|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
Bersiva Abas li ser
şerê HACO di beyandûr de,ku leşkerên Faransa di wî şerî têkçûn,tevlî qaymeqamê
Ereb yê xayîn
Ezeddin Zaxuranî
Bersiva Ebas li ser şerê Haco di beyandûr de,ku leşkerên ferensa di wî şerî
de têkçûn,tevlî Qaymeqamê Ereb ku bi ereban re xayîn bû ewjî hate kuştin bi
çend hecanê xwe ve.
Lê berî ku ez dest bi vê serpêhatiyê bikim, ez dixwazim rast û derewan ji
hev bidme xuyakirin da Ebas Ebas zanibe ku ne rast vê serpêhatiyê eşkere
dike, û êrîşên wî li ser Haco weke mirov êrîşê bibe ser dijminê bav û kalê
xwe. Êrîşa Abas li ser Haco weke ku mirov kulmekê li çiyayê bagokê bixîne,
ji ber ku Haco di nav kurd û Kurdistanê de bi welat parêziya xwe li herçar
perçê Kurdistanê dengdaye. Herwiha piştî vê serpêhatiya Beyandûr wê
welatpaêziya Haco di pirtûkan de bête xuyakirin.
Ez dixwazim çend gotinên Ebas, ku li dewsa hev nakevin, di van xêzên jêrîn
de ji xwendevanan û nivîskaran re eşkere bikim, û piştre ezê serpêhatiya ku
komandarê Fransî nivîsî ye li ser Haco di şerê Beyandûr de ji xwendavanan re
eşkere bikim.
1- Erê Ebas dibêje min soz bi Ferîdon re dabû ku ez bersivê nedim,qey Şahoz
Haco tiştekî xirab li ser te gotiye ta ku tû sozê dide Ferîdon Haco,gelo Şhoz
Haco diziya te kirî ye? ta ku tû ji ferîdon re soz bide tû li soza xwe bi
xwedî dernekt. ji ber ku nêta dilê te ne paqije û ne zelale.
2- Tû dibêjî di wesîqan(dokumentan) de tê xuyakirin ku Haco zilamê tirkan bû,
û paşê bûye zilamê Frensa, eger Haco zilamê tirkan bû çima dewleta tirkan
fermana haco rakirin? Gelo çima Haco bi dehan ji leşkerê tirkan kuştin û di
wî şerê Taqan de bi serket ta ku fîşek bi wan re neman? Gelo çima Haco bi
celadet beg mîrê botan re çû şerê tirakn û leşkerên ser tixûb hilanî ta ku
bagok derbaskirin û gihan Hebabê? Herwiha gelek bûyerên dîtir jî hene,wê di
pirtûkekê de bête xuyakirin .
3- Tû dibêjî nizanim çima ev malbat li ser axatiyê xwe didin kuştin?
Kurdên sûrî tevlî we eşîrtî çêkirin ji xeynî mala Haco. Ka tû dikarî
diyanekî (şahidekî) bîne kû mala Haco dest bi eşîrtiyê kirine.Ebas çima te
xwe xistiya vê tengasiyê ku tû nema karî jê derkevî ? Eger tiştin eşkere li
rex te hene,tû dikarî bêje lê ku bêbextî têde tinebe.
4- Te gotiye axa kotî ne û kerdizin, û te dabaşa çend axa li dar xistî ye
ev jî nerast e. Ji ber ku her welatparêz dizanin ku di serhildana Seyid
Riza, Şêx Sid , Mele Mûstefa Barzanî, Qadî Mihemed, Biro Heskê, Ihsan Nûrî
paşa, Simko yê Şekakî û bi sedan axayên Kurdistan hatin kuştin, û serê xwe
di vê riyê de dane. Û niha jî bi sedan axayên Kurdistanê tevlî serhildana
Kurdistana bakur bûne bi serokatiya PKKe û birêz APO. Lê belê kurdistan
weke daristanekê ye ku rovî jî tê de hene, û şêr jî tê de hene, axayên
xayîn jî tê de hene û Şivan û Gevanê xayin jî tê de hene. Ebas şaş neçe!
