobaniyê ji Tirkiyeyê bigir ta li welatine Afrîkayî dihên dîtin.
Cîhê dax û mixabê ye ku kesekî dîroka vê herêma kurdiye grîng bi sêweyeke nivîskiye rêk û
pêk nenivîsandiye, yan min hay jê nîne. Li vê deverê esîrên Kurdan yên navdar ji sedsalan û
vir de cîh war bûne. Ta nîvê 2yem ji sedsala borîn beglerên wek Bozan Begê û Hirço Begê
(Bozan û Mustefa Şahîn) ji Beraziyan û Besrwaî Axa ji Kêtikan xwediyên pêkanî û rolên
mezin
bûn. Gellek axa û malmezinên Kurdan li vê herêmê bi nav û deng bûn. Herêma Kobaniyê yek ji
herêmên Kurdistanê û Sûriyeyê ye ku tê de hîn îroj jî bandorên erf û adetê eşîrtiyê zindî ne
û di şexsiyeta danistvanên herêmê de xwedan rol in. Danistvanên herêmê bi wê yekê serbilind
in ku endamên malbatên mamûrên dewletê li Kobaniyê fêrî kurdî dibin, çimkî xelkê bajêr û
deverên wê li ku bin jî her di nav hev de bi kurdî diaxifin.
Kurdên Kobaniyê û gundên bi wê ve girêdayî bi eynî zaravayê deverên Rihayê û Sirûcê diaxifin
çimkî Kurdên her du aliyên şivên hesinî bi pirranî merî û xizmên hev in, lê bi encama
jihevqetandinê û bandora tirkî li aliyekî û ya erebî li aliyê din heye ku îroj eynî zarav
piçekî ji hev cuda bûbin. Ji lewre mirov dikare bibêje ku Kurdên binê xetê bi 3 zaravayên
kurmanciye cuda, lê ji hev pirr nêzik, dipeyivin: zaravayê cizîrî li rojhilat, zaravayê
Kobanî, û zaravayê Çiyayê Kurmênc (Efrînê) li rojava. Her sê herêm li aliyê binê xetê bi
hev û din ve negirêdayî ne, yanê di navbera wan de herêmên nekurdî hene, lê peywendiyên di
nav her sê beşan de zindî ne û her ku diçin siqtir dibin. Ji aliyê siyaseta kurdî de her
sê bes xwediyên eynî rêxistin û ramanan in. Xortên devera Kobaniyê jî wek yên devera Cizîrê
û Efrînê dilsoz û xwîngerm in.
Di van salên dawîn de hejmara pijîskan, parêzgeran, bisporên dermanan, mamostayan û xwediyên
sehadeyên akadêmiye bilind li devera Kobaniyê zêde bûn û gellek ji wan îroj li bajarên
Sûriyeyê yên mezin cîhwar in. Mixabin ku belengazî hîn jî li deverê kêseyeke e. Li gel
ku kesekî / keseke birçî nîne jî, di salên bêbaran de xelkê herêmê bi pirranî dikeve nav
rewseke aloz û dijwar. Li gel ku evbend li basûrê herêmê li ser çemê Ferêt hatine çêkirine
jî, zeviyên gundên bi Kobaniyê ve girêdayî her bejî dimînin. Ji ber ku li herêmê karxane
nînin, rewşa hema-hema tevahiya xelkê herêmê bi berhemên zeviyan ve girêdayî ne. Ji lewre,
di salên bêbaran de rewş gellekî aloz dibe.
Danistvanên herêma Kobaniyê ji dawet û stran û dîlanan gellekî hej dikin (ji besdarbûna
di dîlanê de “bazdan” dihêt gotin). Dengbêj û hunermendên bi nav û deng yên wek Mişoyê
Bekebûrê, Baqî Xido, Hmedê Dûman û bi dehan dengbêjên mezin û biçûk li herêmê deng dane.
Berê li herêmê daholvan û zurneçiyên gewande yên navdar jî hebûn. Îroj li herêmê gellek
hunermend û hunerhej hene. Yek ji hunermendên di warê lêdana tenbûrê de bi nav Ehmedê Çep e.
Reşîd û Xalid Sofî hunermendên lêdana ûdê ne û li tevahiya Sûriyeyê û cîhana erebî dihên
nasîn. Baran û Mustefa Kendeş, Siyamend, Kardox û Enwer Lalo hinek ji hunermendên
dengbêj
yên Kobaniyê ne. Jandost, Dilbixwîn Dara, Can Pîrbal, Dilsoz, Imer Kalo, Salih Cafer ,
Salih Bozan, Rêberê Kobanê, Bêbuhar, Salih Demîcer,... ji Kobaniyê ne û hejmara nivîskarên
ciwan li wir di zêdebûnê de ye (Min her weha gotarine Bextiyar Kobanî xwendine, lê
nedizanim heke Bextiyar ji Kobaniyê be yan na).
Xelkê Kobaniyê û gundên wê bi mazûvantî û mêvanhejiya xwe, bi dilsozî û fîdakariya xwe; û
bi xwedîderketina li hevalên xwe bi nav û rûmet in. Ji besên qeracî bigir ta besên deystî
mirov xwe li herêma Kobaniyê di nav mirovên dilgerm û mirovhej de hest dike.
|
|
|
|