|
Hevpeyvîna DIHA yê bi hunermend Aramê Tîgran re
Hunermendê 'bilbilan' Aram Tîgran li Amedê ye. Em jî bi heyecanek mezin wekî bi
milyonan hezkiriyên wî, ji roja xebera
hatina wî derketî heta niha li bendê bûn.
Ji ber ku gelek daxwazên ropartajê ji mamoste Tîgran hebûn, piştî xirecirek mezin û dirêj me
karî em randevuyê bigirin.
Dema me ji bo randevoyê riya avahiya Midûriyeta Çandê ya saredariya Bajarê Mezin girt jî, di rê de
bi hevalan re heyecana me hindî diçû zê de dibo. Dawiya dawiyê de, li baxçeyê Midûriyeta Çandê em bi mamoste
Tîran re rûniştin. Lê çawa Mamoste Tîgra hatina xwe ya Amedê wekî 'Xewnek rave dikir', dîtina me ya bi wî re
jî ji bo me xwenek bû.
Cihê wî cuda bû
Gelek hunermendên ji me dûr û bi salan em li bendê mayîn hatibûn cem me. Lê tu
hunermendan wekî mamoste Tîgran bandor li ser me nekiribû. Li gel ku em bi xwediyê dengê xerîb,
evîna bilbilan re, xwediyê stranên, 'Ez ciwan bûm tubaş zanî', 'Ey Dîlberê', 'şev çû' bûn, gelek taybetiyên wî
yên din jî hebûn. Lewre hatina Tîgran wekî wî, ji bo bi milyonan hezkerên wî jî, wekî xwenekê bû.
Tîgran dê carek din li hemberî sûrên Amedê, bi hemû esaleta xwe li bilbilên xwezaya erdnîgariya welatê
Rojê biştire. Aram ku tevahiya jiyana xwe li ser wesiyeta bavê xwe di ber çanda gelê kurd de daye û her
tim li cem gelê kurd cih girtiye, carek din dê hewil bide derd û kulên gelê kurd bîne ziman. Tîgran ku di
nav çanda gelê ermenî û kurd de sembola herî ber bi çav ya hevgiriya çandan û biratiya gelan e, derbarê jiyan,
huner, hatine xwe ya Amedê, hêvî û ramanên xwe de pirsên DÎHA'yê bersivandin.
Ji ber ku herkes Tîgran nas dike em pirsa qlasîk ya rojnamegeran a 'kî ye'
ji mamosteyê xwe nakin.
Berî her tiştî bingeha dostaniya we û kurdan çawa dest pê kir?
Em berî her tiştî gelên kurd û ermenî ji gelên herî qedîm ên vê axê ne. Bi salan wekî biran jiyan e.
Qenciyên gelên kurd li bavê min bûne. Bavê min her tim digot ez bi xêra kurdan li ser rûyê dinyayê ma me.
Ji ber ku di dema qetilkirina ermeniyan de malbatek kurd ew xilas kiribûn. Ji ber vê yekê xwe ji gelê kurd
re deyndar dihesiband. Ji ber vê yekê her tim ji min re digot, "Kurê min heta tu hebî alîkarê gelê kurd be.
Tu jî niha saxî û li ber çavê min î. Ev yek bi saya serê kurdan e. Ji bo wê tu dê her tim di xizmeta wan debî.
Bi hunera xwe û keda xwe dostaniya wan her bidomînî". Min jî weysiyeta bavê xwe bi cih anî. Min gotina wî ji
xwe re wekî siyar girt.
Mamoste Tîgran çawa dest bi jiyana hunerê kir?
Ez di 1934'an de li Bajarê Qamişloyê ji dayîk bûme. Di 18 saliya xwe de dema min dibistan
qedand. Bavê min rojekê gazî min kir û got 'hind gotinên min ji te re hene'. Hingê dibistan
heta pola 6'an bû. Piştre dîploman didan û dibistan diqediyan. Gelek kesan heta sala 9'an
dixwend. Min jî ligel her tiştî heta 9'an xwend. Lê bavê min piştî min dibistana pola 9'an
qedand, got êdî ez te naşînim dibistanên pêşiyî. Min jê re got çima got ez dixwazim êdî tu bi
hunerê re eleqedar bibî. Got ez jî wekî tu dibînî li bilûrê dixim, hunermend im. Tu jî dê bibî
hunermend. Min jî got ser çavan. Çû ji min re udek kirî anî û ez danîm ber destê mamosteyekî.
