|
Malper di ber nêrînên Nivîskaran de ne berpirsiyare
KURD DI NAVBERA MERAQA LI AZADIYÊ
Û CÎHANEKE NEHEQ DE
(Gotar berê bi înglizî hatiye weşandin û
dû re bo kurdî hatiye wergerandin)
Şahînê B. Soreklî
Li dû ku hêzên emerîkê sala par ketin Îraqê yekî pingirî li Sydney va pirsiyara ji min kir:
Dema emerîkî rojekê ji Îraqê çûn der Kurd ê çi bikin? Wî rexne li Kurdan digirtin ku çima
piştgiriya emerîkiyan dikirin û di wê baweriyê de bû ku emerîkî dê zû-dereng sîsa dest
ji Kurdan berdin û Kurd ê ji bo va kiryara xwe bihên cezakirin.
Israîl ne tê de, li Rojhilata Navîn emerîkî bi pirranî nahên hejkirin. Piştgiriya
Kurdane vekirî bo wan bi encama girtina biryareke bi prensîp û wêrekî hat holê. Ji ber
girtina vê biryarê bû ku nefreta li dij Kurdan li nik alîne erebî û îslamî ji berê gurrtir
bû. Her weha ji ber wê yekê bû ku ne tenê kurdine ji başûrê Kurdistanê di dema şer
de û li dû şer hatin kujtin, lê li sûnine din jî komên li dij Emerîka kurdine îhanet
kirin û gef li wan xwarin.
Partiya Demokrat ya Kurdistan (PDK) û Yeketiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) ji bo van
egerên li jêr piştgiriya emerîkiyan kirin:
- wan dawîhatina recîmeke stemkar dixwaztin û Îraqeke demokrate federal hêvî dikirin;
- wan dizanibûn ku ew nikarin hatina emerîkyan rawestînin û meraq dikirin ku li aliyê
hêzên
serkeftî bin, bi taybetî çimkî serdariya emerîkî aşkere piştgiriya damezirandina
sîstêmeke demokrate federal li Îraqê dikir;
- Ew beşekî ji muxalefeta îraqî bûn, ya ku piştgiriya daxwazên Kurdan û
hatina hêzên emerîkî dikir.
Pêlên dawîn yên nefreta bi encama cîhgirtina şer û dawîhatina recîma Seddam Husên
li dij Kurdan bi rê ketinî bûn egera wê yekê ku gellek Kurd nema pê bawer bin Ereb ê çi
caran piştgiriya mafên wan bikin. Di wê demê de ku pirraniya Kurdan li başûrê
Kurdistanê, her weha li beşên din yên Kurdistanê, nuha di wê baweriyê de ne ku Kurd û
Ereb nema dikarin di malekê de bimînin, hem PDK û hem YNK her pê bawer in ku birêxistina
sîstêmeke federal di Îraqeke yekgirtî de pêkan e, ku di nav şert û mercên cîhana îroj
de baştir e kurd bi sîstêmeke weha razî bin, çimkî dê xwebirêvebirinê bo wan misoger
bike. Tevî ku gellek Kurd ne bi vê baweriyê re bûn jî wan piştgiriya federalîzmê
kirin, bi hêviya ku dê bibe berdêla dewleteke serbixwe bo wan.
Cîhê daxê ye ku hinek şanên li holê wisa diyar dikine ku pêkan e Kurd careke din ji
aliyê "hevalan" de bihên avêtin. Nuha ku Waşington li rêyeke hêsane bo derçûna ji
Îraqê digerêye gotinên wî mirovê li Sydney sala par ji min re kirinî dihên bîra mine.
Gellek kesên ji aliyên cîhanê yên cuda, Kurdine jî di nav de, her digotin ku "bawerî bi
Emerîka nabêt" û ku Kurdan bi piştgirtina Emerîkiyan şaştiyeke mezin kirin.
Min her dem gotiye ku wek hemî dewletan Emerîka jî maf heye berjewendiyên xwe bide ber çav.
