|
|
Gandî yê Kurdan Heye
Baş e, heya 15 Tîrmêhê dirêj kirin, ger
pêşketinên erênî çêbibin wê heya 1ê Îlonê dirêj bikin. Ez dê vê yekê
binirxînim. Min axaftina Serokwezîr a Çewlik/Bîngolê guhdar kir, ez dizanim.
Daxuyaniya Serokkomar ne daxuyaniyeke nû ye, ya berê dûbare kiriye. Min
daxuyaniya Başbûx guhdar kir. Her wisa min di radyoyê de daxuyaniya di derbarê
Ehmed Tirk de guhdar kir; lê ji ber radyo deng zelel nedida derve, min nekarî
baş têbigihijim. Gelo, daxuyaniya aliyê Kurd ku pêvajoyê dinirxîne çiye? Wekî
din ji Ewrupa tiştek yan nûçeyek heye?
Ez bawerim Avnî Ozgurel gotiye ku Ocalan
Rêberê Kurdên Bakur e, hun begem bikin nekin jî, rewş ev e. Her wisa gotiye ku
ger di şert û mercên zîndanê yên Ocalan de başbûn bên çêkirin, dê vê yekê
çareseriya pirsgirêkê hesantir bike. Ez ne tenê Rêberê Kurdê Bakur im, yê
tevahî Kurdan im. Ev nirxandina Avnî Ozgurel nirxandineke kêm e. Ji xwe
berpirsyariyeke min a dîrokî heye. Murat Yetkin dibêje “Hîn planeke çareseriyê
nîne, lê pêvajoyeke çareseriyê heye”. Rast e, plana çareseriyê nîne. Fehmî Koru
gotiye “AKP, CHP û DTP di nava zemîneke lihevhatinê de ne. Gotiye “divê mirov
vê zemînê berfireh bike û yên din jî tevlî bike” ango dibêje divê mirov
partiyên din jî tevlî bike. Ertugrul Ozkok dixwaze were, belê dikare were.
Gelo, fermandarên herêmê yên ku jiyana xwe
winda kirine, kî ne? Ev endamê konseya leşkerî kî ye? Gelo, ji yên kevn e?
Gelo, ji Meclîsa Jinan ti agahî heye? Ji Ebrû û wan jî agahî heye an na? Min ew
operasyona ku li hemberî KESKê hat kirin guhdarî kir. Dîsa min ew teqîna mayînê
ya li Çukurca çêbû jî guhdar kir.
Çawa, ma Kongreya Civaka Demokratîk wê
tenê li Amedê du rojan bicive? Min berî niha jî gotibû; wê her roj bicivîn,
gotûbêjan bikin, biaxivin, heya ku encam were girtin, heya çareseriyê dê di
nava liv û tevgerê de bin, dê bixebitin. Ma vana vê yekê fêm nakin? Ma min
nagirin cîdiyetê? Gelo ev ne cîdî ne? Tenê bi gotinê Kongre nayê kirin. Min got
ku divê Kongreya Civaka Demokratîk bi berdewamî be û dayîmî di nava liv û
tevgerê de be. Divê her kes biaxive, bi berdewamî konferans, civîn bên çêkirin
û komîsyon bixebitin. Kûraniya van a siyasî nîne, fêm nakin. Ez bi israr li ser
disekinim. Û ez hertim dibêjim ku ez girîngî didim Kongreya Civaka Demokratîk.
Min ji bo Akademiya Siyasetê jî gotibû, lê nekirin. Akademiya Siyasetê ya AKPê
heye, loma AKP partiya yekemîn e.
