|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
TRT 6, an jî şaş, nexem e
Tengezarê Marînî
Di vê demdirêjiya 80 salan de, di ferhenga tirkiya fermî de û civakî de, ne kurd û ne jî kurdî
hebû. Kurdî, ne ziman bû, zimanekî wek yê qereçiyan bû (lêbuhurînê ji qereçiyan dixwazim). Li ber çavên
civaka tirkan ji xwe her kurd û zimanê wan nebû.
Niha bi vekirina vê kanalê TRT6, dibêjin me derew dikir, em nerast bûn. Ya giring ewe ye, kanal
bi zimanê kurdî ye, û wê rêya danûstendinê li ber vî zimanê qedexekirî veke. Ev gav pir dereng hat,
lê hatina wê baştir ji nehatinê ye. Ji bilî ko mafekî xwezayî ye, ew
encama tekoşîn û xebata gelê kurd e.
Ev destketin nedihat, eger têkoşîna miletê kurd pirsa kurd negihandibaye vê qûnaxa ko rêjîma turkî
jê tirsiya û dest bi vê gavê kir. Ma kî ehmeq e behwer bike, ko ji bo xatirê reşika çavên kurdan ev
kanal hatiye vekirin! Ji xwe eger hinek weha hebin, bila rêya xwe bi nexweşxaneyên derûnî bixin.
Pirs ne ew e, gereke kurd têde kar bikin, an nekin, pirs ewe ye, ka çawa dê kurd kar bikin, ko ev kanal
bikeve xizmeta ziman, çand û pirsa gelê kurd de. Çi divêt bête kirin, bo wê hindê, dako kurd, bi
vekirina TRT6 sûdmend bibin, an jî bi kêmasî ziyan li çand û kultûra wan nebe.
Rast e, ko di destûra bingehîn de navê kurdan nîne û nasnameya wan nayête pejirandin, rast e herroj
navek li zimanê kurdî dibe mîna navê dawî zimanê nayête fehemkirin, an jî naskirin. Rast e nasnameya
kurdî nayête pejirandin. Dibe jî ko sibe an jî dusibe ev kanal bête girtin. Pirs û kêşe hemî ne
di vir de ye, lê belê, ka çawa, wê xebata bête kirin, ko pexşana vê kenal bi kurdî dê berdewam
bibe û bidome û digel wê jî xebat bête kirin, ko bikeve navên xalên destûra bigehîn û ew xalên
mîna nasname û hemî mafên çandî, civakî û siyasî yê gelê kurd, bikevin çarçoveya destûr û yasa
dewletê de û wek kurd nasname bête nasî.
Bêguman eger xebat û tekoşîn ya astiyan e berdewam li ser wan xalan û bi taybetî, li ser naskirina
nasnameyê bi fermî, hinga dê dergehê perwerdekirinê bi zimanê kurdî di xwendegehan de, têkevê wê
çarçewa yasayî û êdî em dikarin hinga bibêjin, ko zimanê kurdî ji mirinê rizgar bû û destpêka
avakirina kesayetiya kur bi kurdî dest pêkir.
Ya giring jî, mirovên zimanbaşaxêv û kurdzan jî çavdêriya zimanê kanalê bikin, dê tiştekî hêja be.
Di dawî de, pêdivî ye. Mirov bi çavekî reşbînî lê nenêre û hinekî analîze û şirovekirinên xwe
ya dawî ji demê re bihêlin. Her çi qasî sûd jê nebe jî, dê ev mediya dîtinî ya kurdan ko îro heye,
dê dexsê jê bibin û bi hêvî ko êdî profisiyonalîte cihê xwe di wan de jî bigre. Her çi nebe,
di hêla deng, dîkor û roniyê de, dê sûde jê hebe.
|
|