5-Tû dibêje mala Heco ne serokê eşîra hevêrka ne. Gerek tû xweş zanibe ku
hê ji çaxa mala Elyê Remo de, mala Osmên ji malmezinên hevêrkan bû, û Haco
jî ji mala Osmên e.cegerxwîn jî di pelê 42 a de dibêe ji axa mala Osmên kes
diser xwe re nedîtin e, gelo çima Cegerxwîn dabaşa te li dar nexistiye,
6-Tû dibêjî yê ku kuştin neviyê wî niha serokê eşîrê ye. Di vir de hat
xuyakirin ku hûn li eşîrtiyê digerin,ne mala Haco. Mala Haco haj ji
eşîrtiyê tine ne. Wa Ebas te bi xwe di vê nivîsa xwe de dabaşa mala Çelebî,
mala Betê, mala Serhên kiriye. Ew tev ji mala Osmên in, çi daxwaza te ye ku
te dabaşa van pismamên mala Haco kirî ye?gelo çima te di vî çaxî de ev
gelacî li darxistî ye?qey tû nizane niha çaxa welat parêza ye,
7- Tû dibêjî tiştê ez ji dîrokê dizanim, Haco tevlî Şerê Diyarê topê nebû
ye. Ebas dîsa te xwe xiste wê çala han. Ezê niha gotinên generalê Ferensawî
(fransî) ji ne rastya te re eşkere bikim, ku tû ne li ser hişê xwe yî. Ebas
tû dibêjî 32 siwar bi Haco re bû , qey tû dinav şer de bû?, an tû ji
generalê Ferenasa bêhtir vê serpêhatiyê dizanî.ka pirûka Cegerxuîn pelê 98
a bixuîne ku generalê dibeje nêzîkî 3000 sê hezaran êrîşî leşkerê me kirin
bi serokatiya Haco Axa yê hevêrka û eşrê cewala Ereb û eşîrê aşîta kurdî jî
bi Haco Axa re bûn,ku em şîrove bikin weke tû bêje ev herdû eşîr jî peyayê
Axê bûn,ji ber ku Haco Axa serokê wan bû hevalê ebas tû jî ji aşîta tê
hesêb,
8-Ebas te gotiye Haco zilamê tirkan e, ev gotin ji te re kêmaniyek gelek
mezin e, ji ber ku tû nerast dibêjî .Eger Haco zilamê tirkan ba berî
herkesî fermana wî ranedikirin, eger Haco zilamê tirkan ba 14 leşkerê
tirkan di şerê Taqan de ne dikuştin, eger Haco zilamê tirkan ba bi Celadet
Beg Mîrê Botan re,tevlî çend axayên botan yên weke Resûl Axa, Egît Axa û
çendekî dîtir bi wan re nediçûn serhildana Bagokê. Herwiha dû hezar mêrê
Hevêrkan bi tivingên xwe bi wan re bûn , ew qereqolên ser tixûb tev hilanîn.