Rêjeya dengan a DTPê hîn jî li derdora ji
sedî pêncan e. Ger Akademiyên Siyasetê hebûya, wê li derdera ji sedî panzdan
bûya. Gelo ev Ufuk Uras û ew, partiya wî çi dike? Her wisa çepgir û Partiya
Sosyalîzma Demokratîk çi dikin? Ger tu bêjî çep, hîn li derdora ji sedî yekê de
ye. Çep rastiya xwe ya gel nas nake, nikare wê analîz bike. Li Tirkiyê
siyasetmedar, rewşenbîr, mirovên dewletê, mirovên polîtîka û demokratên
rasteqîn nînin. Ez li vê derê diaxivim. Ev tê wê wateyê ku dixwazin ez
biaxivim. Lê dema ez diaxivim jî min didin dadgehan, cezayan didin min. DTP
nizane siyasetê bike. Ger ez nebûma, nedikarin yek şaradarî jî bigirtana.
Kûraniya wan a siyasî nîne. Zanebûna wan a siyasî nîne. Ev deh sal in ez li vê
derê dibêjim ku siyaset bi vî rengî nayê kirin. Siyaset karekê cîdî ye. Ne di
zanebûna hêza xwe ya siyasî de ne. Li pey wan hêzeke mezin a siyasî heye. Ew
qas sal in ku nekarîn vê hêza siyasî veguherînin hêza aborî jî. Nekarîn hunera
vê, siyaseta vê, felsefa vê û heta estetîka vê derxînin holê. Gelo, te jinan ji
bo vê yekê perwerde kir? Gelo, perwerda jinan, perwerda zarokan û spor çî ye,
di derbarê vana de ti siyaseta te heye? Min berê niha diyar kiribû; di
parêznameya min de donzdeh pirsgirêkên bingehîn ên civakê hene. Dikarin ji
parêznameyên min jî sûd wergirin. Ma di derbarê vana de polîtîkayên te hene?
Ez ji bo Xetîp û Leyla dibêjim. Bila werin
di vê Kongreya Civaka Demokratîk de cîh bigrin. Kongreya Civaka Demokratîk ji
bo min girîng e, ez dibêjim bila werin tê de cîh bigrin. Bila werin. Ger neyên
ez nabêjim ileh bila werin. Ger di saziyên civakî de cih negirin, ezê wan rexne
bikim, ezê wan teşhîr bikim.
Min pêşniyar kiribû ku Kongreya Civaka
Demokratîk bi berfirehî bê girtin. Min gotibû ku hun dikarin kesên weke Elçî jî
vexwînin. Dîsa min gotibû ku hun dikarin Îsmaîl Beşîkçî vexwînin. Tê gotin ku
Elewî Kongre çêdikin, nîqaşan dikin, lê ev têrê nake. Bila werin li wê derê
nêrînên xwe bînin ziman. Îsmaîl Bêşîkçî ji bo min digot “APO teslîm bûye”. Ji
xwe fêm nake. Şûna ku virde-wirde biaxive, bila were di Kongreya Civaka
Demokratîk de biaxive. Projeya wî ya çareseriyê çibe, bila deyne holê. Bila
herkes were tevlî Kongreya Civaka Demokratîk bibe, bila biaxive, bila bi seatan
biaxivin. Bila pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş bikin. Divê her qismên
Kurdan û qismên din ên bi Kurdan re pêwendîdar, dostên Kurdan, rewşenbîr û
akademîsyen jî tevlî vê Kongreyê bibin. Divê werin tevlî van kongreyên ku dê li
Amedê bêne çêkirin bibin, biaxivin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş
bikin. Divê mirov biçe bi van re hevdîtinan çêbike, wan vexwîne, name ji wan re
binivîsîne. Divê komîsyon bêne avakirin û biçin wan vexwînin. Divê Ehmed Tirk
ji wan re name binivîsîne û rewşenbîr, akademîsyen û dostên Kurdan ên li hundir
û derveyî welat vexwîne.
Her wisa di Kongreyek de ku li Enqere were
çêkirin, bila DİSK, ODP, Çepgir, rewşenbîr û dostên Kurdan bi hev re tevahî
pirsgirêkên Tirkiyê biaxivin, nîqaş bikin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bikin.
