|
Xwazya
pirsgirêk ev tenê ba!
Polat CAN
Di
gotareke rojnemevan Cemîl Oguz de ya bi navê “Pirsgirêka alfabeyê
û pêşniyazek” (di amudecom de). Li
ser pêdevî û neçartiya yekbûna ziman û alfebeya kurdî radiwestê
û hin pêşniyazan ji rayadarên kurdan re dikê. Bêguman ev
mijareke kevin-nû ye. Lê divê di serî de em jî dengê xwe-weke
rojnemevanekî Kurd yê Qafqasiya- tevlî dengê hevkarê xwe C. Oguz
bikin. Di heman dem de jî divê ku hemû kesayet û saziyên ku bi vê
pirsê re têkildarin, bi awakî rêkûpêk li ser vê mijara jiyanî
rawestin. Ji ber ku ev pirsgirêk-li vir bi zanabûn em dibêjin pirsgirêk.
Jiber ku ev mijarên wisa yeketîya netewî diyar dikin, jiber neyekbûna
alfebeyê jî, li pêşiya yekîtiya netewî û dan-standina hemû
kesayetên Kurd de astengî û kendalan diafirîne. Ev bi serê xwe jî
pirsgirêkeke- tenê bi pêşniyar û nivîsandina çend gotaran çareser
nabê. Jixwe rewşenbîr û rojnemevanên me yên Kurd, têkoşîna
xwe ya netewî tenê bi rêya înternetê bi rêve dibin. Ev yek jî kêm
û lewaz dimîne. Divê ku êdî rewşenbîr û rojnemevanên me ji
şêwazê xebata bîroqratîk û lîbîral dûr bikevin.
Em
naxwazin ji mijara xwe ya bingehî dûr bikevin. Mijara yekbûna
alfebeya Kurdî... “Yekîtiya netewî bi yekîtiya ziman çêdibê û
yekîtiya ziman jî bi yekîtiya alfebeyê çêdibê” Ev hevoka zêrîn
ku M. C. Berdirxan gotiye, aniha ji bo me divê ku bibê rêbî şan
û bunyat. Lê pirsgirêk ne tenê wekî ku hevkarê me Cemîl diyar
kiriye. Pirs ne tenê pirsa guheztina tîpên erebî bi yên latînî ye!
Ka
divê di serî de em di nava tîpên latînî de yekbûnekê avabikin.
Êdî evqasî ku zimanzan, ziman-xar û ziman-nezanên me pir bûne ku
li giramêra Kurdî weke porê jinên ereb bûye.
Her
kes radibê û dibêjê: “stîlê min, gramêra min, forma min û
ziminê min” bê guman her kes jî xwe rast dibîne û bangwazî dikê
ku her kes bên ser dîn(bibûrînin! stîl) ê wî. Mînakên vê yekê
jî bi dehan-sedan hene. Him di nava bikaranîna tîpan û him jî peyv
û gramêran. Çi mexabin ku ta niha ziman-nezanên me, li ser peyva herî
biçûk (KU) de li hev nekirine. Hinek “ku” dinivsînin, hinek jî
bi xêra xwe komekî didin serî “kû” û hinek jî hîn dûr
dikevin û “ko” dinivsînin. Welahî êdî em jî bi we re heyîrîn!
Di
hejmara 379-an ya rojnameya A. Welat de nivîseke me li ser têkoşîna
kurdên Ermenîstanê ji bo fermîkirina tîpên latînî di dibistana
de nivîsandibûm. Niha ne tenê divê ku tîpên krlî bibin bi latînî.
Di serî de divê ku ew 37 tîpên latînî yên ku hinek weşan-wek
Riya Teze- bi kartînin û li ser gelek tîpan niçik-miçik û pêhnok-mêhnokan
datînin û 2-3-4 tîpên bideng li pey hev rêzdikin. Divê ku ev stîlê
latînî jî bi hîmlî bê guheztin. Raste ku ev weşan
bi Kurdî-Latînî dinivsînin, lê ku hevkarê me Cemîl çi bikê jî
bila bikê, ew nikarê du hevokan bixwînê û têbigihê..
