Di sala 1963 an de li gundê Çeqela, Gundekî rojavaî, Kurdistanê ye,
ji dayik dibe. Ew çend salên pêşîn li wir dimîne û di dûre mala xwe bar bajaroka Cindirês
ê dikin û heya ku xwendina lêsiyê kuta dike li wir dimîne û ji bo xwendina bilind di zanîngeha
Heleb ê d, ew çend salan li wir derbas dike, lê ji berî ku xwendina endezyariyê kuta bike û di
rêza çaran de berdide.
Wî gelek çîrok û gotar, di rojname û kovarên Kurdî de, belavkirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn,
Aso, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Peyv, Pênûs, Evêsta û hwd û heya nuha çar
berhemên wî yên çîrokan hatine weşîn, ew jî evin:
*Çivîkên beravêtî, Bêrût-1992
*Pilindir, Bêrût-1993
*Pûtvan, Bêrût-1998
*Tîrav, Bêrût-2000
Herdu pirtûkên wî yên pêşîn ji weşanên kovara Aso ne û herduyên din jî ji
weşangeha Merx ê ne. Û Zarotiya Neynikekê û tiştin din (Roman) û Cerg û Gotin
(Gotar û Lêkolîn), dê di van rojan de li bakurî KURDISTANê Bêtin çapkirin.
* Dibêjin bi qasî hejmara
çîroknivîsan, danesînên çîrokê hene, Pîr RUSTEM çawa çîroka
kin a nûjen dinasîne.
Çima te negot bi qasî hejmara çîrokan, danesînên çîrokê hene. Ev dîtin ne reva ji bersivê
ye û ne jî em dixwezin çîrokê bêtir têxin nav mij û gûmanan, mîna ku bi seriyê helbestê kirin.
Ev yeka; Ku çîrok û weke hemû tiştên xweşik û ciwantirîn, ku ew nayên danesîn, yeke
ji baweriyên me yên ku em zû-zû gûmana navêjin sere. Ne tenê wilo, lê em evê baweriya xwe jî bi
kar tînin; Dema ku em di her çîrokeke xwe de, bi şêw û rêbazeke nuh, nêzîk, mijara wê dibin.
Lê tevî evê baweriya xwe jî em dikarin bi çend gotinan nêzîkî çîrokê bibin û weke ku em
têdighên, bidin naskirin; Em dikarin bêjin ku ew kurtejiyana jiyanê ye, erê tu nikarî hemû
rûdêmên jiyanê, mirovekî di riya çêrokekê re nasbikî, lê ewê karibe qîreneke wê, wî bighîne te.
Bi gotineke din, yek dikare bêje ku çîrok kulekeke, ji yên ronahiyê, di beyara reşiya me
de ku hinekî tîrbûna tariyê ko dikin da ku em karibin şûna gaveke nuh ji pêyên xwe re bi pelînin.
Lê eger ku tu dixwezî ez çîrokê bi regez û dîroka wê û pênûsên pîşîn, ku ew birêxistine
bidim nasîn, tu dikarî vegerî jêderên hene û wê xweşik nasbikî. Tevî ku ew bi xwe jî li
ser yek danesînê negihîştine hev û di baweriya min de dê neghên hev jî; Ji ber ku her
çîrokeke nuh danesîneke nuh bi xwe re tîne.
*Di gel hebûna şaxên toreyê;
Helbest, gotar, roman û şano. Çîroka kin çi
dikare pêşkêşî xwendevanan bike, ku ev şaxên din nikarin..?
Ji berî hertiştî, te pirsa xwe bi dîtin û baweriyekê hilgêrayî ku, ji her şaxeke
hunerê re şûnkareke heye. Vêca şaxeke nuh, endamekî nuh, eger ku li civata wan zêde
bibe, dê karibe riyeke nuh, karekî nuh ji xwe re bibîne. Eger ku em li gor evê dîtina te biçin,
em jî bi te re ne dê emê nikaribin, zû-zû, sûdegirtina van şaxan binasin.
Lê di bawerî û dîtinên me de ku tore, bi hemû û celeb û rengên xwe, dûrî evê nerînê ye.