Ebas ka ji xwe re li vê raporta generalê Ferensa binere da ku tû ji xwe re
zanibî komandarên Ferensa di nav şer de bûn , ne tû . Li gorî pirtûka
Cegerxwîn , Serdarê leşkerê Rojhilat Hotzencer çikrî ye wî di sala 1938 a
de çapkirî ye, û dibêje di meha temûza sala 1921 û yekê di sala 1923 an
de leşkerê me Cizîrê xiste bin destê xwe , û di meha gulana 1922-1923 de
nuqta Hisiça kete destê me. Leşkerê kolonêl Bîgo li Cizîra jorîn belav
kirin ,tenê di meha temûzê de dû mefreze leşkerê me bi serdariya Roberto
karî di 26 vê hey-vê de, mefreza mûlazim Morêl giha Beyandûr, ku cihê
mefreza karîl bistî ne lê Yotnan Roberto beyandûr hiştin û berê xwe dane
Cizîra Botan, mefrza xwe û mefreza Yotnan karîr bixwe re birin,herwekî
yotnan rêgar û hin leşkerên sercan gohon bi hûravêja xwe ve pêre bûn,
herwekî bi tenê li Beyandûr mefreza yotnan morêl û hûravêja sercan
Liyandirî û bîst leşkerê me man,yanî 80 ê mirov bûn ku li beyandûr mabûn û
dû hûr avêj bi wan re bûn. Lê di roja 28 ê vê mehê de,nêzîkî 1000 mirovên
di çekan de rapêçayî û nîşandar êrîşî leşkergeha beyandûr kirin,hawîr
leşkerê me girtin û li ser hev heta roja dîtir29 ê mehê roj û şev êrîş
dikirin,gulebaran li leşkergeha me dikirin,herwiha hûravêja Sercan Liyandir
hate çirandin,û yek ji leşke-rê me hate kuştin û çar jî birîndarbûn,dijmin
riya avê ji ber wan girtin,ji tîna çend caran bi serê singuwan êrîş kirin
ser Avê û çend kun ji xwere dagirtin, çar ji wan hatin kuştin û mayina
leşkerê me dibin pertava wê roja dijwar de gelek dijwar bû,herwkî hêviya
wan di vegera Yotnan Roberto de nema bû,ji lewra Yotnan Morêl xwest ku bi
pêşde birevî,û xwe bighî-ne Tilnasir ku 8 mîlan li jêr dikeve,da karibin
bighên ser Avê û eşîra dostên me li ber berê wan rabûn,di nav koma dijminan
de dibin gulebarana dijminan de,bi gernasî xwe gihandin Tilnasir hin ji wan
hatin kuştin çar jî birîndarbûn,û yek ji wan winda bû di vê navê de Roberto
xwe gihand Cizîra Botan bê ku tiştek bêkeve riya wî, bi serpêhatiya
beyandûr agehdar nebibû,li vegerê di 29 mehê de gihan Rimêlan û wê şevê
pêde razan,roja dî berên xwe dan Beyandûr, heta ku gihan çemê bûlebas di
saet 19,30de çend siwaran êrîş birin ser dawiya mefrezê lê zû
reviyan,leşkerê me berê xwe dan Beyandûr heta gihan çemê Cerehê,û li wir
şerê mezin dest pê kir. Robêrto xwe gihande serê girekî û dest bi şerê
dijminan kir, ew dixwazî mefreza kerîl bi parêzî, ku karibe berî dijminan
bikeve newalê, mefreze sivik diçû û hûravêj ji herdû milan ve wan diparêzî
herwekî devehên mefrezê jî sipartine leşkerê Sercan Dirama û hûravêjek bi
wanre ye,lê hêj mefreza Karîr bi 800 metrî dûrî newalê bû,Serca Adem bi
hûravêja xwe arîkariya wan dikir.
Herwkî Rêgar bi hûravêjê alîkariya wan dikê,wan diparêzê lê berî bighên
newalê bi 50 metrî ji ber gulê dijmin ji hevde ketin û reviyan,tîpên siwar
û peyan dirêjî wan kir,Yotnan Karîr,Yonan Rêgar û Sercan Adem dixwestin ku
perçe û şikestiyên xwe li hev vegerînin, lê kapîral Mihemed Salîh kuştin,
bi kuştina wî re tirs û bê bawerî kete nav dilê leşker,û zêde neçar bûn
Karîl bi tivinga xwe girt û xwest xwe bighênî mefreza Robêrto,çendek ji
dijmin jî kuştin lê ew jî hate kuştin,Rêgar bidest hate girtin û bi
xenceran hate kuştin, çawa ku Sercan Adem jî bi xenceran kuştin,lê Robêrto
di serê gir de bi hûravêjê şerdike,Karîr û mefreza xwe bicarek windabûn
hatin kuştin heta birîndar jî dikuştin, yekî tenê jî nehiştin.