Her
kes li daholekê didê
Yanî
berî her tiştî
divê ku em di nava tîpên latînî de jî gramêrek û stîlekî hevbeş
bikarbînin. Lewra jî divê ku ziman-zanên me jî kêmekî li hev
gohdar bikin û xaleke hevbeş
di nava stîl û formên xwe de bibînin. Ez ji birêzên ziman-zan,
gramêrvan, edîtor û zargotin-nasan dipirsim: “Hun dizanin çima du
goh û devekî me heye?” eze bersîvê jî bidim we. “ji bo ku em
tenê bi ya xwe nekin û du qatî axaftinê gohdarî bikin”. Bi rastî
jî êdî xwendevan û mamosteyên zimanê kurdî jî bi we re matmayî
û seyr mane! Ew ji we li bersîvekê dipeyn. Lê maşa-ellah,
ziman-nezanên me çavên xwe girtine û devê xwe ji lehiya gotinan re
vekirine. Di holê de jî tenê perçebûneke di hundir perçebûnê de
derdikevê û ..
Li
ser pirsa tîpên latînî û erebî jî, jixwe candêrekî ku du çav
di serê wî de hebin. Têderdixê ku ev tîp ji bo zimanê me yê şêrîn
nehatrine afrandin. Ev yek ji bo tîpên krîlî jî derbas dibê. Lê
divê ku em bizanibin ku tîpên latînî jî ne yê kurdanin! Tîpên
resen yên Kurdan jî hene, berî tîpên erebî ew tîp dihatin bikaranîn,
lê em neçarin ku di navbera du tahlan de, tehlekî bibjêrin. Ew jî tîpên
latînîne... Ev cureyê tîpan jî di gelek aliyê Kurdisatn û derveyî
welat de tên bikaranîn, lewra jî ew biraderên başur
jî divê ku sernermî bikin ew tîpên latînî bikarbînin.
Werin em kampaniyakê amade bikin!.
Lê
ev ne tenê karê partî û rêxistinên siyasî ye. Ev erkê hemû rewşenbîr-jixwe
rewşenbîrên
ne siyasî jî tûnene- hunermend, wêjevan, mamoste, zimanzan, gramêr
firoş..
û her wiha... yanî bigiştî
divê ku êdî em ji qoncik û rûperên înternetê xwe rizgar bikin û
kêmekî di nava jiyana kiryarî de jî hewldan û têkoşîna
xwe bikin. Tenê bi pêşniyara
“bila rayedar werin ser dînê me yê latînê” xebat nabê. Pêwîste
ku em ji tu kesî hana û riceyan nekin: “Ku tu kurdî, wê demê tu
neçarî ku werî xeta yekîtiya netewî. Ev xeta ji te çi dixwazê jî
divê ku tu bi cîh bînî”. A divê ku helwest wisa be. Li ser vî
bingehî ez pêşniyar dikim ku hemû Kurd, kampaniya yekîtiya zimanê
Kurdî yê netewî dest pêbikin. Ankêtan çêbikin, îmzeyan kom bikin,
name û bîryaran ji rayadaran re bişînin. Sîsteman neçarî
pejrandina ziman û tîpên Kurdî –yên latînî- bikin.
Li
gorî vê yekê jî divê ku meteryal û amadekariyên baş ji bo
xebateke wisa hebin. Li vir ez dixwazim mînakeke biçûk bidim we: niha
ev bo 70-ê sale ku li welatê Ermenîstanê li cîhên ku Kurd lê dijîn,
perwerdeya zimanê Kurdî di dibistana de tê dîtin. Li gorî yasayan,
tîpên kîlrî fermî ne. Xwendevan û mamoste jî dixwazin ku bi tîpên
latînî dersên xwe bibînin. Lê çi mexabin! Ne tîpên latînî bi
fermî tên pejrandin, ne jî pirtûkên dersan yên latînî tên peyda
kirin. Êdî qirka xwendevan û mamosteyan ji bang û qîran zuha bûye.
Lê kesî bersîva banga wan bidin tûnene. Saziyeke me ya –qaşo-zimama
nikarin çend pirtûkên dersan jî, ji 500 xwendevan re peyda bikin.
Ne
tenê bi gotinê!
Ez
niha jî vê pirsê ji hevkar Cemîl dikim: em bêjin ku PDK û YNK tîpên
latînî pejirandin. Gelo! Amadekariyên me yên pirtûkên dersan hene
an na?
Belkî
ku hun bêjin: “Tu kurtan berî hespê dikirî” lê hespekî bê
kurtan jî kêr çi tiştî jî nayê. Em neçarin ku xizmet bikin, lê
divê em bizanibin çawa xizmet bikin. Êdî dema me ya ku em vala
derbas bikin nemaye... Divê ku di jiyanê de jî gav û xebatên kiryarî
û yên ciddî bê kirin. Ku ne wisa be jî, divê ku her kes li cîhê
xwe giran be û bê deng bimîne. Dîsa jî ez dengê xwe tev dengê
hevkar Cemîl dikim û hemû kesî ji bicîhanîna erkên xwe vedixûnim. |
|