Min her weha gotiye ku tevî ezotiya Emerîka, û li gel binavkirina wê ji aliyê hinan de wek
dewleteke serdest, Dewletên Yekgirtî yên Emerîka (DYE) ji wan recîmên dîktator û otorîter,
yên bo kontrolkirina hevsarê karbidestiyê û bidestxistina amancên xwe tiştên bûnî û
nebûnî dikin, çêtir e. Bi ya min, divabû Kurd fêrî rê û rêçikên danûstendina bi Emerîkiyan
re bibûna. Li gel va dîtina min jî, cîhê daxê ye ku siyaseta derve ya DYE carine weqa
xeşîm e ku bi rasî dilê min bi wê neteweya mezin dişewite.
Li dû berçavkirina hinek gotinên di van hefteyên dawîn de ji aliyê berpirsiyarine emerîkî
de di derheqê Îraqê û daxwaza Kurdan ya bi sîstêma federalî ve girêdayî de hatinî
ragîhandin, bi min ve wisa diyar dibêye ku wan û serokê DYE George W Buş ji nuha ve
sozên wan di derheqê Kurdan de dabûn ji bîr kirine. Nehête jibîrkirin ku girtina biryara
piştgiriya DYE, di wê demê de ku ne tenê welatên ereb û îslamî ("dosta" Emerîka
Tirkiye jî di nav de) lê her weha gellek welatên ewropayî rasterast yan nerasterast li dij
siyaseta emerîkî ya di derbarê Îraqê de bûn, bo Kurdan ne tiştekî hêsan bû. Nuha,
ji bo xatirê razîkirina Enqereyê û dewletine ereb, û bi encama egerine din, şanên ji
Waşington weha raber dikine ku pêkan e xiyaneteke din di derbarê Kurdan de cîh bigire.
Dîtina peyvên ku ji heqê ragîhandina tevahiya trajêdiya 35 milyon Kurdên ku mixabin di
nav çar dewletên bo azadiyê û demokrasiya durist nerêzgir de cîhwar in derkevin ne hêsan e.
Ew bi serê xwe trajêdiyek e ku Kurdên li dû azadiyê û pêşkeftinê di welatine weha de
dijîne ku tê de komine hene yên ku bi navê Îslamê kiryarên hovane bi rê dixin, welatên ku
tê de peyvên wek federalîzmê, xwebirêvebirinê, hilbijatinên azad û wekheviyê bêyî xwebêj
in. Lê trajêdiya ji vê mezintir ew rastiya ye ku DYE, Îngliztan, dewletên di Yeketiya
Ewropayî de, Rûsistan û Çîn alîkirina gelê Kurd bo xwe balkêş nabînin. Hinek ji wan
durûtiya xwe di paş peyvên "piştgiriya bo mafên mirovan" de vedişêrin, peyvên
ku ta nuha Kurd negîhandine çi amancane. Di realîteya cîhana neheq ya îroj de ne tenê bi
dehan milyon mirovên li ser erdê bapîrên xwe cîhwar ji mafê dewletbûnê bêpar dimînin, di wê
demê de ku netewene bi hezaran hemwelatî di Rêxistina Neteweyê Yekgirtî de endam in, lê van
Kurdên bi milyonan her weha nikarine heta piştgiriya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û
dewletên "cîhana azad" bo xwebirêvebirina di nav sîstêmeke federal de bi dest xin. Bêguman
ji mafê her dewletê ye ku berjewendiya neteweyî, firotina bo derve û stratêjiyên
leşgerî bide ber çav, lê dema durûtiya dewlteke xwe ji bo mirovahiyê û azadiyê wek
rêzgir bi nav dike bigihê wê radeyê ku guh nede meraq û mafên gelekî ku bû bêtir ji sed
salan bo azadiyê têdikoşe tawaneke weha ne yeke bexşandinê ye. Mirov ji xwe
dipirse eger birêz Buş qe seri li wan gotinên ku wî di derbarê Îraqê de hanîbûn ser
zimanî dixe! Mirov ji xwe dipirse eger berpirsiyarên emerîkî yên aşkere gotibûn ku
"na, îcar Kurd nahên xapandin" qe va gotina xwe bi bîr dihînin! Mirov ji xwe dipirse
eger "şarezayê siyasî" Henry Kissinger, dema ew di van rojan de Kurdan dihîne ser
zimanê xwe, qe ji ber xwe ve şerm dike û bi bîr dihîne wî di sal 1975 de çi hanîbû
serê Kurdan, Kissingerê ku dihêt gotin ji berpirsiyarekî emerîkîyî ku wê demê dil bi Kurdan
şewitî bû re gotibû, "siyaset û sedeqe bi hev re naçin!" Lê îcar Kurd "sedeqeyê" ji