Jimara dijmin nêzîkî 3000 mirov bûn,15 pazde ji hecana jî hatin kuştin.û
3 ê jî birîn bûn,ji mara hecana 90 mirov bûn ev şerê giran bi serdariya
Haco Axa mezinê Hevêrkan bû,ji Kurdistana bin destê tirkan li ser fermana
îsmaîl heqî bû, û eşîra aşîta kurdî eşîrara cewala ereb jî bi Axê re bûn,
pelê 98-Haco Axa çend şer di cizîrê de kirine carekê şerê eşîra teya a
ereban jî kirî ye,carea ku hate Amûdê 2000 hezar mêr pêrebûn lê bê şer
vegeriya ji ber ku Millan û Seîd Axa lihev anîn.
Erê Abas te ev raporta(teqrîra) generalê Ferensa xwend? kû tû dibêje 32 û
dû siwar bi Haco re bûn û tû weke dijminan dibêjî ku Haco zilamê tirka ye û
hinekan weke te ji Ferensa re di gotin Haco li ser fermana îsmaîl heqî
hatiye şer. Gerek tû zanibî ku Haco mirovek zana bû, çaxa ku ji Haco re
gotin here şerê Ferensa, hima Haco di cih de kaxezek ji generalê tirkan
sitand ji bo ku rojakê lazim bibe. Lê çûna Haco di şerê Beyandûr de, yên bi
temenê xwe mezin digotin, çend muxtarên Aliyan hatin Mizîzexê cem Haco û jê
re gotin ”Em nema ji ber Ferens dikin der, me divê ku em hilkişin bêne cem
te”. Haco ji wan re got ”Rabin herin mala xwe ezê bi we ve werim”. Ji ber
vê yekê Haco bi ser beyandûr de girt,û ew leşkerê Ferensa ji hev tarûmar
kir.
Ebas dest bide serê xwe gerek tû zanibî,ev şerê Beyandûr berî serhildana
Şêx Seîde bû, herwiha di wê çaxê de ew dijminatiya kûr û dûr di navbera
gelê kurd û tirkan de dest pê nekiribû . Ji ber vê yekê jî ji bo
misilmantiyê bêhtirên kurdan derketin şerê biyaniyan, wek Ûris û Ferensa
, ta bi şêx, beg û axa û ta bi cotkar û şivanan , herwiha bi yên weke
gorbihiştiyê Ihsan Nûrî paşa ku di şerê Ûris de di ber misilmantiyê û
tirkan de birîndar bû. Lê belê piştî serhildana Şêx ji nû ve gelê kurd wek
mêran roj bi roj li kurdîtiyê xurt bûn, û lê bi xwedî derketin ta roja îro.
Ebas tû dibêjî Haco li kurdîtiyê nedgeriya. Ka ji xwe re li pirtûka
Cegerxwîn di pelê 259 an de binere bê ka çi dibêje. Dibêje ”Çawa ku frensa
ji me re gelek sozên giranbiha didan,ku heta serxwebûna miletê kurd ji nava
miletan bistînin di cizîrê de ji kurd re dewletek otonomî bistînin,ji lewra
kurdên cizîrê hevalbendên Haco yen jî hevalbendê Ferensa daxwaznamak
emzekirin li ser destê Fernsa rêkirin Civata Miletan ”Isbetilumem” bersiva
me li ser navê Haco Axa zû vegeriya û gotin, daxwazname we gihişte destê
me, niha em lê ve dinêrin,diçaxek nêzîk de wê daxwaza we bi cî bibe. Lê
gelek neçû di sala 1940 an de Haco Axa serê xwe danî”, lê Ferensa di cengê
de şikest,û bû bê qîmet. Civata Miletan ”Isbetilumem” di bin zincîrê tengan
û tekelikên topan de hat pelixandin, û hew serê xwe rakir. Ferensa bizora
leşkerê ingltera ji sûrî hate derxistin,leşkergeha wan dan destê leşkerê
sûrî.Ereb gihan doza xwe em kurd hevalbendên Fernsa gelek ditirsiyan ku
dewleta sûrî ya ereb piştî çûna Ferensa me biêşînî.