Heta 6 mehan ez hinekê pêş de çûm. Dema emrê min bû 20 salî, ez baş pêş ketim. Min dest pê kir
êdî ez diçûm şevan. Me bi 3 zimanan digot. Kurdî, erebî, ermenî. Heta em çend salan çûn gelek d
ahwet û şahiyan jî. Ev ji bo me riya pêşveçûnê û li hevhatina cem gel bû. Vê yekê heta deriyê
Ermeniya li me vebû, dom kir. Gelek ji me birin penaberiyê. Di 1966'an de gelek ermenî ji welatên
din birin Ermenîstanê. Ji ber ku nufusa welat pir kêm bû. Li wir her yekê hûnera wî pirskirin.
Hingê min jî kilam digotin û ez pêşketibûm. Ez şandim nav radyoyekê û min xebata xwe li wir domand.
Mamoste we pêşiyê bi udê dest bi hunerê kiriye, lê hûn bi cimbûşê tên nasîn. Çima cimbûş?
Dema min dest bi udê kir, hingê mîna niha cîhaz, teknîk tune bû. Ji ber vê yekê me zora xwe dida ser
dengê xwe. Me zor dida udê lê dengê wê nizm e. Carek ez çûbûm dawetekê, min dît ku ji Amedê komek
anîne. Li wir çavê min bi cûmbûş ket. Dengê wê pir bilind û lezîz bû ji min re. Min pir meraq kir û
lê nêrî. Min dît ku têlên wê û yên udê heman in. Yek jî bilind bûne dengê wê bandorek mezin li ser
min kir. Min biryar da ku ez ji xwe re cûmbûşekê peyda bikim. Piştre min ji Tirkiyeyê yek anî û dest
bi cûmbûşê kir.
Kurdiyek we ya pir zelal heye. Hemû kes ji stranên we tama kurdî digire. Raza vê yekê çiye ?
Raza vê yekê ew e ku bavê min û diya min bi kurdî diaxivîn. Her tim di malê de zimanê wan ê sereke
kurdî bû. Tu caran min carek nedît ku bi ermenî axivîn. Yek jî zimanê kurdî pir xweş diaxivîn. Em jî
kurdî ji wan hîn bûn. Bavê min helbstvan bû ji xwe. Ji bo min helbest dinivîsandin. Stranên Bilbilo,
Diçim Diçim, Bi Hestera Yerîvanê ji min re nivîsandin. Gelek stranên din jî wî ji min re nivîsandin.
Yanî wekî min got, ez bi xwe mayeyê kurdî ji dayîk û bavê xwe digirim. Ligel vê yekê cîranên me kurd
bûn. Bi zarokên wan re em mezin bûm û me heman çand parve dikir. Min jî pirs dikir. Pirsek ji wî
pirsek ji wî. Dema min tiştên nû dibihîstin min dixwest ez baş fam bikim. Ne tenê ji bo kurdî ji bo
ermenî jî. Ez yek jî bingeh û wateya peyvan dide mirov. Mastfiroşê me hebû ez gelek tiştan ji wan
re deyndar im. Yanî ku tama kurdî ji gotinên stranên min bê girtin ku ev ji bo min cihê keyfxweşiyek
mezin e, ez vê yekê ji bo çanda ez di nav de mezin bûme, deyndar im.
Dema hûn stranên xwe çêdikin, ji bo peyvên nayên hişê we, an jî hûn
nabînin hûn axaftinên kî tînin bîra xwe, çavkaniya we kî ye?
Di dema afirîneriya stranan de jî ku peyvek ji min re lazim bibe, ez serî li helbestên
bavê xwe, gotinên dîya xwe û metelokên zarokatiya xwe didim. Lê ez gelek tiştan jî ji
mastfiroşê me yê wê demê digirim.Mirov li ser ziman kûr dike. Lê piraniya wan wekî min got
ji dayîk û bavê min bûn. Heta çûn ser dilovaniya xwe jî bi zarokên xwe re ermenî, lê di
navbera xwe de her tim kurdî diaxivîn. Mêr û jin bi hevre ji bilî kurdî tu caran ermenî
neaxivîn. Me ev mereq dikir û min dipirsî 'Bavo hûn her du jî ermen in lê çima hûn bi
kurdî diaxivin' di got, "Lawo em di nav kurdan de mezin bûne. Em hînî tibetê wan,
hestên wan jiyana wan bûne. Hînî rabûn û rûniştina wan bûne û em mecbûrin kurdî biaxivin".
