Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare


Pira jîn û mirinê

Kamran Simo Hedilî

Weke ku bizav bi dawî hatî li min hatibû. Awirên sor ên êvarê valahiya gerdûn di nava min de kom dikirin. Çavên rojê yên li ber mirinê weke çavên dizan di pencerê re xwe tavêtin oda min. Min nedixwast li çavên rojê yên li ber zikratên mirinê binêrim. Ez ji awirên mirinê ditirsim, min gelek caran çavên mirinê dîtin e.

Zimanê şevê vedibû. Sî direvî, dirêjî xeçapirsên sihrê dibû û di konçalan de winde dibû.

Awirên min bi giriyê qehpikên ku mus,terî pere nedayî li sor çîrisandina çavên rojê dinêrîn. Ro weke cixara di destên serxweşan de nîv vemirî, dişibe agirê gund û warên min şewitandî

Yekşem bû, pezdeh gulan a duhezar û heştan. Êvar giran hat û giraniya wê derbasî giyanê min bû. Ez di bin giraniya êvarê de diperpitîm. Herika çemê jînê, şadî û nalînên min dibirin. Roja sipspî siya xwe tavête nav siya kefenê min. Rabirdû ez kaş dikirime nav xwe, lê min nedixwest bê garantiya dîtina rojê razêm. Ez ji tariyê, xewê û şevê nefret dikim. Bi hesreta rojê min xwest çavên xwe bigirim. Xeyalên tenik, kaxezên ji daran ez dipêçam. Hertişt mij bû û nezelalî bû, hertişt tevlîhevî û xeyal bû ji bo min. Ew ramanên hişk, ew çavnebarî, ew êş di nava min de bicih nedibûn.

Li nav şepolên xwendina hevokan, mijgulên min hev maç dikirin. Bawîşkan devê min vedikirin. Her ku xwendin zêde dibû, tirsa nedîtina rojê dihate ber çavên min. Destên min bi wergarandina rûpelan hêza xwe winda dikirin. Xewê ez hembêz dikirim. Lê min li hemberî hemû ferişteyên xewê serî hildida û li berxwe dida. Hêza nehînî ya bazbend û nivişta dergûşa dayê, rika pêşbirka bi xwedawendên xewê re dide min.

Şeva çav gornebas, di çavên min de dilerizî. Ji babilîsoka reşramanan, zincîr di lingên çarenûsê de dirizîn. Çûkên hatine li nependiye serxweş bûn. Daristan lal û bêdeng bûn.

Nêrînên min li gulistana kenê mija tirsê dişemitîn. Ez di nav kêferata bêxewiya xwe de mandû bûm… Bê çawa stêra karwankuj bazê çavbixew dixapîne. Evîna dîtina rojê jî, ez dixapandim.

Ji asîmanê hêviya jînê, min wênê rojê anî li serhis,kiya bêxewiya xwe danî. Demeke dirêj bû ku ez fêrî bêxewiye bûbûm. Ji ber ku xewê ji bêxewiyê xirabtir tirs dida min. Xew û bêxewî bûbûne yek êdî di jana giyanê min de. Li dirêjiya salên her roja wan ji salan dirêjtir, nîgarên bêxewiyê li ser dêmên min diqermiçîn. Min vîna sebrê li kûra dîtina şanaziya rojê dihesand, dilê xwe li kaniya hêviyan diheland û bîranînên sêwî bi aramiya çiyayên azad radizandin. Bi van ramanan re min serê xwe danî ser balîf û çûma nav herika rabirdûyê xwe…
designed by Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net