Ebas min di xêzên jorîn de ji te re got, çaxa ku tû bi nexweşî berê xwe
bide Haco weke tû kulmekê li çiyayê Bagokê bixî, û wê destê te biêşe, ji
ber ku bi kurdiyetiya xwe ev malbat di herçar perçê Kurdistanê de hatina
xuyakirin û cihê xwe bi xweşî di nav gelê kurd û kurdistanê de girtine. Ku
yek weke gorbihiştiyê hêja Nayif Haco di ber welatê xwe şehîd ket, herwiha
Dr Hezni Haco du carî, di serhildana gorbuhuştî yê Mela Mustafa Barzanî,
çû Kurdistana Başûr û cihê xwe di nav pêşmergan de wek bijîşkek girt.
Kurapê wî Hisênê Haco, û birayê wî Firaz Haco jî di nav serhildanê de bûn ,
heta roja dawî. Ka te çi kir Ebas?!
Ebas de ka dîsa ji xwere binere, Cegerxwîn dîsa wiha di pirtûka xwe de
dibêje: ”Di sala 1945 de, di gel ku hinekî gizgizî di nav bera mala Haco û
mala Cemîl Paşa de hebûn jî, Qedrî Begê Cemîl Paşa ji Şamê hate Qamişlo û
got divê (wefdek) ji kurdan herin pêşberî serdarê leşkerê Ingilîz û
daxwazên kurdan ji wî re pêşkêş bikin. Hevalan wefdek bi serokatiya Cemîl
Haco Axa rêkirin û, ez bixwe di navde bûm, li texma Tilelo me Ceneral dît
lê ew li ser riya mûsilê bû,û di xwest zû here ji lewra hima şipya çend
gotinên xweş ji mere gotin û ji me hêvîkir û got ez gelekî bihatina we dil
xweş dibim û pîroz dikim.” Cegerxuîn berdewam dike û dibêje ”Ceneral dû
caran destê min hejand û guvaşt,û got ez ez hêvî dikim ku hûn dilê xwe
negrin. Ji ber ku ez mirovekî eskerim, di bin destê yekî ji xwe mezintir de
digerim, ku berê min bidî kû, ez neçare diçim. Lê nikarim bersiva van
daxwazên we bidim.ji ber ku hin rêzanên me niha bi kurdên Îraqê re mijûl
dibin, û pir bawerim ku bêne vir û we jî bibînin. Û li cêba xwe siwar bû û
çû, lê pir ji me hêvî kir ku em dilê xwe negrin.Digot min pir dixwest ji vî
qasî bêhtir bi we re rûnim û mijûl bibim,lê ez li ser rê me, bibûrin”.
Ebas ezê pirsekê ji te bikim? min ew tiştên ku Şahoz Haco li ser Beyandûr
nivîsandibûn xwendin, tiştekî ku tû li ser bi engire têde tinebû, gelo
ji çi dilê te tişe bibû? Abas ka ji mirovên Amûdê yên kal û pîr bipirse
ji mala Şiwêş bi pirse, ku mirovek weke Haco welatparêz li bajarê Amûdê
nadya (klûba) zimanê kurdî vekir, bi serokatiya Cegerxuîn û hevalên wî. Ka
bêje we çikirî ye? Eger Ferensa di sala 1940 î de têk neçûba û li Cizîrê
maba wê Haco mafê gelê kurd di riya Ferensa de standiba. Çawa tû dibêjî
Haco tiştek nekirî ye, ev bûyrên ku min di xêzên jorîn de gotin û hêjî
gelek man e eger pêwist be ezê wanê dîtir jî eşkere bikim.
|
|