|
Hevpeyvîn ek bi koordînatorê kanala kurdî yê TRT’ê
Sinan Ilhan’re
Sinan Ilhan:“Ez Rojîn û Nîlûfer Akbal ji bo cesaretên wa pîroz dikim“
Rizgarî Online/Rojnamevana Zaman’ê Nuriye Akman, doh bi koordînatorê kanala kurdî yê TRT’ê bi
Sinan Ilhan’re, li ser gellek babetên di çarçoveya vê kanalê de tên meraqkirin û li ser pirsên
şexsî hevpeyvînek dorfereh pêkanî. Akman, çavdêriyên xwe yên di derbarê Sinan I.lhan’de bi
van gotinan tîne ziman: “Min ew, mîna kesek pirr jidil û dilbiçûk (mûtewazî) dît, bi zanîn û
tecrûbeya xwe mirov naêşîne. Lê belê ji ber ku kesek bûrokrate, bi zimanekî îtîdal diaxife“
Akman, herweha vebûna kanala kurdî, ’bûyera herî bi xêr a sala 2008’an’ dinirxîne û dibêje ku
sînerjiya vê yekê wê mora xwe li salên pêş me bide. Daxwazek Akman ji saziyên dewletê yên din jî
heye ku, ev dezgeh astengiyên li ber zimanê kurdî rabikin.
Hevpeyvîn:
-Hûn pênc zimanan dizanin, mensûbê karêderveyî ne, we li îstixbaratê karkiriye,
ji ber van sedeman hûn anîn kirin serokê weşanên pirrzimanî?
-Têkiliya min a bi medyayê re ne nû ye. Ez di salên 86-87’tan de, li Anadolu Ajans? xebitîm.
Min rojnamegeriya dengûbasên hûndirîn û derveyî dikir. Wê demê, ez ketibûm îmtihana Wezareta
Karênderveyî. Midûrê Giştî yê me Hüsamettin Çelebi gazî min kir. Ji min pirsî, ka gelo
pasporta min heye an na? Hûn dizanin, wê demê derxistina pasaportan pirr zehmet bû. Min jê
re got: Na. Ji min re got: here pasporta xwe derxîne, emê herin Tehran’ê. Ez hatim mal.
Telgrafeke bi lezûbez s,andibûn: Min îmtihana Wezaretê qazanckiribû. Derhal, min dest bi
karê xwe bikim. Ev hemû tişt, di heman rojê de diqewimin. Ancax, ewqas tesadûf çêdibe.
-We çima ne medya, dîplomasî bijart?
-Ez bi rojnamevanên ji xwe mezintir re şêwirîm, min pirsî, ez di vê rewşê de çi bikim? Ji
min ra gotin: Sinan, here wezaretê, karê dewletê baştire. Li wir, sibe dûsibe çi dibe çi nabe
ne diyare. Bûroya li Tehran’ê dibe ku bê girtin. Ez bi vî awayî çûm Wezareta Karê Derve.
-Çima hûn şandin daîreya lêkolîn û îstixbaratê?
-Bi tevahî tesadûf bû. Hûn îmtihanê qazanc dikin. Personel, we dişîne daîreyekê. Ez jî ji
van daîreyan ketim daîreya îstixbarat û lêkolînê. Min fîlolojî xwendiye. Ziman û Wêjeya Erebî.
-We dizanî hûnê nikaribin bibin sefîr, lê dîsa bi zanebûn hûn çûn?
-Belê, min nikarî ez bibim sefîr. Lê di wezaretê de, kesên zimanên herêmê dizanin pirr kêm bûn. Bi
vî awayî, ez fikirîm, feyda min wê zêdetir bigihîje welatê min. Em werin ser xebata daîreya
îstixbarat û lêkolînê. Ango, kesên di rojnameyekê de, di servîsa îstixbaratê de dixebitin,
çiqas îstixbaratvan bin ez jî ewqas îstixbaratvanim.
