|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
Malpera Dîmoqratî Di Hevpeyvînek Taybet Bi Sînem Xan Keça Mîr
Celadet û Rewşen Bedrxan
Di roja pêncşemê 15/1/2009 Sînem xan bedrxan Gihişte bajarê
Qamişlo di mêvandariya mamoste Hemîd Derwîş sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêşverû
Kurd Li Sûriya , û li firoxana Qamişlo bi hijmarek mezin ji heval û dostan hate pêşwazîkirin , û
di roja 16/1/2009 Sînem xan serdanî bajarê Amûdê kir û serdanî cihê Şehîdî Sînemê kir û gurzek
gul li wir danî , û di vê serdana wê de malpera Dîmoqratî hevpevînek pêre kir
Sînem xan keça Mîr Celadet alî Bedirxan û Malbata Bedirxan ya bi nav û deg bi xebata wan ya mezin di
warê rewşenbîrî ya kurdî de û cihê wê xwiya yî di pêşxistina wî karî de , di vê serdana kin de
ji Sûriya re û ji Bajarê Qamişlo re me di malpera Dîmoqratî ev hevpeyvîn pêre çêkir
Di pêşiyê de,piştî vê dûrbûna te ya dirêj ji bajarê qamişlo em bi navê
Malpera Dîmoqratî bi xêr hatina te dikin. Tu dikare ji me re bêje bê hestête çawa bû dema te qamişlo dît
Ez gelekî sipasiya we dikim, ev cara yekemîne ku ez têm bajarê qamişlo, piştî vî temenê dirêj ku
piştî ji dayikbûna min ez bîst û yek salan li bajarê şamê mame, û piştî zewaca min ez çûm
Iraqê. Ez nikarim hestê xwe bidim xuyan, ji ber ez hest dibim ku ez ji hersê perçê kurdistanê me
(Turkya û Sûrî û Iraq), lê serdana min ji qamişlo re tijî bi gelek hastên germ û heyecanê, û
tevî ku ez xwe gelekî xurt dibînim, lê min nikarîbû xwe ji girî bi girtaya
Tu dikare ji me re bi kurtî li ser berhemên xweyî dawî bi axive
Di dema aniha de tu berhemên min tune ne, ji ber di van rojan de û bi taybetî ji vir û salekê, ez
mijûlim bi çapkirina pirtûka (Mem û Zîn) a havserê min rehmetî (Selah Saadella), a ku wergerandibû
zimanê Ingilîzî bi alîkariya berêz Nêçîrvan Barzanî (serokê hukometa herêma kurdistanê ), û li weşanxaneya
Avesta li bajarê Stenbolê hate çapkirin.û aniha ez mijûlim bi çapkirina ferhenga bavê min Celadet Alî
Bedirxan û hinek berhemên wî ên din ku em careke din wan çap dikin, mîna çîrokek ji zaroka re hebû ,
ku di wê demê de sê nusxe jê hatibûn çapkirin, û pirtûkek din li ser( ketina Edirnê) ku bi zimanê Tirkî
ê kevn nivîsandibû û aniha hatiye wergerandin ji bona kurdî, û nêzîk wê bê weşandin
- di encama ew zulma dewleta turk li ser miletê kurd li Kurdistan turkya,
malbata Bedirxaniyan derketin derveyî turkiya, û hinek ji wê malbatê li Sûryayê niştecî bûn û karîbûn
di riya wê re bi roleke neteweyî giring rabin… Çi nerîna te ye li ser vê himbêz kirina miletê kurd li sûrya
ji malbata Bedirxaniyan re
ji bona himbêzkirina milletê kurd li sûryayê ji malbata Bedirxaniyan re, ev tiştekî gotin jê re navê,
ji ber ew kesê ji malbatê ku li sûryayê man gelek rêz û hurmet ji hemû kesan dîtin, tevî ku vî milletî
gelek zulm û zordarî ji rêjîmên ku bi ser de hatibûn dîtin , ji dema serxwebûna sûryayê û heta dema îro
- ji ber ku tu gelekî li Sûrya maye, têkilî di navbera te û kesên
rewşenbîr û siyasî ên kurd li Sûrî hene
têkiliyên min ê baş hene bi kurdên sûryayê re, û bi taybet têkiliyên min bi biryaê min
Hemîd Derwîş re, ku bûye nêzîkî pêncî salî peywendiyên min pêre hene û heta niha qut ne bûne,
tevî ku ez dikarim bibêjim ku bûye nêzîkî 49 salan ez dûrî Sûryayê me,ez dixwazim bibîr bînim ku têkiliyên
min bi (Diya Ciwan – Konê Reş) jî he ne, tevî ku ev peywendî bi wan re ne ji demeke dirêj de ye
- malbata Bedirxaniyan roleke mezin di derbarê çand û wêjeya kurdî de lîstiye,
ji Miqdad Bedirxan heta bi bavê te Mîr Celadet û diya te Rewşen Bedirxan û Apê te Kamîran. Tu dikare
ji me re li ser vê rola dîrokî û akama wê li ser miletê kurd bi axive
dema ku Bedirxaniyan dîtin ku çek nema sûdê dide, berê xwe dan çand û wêjeyê, ji ber miletê me weke h
emû miletên rojhilata navîn gelek êş ji zordariya dagîrkeran dîtiye, çi ji Osmaniyan be heta bighêje
Firensiyan û Ingilîzan. Û wisa dîtin ku çand jî çekeke ne kêmî tang û topa ye
Berî 111 salan apê min Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn rojnama kurdî bi navê Kurdistan li Misrê derxist, vê
yekê akamek xweyî xurt di nava miletê kurd ê perçe kirî de list, piştî wê biryaê Miqdad Bedirxan
EbidIrehman Bedirxan û apê min Sureya Bedirxan jî kete nava wî karî de.
