Rewşa tevger û partiyên kurdên rojavayî Kurdistanê mîna
rewşa malbata Bêmbo ye, pênc xortên wan hebûn, tim ne li hev bûn, tim şerê
wan bi hev re li dar bû, tim li derve lêdan dixwarin, û kesî tirs û hêvî ji
wan nedikir. Hêvî jî tunebû li hev bên û şert û mercên biratiyê pêkbînin.
Ma ko pênc bira bi yek bin kes kare di sîka wan
dayê.Yek jê şerm û fihête ko ewqase partî li
rojava hebin, hema hema serê êlê û malbatê partiyek çêbûye, kî rabûye
partiyek çêkiriye wek tu ji xwe re çûkekî bi xêzikan çêke. Partiyê me ji
keroşkan bêtir dizên, ji paramisyon bêtir perçe werçe dibin.
Pirbûna partiyan kurd bê hêvî û xemsar kirine, ji
kurdayetiyê dûr xistine.
Bi gumana min merovê parçebûnê dike, li dujî
berjewemdiya kurdan derdikeve, milet parçe dike, hêza milet difisîne,
pêkanîna piroje û armancên dujminan hesantir dike, ew merov rastexo yan
xwarexo li dujî berjewendiyên gelê xwe derdikeve, merov dikare wî ji
xinizan bijmêre, jixwe ko ne ji xinizan ba ana bi kêmanî rewşa me ne wisa
ba.
Devê kîjan siyasetvanî(qaşo) vedibe dibêje; partiya
me keleh vekir lê yên din girtin, partiya me wisa kir û xwest wisa bike lê
yên din bi me re nekirin, partiya me Kurdistan rêzgar kir lê yên din li
dujî me derketin, mebesta wî xwe mezin bike û yên din biçûk bike, xwe ji
rewşa aloz bêrî bike û yên din gunehkar bike, kesek nabêje dujmin wisa bi
me dike û gerek em li dujî wî bi yek bin û wisa bikin. Ez dikarim bi gelek
dokument û delîlan nivîsa xwe piştrast bikim bê çuqas cudahî û hevrikî di
nav partiyên me kurdan de heye, lê ma ezê çi bêjim û çi nebêjim. Tenê
nimûneya serhildana 12ê adarê û kuştina Şêx Maşûq li ber çavan e. Mexabin
ko partiyên rojava eynî siyaseta hevtunekirin û bi hev re nekirin a li
welat li Europa jî li dujî hev dimeşînin (nimûne gelek in, mîna;
Newroz..çalakî û xwepêşandan..meşa ji Aachen ta bi Brussel .
Nikarin bi kerê dirin kurtên.
Ji ber qelsbûn û perçebûnan nikarin li duj rêjîmê derkevin,
êdî bi hev dikevin, hevdu tune dikin, hevdu dikin xiniz û xwefiroş, tawan û
teriyan bi hev vedikin, ji ber ko vala ne, tiştekî din tune bikin, û ji ber
ko li hember rêjîmê nikarin tiştekî bikin, ji ber ko qels û ji hev ketî ne,
êdî her partiyek sûcê vê rewşa aloz dixîne stuyê partiyên din, dako xwe
bêguneh bike. Ji xwe ya kambax ko îca her
partiyek guman dike ko ew a herî xurt û bihêze, ew dê kurdistanê rêzgar
bike.
Merov ji ber ziman û axaftina wan a bi kurdî şerm
dikin, hin caran merov ji ber helwesta wan jî şerm dike, dema diaxivin
liba-liba gotinên kurdî ji nav lêvên wan derdikevin, bi rastî ez ji ber
ziman û axaftina wan şerm dikim, û bang li hemû TV ên kurdan dikim ko wan
beşdarî bernameyên xwe nekin, dako xwe û me bêtir nehetikînin, zimanê kurdî
têk nebin wek ko hêviyên kurdan têkbirine, eger raste ji bo kurdayetiyê
dikin bila zimanê kurdî yê resen jî biparêzin.
Di vê rewşa aloz de milet ji partî û tevgera xwe
xemsar û bê hêvî bûye, milet ji partî û tevgerê direve û dûr dikeve, li gor
gelekan ev têkçûn û şikestina dawîye, êdî nema giyan û geşbînî li cendekê
milet vedigere. Dujmin jî bê tirs(pisîk ne li male, mişk ebdilrehmane)
pirojeyên xwe bi hesanî pêktîne.
Eger partî, tevger û serok û rêberên me li hev û
hevgirtî bana dê rêjîmê nikarîba ewqase zulm li kurdan bikira, ji ber vê
yekê ew berpirsyarên beşekî ji wê zulmê ne, û dako laneta dîrokê li wan
nebare bi kêmanî divê nema li duj hev derkevin, bi yek dest, bi yek
helwestê û bi yek baweriyê li duj rêjîmê tevbigerin.
Eger hat û çerxa felekê çep û rast geriya û wek Iraqê
yan jî wek Turkiye bû ya ko gurên cîhanê hemû li pişt xaniyên wê mirin,
Europa û Emerîka bi guhê wê girtin rabû got; kurd li ba me hene û
pirsgirêka kurdî divê çareser bibe. kî dê li rojava nûnerîtiya me bike, li
başûr du partî hebûn, li bakur jî wisa, lê li ba me, li ba me gelek serok û
nûner hene û dê bi hev Kevin ta ko hev tune bikin, ji ber hevudu
napejirînin.
Li dawî, bi gumana min eger hestê netewî li ba
merovan peyda bibe dê gelek gunehan neke, dê boyî netewa xwe pêl
berjewendiyên kesane bike. Eger ew ê perçebûn û dujîtiya navxweyî dike,
mîna latekî li malê rûne dê ji bo milet û dîrokê baştir be û gelek gunehan
neke, ji ber kevir gunehan nakin.
29-05-2009
www.qadoserin.com