kesekî napêne. Wan nerxekî bilind bo têkbirina recîma dîktator, û bi encama piştgiriya
bo DYE, dane û heye ku hîn nerxekî bilindtir jî bidin. Ew 110 mirî û bêtir ji 200
brîndarên di 1/02/2004 de li Hewlêr bûnî qurbanên du kiryarên terorê tenê nimûneyek e. Ma
gelo rastiya ku Tirkiye, welatine ereb û Îran dikarin ji Kurdan bêtir çekên leşgerî û
tiştan bikirin bi serê xwe têre wê yekê dike ku Kurd her û her bihên recimkirin? Ma
gelo peyvên wek "azadî, mirovahî, rêzgirtina ji mafê çranivîsê re," ew peyvên ku cîhekî
grîng di rêberiya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de digirin, ew peyvên ku mirov ji
berpirsiyarên rêxistina navneteweyî û serdarên welatên "cîhana azad" car li dû carê
dibihîse, dema pirs dihêt ser neteweya kurdî dibin peyvên bêyî xwebêj? Yan gelo me tew
maf niye ku dora 35 milyon kes wek netewe bi nav bikin?
Rastiya li holê wê yekê raber dike, mixabin, ku bedbextiya gelê kurd ta radeyeke bilind bi
herêma erdnigarî ya ew lê dijîn ve girêdayî ye. Li milê din, rastiya ku ew wek gelekî
musilman dihêt hesibandin li şûna sûdê ziyanê digihîne vî gelî, çimkî ji aliyekî ve
dewleteke musilman niye ku bo bidestxistina mafên neteweyî alîkariya wan kiribe; li aliyê
din, eger ev gel ne musilman bûya, em bibêjin xirîstiyan bûya, heye ku welatên rojavayî
rêyeke rizgarkirina wî dîtibûna. Îroj, di wê demê de ku rêxistinên rêhişke îslamî
rijandina xwîna Kurdan jî wek berdêla dayîna bilêtên "behuştê" bo bêçareyên
mêjîşuştî xistine mazatêye, mixabin ku haydariya hinek serdarên welatên rojavayî
didin van rêhişkan ji haydariya ku didin Kurdan bêtir e, çimkî kiryarên terorî ew
bizdandine. Kurdan, li milê din, serê bo azadiyê çi caran ji welatê xwe dernexistine û
rêxistinên wan terorîzma navneteweyî wek tektîk bi kar nehanîne.
Tevî dilsoziya PDK û YNK bi proseya federalîzma bo Îraqeke yekgirtî re jî, mixabin ku
rewşa di navbera Ereban û Kurdan de wek rewşa zewaceke bêxêre ku nikare bidomîne
xuya dike, zewaceke ku tê de aliyek dixwaze her wek serdar, stemkar, paşverû û li dij
guhertinê bimîne û aliyê din, aliyê kêmtirhêz, neçar maye her tehmûl bike çimkî bêyî xwedî
û bêyî piştgir e. Kurd, ne tenê li Îraqê lê her weha li Tirkiyeyê, Îranê û Sûriyeyê,
wekheviyê dixwaze, lê aliyê din meraqê tenê li sedestiyê û stemkariyê dike. Kurd
pêşveçûnê û guhertinê dixwaze, lê aliyê din berdewamkirina recîmên totelîtere li
paytext dixwaze. Kurd bi wan aliyan re dijî ku di nav de kom û komikên weha hene yên
ciwanên bextereş bo xwetunekirineke bi xirabtirîn şêwe bi kar dihînîn û bi encamê
jiyana kesên bêtawan didizin û xwîna mirovan dirijînin, ew jî bi sozê ku ew ciwanên ronedî
dê têkevin behuşta Afirmendê ku qaşo Xuda û Afirmendê hemî mirovan e. Kurd di nav
dewletên wek Tirkiyeyê de dijî, ya ku carine ji aliyê berpirsiyarine emerîkî ve wek
"demokrat" dihêt binavkirin, Tirkiyeya ku wezîrê wê yê peywendiyên derve aşkere dibêje,
"eger otonomî li Arjantînê jî bi dest Kurdan keve em ê li dij bin." Vê Tirkiyeya demokrat
ne tenê ji sala damezirandina xwe de (1926) hemwelatiyên kurd ji mafên neteweyî û çandî
bêpar hîştine, lê her weha aşkere gefan dixwe ku ew nahêle li Îraqê federalîzm
bi cîh bibe. Sûriye, Îran û welatine dine ereb ji ber ku federalîzm xwe eleqedare Kurdan
dike her weha aşkere li dij federebûna Îraqê ne. Bedbextiya Kurdan digihêt vê radeyê
di vê cîhana neheq de, heta di vê qonaxa dîroka mirovan de jî.