Bila destûrên xwe yên bingehîn pêşniyar bikin. Bila pêşniyarên xwe yên
çareseriyê û projeyên xwe yên di derbarê Kurdan de pêşkêş bikin. Pirsgirêka
Kurd pirsgirêka Tirk e. Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêka Tirkiyê ye. Fêm nakin,
wê Tirkîtiyê di Anatoliyê de heps bikin, wê Kurd û Tirkan bi hev bidin
şerkirin. Wê li ser vê pevçûyînê tola xwe ya dîrokî hilînin. Ez qala Alparslan,
Alparslanê fatîhê Melezgirtê dikim. Ew bi riya çêkirina peymana li gel Kurdan
derbazî Anatolya bû. Rewşa îroyîn dişibe rewşa ku Yavuz Sultan Selim bi begên
Şerefxan ên Bîtlîsê re peyman çêkir. Wekî hun dizanin, Îraniyan Yavuz Sultan
Selim tengav kiribûn. Yavuz Selim, bi çêkirina peymana li gel Şerefxan begê
Bîtlîsê, xwe ji wê rewşê rizgar kiribû. Rewşa Mistefa Kemal jî wisa ye. Mirov
dikare ji wan axaftinên wê demê yên Alparslan, Yavuz Selim û Mistefa Kemal jî
sûd wergire. Bila projeyên xwe amade bikin û bila bêjin projeya me ya
çareseriyê ev e. Bila bi berdewamî li ser vê bisekinin, ji xwe min di
parêznameyên xwe de anîbû ziman. Dikarin ji parêznameyên min jî sûd wergirin.
Ez herdem dibêjim, kirina siyaset karekê
cîdî ye, jê re zanebûn û cîdiyet pêwîst dike. Her wisa analîzên kûr ên dîrokî
jê re pêwîst dike. Ew Konferansa Kurd hebû, gelo hun dizanin çima çênebû? Ji
ber ku bi Barzanî nedan kirin, Îsraîl pê neda kirin. Bêçekdarbûna PKKê
naxwazin. DYE jî naxwaze, Îsraîl jî naxwaze. Ji vî tiştî re tê gotin “kevroşk
bireve, tajî bigire”. Îran jî naxwaz e, heta Talabanî û Barzanî jî naxwazin.
Vana li milekî bi Tirkiyê re li hev tên. Lê ji bin ve jî bi PKKê re pêwendî
datînin. Sûriye jî, Îran jî, Talabanî û Barzanî jî vê dikin. Heta Îran di van
mijaran de pir bi tecrûbe ye. Niha vî karê mayinan nîqaş dikin, lê nikarin ji
navê derkevin. Ê min, derbarê vî de, tespîteke min heye. Sê heb projeyên
Îngiltere û Îsraîlê hene, ku Emerîka jî tê de ye: A yekemîn; projeya
netew-dewletçe. A duyemîn; projeya GAP. A sêyemîn; projeya zeviyên bi mayin.
Projeya netew-dewlet projeya Îngiltere û
Îsraîl e. Paşê, Emerîka jî tevlî vê bû. Li ser netew-dewlet gelek kes hizirîn û
kar kirin. Dostoyeveskî û Nîetzche jî li ser xebitîn, lê nekarîn ji nav
derkevin. Merks jî nekarî ji nav derkeve. Nekarî lîstoka Îngîltere ya
netew-dewlet verisîne. Lenîn jî nekarî derbaz bikira. Li Çîne Mao jî kete vê
kemîne. Niha piştevanê herî mezin ê emperyalîzma Emerîkî Çîn bi xwe ye. Ya ku
ev sed û pêncî sal in kapîtalîzmê li ser piya dihêle sosyalîzma doxmatîk e,
sosyalîzma pêkhatî ye. Marks, Lenîn û Mao ketin kemîna Îngîlîzan a
netew-dewlet. Lê ez neketim vê kemîne. Min altarnatîfa vê çêkir. Min li hemberî
vana projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk çêkir.