Di stranên we de bilbil her tim li pêş e, sedema vê çiye ?
Di kilamên min de rast e. Bilbil li pêş e. Meseleya bilbil û ya kurd, ermen,
suryanî û gelê din ên bindest yek e. Bilbil ji bo min her tim bi hestera welatê xwe dixwîne.
Ev gelên Rojhilata Navîn ên qedîm jî, her tim li ser axa xwe penaber, xerîb û sirgûn bûne.
Bilbil hêlîna wî xirab bûye. Hêlîna wî tune ye. Em jî wekî bilbil bê hêlîn bûn. Bavê min jî
dema yekem car ev stran ji min re çêkir, bi vê serpêhatiyê helbest da min. Ev stran jî
kete ser devê gel. Ji ber ku gel jî heman hestên min bi vê stranê hîş kirîn, jê hez kirin.
Ji ber vê yekê xwe di stranê de dîtin. Di warê wateyê de jî rewşa gelên penaber û xerîb tîne ziman.
Ji 7 salî heta 70 salî hemû beşên civakê stranên we guhdar dike, raza vê yekê çiye?
Ez derd û kulên gelê kurd tînim ziman. Ji ber vê yekê her kes xwe di aliyek stranên min de dibîne.
Demek dirêj e hûn li xerîbiyê ne, di stranên we de jî ev xwe dide der. Ev
yek bandorek çawa li ser hunera we dike?
Beşek jiyana min li xerîbiyê borî. Vê yekê bandorek baş li ser hunera min kir. Ez dikarim
vê yekê bêjim. Her wiha bandorên cuda jî li ser hunerê dike. Lê ji bo min salên xerîbiyê yên
herî zêde bi feyde, salên li Ermenîstanê bûn (Ermenyayê wekî cihê xerîbiyê dinirxîne). Li
Ermenîstan hingê di warê çandî û zanistî de pêşketinek baş hebû. Min hunera xwe di radyoya
Êrîvanê de pir pêş xist. Wir wekî dibistanek çandê bû. Dengbêj, sazkar, noter û lêxistok
pir bûn. Qelîtekî bilind hebû. Min ji wan aqil girt, huner hînbûm û ez pêşde çûm. Li cihên
din jî xerîbiyê li ser jiyana min bandorên erênî û neyînî kirin, lê tişta esas keda mirov e.
Yanî hûn hêvênê xwe ji erdnîgariyên kurd û ermeniyan digirin hêj?
Belê. Ez derd û kulên gelên kurd û ermenî kişandîn baş dizanim. Ez xwezayên van welatan jî baş dizanim. Ji
ber ku ew welat yên min in. Min ava wan vexwariye, nanê wan xwariye. Ez çiqasî ji dûrbim jî, ez tu caran bi
rûhî ji van welatan dûrneketim e. Derdên van her du gelan pir in. Ji roja ku min di radyoyan de dest bi
vî karî kir û heta niha xebatên min a li ser çanda van gelan didomin. Ez xwe baş nas dikim. Ez li xwe
dinêrim gelên xwe jî dibêjim. Min 18 salan di radyoyê de xebat kir. Ev ji bo min faydeyek mezin bû.
Ji ber wê yekê dûrahî hebe jî, bi hîşî ez li wan deran im. Ez mayeyê xwe ji wan deran digirim.
Li gorî we tişta stranan bi guhdar dide guhdar kirin çiye ?
Kilam hene dema hunermend dibêje mirov guhên xwe digirin. Lê kilam hene dema hunermend
dibêje mirov guhê xwe vedikin. Sedema vê yekê an jî asta vê yekê girêdayî tesîra stranê,
gotinan û melodiyê ya li ser mirovan e. Ev yek li ser hunermend e. Niha ez li stranên xwe
dinêrim gel jê hez dike. Ev yek jî hezkirinek mezin dide min. Ji vê hezkirinê tiştek mezintir
tune ye. Yanî bingeha her tiştî afirenerî ye. Tistek bi kedê hatibe xemilandin cihê xwe li cem gel digire.
Di çanda gelên ermenî û kurd de kevnesopiya dengbêjî û asûgê heye?
Gelên kurd û ermenî di dîrokê de heta niha bi hev re mayîn e. Êdî di gelek waran de hêvênê
wan ketiye nav hev. Çanda wan gelek hevgirî li hev kiriye û gelek tişt ji hev girtine. Ji ber
ku asûg û dengbêjî di çanda van gelan de du hêmanên bingehînin, faydeyek mezin daye min. Ez
dikarim bêjim dema ez stranên ermenî jî çê dikim, ez gelek caran ji maqamên kurdî derdixim.