De berê Kurdan nuha bi ku ve ye? Fermo em li vir rewşa Kurdên başûrê
Kurdistanê, bibexşînên: Kurdên bakurê Îraqê, bidin ber çav. Ji aliyekî ve, YNK û PDK
hîn wisa bawer in ku Îraqeke federal pêkan e, lê şanên li holê diyar dikine ku sîstêma
ew dixwazin ji aliyê îraqiyên din ve nahête pejirandine. Li milê din, Pirraniya Kurdan
nema bawer in ku federalîzma ew dixwazin ê bi dest wan keve. Ew her weha bawer in ku her
du bûyerên terorî yên dawîn li Hewlêr û kêmbûna sempatiya ji cîhana erebî mora îspatkirina
mirina zewaca di navbera Ereban û Kurdan de ye. Li gor wan, dem êdî dema hevberdanê ye,
cimkî vê zewacê ji bilî xirabiyê tiştek bi xwe re nehaniye û divabû tew cîh
negirtibûya. Va koma Kurdan dest pê kiriye zextê li rêxistinên xwe bike ku bila daxwaza
dewleteke kurdiye serbixwe bikin. Bi dîtina wan Kudan, nûnerên opozisyona îraqî, yên ku di
dema karbidestiya Seddam Husên de bêhêz bûn û Kurdan gellek caran cîh li Kurdistanê dabûn
wan, nema li sozên ku dabûn aliyê Kurdî xwedî derdikevine. Jê bêtir, aliyên sî'î meraqê li
dewleteke îslamî dikine, di wê demê de ku Erebên sunniye neteweperest meraqê li hukûmeteke
şovînîye di bin tiliya wan de dikine. Erebîstên ji dervayê Îraqê îslamê bo amancên
neteweyî bi kar dihînine û kesên îraqî û ne îraqî bo amancên xwe rêdikine xweteqandina di
nav xelkê deye. Amanca wan ya serek rêbirrîna li Îraqeke federale demokrat e û di eynî
demê de tolgirtina ji Emerîkaya bo Israîl piştgir e. Bi dîtina van Kurdan, eger
dewleteke kurdiye serbixwe bibe amamnc dewletên rojavayî nahêlin hêzên welatên dirawsê
hêrîseke bi xwîn bibin ser Kurdên başûr. Hinek ji ronakbîrên kurd ne li gel vê
baweriyê ne. Ew bawer nakin ku dewletên rojavayî dê tiştê ji bozniyên musilman re li
Ewropa û ji xelkê Tîmora Rojhilat re li Asya kirinî bikin. Serokên PDK û YNK, li milê din,
stemkarî û kiryarên xwînrêj û nemirovane yên hukûmetên Bexdadê li Kurdistanê kirinî ji bîr
nekirine. Ew naxwazin destkeftiyên 13 salên par û pêşveçûna li Kurdistanê encam dayî
têxin tehlûkeyê. Ew dizanin ku birêxistina dewleteke serbixwe dê ne tenê zû-dereng bibe
egera serekî dinî bi xwîn li gel Erebên Îraqê, lê heye ku bibe egera hêrîsên ji Tirkiyeyê,
Îranê û welatine ereb jî. Li aliyekî, ew her tiştê ji dest dihêt dikine ku daxwazên
xwe bi rêya guftûgo bi dest xin. Li aliyê din, ew wê bizavê dikine ku xwe wek dostên
Tirkiyeyê, Îranê û Sûriyeyê îspat bikin û di eynî demê hewl didine ku xwe ji aliyên din
îraqîtir xuya bikin. Ew baş dizanin ku meraqa yên li hember wan li hevaltî û
"bratiyeke" ji dil niye, lê hêvîdar in siberoj nieyeta wan baştir bike. Tu dibêjî
qey kêşeyên li jor hatinî diyarkirin têrê nakin, hîn bi ser de kêşeyên
çaresernekirî di navbera van her du rêxistinan de jî hene. Rast e, her du jî layiqe
pîrozbahiyê ne ku li şûna şerê hev bikin nuha guftûgoxwaz û hevkar in, lê hîn
jî nikaribûne xwe wek yek hêz diyar bikin û hîn jî du hukûmetên kurdî, yeke li Hewlêr
(PDK) û yeke li Sulêmanî (YNK) li holê ne. Li milê din, tevî pêşveçûna wan di gellek
waran de, di nav 13 salên par de, ew hîn di warên têkiliyên navneteweyî û danûstendina bi
dewletan re ta radeyekê xeşîm dimînin. Ew bi pirranî kesên ji rêxistinên xwe dixin
wezîfeyan, li şûna bikarahanîna Kurdên di karên xwe de xwedan zanyarî û tecrûbe.