-Yanî, xebatên we, ne mîna xebatên îstixbarata MI.T an ya leşkerî bûn?
-Na, ne wûsa bû. Ez li wê derê 2 sal xebitîm, dûre tayina min derxistin Cidde’yê. Xebata min a li
daîreya îstixbaratê ewqas bû. Piştî wê jî, ez li daîreya karên malî û îdarî xebitim. Dema ez
vegeriyam jî, dîsa min li vê daireyê karkir. Dûre, gazî li min kirin ku ez herim Temsîldariya
Taybet a Îraqê, min dest bi xebata xwe ya nû kir.
-Wê demê gotina ’Îstixbaratvanek danîne ser serê Televizyona Kurdî’ ne raste?
-Na. ev îddiayên herdû aliyên extrem û kesên ku naxwazin li Tirkiyeyê tiştên baş biqewiminin.
Eleqeya vê yekê, bi rastiyê re nîne. Li herêma Rojhilata Navîn, di Wezareta Karê derveyîn de
20 sal xebitîm. Li Erebistan, Îsraîl û li Emîratên Ereb. Li van deran min tecrûbe qazanckiriye.
Herçiqas dema ez li sefaret û li qonsolosxaneyan xebitîme, min hertim karê medya û çandî kiriye.
Ji ber ku ez ziman dizanim. Ji ber ku eleqeya min a li ser herêmê heye. Ji ber vê yekê, ez hertim
bi medyayê re radizêm û radibim. Hemû televizyonên Erebî, Farisî û Îngilizî temaşe dikim.
-Baş e, hûn kengê û çawa fêrî ewqas zimanan bûn?
-Ez ji Rûha’yê me. Heta heftsaliya xwe min tirkî nizanî. Tirkî, ez li dibistana yekem fêrbûm.
Zimanê min yê zikmakî kurdî ye. Li Ûnîversîteyê ez fêrî Erebî, Farisî û Îngilizî bûm. Dema ez
ji bo wezîfa xwe li Îsraîl bûm, ez çûm qûrsên zimanê Îbranî. Lê, vêga Îbraniya min qels bûye.
Ji ber ku, dema cara dûyem ji bo wezîfa xwe ez çûm welatên Ereb, li wan deran, ji ber zihniyeta
qedexe min nikarî ez bikevim malperên Îbranî. Min nikarî li Radyoyên Îbranî gûhdarî bikim,
rojnameyên wan bixwînim. Ji ber vê yekê jî Îbraniya min qels ma.
-Hûn ‘kurdê spî’ ne? An ‘kurdê light’in?
-Ji ber nexweşiya min a vitiligo destên min spî ne, ev raste, lê kurdê spî an kurdê light tên çi
wateyê ez nizanim.
-We fêm kir ew yek!
-Ev tişt, ew kesên ku dixwazin îstismaran çêbikin, dibêjin. Azadiya ramanan heye, herkes
dikare tiştê ku dixwaze bibêje bila bibêje, tenê bila negihîje radeya şîdetê.
-Hûn ji eşîra Şêxanî ne, bavê we mezinê eşîrê bu?
-Na. Gellek şaxên êla Şêxanî hene. Em jî grêdayî mil ek wan in. Mezinê me, bi pirranî bi
tasawûfê re mijûl dibûn. Li hikmetê digerin.
-Sirra avakirina kanala kurdî a di demek pirr kurt de, di nava 45 rojan de çiye?
-Ji sedî pênciyê serkeftinê baweriye, xebate, fedekariye. Dema midûrê me yê giştî ev wezîfe
layiqî me dît û teveccûh kir me jî ne xwest em baweriya wî bişkînin û em şev û roj xebitîn.
Ev ne tenê a min, keda hemû xebatkarên me ye.
-Berê dema kurdî qedexe bû, we bi xwe çi zehmetî dîtin?