Ango divê em, ne tenê weke zeviyekê, li wê binirin ka em dikarin çiqasî kar û sûdeyan jê
wergirin û eger ku em wê bidin ber nimûneyeke din, dê zeviya gul û çîrokan a herî nêzîkbe ji
wê ve. Bi gotineke din, demê ku tu derbasî gulîstanekê dibî, tu napirsî ka yek dikare çi
sûdeyê ji van gulan bigrî û tiştê din jî, eger çiqas gul hebin û tu rastî yeke din bê,
ji reng û celebekî din, tu napirsî ka eva nuh çima û ji bo çi.
Tevî ku em rola çîrokê ya zanyarî û gewziyê jî ji bîr nakin û em di wê baweriyê de ne ku, di
cîhan û jiyanê de, titişt bêyî ku rolek û şûnkareke wê tinebe tineye. Ango
hertiştek roleke wê heye, ew ne ji valabûnê hatiye û ne ji dê vala û bê kêr bar bike.
Çîrok jî yeke ji van hebûnan û ew jî dikeve bin bendora ewê zagonê, lewre dê ji wê re jî roleke
taybet hebe.
Eger ku em hinekî vegerin rewş û jiyana mirovê îro û bez û leza wî li dû pariyê nên, em
baş têbighên ku ne keys dikeve wî û ne jî heyam a roman û destanên dirêj e, ev ji aliyê
derûn û pisîkolociya mirovê îro û ji aliyê din ve jî, ev şoreşa ku di warê têknîk û
veguhastinê de derketî holê dihêle ku mirovê îro bêtir dûrî xwendinê biçe û nemaze ew xwendina
ku bi kat û rojan jê re dive. Ew bêtirî ku karibe nûçeyeke rojnemevanî yan jî kurte çîrokekê
bixwîne aramê di xwe de nabîne.
Ango çîrok berhema dem û heyama me ye û ji vî aliyî de, dê rola wê bêtirî şaxên tore yên
din be. Tevî ku li ber deriyê Mîr û paşeyan û bi nîşana tiliya wan re berdana
gileyeke ji devê Tivinga leşkerekî wan re hemû tişt diherife, heya bighe mirov, vêca
çîrok an jî roman dê karibe çi bike.
*Civakên rojhilat nêzîkî hevin bi şêwên jiyana xwe, bi gerdiş, moral û
sîkolociya xwe. Civaka Kurdî jî, civakeke perçeye, bindeste û girêdayî ye û bi hemorengî
şerê cîlawa wê ya netewî tê kirin. Di rewşeke wilo de, çîroka Kurdî çi taybetiyê
Hildigre ku em karibin vê navî lê bikin? Weke em
dibêjin çîroka Firansî, almanî, Tirkî…
Çîrok jî û weke hemû cureyên din ên nivîskî, bi riya zimên ava dibe û weke ku, zanyariya
zimên û fûnologiya dibêje; Zimanê her miletekî sîtila wî ye, ew hertiştê xwe têde kom
dike; Çi ji gerdiş û pêgertên wî be yan jî hozanî û zanebûn, dîtin û baweriyên xwe be.
Bi gotineke din, ew milet û di hundirê zimanê xwe re, kesîtiya xwe dide pêş miletên dîtir
û rê ji danûsitandina bi wan miletan re vedike.
Vê naskirina me ji zimên re dihêle ku em dîtinên xwe li ser wê bingeha, ku xasmayekê û li gor
zimanê her miletekî dide wî miletî, ava bikin. Ango her toreyek, taybetiya xwe ya herî gird û
li pêş ji zimanê ku pê hatiye nivîsandin distîne. Helbet ew ziman jî ne ji valahiyê yan
jî, ji ezmanekî dîtir de, ji wan re, daketiye. Ew ziman, ber û berhema dem û civakêye û di
eynî kêlîk de, ne tenê, wê nîşan dide, lê dibe aferînenda wê jî
Li gor van dîtin û baweriyên çûne emê têbighên ku dê taybetiyên Kurdî, bi gelemperî, çibin û
di hudirê wê de yên çîrokê jî. Weke we got; Civakeke perçe, bindest ku şerê wê bi hemû
şêw û çekan tête kirin, helbet ev yeka şopa xwe li ser hertiştî bihêle û ji
berî giştî jî dê li ser tore be; Ji ber ku ew dengê dema xwe dinimûne û yeke ji rûçikên
toreyê; Nîşandan û jêvegerîna rewş û civakê ye.