Û gava ku bavê min destpêkir ew wî xizmetek û xelatek mezin da miletê xwe, ew jî Elifbêtka kurdî bû,
a ku aniha li Turkya û sûrya û hin devera ji Îranê tê bi karanîn, lê di çarçewek teng de li Kurdistan
Iraqê tê bi karanîn ne wek Turkya û Sûrya, tev apê min Kamîran ê ku bi roleke gelek girin radibû, û li
zanîngeha Sorbonê beşê zimanên rojhilat bûbû mamustê zimanê kurdî, û gelek rojhilatnas bûbûn şagirtê wî.
Û li ser rola dîrokî, ez dikarim bibêjim ku havîna borî dema ez li Turkya bûm, û min hin birader li
wêde dîtin, û da ev gotina min nebe mîna kufrê, lê gotin ku Celadet Bedirxan Pêxemberê me ye, û Hawar
Quraana me ye
- emê vegerin li ser Mîr Celadet Bedirxan, ê ku me gelekî ser wî xwendiye ê
ku canfîdayek bû ji wêjeya xwe ya kurdî re, û pirê caran bi tena xwe kar dikir. Tu dikare ji me re li
ser hinek şêweyên wî bi axive
ev şêweyên kesên lehengin, ên ku li bêtir guh didin hundurê merov û guh nadin tiştên derve,
carna min bîranînên wê bi xeta destê wî dixwendin, mîna perê her meh ku xerc dikirin di nivîsand û têde
kirya oda xwe a mehane têde di nivîsand , ev tê wê wateyê ku bi tena xwe de odakê de bû, tevî ku ewe ê ku
ji dayik bû û kevçîkî zêr di devê wî de bû, lê perwerdiya wî a ku ji bav û diya xwe girtibû ew kiribû
kesekî ku karibe di hemû zirûfan de bijî, û ez dikarim bêjim ku li gel diya me em li ser wê
perwerdeyê rakirin, ango dema ku em nikaribin îro tiştekî peyda bikin ji bo em bixwin bûbû tiştekî
normal lib a me, an jî dema em hevirmêşê yan cilekî din li xwe kin li cem me bûbû tenê em karbibin
pê laşê xwe bigrin
Û piştî mirina wî diya me care sicadê me ê male difrotin, her zivistan me didît ku sicadak me kême,
me zanîbû ku wê firotiye ji bona qestê dibistana me bide, ji ber ez û xuşka min a mezin Useyma û birayê
min Cemşîd, me li dibistanên taybet xwendina xwe dikir, û da hestê me biparêze ne dixwest ku em
herin dibistanên din ê bê pere. Ji ber wê ez diya xwe mîna xebatkarekê dibînim dikarîbû giyanekî
serbixwe lib a me bi afirîne, û em fêrkirin çawa emê jiyana xwe bidûmînin bêyî ku em alîkariyê ji
kesekî bixwazin
- me nûçeyek xwend ku dezgeha Spîrêz wê careke din nivîsên diya te Rewşen
Bedirxan çap bike, çi giringiya dubare çapkirina van pirtûka ye
ji bo vê yekê, min têkilî bi mamoste Mueyed Teyib birêvebirê dezgeha Spîrêz re kir, û gelekî kîfa xwe ji
bona vê yekê anî, û emê destpêbikin da em hemû nivîsên diya min careke din çap bikin, çi nivîsê wê bin û
çi jî yên ku li ser hatibin nivîsandin, yan jî wergerandinê wê bin, tev gotarên wê yên ku di wê demê
de di rojnaman de hatibûn belavkirin, tevî Albomek ji wêneyên wê, û em bi hêvîne ku di 1 cehzeranê
de yan jî di 11 tîrmehê de wê derkevin. Û ez bi kêfxweşî ji we re dibêjim ku min serok Mam Celal
xwestiye ku pêşgotinekê ji wan re binivîsîne û wî jî gelekî kêfa xwe anî, tev ku min ji hevalê
xweyî hêja D. Kemal Muzher jî ev yek xwest, tev ku Mamoste Mueyed Teyib ji min xwest ku ez ji Konê Reş
jî bixwazim ku tiştê ew dizane li ser diya min û jiyana wê binivîsîne
gotinek dawî tu dixwaze ji xwendevanên me re bêje
tiştê ez dixwazim bibêjim ji xwendevanan re ewe ku mixabin ev hevpeyvîn bi min re bi zimanê Erebî bû,
û min hêvî dikir ku bi zimanê kurdî baya, û ez ji xwendevanan re dibêjim ku ez hêviyê ji we dikim ku hûn
zimanê xwe biparêzin. Û dema hûn vegerin rojnama Hawar hûnê bibînin ku Celadet Bedirxan dibêje
ku zimanê biyanî mîna cilê merove dikare di çi demê de be ji xwe bike, lê zimanê dayikê ewe zimanê resene û
mîna crème merove nikare ji xwe bike. Vêga ez hêviyê ji xwendevanan û ji hemû kurdan dikim ku
zimanê xwe biparêzin
Di dawiyê de ez gelekî kêfxweşim dema min tîpên kurdî yên latînîn di kenala TRT6 dîtin, û ev gaveke
gelekî mazine ji me re, ji ber turka ( turkên çiya) em bi nav dikirin, û îro dibêjin ku miletek he
ye nave wî miletê kurde, û li ser TV yên dewleta turk derdikeve
Û ez gelekî sipasiya we dikim
|
|