-Divê salên 66-67 be. Hîna ez li gûnd bûm, dema min xwest em ji gûndê me îlhan herin bajêr, bûyera
ku ez jiyame nikarim ji bîrbikim. Wê demê wesîteyên ragihandinê ewqas pêşve neçûbûn. Posteyek
gûnd hebû. Ji jêr ve, ew kesên di ber qeraxa çemê Ferad’ve dihatin lê sûwar dibûn. Di dawiyê
de jî dihat gûndê me û dûre berê xwe dida bajêr. Gûndek, ji bajêr 30 kîlometre dûr bu. Li
derdora Karaköprü’ya nêzîkî Rûha’yê gir ek hebû. Li wê derê check point (noqteya qontrolê) hebû.
-Ango, noqteya qontrolê.
-Belê. Wê demê ne teror hebû ne jî tiştek din. Lê, dema wesîte nêzîkî check-point’ê dibû ew
kesên li ser qamyonê bûn, digotin polês û cendirme li ser rê ne haziriya xwe bikin. Tertîbata me
digirt jî ev bû: bavên me poşiyên xwe vedişêrtin.
-Ay pirr êşane ye.
-Vêga bifikirin, hûn zarok in, bavê we di çavê we de qehreman e, lê mecbûre wê poşiyê ji serê xwe
derxîne. Herkesî poşiya xwe derdixist, dihatin lê mêzedikirin ka gelo poşî di serê kesî de
heye an na. Dema ez biçûk bûm, bûyera ku tê bîra min eve. Di nava Rûha’yê de, wê demê cûdabazî
tûne bû. Me teva di nava xwe de, bi kurdî qisedikir. Lê belê, li ser gûhdarîkirina mûzîka kurdî
qedexeyên tûnd hebûn. Me qasetên mûzîka kudrî bi dizî gûhdarî dikir.
-We dikarî navên kurdî li zarokan bikin?
-Nexêr. Nedihat dayîn. Vêga sankî mirov dikare bide, wê demê me bidanayê. Yanî, Tirkiye,
bi qedexeyên bêwate, bi aloziyên bê wate li cihê xwe ma.
-Dema we weşana televizyona kurdî sererastkir, yanî we înkara 85
salan şikand we çi zor û zehmetî dît?.
-Li Tirkiyeyê avakirina tiştek nû pirr dijware. Di destpêkê de, astengiyên zîhnî ku li hember
te disekinin hene. Her dû aliyên extrem yên her dû aliyan; yanî neteweperestên tirk û kurd
em rexne kirin. Hîna jî berdewamî li rexneyên xwe dikin. Neteweperestên herdû aliyan li
cihekî gihîştin hev. Dibêjin ku bila ev weşan neyê kirin. Me ev yek cîddî negirt. Me li
karê xwe mêze kir. Ev yek ceribandina kes û saziyan bû. Me çavdêriya samîmîyeta wan kesên
ku heta niha digotin bila weşana serbest were kirin, di vî zimanî de em weşanê dixwazin,
kir. Me ev kes naskirin, ev dezgeh naskirin. Hin kes naxwazin tiştên baş li Tirkiyeyê
biqewimin. Li her dû aliyan jî hene. Dixwazin, hertim li meydanê pirsgirêk hebin û van
pirsgrêkan bixûrînin. Hertim ji vê yekê îstifade bikin. .
-Weşana kurdî a ji aliyê dewletê ve bi serê xwe şoreşeke. Gelo mirov
dikare vê yekê bi awayekî, mîna lêborîna dewletê bibîne?
-Ji lêborînê zêdetir, dewlet êdî dev ji xetayên xwe berdide. Ev jî nîşaneyek fazîletê ye.
Heger, dewlet, dezgeh, kes dev di xetayên xwe berdin, ev tê wê wateyê ku êdî ji xwe bawerin.
Divê, mirov ji van tiştan netirse. Li van gellên ku bi hevre, li vê coxrafyayê dijîn
bifikirin. Di qoroyekî pirrdengî de, dengên mêra, yên jinan, dengê herêmên cûda hene.
