|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
Li ser rola kesên serbixwe di derbarê
yekîtiya bizava tevgera kurd de
Rojnama Dîmoqratî - Hejmar 4
Ramana yekîtiya bizava tevgera kurdî, cihekî xwe yê giring û balkêş li cem hemû kesî distîne,
ji ber ew bi xwe armanceke qenc û giringe ji xebatê re li hember zordariyê, û tevegera kurd gelek
şêwe ji bona bi yekkirina tevgera kurdî bi cihanîne, û yek ji wan şêweyan ew bû yekkirina rêxistinî
a ku serkeftin ne dî , û negihişt mebesta xwe
Tev ku hin şêweyên din hatin bi kar anîn, mîna Enî û Hevbendî, ên ku bêtir têkilî û nêzîkayî bûn di
nava hinek ji partiyan, û ev şêwe bi serkeftîtir bû ji yekîtiya rêxistinî, û heta bi çend salan vî
şêweyî akamên xweyî pozîtîv lîst di rewşa tevgerê û pêşketina wê de. Lê ew jî qelsayî têde peyda di
bû ,ji ber hindek aliyên qelsiyê ku têde diyar dibûn, û sedema şerekî ji vê qelsiyê vedigere ku dema
aliyek bixwaze wê astengan li darxîne û wê qels bike, û ev bêtir hate xuyan di bizava (kombendiya
partiyên kurdî)de, ku tiştekî hesane dema ku partiyek yan bêtir ji vê peywendiyê derkeve û wê sist
bike, tiştê ku dihêle karê wê raweste
Tevî wê di bizava çarçewa Enî û Hevbendiyê de jî ev asteng dibe ku derkeve holê, ku hindek alî ji
nava wê çarçewê derkevin û dev jê berdin û bixwazin wê biskînin. Û bi giştî, dema ku şêweyê peywendiyê
bi tenê di nava partiyên siyasî de be, wê heta radeyekê mezin berdewamî û serkeftina wê jî girêdayî be
bi berjewendiyên ew aliyên ku di nav de
Lê bizava Hevbendî şêweyekî nuh da xuyan, dema ku kesên serbixwe û welatperwer xiste nava rêberiya xwe
de, û vê bizavê da xuyan ku derfetek nuh heye ji bona bi cih anîna yekîtiya rêzên tevgera kurd, tevî
dema ku Hevbendî kete astengiyê de rola ew kesên serbixwe di wê de diyar bû ku li dijî bizavên perçebûnê
bûn û bi parastin û pêşketin û firehkirina wê dixwestin. Û berî wê jî ev rastî bû a ku bûbû bingeh ji
bona avakirina Lêvegerek kurdî weke baştirîn gav ji bona peywendiyên di nava partiyan de, û bi
sûdewergirtin ji bizava Encûmena giştî a Hevbendî
Ji ber wê hate vexwendin ji bona avakirina Lêvegerek kurdî di riya Kongrek netewî ku hemû rêxistinên
ku bixwazin lê beşdar bibin û bi mercekî sereke ku divê kesên serbixwe ji rewşenbîr û nasrawên civakî
ên kurd têde beşdar bibin
Tevlêbûna kesên serbixwe di rêberiya tevgera kurd de ne kêmaniye ji rol û karê tevgerê re ê siyasî,
ji ber ku dema kesek serbixwe be nayê wê wateyê ku ew kes dûrî siyasetê ye, lê li dij wê ji ber
perçebûna tevgerê bi dehan û sedan ji kesên bîrbir hene dûrî çarçewên partiya ne, û civaka me
tije ye ji wan kesên welatperwer û zane ên ku divê di nava rêberiya tevgerê de bin, û ji wan
bêsûdewergirtin, û da sînorek bê danîn ji nerînên parîtîtiyê ên teng û bizavên hindek kesan ku
dixwazin kolana siyasî di destê wan bi tenê de be
|
|