Lewre û weke ku em dibînin ku tore û wêjeya Kurdî di rewş û pileyeke wêran û jihevketî
deye û di nerîna me de û li gor civaka Kurd, ev tiştekî normale û çareserkirina evan
pirsgirêk û alaziyan bi rewşa me ya tevayî ve girêdayîne û evê yekê hêştî ku
mildaneke zor girîng xwe bide ser pênûsê rewşenbîrê Kurd ku hertim çîrokên konnevanî û
pir caran bi rengekî beloq, xwe bidin pêş. Belkî ev jî taybetiyeke din be, di toreya
miletên bindest de; Çi ew bindestiya ji hundir be yan jî ji derve be û bindestiya hundir zortir
û wêrantire.
*Piştî sê berhevokan(*), xwendevanê Pîr Rustem hestdibe
ku, hîne ew di warê şêweyê çîroka xwe de windaye. Gelek çîrok bi şêweyeke xurust,
nerm û hêsan hatine nivîsandin û gelek jî ji ser heya p.yan siryalîne.
Di hundirê pirsa te de xûya dibe ku helwesteke te ye berê ji van dibistanên nuh, ewên ku ji
"xurust, nerm û hêsaniyê." dûrin heye. Helbet ev dîtineke te ye taybete û ne girînge ku em di
vê çîrokê de heya bi kîjan pileyê Bihevr ne yan jî em li hev nakin.
Di dîtin û baweriya me de hêsanî yan jî xurustî û nermbûna çîrokê ne bi shêw û dibistana, ku
çîrok di bin akama wê de hatiye avakirin, girêdayiye. Her çîrokek taybetiyeke wê heye û em
dikarin bêjin "karîzmiyeke" wê heye û ev yeka dihêle ku çîrok şêw û rêbaza xwe li ser
nivîskar zorke; Ango yek dikare bêje ku çîrok xwe dinivîse.
Bi gotineke din û weke ku me di hevpeyvîneke berê de jî gotibû emê dîsa jî bêjin, ku
nivîsandina her çîrokekê li ba me bizavike nuhe, lewra şêw û rêbazeke nuh jêre divê.
Ango em bi pêt û dibistanan re ne û heya pêtên pîroz hene emê bi pêş nekevin û eger
ku hebin jî divê em wan bişknin. Eger ku Muhemed û biketina xwe ya hundir "Malê" Ew
pûtên Qureyşiyan ên ku li dor kevirê Reş belavkirîbûn neşikinanda dê ola wî
jî weke şaxekê ji yên kal û bavan bima, yan jî dê bêtirî pûtekî din li wan pûtan hene
zêde nekira.
Belkî em di pesnên xwe de û weke ku çawa di çîrokên xwe de, ber bi xewnan direvin û di
dawiyê de, bi livandinekê Yan jî bi dengekî, yek me şiyar bike ku me mîrşenin ji avê
û tenê di mejiyê xwe de, avakiribûn. Lê tevî wê jî em dibêjin, ku ji mafê her yekiye ew xwedî
xewinên gird û mezin be, da ku şên û bizavên wî li gor wan xewnan be û eger ku Xweda ne
xwedî xewnên mezin ba dê neba "Xweda".
*Ger em karibin bêjin çîrok pizeke, di serê
Nivîskar de peyda dibe. Gelo ev piza han şêweyê xwe yê dawî di seriyê Pîr Rustem
de distîne yan li ser rûpelên wî?. Bi gotineke din zayîna çîrokê li te çawaye?.
ji her çîrokekê re taybetiyên wê hene; Hinek heya bêyî ku tupiz di seriyê me de hebin û tenê
bi xistina pênûs nav tiliyên xwe û dilxweziya nivîsadina tiştekî, bêyî ku zanibin çiye û
wilo bi tîp û gotina pêşî re, çîrok jê dikişe û xwe bi xwe dirêse. hin çîrokên din
jî tenê pizek, çirûskek di seriyê min de pêdikeve û mîna topacê Berfê, li ser rûyê rûpelan
toldibe û her diçe mezin û fireh dibe. Hineke din jî, piza wan bi mehan di seriyê min de
dimîne û belkî pir şaxû dûvikan ji xwe re çêdike lê dêmê ku ew tê û dixweze li ser
rûpelan cihekî ji xwe re bigre. Qet di şêw û rêsaya xwe ya berê de namîne.