Weke hun dizanin, ji wan çar kesên ku
Îtîhat û Terakî damezrandin, yek ji wan jî ne Tirk e. Niha ji vê re dibêjin
Tirkitiya Sipî, hîn rastir jî ew tiştê ku jê re tê gotin Tirkitiya Spî, ev e.
Bi hevkariya Îngîlîz û Cihûyan netew-dewleta Tirk dane avakirin. Vê yekê li ser
Mistefa Kemal ferz kirin. Niha jî wê bi Kurdan netew-dewletçe bidin ava kirin.
Ez ji vê re nabêjim dewlet, lê dibêjim “dewletçe/devletçik”. Heta wê hinekê din
jî fireh bikin. Ev projeya Îngîlîz, Îsraîl û DYE ye. Dibêjin Siyonîzma Îsraîl.
Ya Ehmedînejad jî Siyonîzma Şîî ye. Neteweperestiya Ereb Siyonîzma BAAS e.
Îslamgeriya heyî ya li Tirkiyê û layîxtiya ku dijberê vê ye jî cûreyeke
Siyonîzmê ye. Vana hemî şer û pevçûnan diafirînin. Wê Talabanî û Barzanî jî
netew-dewletçeya xwe damezirînin, ez xwe têkilî vê nakim, vê yekê ew bi xwe
dizanin. Wan hêzên din girtine pey xwe. Hêza me têra wana nake.
GAP bi temamî projeya Îsraîl e. Heta
pereyê wê jî Îsraîl daye. Dema ez ciwan bûm, ez diçûm Gap ê, min lê dinêrî.
Tişta bala min dikişand ew bû ku dixwestin bi cokan avê bibin Haranê. Ma çima
derdora wê av nedidan, lê avê heta Haranê dibirin? Min hertim ev ji xwe
dipirsî. Dema her der hişk û zuwa bû, çima avê dibin cihekî ew qas dûr? Weke
hun dizanin, van Îsraîliyan xwe dispêrin Îbraniyan. Heta navê Heranê ji Harûn
tê. Weke hun dizanin Harûn birayê Îbrahîm e. Tê gotin Cuhûtî ji vê derê
derketiye. Tê gotin ku ji bo Cuhûyan girîngiya van axan pir mezin e. Vana
projeyên mezin in. Bi hevkariya şîrketên Enka û Koç li wê derê kar dikin,
zeviyan dikirin, li wê derê xwe bi cîh dikin. Pere didin û perçe perçe zeviyan
dikirin û wan fireh dikin. Heta ew jina ku bi Şaredarê Haranê re zewîcî hebû.
Paşê wê kirin parlamenter. Ev jî karekê siyasî bû.
Ev mijara paqîjkirina mayînan; wê ji bo
çil û çar salan bidin şîrketên Îsraîl. Tu kes nikare pêşiya vê bigre. Erdoxan
dipirpite, dibêje “ez neçar im”. Ji ber ku ger nede wê Serokwezîriya wî têkeve
xeteriyê. Wê vê mijara mayînan bi Erdoxan bidin kirin. Ji ber vê yekê ye ku
firsend dan wî ku bibe Serokwezîr. Baykal û wan jî vê dizanin. Gotinên Baykal û
Bahçelî qaşo muxalefet e û bi armanca komkirina dengan e. Ew qad bi dirêjiya
800 km. di navbera sînorê Surî û Tirkiyê de ye. Dê wan axan bigirin, ew axên
beyar in, bi berhem in. Dê wan axan di çandina organîk de bikarbînin. Dê wan
axan ji destê Kurdan derxînin. Kurdan bê kar û bê hêz dihêlin. Ew keçên Kurd ên
di temenên di navbera 18 û 20 de dişînin Deryareş, Marmara û hundirên Ege. Wan
li her deveran belav dikin. Dibêjin reşkujiyên namûsê, reşkujiya namûsê ya esas
ev e, bênamûsiya esas ev e. Ev bênamusiya hezar qat zêdetir e.