Gava klamên kurdî çê dikim ez ji maqamên ermenî derdixim. Ez di bingehê de li dijî vê yekê me.
Lê min di vê jiyana xwe de dît ku çanda ermenî û kurdî bi ruhî bûne yek. Ji kokê derdikevin.
Ev yek bandorek zehf bas li ser hunera min dike. Kurd jî ermenî jî ji heman stranê hez dikim.
Ev yek jî nasîna çandan, nêzîkbûna çandan nîsan dide. Lê van çandan qet hev asîmîle nekirine.
Ev jî cihê keyfxwesiyê ye.
Li gorî we ji bo têkiliyek wekî çanda kurd û ermenî derkeve holê rola
dikeve ser milê hunermend çi ye?
Bêguman ev wezîfeya hunerê ye, lê ev nekarê hemû kesa ye. Her kes nikare hunerê ji bo biratiya
gelan, çandan û baweriyan bikar bîne. Ev yek karê zanabûn, exlaq û astîxwaziyê ye. Xweziya
hemû huner û hunermend li ser vê bingehê bibûna. Ji bo vê yekê lazim e hunermend berî her
tistî çanda xwe û çandên din nas bike. Wezîfe û mîsyona hunerê bizanibe. Lê em niha
dibînin ku berjewendî, hest û daxwazên rojane derdikevin pês. Strana kurdî dixin ser
maqama, erebî, ya erebî dixin ser farisî ya farisî dixin ser tirkî. Bêyî kedê bidin ji
çanda gelekî din perçeyekê wekî pîne bi çandek din ve dikin. Ev yek jî tu bandorek erênî
li ser pêsketina dostaniyê, astî û biratiya çandan û gelan nake. Ji bo wê ev wezîfe lazim e,
bi zanînê û ji dil û can bê.
Wateya Amedê ji bo kurdan tê zanîn. Dema hatina we ya Amedê zelal
bû, we çi hîs kir?
Ez berî bêm Amedê min xelatek ji bo Amedê çê kiriye. Hatina min a Amedê niha ji bo min xwenek e.
Ez niha di xwenekê de me. Min gelê kurd ê qedîm cardin li vir dît. Yanî hestên min bi gotinan
nayê ziman. Ez dixwazim bi strana ku min ji bo diyariya Amedê çêkiriye bi çend çarînan hestên
xwe bînim ziman. Ez dê vê yekê di roja festîvalê de bêjim. "Di nav xwenên sevan de min qet
bawer nedikir ez bibînim bajarê Diyarbekir. Roj bas Diyarbekir, me te jibîr nekir, em hatin
te bibînin te derî li me vekir". Ez dibêjim roj bas Diyarbekir.
Dema tu ji Ewropayê hatî çi daxwaz ji te hatin kirin?
Dema ez hatim gelek hunermendên hevalên min, nas û niyasên min ji min xwestin ku ez li
hemû deverên dîrokî yên Amedê, li her kuçeya Amedê wêneyan bikisînim û ji wan re bibim.
Xwestin ku ez bi hesreta dilê xwe wêneyan ji wan re li vir bikisînim. Min got ez dê biçim
stranan bêjim hûn jî di televîzyonê de lê temase bikin. Hemûyan gotinên, "Xwezî em jî bi
te re bûne, rihê me bi te re bûye" hestera dilê xwe anîn ziman.
Dayîk û bavên we ji Amedê ne û hun dê cihê lê ji dayîkbûne ziyaret bikin?
Dayîka min li gorî ji dayîkbûnê ji Navçeya Pasûr a Amedê yê, lê li Farqîn û Amedê gelek ma ye. Pistre li
Farqîn û Licê maye. Ji bo vê her tim ji min dipirsîn ka çima kurdiya min ev qas paqij e. Ez jî bi ser
bilindî pêsî xwe wekî Pasûr, Farqîn, Licê pistre Amedî didim nasîn. Ez dibêjim min kurdiya xwe ji van
deran girtiye. Ev cih ji bo min girîng in. Girîngiya wan nayê gotin. Ez dê biçim Gundê Benda ya
Sasonê ku bavê min li wir ji dayîk bûye. Pistre ez dê biçim Pasûrê cihê dayîka min lê ji dayîk
bûye. Ev xewna min e, derdê min e û kula min e. Ji bo min bîranînek e jî. Ez dê êdî bibim xwedî
wêneyên cihê ji dayîkbûna wan.