Ango em dikarin bibêjin; ku tucarî çîrok û bi reng û shêweya xwe ya dawî, di seriyê me de
kom ser hev nebûye û heya ku hin movik an jî hinek bûyer li dora wê piza di serî de vêketibû
kombûbûn jî, ew bi nivîsandina wê re têne guhartin. Ango çîrok li ba me xwe bi xwe dinivîse û
her gotinek, simbolek bûyerek ku ji nişkava dertê û cihê xwe di deqê de dikole, dihêle
bervê çîrokê bi devereke dûrtir de biherike.
Lê pir piz û ji ber osnebiriyê di seriyê me de dimrin a rast têne kuştin û belkî ew
çîrokên me yên taybetin û me nexwest tukesî din wan bibhîse, lewra me ew ji xwe re veşartin.
*Rewşa çîroka Kurdî li Sûryê Tu çawa dibînî?.
Asteng û asoyên wê.
Eger ku em vegerin van salên dawî emê bibînin ku gelek navên nuh û nemaze di warê çîroka
kurdî de xwe dane pêş. Erê bizava wan nuhe û hîn ji wan re pir dive ku karibin
taybetiyekê bidin nivîsandinên xwe, lê bê guman wan û li bingeha yên pêşîn û kultûra
kurdî karîbûn di demeke pir teng de gavane girîng bavêtana û asoyin nuh ji çêrpka Kurdî re
vekirana.
Helbet ew tev ne di yek radeyê de ne û pirê wan jî xwe bi bêtirî celebekî wêjeyî mijûl dike
û ev yeka, pir caran dihêle ku yê nivîskar şerpeze bibe û qelsî têkeve nivîsên wî. Lê li
gor dîtin û baweriyên me; Çîroka Kurdî di Sûryê de hîmê bingehîn daniye û ev bi xwe
serkeftineke, ku ji nivîskarên vî perçeyî re tête jimartin.
lê tevî evê baweriya me jî hîn pir ji çîroka Kurdî re dive da ku karibe beran-berî çîroka
miletên din raweste û helbet pir sedem û astengan hêştiye ku em lişûna yên din
bimînin; Ji berî hertiştî sedemên konevanî û rewşa bindestiyê ku hêştiye radeya
nexwendin û nezaniyê. Li cem miletê me bilind be û bivetiya hertiştekî ku bihna
Kurdayetiyê jê tê, digel ku tevgera konevanî ya Kurd jî roleke neyênî, di vê çîrokê de,
lîstiye dema ku tugudanên xort nedan tu çîrokên din, ji bilî meseleyên siyasî û bi ser van
astengan de jî divê Em ji bîr nekin ku çîrok berhemeke çîna bercewende, ango ew; Çîrok
berhema şoreşa têknîk û va dema lezoke ku hêştiye hertiştên me bi lez û
bez bin.
Belê ew berhemacivakeke dine; Civaka Ewropî û ew nuh derbasî nav me bûye tevî ku civaka me
hîne di radeya cotariyê de ye û belkî vê yekê hêştiye ku çîrok bi şêweyeke nedurust
li cem me û heya li cem miletên derdora me jî, dest pê bike; Ji ber ku mercên wê yên babetî
hîne neseridîne. Lê piştî evê şoreşa dawî di warê Veguhastinê de û hêştiye
gerdûn bibe "gundekî elêktironîk", hinekî ev merc qelslbûye, hêştiye ku danûstandineke
nerm di nav kes û gelan de derkeve û hinekî ew jihevdûrbûna wan a şaristanî kêm bibe û
vaye, di roja îro de, em dibînin ku pir navên girîng di warê Wêje û toreyê de, di nav kesên
cîhana sêyemîn de dertên û hêşt ku hinek diploma Nobêl jî bistînin.
Pirsa dawiyê ku gereke em ji xwe bikin; Gelo ka çavê Kurdan jî li wê diplomê ye yan na,
helbet netenê ji bo standina wê agahnamê, lê ka me çi di ber wê yekê de kirî, an ev pirs zûye
û hîne pir jê re dive. Emê wê bê bersiv bihêlin da ku em bihêlin bilî me xalan deynin ser
tîpanê
(*)Ev hevpeyvîn ji berî ku, berhevoka wî ya çaran"Tîrav " bête weşandin hatiye kirin.
Awaz KALO