Dema vê yekê bi hevre îcra bikin, ahengek derdikeve ortê. Qedexebûna zimanê kurdî
xerakirina vê ahêngê bû. Me hewl da ku em vê ahêngê cardin sazbikin. Mixabin, li
Tirkiyeyê ev ziman demekê hat qedexekirin. Dema tirkek ji zimanê xwe hezdike û
kesek vê yekê nake mesele, jê re nabêje tû dixwazî dewletê perçebikî, tû cûdasaziya
etnîkî dikî, û ev yek çiqas absûrd be; evîna kurdekî a zimanê wî jî ewqas normal e.
Ji ber astengiyên li ser vî zimanî, mixabin kesên têrzana pirr kêm in. Ji ber vê
yekê, me zehmetiyên mezin dît. Lê, ji ber ku hêviya me neşkê, me ev yek zêde ne anî ziman.
-Hûn li qeyda sabiqe digerin an na?
-Ji bo qadroyên normal yên dewletê çi tê xwestin, li vir jî heman tişt hat xwestin, tê xwestin.
Sirri Sakik gotibû ’kurdên bêsabiqe’ nikarin bibînin.
-Çima? Sûcdarkirina kurdan a bi vî awayî qet nexweşe. Ez vê yekê napejirînim.
Çiqas tirkên bêsabiqe hebin, ewqas jî kurdên bêsabiqe hene, wek hev e..
-Di nava planên we de weşana Rûmî û Ermenî heye?
-Li ser ve yekê, vêga nikarim tiştekî bêjim. Meqamên dewletê yên eleqeder çawa mûnasîb bibînin
emê wûsa bikin. Ez bi xwe, terefdarim ku di hemû zimanan de, weşan bê çêkirin. Ez
dixwazim ev kes bikaribin xwe îfade bikin. Ez ne terefdarê tû qedexebûna me.
-Destpêkirina weşana kanala kurdî a TRT'ê, gelo wê bibe alîkar ku hemû îpotekên
li ser zimanê kurdî rabin?
-Ev pirseke siyasî ye. Li ser van mijaran nikarim tiştek bêjim. Lê herhal, ji bo Arif tarîf ne pêwîste.
Biryarek siyasiye..
-Hîna jî pirr astengî hene. Navên kesan û deveran, nivîsandin qedexene. Ji ber ku, ji hevre qertê
pîrozbahiyê şandine di derheqê hin kesan da lêpirsîn vedibin.
-Bêgûman wê ev weşan rihetiyekê bîne. Em hêvî dikin ku Tirkiye ber bi normalbûnê ve
biçe. Rewşeke rihet derkeve meydanê. Em terefdarê vê yekê ne.
-Dezgeha Hilbijartinê a Bilind, di hilbijartinan de
propogandaya bi zimanê kurdî qedexekir.
-Axaftina me a li ser vê yekê ne raste. Ev yek, di nava xebatek aheng a hemû ûnîteyên dewletê de
çareser dibe. Heger di gavên me yî me avêtî de, em tenê bêne hiştin, ev yek wê negihîje armanca
xwe. Lê, heger ûnîteyên din yên dewletê jî piştgrî bidin vê yekê û gavên nû lê zêde bikin wê
demê wê Tirkiye rihet bibe. Aşitî û îstikrara li welêt, wê gavek zûtir bicîh bibe.
-Hûn tîpên mîna w, x, q di weşanê xwe de bikar tînin, lê
qedexebûna wan hîn berdewame?
-Vêga ev zimanê weşanê ye. Em nivîsandinan nakin. Tişta ku em dikin zimanê weşanê ye.
Dema hûn bi îngilizî weşanê bikin û tîpên x, w, q bikarneynin dibe? Dûre, li Tirkiyê gotina
ev tîp nayên bikaranîn ne raste. Biborin, li ser hemû tiwaletan WC tê nivisandin. Yanî,
vêga em vê yekê qedexe bikin. Di navê hin televizyonên me de tîpên mîna W hene, Q hene,
X hene. Ev qedexeyên bêwate ne. Wê demê ew çima bikartînin? Ez mantiqa vê yekê fêm nakim.