Niha ezê di derbarê pêvajoyê de
nirxandinan bikim. Vana girîng in. Planê Hukimetê yê di derbarê çareseriyê de
nîne. Wêrekiya vana ya siyasî nîne. Hukimet plana tasfiyekirinê dike. Cîdiyeta
wê ya siyasî nîne. Ozal wêrek bû. Erbakan jî dixwest hin tiştan bike. Hîlmî
Ozkok dixwest pêşiya siyasetê veke. Di rojnivîsên Mistefa Balbay de heye.
Mistefa Balbay dibêje “em not û neh kes in, ew yek kes e”. Hîlmî Ozkok li ber
xwe dida. Bi tena serê xwe li balafir û jêrderyayan siwar dibû. Weke ku bêje
“ez li vê derê me, heke hun dixwazin min bikujin, bikujin”. Bi vê yekê dixwest
pêşiya siyasetê veke, bi wêrekî tevdigeriya. Wêrekiya sivîlan nîne. Başbûg
dibêje bila çekan deynin, ma ev dê çawa bibe? Danîna çekan tê wateya aştiyê, tê
wateya muzekereyan. Başbûg dibêje, dewleta unîter û netew-dewlet. Di derbarê
mijara netew-dewlet de ew tiştên ku dizanin dibêjin, em jî tiştên ku em dizanin
dibêjin. Leşker bi hesanî nehatin vê rewşê. Min ji Serokkomar Gul re name
nivîsîbû. Min bi awayekî pir vekîrî di derbarê tiştên ku reng e çêbibin
vegotibû. Min qala xeteriyan kiribû. Min qala çareseriyê kiribû. Ez bawerim Gul
vê yekê fêm kiriye. Tiştên ku îro diaxive nîşan didin ku vê yekê fêm kiriye. Lê
bi qasî Ozal wêrekiya wî nîne. Gotinekê dibêje, lê paş de gav diavêje. Planekê
çareseriyê ya Erdoxan jî nîne. Ez ji sala 93 û vir ve, ango ev şazdeh sal in ji
bo çareseriyê hewl didim. Bi hezaran mirov mirin. Pênc sed mîlyar dolar çû. Ev
ji aborî jî fêm nakin. Vana reçeteyên aborî jî ji derve digirin, ji ÎMF
digirin.
Bîryara bêpêvçûyîn heta 15 Tirmehê hatiye
dirêj kirin. Dibe ku ev heta 1ê Îlonê berdewam bike. Bila herkes heta 1ê Îlonê
bi berpirsyarî tevbigere. Bila Kongreya Civaka Demokratîk her roj civînan
çêbike, komîsyonan ava bike û herkes tê de biaxive. Û bila bêje çareseriya min,
projeya min a çareseriyê ev e. Her kesê di derbarê Kurdan de projeya wan a
çareseriyê hebe, hêza wan çi dibe bila bibe, bila nêrînên xwe bêjin. Bila
tevlîbûna her kesî bê çêkirin. Bila hertimî bicive. Nexşeya çareseriyê jî û
nexşeya rê jî bi vî rengî derdikeve holê. Bila projeyên xwe bi raya giştî re
parve bikin û pêşkêşî dewletê bikin. Bila dewlet jî nêrîna xwe bêje. Bila ev
pêvajo bi hemû cîdîyeta xwe heta 1ê Îlonê berdewam bike. Ji sedî notê vê
pêvajoyê tû yê bikî, tu yê vê pêvajoyê cîdî bigrî. Ev şîmaneya (olasılık)
yekemîn e. Lê, tu çi bikî bike, ger çareserî nebe, dê wê demê çi bibe?
Şîmaneya duyemin, ger çareserî nebe, wê
dewlet DYE û hêzên din bigire pey xwe. Wê KCK û PKK jî heta dawiyê şer bikin.
Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Divê mirov di şer de jî, di aştiyê de jî
cîdî be. Piştî 1ê Îlonê ew dizanin, bîryara wan bi xwe ye. Ezê xwe vekişînim
kuncikê xwe. Ezê midaxeleyê ti tiştî nekim. Ezê ne bêjim şer bikin, ne jî şer
nekin. Ji xwe ez ji vê derê jî tiştekî wisa nabêjim û nikarim bêjim jî. Ger
piştî 1ê Îlonê çareserî pêşnekeve, ezê bê-alî bimînim. Ev sîh sal in min şerê
vana rexne kir. Min ne ji şerê van hevalan, ne jî ji siyaseta van hevalan fêm
nekir. Min nekarî ez van bikşînim xeta şerê ku ez dixwazim. Ev deh sal in ez li
vê derê vedibêjim ka divê mirov çawa siyasetê bike. Bist sal li derve, deh sal
jî li vê derê; ango ev sîh sal in ku min hewl da ez ji van re vebêjim ka mirov
çawa siyaset dike, şer dike û têkoşînê dike. Ez ne ji bo wan rexne bikim van
dibêjim, xwezaya wan wisa ye. Dema ez li derve bûm jî min wan rexne kir; gerîla
digot “hun xwe têkilî me nekin, hun ne di nava şer de ne”. Di rastî de mafdar
jî bûn, rast jî digotin.
Ez Cemal, Abas û yên din baş nasdikim;
mirovên vîndar in, mirovên bîryardar in, ew wisa bi hesanî radest nabin. Dewlet
çend kes ji wan bikuje jî, wê bi yên nû re rêya xwe berdewam bikin. Gerîla jî
tê de, wê gelê Kurd li her qadê serokên xwe hilbijêrin. Ez li vê derê bal
dikişînim ser vê yekê: Gelo tasfiye? An çareserî? Emê vê yekê heya 15 Tirmehê
hinekê fêm bikin. Ger bi armanca çareseriyê be, dê heta 1ê Îlonê biçe. Lê ger
nebe, piştî 1ê Îlonê biryar a wan bi xwe ye. Niha ev xal pir girîng e, ez
eşkere dibêjim, gelo şer an aştî? Wê ev mijar heta 1ê Îlonê zelal bibe. Divê
van nêrînên min werin tomarkirin, bibin manşet û di çapemeniyê de werin
weşandin. Ger ji niha û pê ve şer çêbibe, wisa weke şêwaza kevin nabe. Ez
dubare dibêjim, bila kes şaş fêm neke; dema ez li derve jî bûm, min şêwaza van
a têkoşînê her dem rexne dikir. Diviyabû ez berî 15ê Tebaxê biaxiviyam, lê ez
bi zanebûn neaxivîm. Kesek hebû ku bi navê Kıvrıkoglu hatibû. Ji min re digot “
APO, te çima di mijara çareseriyê de em berê 15ê Tebaxê hişyar nekirin?” Niha
ez berî 15ê Tebaxê hişyar dikim. Ger pêvajoya çareseriyê biser nekeve, wê
pêvajoyeke nû ya qat bi qat ji 15ê Tebaxê mezintir destpê bike. Wê KCK û PKK ji
berê xurtir şer bikin. Teknîka wan jî heye, çekên wan jî hene, dizanin bi
kûrnazî jî şer bikin. Gelek kadroyên nû û kevn jî hene. Gelek xwedî tecrûbe ne,
wekî min gihiştine şêst saliya xwe. Ez vana baş nas dikim, radest nabin. Ew
xwedî vîn in; van hevalan li hemberî min jî derketibûn. Di bûyera Osman û Botan
de jî van hevalan li berxwe dabûn.