Kesek ne li benda wê yekê bû ku wan di derbarê daxwazên neteweyî de careke din baweriya
xwe bi sozên devokî hanîbin, li şûna ku garantiyên bi nivîs û dokûment ji emerîkiyan
û opozisyona îraqî bi dest xin. Bûyerên di nav çend hefteyên çûnî de li Îraqê cîh girtinî
û guhretina stratêjiya emerîkî ya di derbarê Îraqê de aşkere dikin ku di dest wan de
çi dokûmentên bi nivîs bo misogerkirina federalîzma ew dixwazin û pirsên din, wek ya
Kerkûkê û vegera Kurdên ji warên xwe hatinî derxistin, di dest wan de nînin.
Eger emerîkî dest ji Kurdan berdin û sozên wan dabûn Kurdan ji bîr bikin, gotina ku
"Emerîkiyan dîsa xiyanet bi Kurdan re kirin" ê xwe di nav Kurdan de, her weha di nav her
kesê li dij Emerîka de, vejîne. Û kî dikare bibêje, "ne weha ye," eger Waşington rast
gelê kurd bike qurbana razîkirina "dostan" û berjewendiyên xwe. Eger tiştekî weha cîh
bigire, wê demê ne gelê Kurd, ne jî komeke din ê bikaribe baweriya xwe careke din bi
gotinên emerîkiyan wîne, gotinên wek "ew ji Emerîka hej nakin çimkî emerîkî azadîxwaz in."
Em hêvî bikin ku weha nebêt. Hîn çirûskeke hêviyê li holê heye. Di nav çend rojên par de
karbidestê emerîkî Paul Bremer beşdare kombûnên li gel serokê PDK Mesûd Barzanî,
sekretêrê YNK Celal Talebanî û nûnerên alîne îraqiye din bû, di derbarê pirsa federalîzmê
de. Em hêvî bikin ku birêz Bremer xibreteke rêk û pêk li Îraqê bi dest xistibe û dê
bikaribe biryarên durist di derbarê siberoja vî welatê bi kêşeyên mezin dagirtî de
bigire, welatê ku erebîst û îslamîstên biyanî rewşa li wir tevlihevtir û restir kirine.
Û em hêvî bikin ku Waşington li gel soz û gotinên serok û berpirsiyarên emerîkî di
derbarê "Îraqa nû" de danî dilsoz bimîne. Ew qas mirov di dema karbidestiya Seddam Husên
de bi şêweyên hovane hatine kujtine, ew qas mirov di dema hêrîsbirina ser recîma wî
de, û bi encama têkçûna wê recîmê, endamên hêzên hevalbend û karmendên rêxistinên
navneteweyî jî di nav de, hatine kujtine. Eger karbidestiya emerîkî û hevalbendên wê
sozên hatinî dayîn bi cîh nehînin van mirovan ê jiyana xwe bo netişt wenda kiribin.