Wê bi wext re ji holê rabin. Hêvîdikim wûsa be.
-TRT Şeş, gelo wê bibe navgînek propogandaya dewletê
an mejî şûştinê?
-Kanala me, di formata TRT–1 da ye.- Yanî, kanaleke malbatî û şoxûşengiye. Vêga, di kanalek
malbatî de, kirina propogandayê çiqas raste, çiqas tendûristiye, çiqas li gor aqil e? Êdî, li
hemû cîhanê, zordayîna îdeolojiya fermî nemaye. Îro kes operasyonên mejî şûştinê yên
Emerîkî û Rûsî cîddî nagre. Kanalek bi navê El Hurra heye, ya Emerîkî ya ye û ji bo ereban
weşanê dike. Kes gûhdarî li vê televizyonê nake. Ji ber ku, di propogandaya xwe de,
başiyên Emerîka yên li herêmê dide nîşandan. 24 sietan gotinên bi vî awayî televizyonê
dadigrin. Lê, nikare tû temaşevanan li dora xwe bicivîne. Bi van gotinên îdeolojîk meriv
nikare kanalê bide temaşekirin.
-Hûnê bi Roj tv û kanalên mîna wê re bikevin nava hawîrkan an reqabetekê?
-Na, na. Em bi tû awayî ne raqîb û ne alternatîvê tû kanalane. Emê di qûlwara xwe de
bimeşin. Hawîrkana me a bi kesên din re ne li gor aqil e. Em televizyona dewletê ne.
Tirk ji çi hezdikin, dixwazin li çi temaşe bikin, kurd jî wan tiştan dixwazin, bi vê
saîkê emê weşanê xwe bikin. Emê bi tû awayî, cîh nedin gotin û îdeolojiya fermî. Emê
nebin aletên vê yekê.
-Kurdî, li meclîsê mîna “zimanek nenas” dikeve qeydan. Ev jek jî ji aliyê gellek
nivîskaran ve hate rexnekirin. Piştî vê demê wê nav lê were dayîn?
-Nizanim. Carna tiştên wûsa dikarin biqewimin. Birayara meslîsa me a mezin e. Ez mîna
xebatkarek dewletê nikarim tiştek bêjim. Hemwelatiyên me, zîrek in. Hertişt wê bi
demê re, li cihê xwe rûne. Baweriya min li zîrekiya gel heye.
-Parlamenterên DTP’ê çima nehatin vekirina kanalê?
-Me ew vexwendin. Lê îcabet nekirin. Teqdîra wan kesane. Rêza me ji vê yekê re heye.
-Hûnê rojekê, ji bo gûftûgoyek vekirî wan dawet bikin?
-Sînordayîna me ji bo tû kesî nîne. Tenê bila, axaftinên teror û şîdetê diparêzin neyên kirin.
Ji bilî vê yekê, em ji hemû tiştî re vekirîne.
-Di nav qedexeyên we de kîjan gotin û zargotin (kavram) hene?
-Li kanalên din çi qedexe hebin, li vir jî heman qedexe wê hebin. Em, di vê kanalê de,
gûftûgoyên tirkî jî difikirin. Mixabin, li vî welatî her dû gel, di fêmkirina hev de,
di empatiya şûna hev de hin zehmetiyan dikşînin.Û mixabin, pirraniya rewşenbîrên kurd,
di televizyonê de, bi kurdî nikarin xîtab bikin. Em hewl didin û difikirin gelo bi saya
rewşenbîrên kurd û tirk çawa emê bikaribin her dû gelan nêzîktirî hevûdin bikin.
Temaşevanan, çawa li dora vê kanalê bicivînin. Em di wesweseya vê yekê de ne.