Stranên ku hun girîngiyê didin wan kîjan in?
Bilbilo, Dîlberê, Ez Ciwan Bûm, sev Çû. Ev stranên min aliyê wan ê ktabî heye. Min ji bo van
stranan ked da. Ji bo stranên din jî kedek mezin mirov dide, lê hind stran dema derdikevin li
dilê mirov dixin. Gotin li dilê mirov dixe. Pistre meqam bi xwe derdikeve.
Aram çawa van kilamên di dilê gel de cih digirin çê dike. Lazim e çi sert û merc hebin ?
Ez dema kilamekê çê bikim, lazim e teqez ez birçî bîm. Her wiha lazim e seat jî pistî 12'ê sevê be. Tu
caran heta niha min stran bi zikê têr û berî 12'ê sevê nenivîsandine. Gava dengek zêde derkeve ez nikarim
kilam çê bikim. Lê deriyê min jî tam nayê girtin. Dema ez deriyê odeya xwe tam digirim jî ez nikarim
binivîsim. Deriyê min nîvî vekiriye. Caran 3-4 seatan ez çend gotinan dinivîsim. Hin caran heta
hefteyekê jî stran temam nabe. Ez kilaman dereg çêdikim. Ez navber didim xebatên xwe. Lê tu caran
ez di sevekê de kilamekê dernaxim. Ez pêsiyê gotina xwe derdixim. Besteyê çêdikim. Pister melodî û
meqam lê tînim. Hind caran jî bi seatan ez li ser stranekê dixebitim lê dernakeve, wê
demê ez dest jê ber didim.
Rexneyek wekî 'kurd ji hunermendên xwe hez dikin, lê xwedî li wan dernakevin'
heye. Ev yek di dema Garabêtê Xaço çûyî ser dilovaniya xwe jî hate gotin. Hûn di vê baweriyê de ne?
Garabêt Xaço dengek xwes bû. Kilamên wî xwes in. Gelê kurd ji hunermendên xwe hez dike. Gelek nirxek
mezin jî dideyê, lê derfet gel bi xwe derdexe. Gelê kurd keda kesekê jê re dayî ji bîr nake. Gelê
kurd keda min ji bo çanda kurd dayî ji bîr nekir. Min ev yek ji bo biratiya gelên kurd û ermenî kir.
Gelê kurd jî vê yekê wêkî kedkariya çanda kurd dibîne û ev yek pederek mezin dide min.
Dema Tîgran li 52 salên tejî huner derbas bûyî dinêre, tistek dibêje '
Xwezî min ev jî bikira' heye?
Gelek tistên ez dibêjim hene. Min dixwest zêdetir hunerê çê bikira. Çavê min hêj li hûnerê ye.
Ez dixwazim li dinyayê bigerim. Zêdetir gelan û çandan bibînim.
Ligel axa Ermenîstanê ya azad çima Mamoste Tîgran li xerîbiyê dijî ?
(Bi rûye xemgîn) Min heta niha bi dehan ropartaj kirine lê yekem car e ev pirs ji min tê kirin.
Ez naxwazim bersiva vê yekê bidim. Raste Ermenîstan welat e, cihê ermeniya ye, lê cihê ez lê
ji dayîk bûme Qamislo ye. Derketina me ya Ermenîstanê jî wisa bû nesîb. Gelek welatên min
hene. Ez dê bi mêvanî êdî bigerim (dikene)
Mamoste dixwaze li Amedê bi cih bibe?
Ez dê her tim werim Amedê bibînim. Lê ez heta niha ne fikirî me.
Gotina we ya dawiyê....?
Gelê kurd bila ji hev hez bike. Dixwazim ku gelê kurd bextewar bibe. Ji hev hez bikin. Hûn ê biserkevin.
Xebatek niha di destê we de heye?
Ez dixwazim li Amedê albûmek derxim. Her wiha dixwazim qilîbek jî çê bikim. Ji xwe min ji bo
diyariya Amedê stranek çê kir. Ez dê di konsera mîhrîcanê de bixwînim. Heta niha min 12 qaset
derxistin. Ez dixwazim hêj hunerê çê bikim.Ez dixwazim gelê kurd ji hev hez bike. Daxwaza min a
herî mezin ew e ku gelê kurd ji hev hez bike. Ev riya serkeftinê ye. ji DIHA yê hatiye vergirtin
|
|