Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare


Bo demokratîkirina tevgera kurdî Giş bi hev re


Cankurd
January 13, 2009
((Gotina min di konfiransa Europa ya Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, di 10.01.2009 de, li bajêrê Hagen/Almaniya))

Gelî dost û hevalan, mêvanên hêja û delal

Bo min rûmeteke, ku ez îro li ber evqas xebatkarên Kurd, û bi taybet yên partiya we, bipeyivim. Hûn tev bi xêr hatin, ser çav û seran…Ez bo karê we yê îro û herdem serketinê hîvîdikim.

Birayên delal…

Paş ku hevalêd we di partiya Yekîtî de, du-sê caran belavok û bang dij bi vê xebatê belav kirin, min ji wan tika kir, ku ewana 2 endamên berpirs ji aliyê xwe ve bişînin vê konfiransê, weku bizava dawî bo rizgarkirina partiyê ji şehtînê. Min gote wan:”Sê kes nikanin konfiransekê li dar xînin û heger ewana tevî van belavok û bangên we, kanibin konfiranseke serkeftî bibin serî, ma hûnê amade bin encamên vê konfiransê bi terzekî demokrat bipejirînin?” û min ji wan re nivîsand ku neamadebûna wan di konfiransê de destpêka şehtîneke mezin e di partiyê de.

Dost û birayan…

Wekî dixuye, ev xebateke dirist e, ku hûn îro dikin, lê bo her xebateke dirist bingeheke ramiyarî û ramanî ya dirist pêwîste. Bingeha ramanî-ramiyarî , maseya ku hûn li ser wê dixwazin projeya xwe deynin çiye?

Di gotina we de hûn bêtir li ser serrastkirina sazendî ya di nav partiya xwe de rawestîne, hema eve ne bese. Bo vê yekê, berî her tiştekî, ezê li ser hinek xalên ramanî yên bingehîn rawestim, berî hûn derbas bin nav karê xwe yê sazendî û diravî…

    -Zelalkirina Armancê: Bê naskirin û zelalkirina armanca ku em di xebatê de armancdikin, emê nikanibin karê xwe baştir bikin. Em çi dixwazin? Wekî neteweyekê, û wekî partiyekê ev Yekîtî çi armanc dike ji xebata xwe ya li derveyê welêt?...
    -Helwêst li hember deselatê: Divê em ji gelê xwe re û ji cîhana azad û demokrat re, dîtina xwe li ser vê deselatê zelaltir bikin. Ma em deselata Baas a sûrî ji xwe re wekî neyar dinasin an wekî dost?
    -Helwêsta ji hembervaniya sûrî çiye? Di ketina nav xebata peymanekê, bereyekê an hevbendiyekê de çi giringtir e? Helwêsta wê hembervaniyê li hember kêseya gelê Kurd û têkoşîna teviya neteweya Kurdistanê, an mijara azadî û demokratiyê di Sûriyê de?..
    -Helwêsta we ya kurdistanî çiye? Divê ev baş bite zelalkirin. Divê tevgera gelê me li rojavayê Kurdistanê bi serê xwe be, an girêdayî serokatiyeke derveyî rojavayê Kurdistanê be?
    -Helwêsta we li ser cîhana azad û demokrat çiye? Çi bernameya we di ware têkiliyên navneteweyî de heye?
    -Hûn li livandina kolana “zuqaqa” kurdî çi dibêjin? Di vir de pêwîste pilana we hebe, bê pilan kar naye kirin…
    -Bo medya ya kurdî, çi pilana we heye? Û bo pêdakirina diravkirineke navxweyî pilan çiye?
    -Demokratîkirina tevgera kurdî çewa biserdikeve?.

Li dawiyê, divê ev konfiras bigihîne biryarekê, û bersiva vê pirsê bide:

“Pêwîste em bimînin endam di partiyekê de, ku evqas serêsî bo me pêda kiriye? “ Heger bersiv “Erê” ye, divê çi bê kirin, û heger bersiv neykirin e, dive çi gav bê avêtin? Em hejmara partiyên kurdî bêtir bikin? Û bê guman hinek di rêberiya partiya we de hene, hezdikin we bi ser vê yekê ve têvebidin.
Bo gavavêtineke dirist, wê zelalkirina aliyê siyasî, rêya rastir bide ber xwe…
Birano, ez naxwazim azar û hişyarkirinan bidim we, hûn tev ji min çêtir rewşê dizanin û rêya rast jî dinasin, lê ez dibînim ku wê pir baş be, em li derveyê welêt ne wekî li hindir welêt bixebitin. Divê em yekîtiya xebatkarên hêja avabikin, di ser partîniyê re û di ser tengemejiyê û di ser kinberê nêrînê re. Wekî we xebatkar di nav hemî partiyan de hene û bizavên baş dikin bo pêşkeftina tevgera kurdî, divê em van tevan bikin yek dest û dar, û eve yekîtiya rastîn di nav gelê me de…

Hûn karê xwe bi serketin bibin serî…û bimînin serfiraz di saya Xwedê de…

designed by Dengê Kobanê
© www.dengekobani.net [2008-2009]
info@dengekobani.net