Tu yê parastina xwe tam bikî; parastina
pasîf jî ya aktîf jî, heta pêvajoyeke jorîntir jî. Lê, ev bi şêwaza kevn ve
nabe. Bi salan e bûne xwedî tecrûbe. Bila kadroyên kevn, nû û navîn bînin gel
hev. Ez bi israr dibêjim. Ez ji vê derê şer rê ve nabin û nikarim rê ve bibim.
Ger dewlet bêje rê ve bibe jî, ez rê ve nabim û nikarim rê ve bibim. Ez li vê
derê dîl im. Ez nikarim ji vê derê ve şer rê ve bibim, ji bo ku mirov bikaribe
rê ve bibe, divê mirov di nava şer de be. Ji bo ku mirov karibe şer rê ve bibe,
divê mirov di nava gerîla de be. Gelo, dê heta 1ê Îlonê çi bibe? Ger hîn jî
were gotin tasfiye, dê pêvajoyeke nû ya mezin destpê bike. Ev dê pêncî qat ji
15ê Tebaxê zêdetir xurt be û wê li her derê çêbibe. Ez nabêjim wê tenê Tirkiye
ji vê winda bike, her wiha wê Kurd jî winda bikin. Wê deh saleke din jî winda
bikin. Lê, dê di dawiyê de emperyalîzim winda bike û gel biserkevin.
Vana tiştên cîdî ne. Ma li vê derê tiştekî
ku nayê fêmkirin heye? Gelo, tiştekê ku hun bixwazin pirs bikin heye? Divê
parêzerên min, min bi biparêzin. Mercên ku ez tê de me diyar in. Divê min baş
fêm bikin, baş ragihînin û baş vebêjin. Ma nayê fêm kirin, ma hun nikarin vana
vebêjin? Berpirsyariya wan jî heye. Ew jî neçar in cîdî bin. Hunê biçin ji wan
re bêjin ku Ocalan cîdî ye. Divê ev li her deran bê vegotin. Ger çareserî
pêşnekeve û şer pêşbikeve; bila ti kes xwe nexapîne, dê ew jî bimirin. Ez
silavên xwe ji Avnî Ozgurel û ji Ozkok re radigihînim, hun dikarin biçin gel
wan û nêrînên min ji wan re vebêjin. Hunê bêjin “Ocalan samîmî ye, cîdî ye”.
Hunê jî Ozkok re bêjin bila wisa dijberê min nenivîsîne. Bila rojnama Huriyet
rola xwe bilîze. Ev deh sal in ez li vê derê ji bo çareseriyê mejiyê xwe
diteqînim.
Dibêjin: ma Gandî yê Kurdan nîne? Ev deh
sal in li vê derê, di van mercan de ji bo aştiyê, ji bo çareseriyê mejî
diteqînim. Hunê manşetê bi vî rengî bidin: “Gandiyê Kurdan heye”. Mirov nikare
Gandhî bi min re berawir (mukayese) jî bike. Gandhî bi xwe jî bû qûrbanê
terorîzmê. Hîndîstan-Pakîstan, welatê ku wî damezirand, di çi rewşê de ye,
diyar e. Bûye derya xwînê. Hinde aliyên mirovane yê parêzeran heye. Ev deh sal
in ez li vê derê me, deng û nefesa min hatin birrîn. Ez nikarim bi şevan
birazim. Ez êdî naxwazim nûçeyên nû yên mirinê bihîsim. Ji her du aliyan jî
nûçeyên şehadetan tên, ez naxwazim vana bibihîsim. Ez kesekê xwedî wijdan im,
bi însaf im, ji her tiştî girîngtir jî kesekê berpirsyar im. Ev berpirsyarî pir
giran e; ez zêdetir nikarim rakim. Ma çima hun min fêm nakim? Ez jî mirovekê
asayî me; ma hun çima min ew qas dikin îlah? Pêwîst nake hun min ew qas bikin
îlah. Hema hema ezê bêjim ku ez dixwazim bimirim, lê ez nikarim bêjim. Ez êdî
dixwazim ji aliyê zîhnî û fîzîkî bi aram bim. Ez nabêjim mafê min jî yê jiyanê
heye, lê rewşa min li holê ye.