Em omdî bikin ku recîma Seddam Husên ya totalîter bi recîmeke oliye, yan neteweperste,
totalîter re nehête guhertin. Îraqeke federale demokrat dikare bibe egera vekirina deriyê
guhertinê li tevahiya Rojhilata Navîn û welatên ereb. Ma ne birêz George W Buş bû yê
ku gotineke weha kiribû, yan gelo ez şaş bim?
Haydariya gelên DYE, Îngliztanê, Ewropa û hemî neteweyên azadiyê û merovahiyê nerxbilind
dizanin bo yekê divêt ku rewşa nuha di derbarê Îraqa siberojê de li holê dikare bibe
egera hatina bêtareke din bi ser Kurdan de, Kurdên ku dîroka wan bi bêtaran û trajêdiyan
mişt e. Em hêvî bikin ku bêtar îcar bihête berbendkirin. Kurdan ji bo pereyan çek ji
Emerîkiyan re hilnegirtine û dê çi caran jî nebin berdevkên wan. Wan piştgiriya
Emerîkiyan kirin çimkî bi wê yekê bawer bûn ku bêyî dawîhanîna recîma dîktator bi alîkariya
dervayî ew ê bo demeke dirêj desthelatdar bimaya. Ew her weha bi wê yekê bawer bûn ku sozên
ji berpirsiyarên emerîkî û brîtanî îcar sozên rasteqîne bûn.
Rast e, çi misogeriya bo wê yekê niye ku Kurd bikaribin ji dewletên ku Kurdan layiqe
azadiyê û wekheviyê nabînin bêtir çekên leşgerî û tiştên din bikirin, lê hejmara
wan bêtir ji 35 milyonan e û ew endamên neteweyekê ne ku bi hezaran sal ber navên dewletên
stemkariyê li wan dikin bihên nasîn hebûye. Li Îraqê hejmara wan dora 5 milyonan e. Ew
layiqe jiyaneke azade di Îraqeke federal û demokrat de ne. Ma gelo wûjdana mirovî
bipejirîne ku ew careke din têkevin bin rehmeta desthelatdariya rasterast ya hukûmeteke
li Bexdadê? Bila bersîvdan bo serdar û siyasetmedarên bi wûjdan yên li welatên rojavayî
bimîne. Rojavayî dibêjim, çimkî Kurdan omdiya xwe ji dewletên Rojhilata Navîn û cîhana
îslamî birrîne.
Wek têbiniyeke li dawiya vê gotarê dixwazim diyar bikim ku ber çend salan min di
gotareke xwe de nivîsandibû, dewletên Kurdistanê parvedikin di derbarê bêparhîştina
Kurdan ji mafan de şaş in, ku siyaseta wan li şûna ku "kêşeyê" ji holê
rake dê bibe egera wê yekê ku Kurd baweriya bi wan bi tevahî wenda bikin û rêyên hişktir
bo têkoşîna li dij wan bibijêrin. Min her weha nivîsandibû ku nedana mafên bo Kurdan
ê bibe egera rijandina bêtir xwîn û dê zû-dereng bibe egera wê yekê ku Kurd daxwaza
welatekî serbixwe bikin û heye ku tew rojekê dest bi têkoşîne ji bo Kurdistana mezin
û yekgirtî bikin. Ji lewre, li Îraqê dibe, Îranê, Tirkiyeyê, yan Sûriyeyê, ew ê li
berjewendiya wan welatan û gelên wan be ku Kurd wekheviyê bi dest xin û di nav dewletên
federal de xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Têbinî: Weşandina kopiya înglizî di înternêt de û rêkirin bi rojnamene biyanî:
20/02/2004.
Rojnameya Newyork Post 22/02/2004: "Pirr grîng e, hem ji aliyê moralî de û hem ji aliyê
siyasî de, ku Kurdên bakurê Îraqê yên ku baştirîn hevalbendên ku Emerîka dikare
pişta xwe bi wan girêde ne careke din xiyanetê wek nerxê hevalbendiya xwe bi dest
nexin. Nuha ku seddam Husên nema li holê ye divêt xwebirêvebirina Kurdan di dest wan de
bimîne - heta eger ramana mafê çarenivîsê bo Kurdan stemkarên li Îranê û Sûriyeyê û
dostên me yên rojên hewayê xweş li Tirkiyeyê bitirsîne jî."
|
|