Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare


Meşhedanî: ”Ji Bexdayê derkevin herin Hewlêrê”

Li gor Çawdêr, Meşhedanî ev pote şikandiye. Birêz meşhedanî, te rast got û tu rast dibêjî hey çavê serî! Kura tu ji bê aqiliya zw gelek aqilî û rastiya dibêjî. Lê giringe guhdarî li te bêt kirin.
Kengî Bexda cihê kurdan e?
Karê kurdan li wir çiye? Kurdan çi sod qezanc ji Bexdayê dîtiye?

Bexda her tim bingeh û hêlîna zalim û çewsênerên gelê kurd bûye. Kura kake Meşhedanî ez jî weke te bi xwe re heyrî mame, ka wezîr, serek komar, parlementoyên kurd li Bexdayê çii dikin ku kesekî weke te jî bi rehetî bikaribe heqaretê pê bike û jêre bêje ”Ji Bexdayê derkevin, ew ne ciyê we ye, ew paytexta Ereban e”. Kura kake kesekê dîneleyê weke te nebe, kez vî zemanî rastiyê nabêje. Eve serî 6-7 salane serkirdayetiya kurd mala xwe li paytexta te dana ye. Eve serî çend sala ye, rêberên kurd ji we re şêwirmendî dikin û nav bera erebên sunne û erebên şîa aştî û biratî çêdikin. Eve serê çend salane rêberên kurd xerîkî dîmokratîzekirina Îraka tene. Eve serî çend salan e paytexta te direwan li kurdan dike û wan deselatdarên kurd li paytexta te dixapîne. Kura kake Meşhedanî, çavê serî tu şekirê dixuy, kengî we bawerî bi mafê mirovan heye da ku we bawerî bi mafê kurdan hebe! Wey li vê belayê ku kurd mayê xwe di kar û barên birayên Ereb dikin!

Kengî birayên Ereb gotiye, werin me bikin mirovên demokrat. Kengî wan gotiye em û kurd birane.

Kura kek Meşhedanî ez jî tev li gotina te dibim, karê parlamanterên kurd li Bexdaya te tuneye û divê ew li welatê xwe vegerên. Meşhedanî tu dizanî ku xerîke rêberên kurd Kerkûkê jî bikin qûrbanî Bexdayê. Tu jî û Malikî jî rast dibêjin, dema hûn dibêjin ”Êdî em mucameleya kurdan nakin”. Wate ew karê ku hûn dikin ji bo biratiya kurd û ereban we bawerî pê nîne. Mafên ku di destûrê jî de hatine destnîşankirin, we bawerî pê nîne û hewildaneke dî a xapandinê ye. Kura hûn rast dibêjin, hûn ji bo tevgerîna bi Îran û Turkiyê re li dijî gelê kurd pîlana dadinin zîrekin. Piyekê we li Tehranê û yek li Ankarê ji bo pîlanên xirab dijî daxwaz û hebûna gelê kurd.

Kura kake Meşhedanî, hevalbendê te jî Teyib Ardoxan ji kurdan re dibêje ”Vir biterikînin herin” Lê ferqa daxwaziya te û ya wî heye. Tu dibêjî Bexda ne mala we ye û nejî erd û axa we ye herin Hewlêrê ew der ciyê bav û kalên we ye.
Tu rast dibêjî, yê bêjît tu direwan dikî bila çavên wî bipeqin û zimanê wî lal bibe.

Lê sermezinê mejîbiçûk, hevalê te Ardoxan pir direwan dike. Culemêrg û Diyarbekir ne cî û warên bav û kalên wî ne. Ew hêlîna Feqê Teyran, dergoşa Melayê Cizîrî û rûpelên destên Xanîne. Ew qîrêna azarên Dêrsimê ne û nalîna geliyê Zîlanin. Ew baweşa stran û awazên çiya ne ku bûne roman û çîrok her roj şêrejinên weke Laylayê awazan pê dixunin.

Kura kake Meşhedanî te rû spî bin! Ez jî weke bendewarim ku çima em kurd heta nuha nikarîne lewendiyê xanima Hewlêrê bi damenên Evîna Amedê bixemlînin! Çima heya nuha kurd nikarin hirs û heyecana daxwaziyên Zîlanê bi s,enge-kezyên Layla Qasimê bixemlînin?
Tu rast dibêjî Meşhedanî! Her yek li mala xwe, û nabe mal li malxuyê malê heram be.
Zarathustra News
designed by Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net