-Hûn difikirin gelo rêzefîlmên kurdî çêbikin?
-Pêşniyar hene. Em di mistewaya nirxandinê de ne. Ez texmîn dikim, di demek nêz de, wê di
kanalên taybet de jî weşanên kurdî destpêbikin. Di eslê xwe de, feydeya reqabetê wê bigihîje
me. Heger reqabet hebe wê qalîte bilind bibe.Wê demê, temaşevanên me jî, wê weşanek
baştir bikaribin temaşe bikin. Di be ku tiştek me nedîtî, kanalên din cîh bidinê.
-Hûnê reklaman bigrin?
-Daxwaz hene. Hevdîtina me a bi daîreya reklamê re didome.
-Ciwan Haco çima nehat vekirinê?
-Hin zehmetiyên teknîkî derketin. Hûn dizanin, grûba wî a mûzîkê ji biyaniyan pêkhatiye.
Tatîla Noelê hebû. Ji ber wê yekê nikaribûn werin. Lê nexwe, ne ji ber sedemek polîtîk nehatin.
-Baş e, wê demê wê dûre bikaribin werin?
-Teqdîra wan e. Em naxwazin kesekî li derve bihêlin. Em dibêjin deriyê me ji herkesî re
vekiriye. Dibe kû sedemê hin kesan hebin. Bi salane polîtîqayên zorê tên meşandin. Dibêjin,
hela em binêrin, wê bi kû de here, hinek tevlîhevin. Em binêrin, ka polîtîqaya weşanê bi
rastî jî mîna dibêjin wê bimeşe an na. Ev yek jî pirr normal e. Bûyerek psîkolojîk e.
Di vê navberê de, Ez spasiyên xwe li Rojîn û li Nilüfer Akbal dikim. Ew kesên ku bi
me re derketine rê, bi me re dimeşin emê jî heta dawiyê bi wan kesan re bimeşin.
Ev heval, bi rastî jî cesûr derketin, xwestin xizmeta yekitiya vî welatî bikin.
-Rîsk girtin ne wûsa?
-Helbet. Temaşevanênvan van kesan yên tirk jî yên kurd jî hebûn. Bi behaya wendakirina
hemû temaşevanên xwe gotin: em bi we re ne. Ji ber cesaretên wan dive mirov wan pîroz bike.
Hetta, li ewrûpa, li hin malperên kurdî de nivisandin: “Jinên kurd, ji mêrên kurd cesûrtir derketin”
-Ji bo Eskişehirê we di destpêkê de gotina xizir bikaranî?
-Em ji gotinek Heidegger derketin rê û me slogana “Em hemû di bin asîmanekî de ne” bikaranî.
Tişta ku me li vir dixwest bêjî ev bu: Ayşe ji Îzmîrê, Hizir ji Eskişehir’ê ye û me
nave gellek bajaran bikaranî. Medya me jî, ji vê yekê fêm nekir. Slogana me, hin rojnamevanan
mina “Em tev mîna Osmanî ne” wergerandin. Hema hema tû rojnameyê ev yek rast nenivîsand.
Tê xwûyakirin ku misyonek me yî din jî heye, di ekranê de fêrkirina ziman.
-Em ne dezgeha perwerdeyê ne, em tenê dixwazin wextekî xweş bi
însanan bidin derbaskirin û agahî bidin wan.
-Di kûrsiyên ûnîversîteyan de, Fîlolojiya Kurdî nîne. Bi zimanê Urdu heye, Hindî heye, Çînî jî heye,
lê Kurdî nîne. Heger ji Perwerdeya Netewî daxwazek wûsa were, yanî em bi TRT’ê re protokolek çêbikin,
Kurdî bidin hînkirin, ûnîteyên saziyê, wê vê yekê binirxînin. Wê bibe, an na, vê yekê em nikarin tena
serê xwe biryar bidin.
RO/Amadekirina Kurdî/Yado Ciwan
|
|