Ji min tê pirsîn ka rewşa min a tendûrîstî
çawa ye? Ger ez li vir di erdhejekê de jî bimrim, dê dewletê berpirsyar
bigirin. Her wisa ger ez bi rengekê xwezayî jî bimrim, dê dîsa dewletê
berpirsyar bigrin. Gelê min, wan kesên ku ez xistime vê derê û min li vir
digirin, berpirsyar digire. Avnî Ozgurel ew vala naaxivin. Qala girîngiya min
dikin. Ew ji dewletê agahî digirin. Wisa bi guherandina mercên min ên zîndanê,
bi çêkirina yek-du bînayan û bi anîna pênc-şeş kesan ve çênabe. Ji bo ku ez
karibim ji çareseriyê re bibim alîkar, divê pêşiya min were vekirin. Divê karê
min were hesankirin. Emê pirsgirêka şeş-sed salî çareser bikin. Ev karekî cîdî
ye. Ger wê alîkariya min bê girtin, divê pêşiya min were vekirin.
Berpirsyariyeke min a dîrokî heye. Min ji birêz serdozger re jî got: “Bila
parlamento komîsyoneke jêrin ava bike. Ezê biçim ji wî komîsyonê re biaxivim,
ezê pêşniyarên xwe yên çareseriyê bêjim, ger begem nekin yan jî îkna nebin,
bila min bikujin”.
Ji bo Erbakan û yên din dibêjin nêrîna
netewî, netewîger, lê ne netewîger in. Ez li vê derê dixwazim di mijara
Tirkitiya Bexçelî de jî nirxandinek bikim. Gelo Tirkitiya Bexçelî Tirkitiyeke
çawa ye? Heft heb komarên Tirkî hene, panzdeh heb jî herêmên xweser ên Tirkî
hene. Ger min van pêşniyarên xwe yek ji van komarên Tirkî re gotiba wê qebûl
kiriban. Ger min van pêşniyarên xwe ji Kazakîstan, Kırgızîstan, Aliyev, ji van
kîjan re biriba, wê qebûl kiriban. Minê bigota, vaye ew qas Kurd hene, dixwazin
bi Tirkan re bijîn, wê wan jî qebûl kiriban. Ez Tirkmenan û Tirkan dizanim.
Gelê Tirk biwijdan e. Qala komkujî-momkujiyan dikin. Ew komkujî nake.
Gelo, Aram li Amedê ye? Aram ameliyat
bûye. Rewşa wî çawa ye? Hunê serxweşiya min jê re ragihînin. Hunê silavên min
ji Aram û hunermendên din re bêjin. Dîlek Kurd çi dike, gelo dê li wê derê
bimîne an dê bê vir? Silavên xwe jê re dibêjim. Di derbarê Avrupa de tiştek
heye? Ma ji bo Serokatiya KON-KURDê Nîzamedîn Toguç hat hilbijartin?
Ez bêzar bûm ji wan kesên ku pir diaxivin
û hindik kar dikin. Hindik biaxive, pir kar bike!
Wê demê pirtûkên Hobsbawm temam bûn. Hunê
dîsa pirtûkan bînin, hunê anîna pirtûkan berdewam bikin. Ji xwe Kovara Newsweek
dibirin û didin min, lê ger hun dîsa jî bînin, wê baş bibe. Rojnameyan jî
dibirrin, wisa didin min. Nameyên ku ji gîrtîgehan jî tên nadin min. Ez silavên
xwe ji hevalên li girtîgehan re dibêjim. Bila di mijara çareseriyê de nêrînên
xwe û pêşniyarên xwe binivîsînin.
Ez silavên xwe yên taybet ji gelê me yê li
Batmanê re dibêjim
Ji her kesî re silav.
Roj baş
3 Pûşper 2009 |
|